Pirsa we û bersîva me – 109

Pirsa we û bersîva me – 109

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin.

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên balkêş di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa bûyerekê bikin ku di jîyana nivîskar û bilûrvan Taharê Emer da qewimîye.

 

Taharê Emer û bilûra wî

 

Taharê Emer bilûrvanekî bê qisûr e. Lê pêşeyê (meslek) wî yê bingehîn mamostatî bû. Li gundê Baysizê (li Ermenîstanê) dersên dîrokê û zimanê kurdî dida zarokên wî gundê kurdan. Berî çend salan ew jî xwest bibe zanyar. Gelek zane nîbû, lê dîsa jî têmake derheqa dîroka kurdan da hilda û bû doktor.

 

Piştî wê gazî ronakbîrên kurd kir û şahîya doktorîya xwe kir. Profêsor Şekroyê Xudo jî temadayê sifrê bû. Taharê Emer bilûra xwe derxist û usa xweş çend miqamên kurdî lê xistin, ku Şekroyê Xudo bi nîv henek, nîv rast got:

 

-Heyran, pêşeyê te yê rast bilûrlêxistin e. Çi karê te li zanyarîyê hebû, heyfa te nîbû, ku tu bûyî doktor? Ma qey dengê bilûra te ji nivîsarên te ne çêtir in!?…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev