Xelata Nadyayê

Xelata Nadyayê

Senar – Mûsa Qulîkî Mîlan

 

Ev bû heftê û sê caran,

Ku tofanê derî kuta.

 

Di nav wê tofana reş da,

Nav girnijîna DAIŞ da,

Dil mîna kevoka girtî,

Di hundurê defa sîng da,

Lêdixist û dipirpitî;

Û şerefa xwe diparast.

 

Di nava lepên DAIŞ da,

Ew hurçên nava geliyan,

Û ew gurên serê çiyan,

Di halê me da digiryan!

 

Em beziyan çol û çiyan,

Dayîk û bavikên kokim,

Di malan da dizêriyan.

 

Di hemêza Şengalê da,

Em ji tî da diqeliyan,

Ji birçîna nêzdiketin.

 

Piyên pêxasên zarokan,

Li ser kevirên sincirî,

Dibûn kibab, dişewitîn,

Dil û hinav diperitîn.

 

Hewar, gaziya Şengalê,

Di gewriyê da xeniqî.

 

Alîkariya Şengalê,

Di kaniyê da miçiqî.

 

Hêviya wan ji derdorê,

Di çavê wan da vemirî.

 

Mixabin ku bûbû xela,

Bûbû xelaya xalçêyan,

Bûbû xelaya bavçêyan,

Mixabin ku xwedî kozik,

Hê berî şexsiyan bazdan!

Kesî berevanî nekir.

Pişta xwe dane Şengalê.

Hewar gelekî dereng ma.

 

Heyfê ku deng neçû Seidûn,

Neçû Çîlo, neçû Îsa,

Neçû Mehmê, neçû Baqir,

Neçû Selîm, neçû Eyûb,

Neçû Ûsib, neçû Bozan,

Neçû Ednan, neçû Ferhan,

Mixabin deng neçû Dewrêş;

Edûl ket nav lepên DAIŞ!

 

Mîna komkujiya Dêrsim,

Em nav xwînê da xeniqîn!

 

Mînanî Geliyê Zîlan,

Rûbarek xwîn ji me kişya!

 

Weke sînema Amûdê,

Em nav êgir da bûn komir!

 

Mînanî Helebça şehîd,

Esmanek istêrkin rijyan!

 

Weke zarokên Enfalê,

Me bi rêzê dida pey hev,

Bi lêvkenê zarokane,

Ber bi mirinê dibezyan!

 

Weke Serdeşta birîndar,

Bajarek ar li me barî!

 

Weke Geliyê Roboskî,

Karwanek cinazeyên sor,

Li ser destên me dimeşyan!

 

Em weke kirz û kewalan,

Di nava gorên komî da,

Zindî dihatin veşartin!

 

Erd û esman dilerizîn!

Avên çeman disekinîn!

Baskên çûkan diqerimîn!

Rûyê rojê dixeyirî!

Rengê hîvê diguherî!

Jixwe jiyan dicemidî!

 

Xwedayê DAIŞ kêf dikir,

Lê yezdan hişk diqehirî!

 

Lewra ku ser navê xwedê,

Perda şermê diçirandin!

 

Gelek ziyaretên pîroz,

Bi hovane dihirfandin!

 

Xêliya rûmeta mirov,

Gelek pîs binpê dikirin!

 

Mirov wek peza qurbanî,

Wan wehşiyan digurandin!

 

Erê, wan bi navê xwedê,

Bi xwandina şehadetê,

Çavên mirov derdixistin,

Ew bê dest û pê dihîştin!

 

Bi navê elah û ekber,

Wan hovan meqes dikirin,

Serê mirovên bêtawan,

Serê zarok û zêçên me,

Serê mêr û camêrên me,

Serê kal û pîran, welê;

Nadyayên meisûm dihîştin!

Dihîştin xelîfên xwe ra!

Dihîştin nefsên genî ra!

Dihîştin rûyên pintî ra!

 

Yên ji Meryemê meisûmtir,

Yên ji Zemzemê zelaltir,

Yên ku ji Mekê pîroztir,

Yên ku ji Qudsê delaltir.

 

Xwediyên baweriyên reş,

Xwediyên bîr û hişên reş,

Xwediyên fikr û hizrên reş,

Xwediyên reng û rûyên reş,

Gotinên reş û karên reş,

Bi xwe reş û dilê wan reş;

Alaya ser milan jî reş!

 

Ew mar û ew dupûşkên reş,

Hovên dewra nezaniyê,

Gumgumokxwerên beriyê;

Wan arzûyên me dikuştin!

Wan hêviyên me dişkandin!

Xîreta me ra dilîstin!

Wan em xenîmet digirtin!

Di bazara Mûsilê da,

Weke koleyan difrotin!

 

Ax firotan! Ax xenîmet!

Tu çi peyveke çavşor î!

Tu çiqasî çavbirçî yî!

Tu çiqasî zinêkar î!

Tu çiqasî sitemkar î!

Wan hovana ser navê te,

Karxezalin herimandin!

 

Serê wan bixwe ser wan da,

Rojiya wan, nimêja wan,

Cehenem û bihişta wan,

Ol û baweriya wan da.

 

Ew wek zambiyên sawdar bûn,

Wan dil, hinavên me dixwar.

Heram bûn heq, silavê wan.

Jiyana wana sosret bû.

Hebûna wan xwe afet bû.

Loma Nadyayê diqîrand:

Ahay mirin! Lê tu ku yî?

Ne vê jiyanê em kuştin!

 

Şepala Şengala hêja!

Diyariya gundê Koço!

Rûmeta Lalişa pîroz!

Te şîrê Wardê vexwarye,

Tu xwîşka Ker û Kulik î,

Te şikence vala derxist.

 

Te şîrê Eyşê vexwarye,

Xwîşka Seidûn û Dewrêş î,

Te pilanê wan hevderxist.

 

Tu xwîşka Leyla Qasimî,

Him tu xwîşka Fata Reş î,

Te bi şûrê serhildanê,

Bi mertalê berxwedanê,

Şikoya DAIŞ li hev xist.

 

Wan tu dikuşt, lê carke din,

Çinara te serî hilda,

Û bi Dimdimek berxwedan,

Bi serfirazî li ser ket.

 

Te bi têkoşînek rewa,

Ew rûyê reşê wan hova,

Bi vê cîhanê da nîşan.

 

Te mirovahî hişyar kir.

Şeref û rûmet rizgar kir.

Te serê kurdan bilind kir.

Te ruhê şehîdan şa kir.

Cîhanek bi te kêfxweş bû.

 

Helal be emekê bavo!

Helel be şîrê dayka te!

Tacê xelata Nobêlê,

Bimbarek be li serê te.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev