Navdarên Kurd

Navdarên Kurd

Albomeke derheqa kurdên binavûdeng ji sala 820 heta 2007an

Hûn wêneyê bergê kitêba Navdarên Kurd dibînin, ku bi sê zimanan: kurdî, îngilîsî û tirkî ji alîyê Weşanxaneya DOZê li Stembolê çap bûye. Di wir da jînenîgarîya 110 kesan bi sê zimanan heye û tiştekî şabûnê ye, ku ne tenê ronakbîr û zaneyên her çar perçeyên welatê me tê da cî girtine, herwiha yên Yekîtîya Sovyet jî, wek Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî û Şekroyê Xudo Mihoyî.

Em dixwezin bi saya anonsa vê pirtûkê, ku şêwekar Nevin Güngör Reşan e, berhevkar Ayhan Güngör e, we agahdar bikim, ku hewildanek xurt heye bona Weşanxaneya navdar DOZ wek berê rabe ser qedeman û xwendevanên me bi berhemên dagirtî û kêrhatî va şa bike.

Weşanxaneya DOZê van dawîyan berhema akademîsyen Kinyazê Îbrahîm bi du cildan va, bi sernavê “Kurd: Dîrok û Dema Nû” çap kir, çend berhem jî ber çapê ne. Wek, pirtûka bi sernavê “NADIR NADIROV”, ku derheqa jîyan û karê akademîsyenê kurd yê binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov da ne, pirtûka profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan bi sernavê “Mustefa Barzanî li Yekîtîya Sovyet” (herdu jî Têmûrê Xelîl ji rûsî wergerandine kurdî), ya Emînê Evdal bi sernavê “Bawermendîyên kurdên êzdî”, ku Têmûrê Xelîl ji ermenî wergerandîye kurdî.

Herwiha ewê pirtûkeke delal a nivîskara malpera me Nura Şane jî çap bike, ku piranî ji rêzenivîsên “Pirsa we û bersiv me” û “Nameyên evînî”, herwiha çend nivîsên wê yên balkêş pêk tên, ku ew hemû jî di rûpelên malpera me da çap bûne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev