ÇEND NÊRÎN LI SER ROMANA NÛDEM HEZEX YA BI NAVÊ “BÎR”Ê

ÇEND NÊRÎN LI SER ROMANA NÛDEM HEZEX YA BI NAVÊ “BÎR”Ê

Qasimê Xelîl

Ez nizanim ji kû derê dest pê bikim lê serê pêşî ez dixwazim bibêjim siheta nivîskarî hezar carê xweş be…

Birastî berhemeke bêhempa ji wêjeya kurdî re hiştiye. Lewra xuya ye û diyar e li ser her hevokeke wê bê çilo rawestiye û çilo şixuliye… Keda dayîyê de kesê parîkekê tenê jî ji huner û wêjeyê fêhm bike wê vî mafê wî teslîmî wî bike.

Kurdiyeke paqij, bêkelemûşk, şayîk, herikbar, ji sedî sed bi ruhê kurdî û dûr ji mantalîteyeke wergerê… Hele ew uslûba helbestî… Hele ew tehma Torê… Hele ew hestên kûr…. Ma kîjanê bibêjim û kîjanê nebêjim?

Ev roman hendîkapa rewşenbîrên kurd yên îro jî tîne ber çavan. Bê çawa di nav çi kêferatê de ne li ser zimanê kurdî, bê di nav çi derd û kulan de ne herî pêşî bi malbat û zarowên xwe re û bê derûniya wan a zîz çilo ye radixe ber çavan bi zimanekî edebî…

Çîroksaziya romanê jî vegoterê çîrokê jî bi awayekî postmodernîst hatibûne sazkirin. Balkêş bû. Lê ya herî balkêş nêrînên Nûdemî yên felsefîk û hunerî yên li ser mijarên cûrbecûr bûn. Weke metafora camê, metefora du ruyên heyvê…

Dixwazim hinekî li ser xwe jî tiştinan bibêjim. Gelek bandor li min kir birastî û li çend cihan min nikarî bi hêstirên xwe, lewra jiyana min û lehengê romanê (bav) di mijarên nivîskar li ser sekinî de gelekî weke hev e.

Hin çewtiyên rastnivîsê û redaktasyonê li ber çavên min ketin. Hema bêje temamê wan jî bandora devoka Torê bûn lê di hevoksazî û peyvesaziyê de ez li rastî yek çewtiya tenê jî nehatim.

Di dawî de dixwazim vê jî bêjim, em hêviya hê gelek berhemên weha binirx ji birêz Nûdem Hezex dikin. Hem jî ez hêvî dikim bi xêra berhemên weha gira nivîsandina romanan li me jî bide…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev