Çar elementên Empedokles

Çar elementên Empedokles

Ali Gurdilî

Empedoles B.Z. di navbera salên 490-430 jiyaye û fîlozofekî balkêş ê beriya dewra Sokarates e. Mîna serpereştekî siyasî ê aligirê demokrasiyê, hatiye nasîn. Xelkên wê demê, wisa bawer kirine ku ew xwediyê hêzên mucîzewî ye û xwe avêtiye nava alavên çiyayê agirîn (volkan) yên Etnayê. Li gor daneyên ku têne zanîn, hinek ramanên Parmenîdes qebûl kiriye. Lêbelê, baweriya xwe bi guhêrîna gerdûnê ya bêrawest aniye û xwestiye ku vê yekê nîşanî me bide.

Empedokles jî mîna Parmenîdes, gotiye ku made ji tunehiyê nikare çêbibe yan ji hebûnê tune bibe. Li gor bîr û baweriya Empedokles jî, hemû tişt ji çar nûve (ûnsûrên) cihêreng û naguhêr pêk hatine ku ew jî ax, av, hewa û agir in. Agir, sebebê çîrûsîna ezmanî ya Rojê û stêrkan bû. Tê dîtin ku ev teoriya çar ûnsûran ya Empedokles, ji aliyê Arîstotelesî ve jî baş hatiye bikaranîn û heta dewra Ronesansê jî, di ramana rojavayê de bûye xwediyê roleka girîng û mezin. Heta di roja me ya îroyîn de jî, pirî caran behsa teoriya Empedokles ya çar ûnsûran tê kirin.

Atomgir (atomparêz) jî, di nav loda fîlozofên beriya Sokrates de cih digrin û tê dîtin ku xwediyê têgihiştineke kûr bûne. Ji bilêvkirina Atomgiran mexseda me, Leukippos û Demokritos in û ku ramana wan ya bingehîn ev yek bû:

Navê van perçeyên herî biçûk yan hûr, datînin Atom. Wateya peyva ê tê wateya û ji peyvên yewnanî hatiye hilberandin.

Li gor dîtin û dinaybiniya Leukippos; hemû atom, valahî û bireser cihêreng, ji aliyê atoman ve li valahiyê têne çêkirin û têkelên cihêreng in. Atom, ne hatine afirandin û nikarin werin tunekirin. Hemû tiştên ku di gerdûnê de hene, yan ji çêbûna atoman yan jî ji cihguhêrîna wan pêk tên.

Şiroveyên (raveyên) Leukippos û Demokritos yên derheqê guherînê de, mirov dikare bibêje ku di eslê xwe de determînîst in. Çimku nexwestine ku diyardeyên xwezayî, li gor mebestan şirove bikin û ev helwesta wan jî, girîng e.

Demokrîtos wiha dibêje: Belam li gor dazanîneka Atomgiran a din jî ku wekî dazanîneka bingehîn hatiye dîtin, gerdûn ne berdewamiyek e û ji heyînên cihê pêk tê.

Di vê xalê de jî, tê dîtin ku li dijî ramanên Parmenîdesî derketine. Wisa xwiya ye ku fîzîka atomê, di navbera Parmenîdes û Atomgiran de dest pê kiriye. Bêguman, gavên atomgiran bo felsefeyê gelek girîng in û mirov dikare bibêje ku xwediyê ramanên xweser in.

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev