Rewşa sîyasî ya kurdan li Farizistanê

Rewşa sîyasî ya kurdan li Farizistanê

Me di 160 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa pêşin a berhema bi sernavê Rewşa sîyasî ya kurdan li Farizistanêraberî we bikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -161 

Kurdên Farizistanê wek kurdên Tirkîyê bixwezin û nexwezin bin bandûra hukumeta xwe da nin. Lê, rast e, hukumeta li Farizistanê ji hukumeta Tirkîyê sisttir e jî, lê Farizistan ji berê da dikare bi kurdên bin hukumê xwe ra ziman bibîne, ji ber wê jî kurdên wira ewqas ziyan û zirar ne dane hukumetê, çiqas ku kurdên Tirkîyê dane. Heta niha jî di navbera farisa û teterên şîya û kurdên sunnî da dijminaya dînî heye û ew neyarên hev in jî, lê em gerekê wê jî bêjin, ku pêwendîyên hukumetê bi kurdên bin destê wê da diha baş in, ne ku yên hukumeta Tirkîyê û kurdên wira da.

Gelek sebebên vê yekê hene û ji wana yên giring em dixwezin destnîşan bikin:

1) kurdên Farizistanê bi jimara xwe(1), bi erdê xwe, bi jimara qebîl û eşîrên xwe va(2) ji yên kurdên li Tirkîyê kêmtir in. Ev yek hindava xwe da karê hukumeta Farizistanê rehettir dike, ji ber ku ew dikare bi hêsanî hukumê xwe li ser serekeşîrên kurda bide belakirinê, çimkî ew pir nînin.

2) cî û warên, ku kurd lê dimînin, pirê wan rê-pêge lê dikevin û çûyîn û hatina di nav wan da ne gelekî zehmet e, ji ber wê jî dîwan û eskerên Farizistanê dema her nerazîbûneke kurda dikarin zû xwe bighînine herêmên Kurdistanê.

3) jimara xaçparêz û xwesma ermenîyên ku nikaribûn rehet bisekinîyana li Kurdistana Farizistanê kêmtir bû û ji ber wê jî dewletên Awropayê nikaribûn menîya bigerin bona tevî kar û barên Farizistanê bibin. Lê wan dewleta bin perda parastina xaçparêza da gelek cara Tirkîyê mecbûr dikirin, ku pêwendîyên wan û kurda sert bin.

4) hewcedarîya farisa tunebû jimara eskerên xwe zêde bike û guhdarîke taybetî bide ordîyê bona miletên bin hukumê xwe da aş bike.

5) û ya dawî, wek me berê jî gotîye, farisa dikaribû bi rê û dirbên cuda-cuda dilê kurda bikirin(3).

Ev sebeb têr ne dikirin, ku kurdên Farizistanê tam bikine bin hukumê xwe, lê tenê dikaribûn usa bikin, ku navbera kurda û farisa da problêmên mezin derneyên, heta hinek eşîrên kurda qet teslîmî hukumê farisa ne dibûn jî û dewletê çevên xwe ber vê yekê digirtin. Em wê jî bêjin, ku Farizistanê hindava kurdên Tirkîyê da diha pir çek bi kar dianî, ne ku hindava kurdên bal xwe da.

Kurdên hemwelatîyên Farizistanê bi cî û warên jîyana xwe va pareveyî ser du komika dibin: 1) kurdên Azirbêcanê û yên Kurdistana Farizistanê û 2) kurdên Xorasanê. Ev komika dawî gelekî dûrî sînorê Kavkazê-Farizistanê ye, ji ber wê jî ziyan û zirara wan ji me ra tune(4).

Eşîrên kurda, ku dikevine di nav komika roava da, li ser sînorên Tirkîyê ne û piranîya wan li Azirbêcanê, di herêma Soûcbûlakê û deverên Erdelanê û Kêrmanşahê da dimînin. Li her dera miletên mayîn jî di nav kurdên Farizistanê da dimînin. Li Azirbêcanê kurd rex turk-tetera dimînin û di nav wan da hinek aşûrî an jî nêstorîyan jî hene (xwesma di navbera gola Ûrmîyê û sînorê Farizistanê-Tirkîyê da). Li Erdelanê û Kêrmanşahê ew bi wan eşîran ra tevayî dijîn, ku bi esilê xwe va lûr in.

 

Kurdên Azirbêcanê bi jimara xwe va hindik in û ji 30-40 hezara derbaztir nabin. Xênji kurdên Celalî û Mukrî, ku hetanî niha jî jîyana xwe ya eşîrtîyê parastine, kurdên Azirbêcanê yên mayîn, ku berê eşîrên mezin bûn, ji jîyana eşîrtîyê bi dûr ketine, ji hev çûne, di nav wan da wek berê hevgirtineke ciddî tune. Wek mînak, eşîrên Beredost (li herêma Ûşnûyê), Akû (der-dorê Xoyê û Kotûrê), Zîlan (li bakûr-roava Azirbêcanê), Heyderî(5) û heta Rewandûzî jî.

Eşîrên Mukrî û Celalî piranî li xantîya Makûyê dimînin û bin hukumê xanê Makûyê da nin. Hukumê xanên Makûyê di wextekê da ser van kurda ewqas pir bû, ku Temir xan (bi esilê xwe va teterê şiîya bû, bavê Metûz-Qulî xan), hemû kurdên ewê xantîyê (yên sunnî) li dor xwe da civandinê û ew derxistine himberî serekê kurdên sunnî yên dînî Ubeydulle. Tu şik tune, ku paşdemê da jî ew eşîr wê xwe li xanê Makûyê bigrin(6). Ev eşîr tevî amadekirina eskerên Farizistanê nabin, nakevine nava ordîya wê, lê gelek ji wana wek siyarî dikevine nava milîsên xanê Makûyê û çekên di destê wan da jî bêrdangên mene. Maeşê wan jî xanê Makûyê dide.

Kurdên Azirbêcanê yên mayîn tam di bin hukumê dîwana Farizistanê da nin. Wek me li jorê gotîye, ev kurd ji eşîrên xwe qetîyabûn û bûbûne qebîlên serbixwe, berê li ser axa Farizistanê diman û dema bixwestana bi awakî serbest derbazî ser axa Tirkîyê dibûn. Niha ewana ji jîyana koçerîyê derbazî jîyana riatîyê bûne û karê wanî sereke jî rêncberî û xwelîbêcerkirin e. Ewana pir sexîr in û dîwana Farizistanê jî zordestîyên mezin li wan dike. Di hêla eskerî û sîyasî da hema bêje tu roleke van kurda tune. Ji wana tek-tûka dibine serbazên eskerên peya, ji ber ku ew kurd fêrî karê eskerîyê nebûne. Ji wana hinek jî di nav milîsên Azirbêcanê yên siyarî da nin. Ew jî piranî ew kurd in, ku ji eşîrên xwe – ji Celalîya û Mukrîya qetîyane. Ji van kurda hinek di nav siyarîyên hukumdarê Qeredaxê da jî hene. Wana di dema xwe da li Qeredaxê bi destî zorê mezîleke mezin ax xistine bin destê xwe, zordestî li turk-tetera kirine û bûne milkedarên mezin, bi bertîla ji hukumeta Farizistanê rutbên gênêral û serhinga sitendine, heta serokatî li maxela(7) jî kirine, zordestîyên nebînayî li gundîyan kirine.

Bi vî awayî, di nav kurdên Azirbêcanê da di hêla eskerî û sîyasî da tenê rola kurdên xantîya Makûyê hinekî heye. Di dema hukumdarîya Temir xan da, van kurda dikaribû hetanî 5 hezar siyarîyên rind sîlihkirî bidana.

 

Kurdên devera Soûcbûlakê. Jimara van kurda ji 130-140 hezara derbaztir nabe. Piranîya wan jî kurdên ji eşîrên Zerza, Bîlbas û Mukrî ne.

Ji qebîlên eşîra Zerza di dema nexweşîya tayê ya di sala 1830î da 5 hezar malbet mirin. Niha ew nakevine nava eşîrekê da û bi qebîlan va di nav eşîrên kurda yên mayîn û turk-tetera da dimînin. Gelek ji wana ketine bin hukumê turk-tetera da û ji alîyê wan da bi bêwijdanî têne zêrandinê. Ji kurdên Zerza tenê weke 1000 malbet serbest in û di bin hukumê tu kesî da nînin. Ew gişk jî baca didin, wek turk-tetera serbaz didine ordîyê. Zerzayên serbest tevî karê amadekirina eskerên peya yên ji bo ordîyê nabin û ji wana tenê tek-tûk kes dikevine nava milîsên siyarî. Rast e, piranîya kurdên Zerza ji eşîra xwe qetîyane, lê wek sunnî mane.

Eşîrên Mukrî li der-dorê bajarê Soûcbûlakê dimînin. Niha weke nîvê (5 hezar malbet, an jî 30-35 hezar kes) ewê eşîrê wek kurdên Zerza dest ji jîyana xwe ya eşîrtîyê kişandine, bi xwelîbêcerkirinê va gîro ne (mijûl in), hukumê hukumdarê Soûcbûlakê nas dikin û bacekî ne mezin didine wî, lê dewsê piranîya milîsên siyarî yên hukumdar ew in û jimara wan jî li ser kaxez ji 200 kesî derbaztir nabe. Hinek Mukrî ketine bin hukumê turk-tetera û serbaza didine wan. Bi gotinên çawîşê ordîya Austrîyayê û înstrûktorê berê yê eskerên Azirbêcanê Vagnêr, qebîlên ji eşîra Mukrî tayfeke ji 500 siyarîyan damezirandin. Bi gotina wî ew tayfa kurda desteyeke siyarî ya bêqusûr bû(8).

Perçê eşîra Mukrîya yê mayîn (heta 6 hezar malbet, an jî weke 40 hezar kes) wek berê bi jîyana xwe ya eşîrtîyê va dijî, piranî koçer in û pareveyî li ser qebîlên biçûk dibin. Ewana hertim şerê hevdu û şerê cînarên xwe dikin. Hurmeta hukumdarê Soûcbûlakê di nav van kurdên Mukrî da zêde nîne. Hemû hewildanên wî, ku bikaribe ji van kurda baca berev bike, netîce ne dane û dema di wî karî da zor li wan dikin, ew derbazî ser axa Tirkîyê dibin û ji wira heyfa xwe ji hukumdarê xwe hiltînin, di herêma bin destê wî da talana dikin, bi cerda davêjine ser gunda, xelkê dişêlînin. Hukumdarê Soûcbûlakê turuş nake heta wan kurdên Mukrî jî ceza bike, ku wek dîl hatine girtinê, ji ber ku gelek cara usa bûye, ku kurdên Mukrî bona azakirina hevalên xwe êrîş birine ser Soûcbûlakê û Serdeştê bona heyfa xwe ji hukumdar hilînin, ku nûnerê dîwana Farizistanê bû(9). Kurdên Mukrî -him yên koçer, him jî yên riat- ji hemû kurdên mayîn bi wê yekê va têne cudakirinê, ku di hêla dîn da pir fanatîk in û bin hukumê serekê xwe yê ruhanî da nin, ji ber wê jî ew kurdên sunnî wek kurdên qizilbaş yên Dêrsimê û Kozûcanê dijminaya hemû şiîyên faris û turk-tetera dajon.

Serekê wan Hemze axa berî gişka kete nava desteya Ubeydulle û hemû kurdên Mukrî dane dû xwe. Di dema ewê êrîşê hêrs û kîna wan hindava şiîya da usa pir bû, ku wana bi bêwijdanî hemû binecî qir dikirin û dema gihîştine rex Tewrêzê, kevirek li ser kevirekî ne hîştin û ew der lap xalî kirin. Mukrîyên koçer xwedî hespên bêqusûr in û dema lazim bibe dikarin heta 5 hezar siyarî derxine meydanê û em usa bawer in, ku ewê niha piştgirîya ordîya farisa nekin. Di destpêka kampanîya salên 1826-1828a da ewana ketine nava ordîya Abbas Mîrze da jî, lê piştî, ku ew ordî di şêr da têk da, hemû Mukrîya ew der hîştin û vegerîyane warên xwe.

Eşîrên Bîlbas li başûrê gola Ûrmîyê, di navbera Ûşnûyê û Soûcbûlakê da dimînin. Jimara wan ji 8-9 hezar malbeta derbaztir nabe, ew jî dike weke 50-60 hezar kes. Ji demên buhurî da navê wan di temamîya Kurdistanê da wek kurdên azadîxwaz, nerehet û cerdbaşî derketîye. Ewana niha jî usan in. Berê ewana li bakûrê Azirbêcanê diman û gelek cara ji dest zordestîyên eskerên Abbas Mîrze mecbûr bûne milahîm bin. Niha ew bi şiîya, bi kurdên Mukrî û bi cînarên xwe yên li ser sînorê Tirkîyê – Rêwandûzîya ra dijminayê dajon. Ewana ne hukumê Farizistanê, ne jî yê Tirkîyê li ser xwe qebûl nakin, tu baca nadin û dîwana farisa ya li wan dera bendî tiştekî nahesibînin. Rast e, di bin destê qebîlên vê eşîrê da gelek hesp tunene, lê dîsa jî dikarin heta 6 hezar siyarîyan derxine meydanê û piranîya çekên wan jî qirme û bêrdangên kevnarene.

Qe nakeve serê merîya, ku Bîlbasî, ku wek kurdên Mukrî dijminaya şiîya dajon, di dema şêr da piştgirîya hukumeta farisa bikirana. Usa xuya ye, ku ew li bendê ne, ku di dema şêr da bavêjine ser navçeyên cînar yên li ser axa Farizistanê, bona talana û şêlandina.

 

Not:

  1. Serhevdu 750 hezar, ji wana 150 hezar li Xorasanê dijîn, ango ji kurdên mayîn lap hatine birînê.
  2. Gorî cedvela serhing Karsêv 12 eşîret û qebîlên mezin, dewsa 52 eşîret û qebîlên mezin, ku li Tirkîyê dijîn. (“Zamêtkî o kûrdax”, serhing Karsêv).
  3. Hukumeta Farizistanê dikare eşîrên kurda yên bi nav û deng bîne alîyê xwe, ji wan ra rêyên pêşketinê vedike, ew dikarin heta di serokatîya dewletê da bibine karmendên bi dereca bilind. Hela niha jî di nav serokatîya Farizistanê da gelek kesên bi esilê xwe va kurd hene, lê ew jî yên usan in, ku pêwendîyên xwe yên eşîrtîyê û dînî bi gelê xwe ra qut kirine. Wek mînak, ji welîyan hinek kesên kurd in, lê li Azirbêcanê herdu alîkarên welîyatê (nîzam-saltan û emîr-nîzam) kurd in, ku serokatî li hemû kar û barên eskerî û bajarvanî yê wê herêma mezin dikin. (Binhêre “Hesabdayîna derheqa seredana serhing Şkînskî û çawîş Avêryanov berbi Azirbêcana Bakûr ya sala 1899a”, çapa sala 1900î).
  4. Di demên cuda-cuda da kurd mihacirî li Xorasanê kirine û piranî jî di dema Şah Abbas û Şah Nadir da ji bo bikaribin pêşîya destdirêjayên turkmena bigrin, ku wan dema davîtine ser Xorasanê. Ewana ji kurdên mayîn tam hatine birînê, û ewana jî mînanî farisa şiîya ne.
  5. Farizistan û Tirkîya ji dest wê yekê, çika eşîra Heyderîya hemwelatîyê ji wana kîjanan e, gelek cara ketine qirka hev, lê di salên 80î da Tirkîya di wê hucetê da bi ser ket. Niha ji wê eşîrê li Farizistanê tenê xwelîbêcerkirên riat mane.
  6. Temir xan, ku kar û barên xwe li sê dewletan da dimeşand, bi her dewletekê ra ziman didît, di rojên oxirmên giran da xwe dida alîyê dewleta xurt, lê pêwendîyên xwe bi dewletên dinê ra jî ne dibirî. Ewî di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da jî usa kir. Ewî ber me pêşnîyar kir xizmetî me bike, û rastîyê jî hinek alîkarîya xurek da me, lê kurdên bin hukumê wî da Bazîda bin destê me da talan kirin û ji kîlerê bi jimareke mezin çekên tirka yên bi duruşma Pîbodî ji me dizîn û ser demeke dirêj li Makûyê bi awakî eşkere difirotin. Lê em gerekê wê jî bêjin, ku Temir xan merîkî bi nav û deng bû û heta di nav kurdên Tirkîyê da jî qedir û hurmeta wî gelek bû. Hukumeta Farizistanê bi wî xanî ra heq û hesab dikir. Metûze Qulîxanê niha wek Temir xan bi serî xwe nîne, û hukumê wî heta ser kurdên xwe jî ji ya Temir xan kêmtir e.
  7. Nûnerekî kurdên usa Rehîm xan bû, ku milkedarekî navdar û hukumdarê maxela bû. Min derheqa wî da di nivîsa xwe ya bi sernavê “Hesabdayîna derheqa seredana serhing Şkînskî û çawîş Avêryanov berbi Azirbêcana Bakûr ya sala 1899a”, çapa sala 1900î da bi bîr anîye.
  8. L.K.Artamonov. Azirbêcana Bakûr, çapa sala 1890î, rûpel 77, di beşa yekê da.

Ew tayfe, weke hema bêje hemû eskerên Azirbêcanê niha tenê li ser kaxez hene (Ev bawerî ya avtor e).

  1. Sala 1890î xanima hukumdarê evê herêmê Seyf-ed-Dîn xan mêrê xwe jerdadayî kir. Xanima wî keça axayê eşîra kurda ya Mukrîya bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev