Zixir, zixur û zuxur

Zixir, zixur û zuxur

Abdurrahman Önen, erdnîgarzan

 

Li gor agahîyên ku min bi dest xistine, ”zixir/zixur/zuxur” navê dirûvekî (şiklekî) erdnîgarî ye. Ji bo gelîyên kûr û her du hêlên wê tîk, gelîyên ku wek herfa ”U” ne tê bikaranîn. Ji bo van gelîyan bi gelemperî û awayekî navnetewî peyva ”kanyon” tê gotin.

Zixir wek kanyonekê ji Koşkarê (Oba, gundekî Pîran e) dest pê dike û heta Bendava Qîza Qirêl (Keyna Qirêlî, Kıral Kızı barajı) ya li ser Çemê Dîcle hatiye çêkirin dewam dike. Li gor gundê ku di ber re derbas dibe nav distîne: Zixirê Koşkarê, Zixirê Xaçekê, Zixirê Qocîkê û hwd.

Navê gundekî Pîran (Dicle, navçeya Diyarbekir e) jî Zixir e. Ev gund li bakurê rojhilatê Pîran e û li rexê Çemê Birqleynê ye. Ev dever jî wek kanyonekê ye û ketiye ber şîpa Bendava Dîcle. Ji vê deverê re Zixirê Kelkomî (Kelekçî, gundê Pîran e) tê gotin.

Zuxurê Entaxê (Entax/Kabakaya gundê Licê ye) wek gelîyekî kanyonî di nabêna Pêşêkevir û Dêra Entaxê de dimîne, çemên Cimar û Entaxê li ser vî zuxurî digîhêjin ser hev.

“Çemê Sarimê ji herêma çîyayê Bilîcanê, sînorê welatê Yado dizê. Di nava wan çîyayên debdebe de, di newal û geliyên kûr û zixur de, bi xurexur û lemelemê di binê Pêçarê de, alî warê dewleta Badê Dostikî de diherike.” (Xurşîd Mîrzengî, http://www.haberdiyarbakir.com).

Çemê Qizilxaçê ji Çîyayê Kurtikê, ji Zixurê dest pê dike, di ber Gundê Qizilxaçê (gundê Mûşê ye) re derbas dibe û li nêzîkî Azaxpûrê (Özdilek) tev li Mûradê dibe. Rêya Amedê di ser vî çemî re derbas dibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev