TABLO VI

TABLO VI

Nivîseke delal ji nivîskarê malpera me

Gird Elî

Xwe şûşt û ji qirêjê paqij kir, amûrêt xwe jî pa kirin.
Serê xwe hejand û hişt ku pora wî bi ser pişta wî ve li ba bibe.
Kincên xwe ên lewitî avêtin û hineke paqij li xwe kirin.
Ebeyeke dirêj avêt ser milên xwe û kembera xwe girê da.
Gilgamêş tac danî ser serê xwe
Û Keybanû Iştarê dît ku Gilgamêş çendî spehî ye.
”Gilgamêş, were bibe yarê min!
Tovê xwe diyarî min bike
Tu mêrê min û ez jî jina te bim.
Ez dê erebekê ji kevirên firûzî û bi qiloçên kahribarî û dolabên zêrîn xemilandî bdime te.
Bila ew aferîden şahane umu û qedene erebeya te bikşênin!
Biçe hundurê mala me û dê bîhna darê urizan bi ser te de bifûre
Wexta ku tu derbasî mala me bibe ê şîpaneya me î şahane ê lingên te maçî bike.
Key û Mîr ê xwe li ber te bitewînin
Û dê ji çol û çiyan diyarîyan ji bo te bînin
Bizinên te, sêber û mihên te duber bînin.
Kerê te ê barkirî ê ji hêstirekê xurtir bi rê ve biçe.
Hespên te ên şahane ê bi çargavî ereba te kaş bikin.
Gayê te î nîrkirî ê bêhempa be!”
Gilgamêş bersiv da, dest bi axaftinê kir
Û ji Keybanûya payebilind Îştarê re got:
“Eger ez te weke xanima xwe qebûl bikim!
Ez dê rûnê laşî, kincan bidime te
Ez dê xwarin û pêxwarinê bidime te, te bi xwedî bikim.
Ma qey tu dê nanê layiqî Xwedayan bidî min?
Ma, tu dê bîraya minasibî keyan bidî min?
… herikîn jêr
… alav.
Kî ê bixwaze bi te re bizewice?
Tu qeşa ye.
Derîyekî li paş, bêzîlan ku nikane rê li ber ba û bahozan bigre
Qesreke ku leşkeren xwe têk dibe
Filek ku kulavê siwarê xwe ji bin dikêşîne,
Qetrana ku hilgirê xwe dilewitîne
Cewdikê ku destê hilgirê xwe birîn dike
Kevirê qozîyê ku dîwêr hildiweşîne
Kelehberana ku welatê xwe xopan dike
Pêlava ku lingê xwedîyê xwe dişeqitîne.
Kîjan ji destgirtiyên te ta abadin ji te hes kirin?
Kîjan ji dergîstiyên te derket asîmanan?
Were, ez serpêhatiyên yarên te, ji te re bêjim!
Ewê ku ku mil da … destan.
Dûmizî, evîndarê ciwanîya te
Te qerar da ku sal li pey salê bigrî, hêsiran bibarîne.
Te dil berda teyrê Allallu ê xweşreng
Lê te lê da û baskê wî şikand
Nuha ew li nav daristên e û li ser baskê xwe digrî : gidîno ka baskê min!
Te dil berda şêrê xwedî hêz û qeweteke kemilî
Lê, te heft caran, heft koncal li ber vedan.
Te ji hespê esîl, hînkirîyê şer, hez kir
lê te ew helak kir û derbên qamçîyan kire para wî
te hedan nedayê û hişt heft caran zêdetir bibeze
te hişt ku ji ava te qirêj kiribû, vexwe
te hêla ku deya wî Silîlîyê ta abadin hêstiran bibarîne.
Te ji şivên hez kir, serkêşê kerîyan bû
her roj ji te re pizotên êgir dicivandin
berxeke qelew ji te re digurand
lê te lê da û ew veguherand kire gurgî
Nuha nehtorên wî bi xwe di seyd û nêçîra wî de ne
segên wî bi xwe ranê wî didirînin.
Te dil berdabû Îşhullanu, bexçevane bavê te
Ji te re her tim bi selikan xurme dihanîn
dihişt ku sufreya te her roj şên bibe
te awirên xwe berdayê û çû nik wî
Îşhullanûyê min, bihêle da ji qeweta te tam bikim!
Destê xwe bide min û têkeve nav şeqên min
Îşhullanû got:
Tu ji min çi dixwazî?
Ma diya min nan nepêjt? Ma min nexwar?
Bi te re ez dê tenê nanê rezîliyê bikaribim bixwum!
Li hember sermayê ê tenê gihayê çolê bibe sitara min!
Wexta te bihist wî çawa tu bersivand,
Te lê da ew veguherand kir beqek,
Hişt ku di rewşek xirab de bijî:
Ew nikane bi jor de here, ew nikane bi jêr de were.
Tu ji min hez dikî, tişta ku bi serê wî de hat ê bi serê min de jî bê!
Dema Îştarê evîya bihîst,
Bi hêrs biind bû, derketî asîman
Îştar çû cem bavê xwe Anû,
Li beramber diya xwe Antû girîya:
”Bavo, Gilgamêş tinazan xwe bi min dike,
min şermezar dike
car û bi car
Anû axivî
Û ji keybanû Îştar re got:
“Ji bo çi tu bi key Gilgamêş re lecê dikî?
Gilgamêş tenê kiryarên te
ên fedîkar hejmartine.”
Îştarê dest bi axaftinê kir
û ji bavê xwe Anû re got:
“Bavo, ka Boxeyê Asîmanî bide min
û bihêle li warê ku niştecihe Gilgamêş bikujim!
Eger tu BoxeyêAsîmanî nede min
ez dê dergeh biherifînim, kilîdan bişkênim
derîyan perçe bikim bavêjim alîyekî,
bihêlim mirî rabin û zindîyan bixwun.
Çawabe mirî ji zindîyan pitir in!”
Anu dest bi axaftinê kir
û ji keybanû Îştarê re got:
“Eger tu dixwazî ez Boxeyêasîmanî bidime te
ê wê demê li Uruk heft salên xelayê pêk werin
tu divê ji merivan re pûş û ber bidî hev
… giya
Îştarê dest bi axaftinê kir,
û ji bavê xwe Anu re got:
“Bavo …
… min ji mêj ve daye hev
… heft salên xelayê min sap ji merivan re top kiriye

nebat
Boxeyêasîmanî … wî.”
Anu gotinên keça xwe Îştarê bihîstin,
rişmê Boxeyêasîmanî dan destê wê.
Îştarê li gel boxe ji asîman daket xwarê.
Dema ku gihişt goma Urukê,
hemî avzêm û daristan zuha kirin,
ava çemî bi heft … daxist
Wexta Boxeyêasîmanî orîya, qelîştekek mezin vebû
û sed mêrên Urukî ketin xwarê.
Wexta Boxeyêasîmanî cara duduyan orîya,
qelîştekek vebû û dused mêrên Urukî ketin xwarê.
Wexta Boxeyêasîmanî cara sisîyan orîya,
qelîştekek vebû û Enkîdû kete xwarê.
Enkîdû xwe çeng kir jorê , bi qiloçên boxe girtin.
Boxeyêasîmanî kefa devê xwe pijiqand sercavên wî,
bi terîya xwe rêxa xwe hilpekand derdora xwe.
Enkîdû axivî
û ji Gilgamêş re got:
”Biradostê min, em ewçend serbilindbûn li vî bajarî.
Em dê çawa bersiva xelkê bajêr bidin?
Hevalê min, min nas kir …
û hêz …

Ez kaş dikim…
û bi terîya Boxeyêasîmanî digrim.
Ez dadigrim …

Şûrê xwe di patika wî de daçikîne
li nav qiloçên wî bide!”
Enkîdû zîvirî çû paş boxe
bi terîya wî girt.

Gilgamêş, mîna qesabekî
wêrek û …
şûrê xwe di patik û nawbêna qiloçên wî de danî.
Wexta ku wan Boxeyêasîmanî kuştin
Dilûgurçikên wî danîn ber Şamaş
gavekê berepaş vekişiyan û serên xwe ji Şamaş re tewandin.
Paşê her du bira rûniştin.
Îştar derket ser dîwarên Urik
xwe li ba kir, hejand bi qêrîn nifir û gilîyên xwe kirin:
”Gilgamêş heqaret li min kir û Boxeyêasîmanî kuşt!”
Enkîdû ev gotinên Îştarê bihîstin,
Pîlekî boxe hilqetand rahişt avêt serçavên Îştarê:
”Ger min tu zeft bikira, min dê welê bi serê te de bihaniya
fena min li vîya kir!
min dê rovîyên boxeyî bi çengên te de bi darde bikirana!”
Îştarê fahîşe civandin,
gewende û qehpik
hişt ku şîna pîlê boxe bigrin.
Gilgamêş gazî hemî zinetkar û hesingeran kir
Hemûçka bi heyranî li mezinahîya qiloç temaşe kir.
Sîh manu (manu bi qandî 15 kîloyan e. ji bêjeya Akadî manu ya Îbranî manê û Grêkî mna) ji lapîs lazûlî
Ji pîvana du tilîyan …
Şeş kurru (bi qandî 1800 lîtreyî ye bi Akadî kurru û bi Îbranî kor e) rûn di her du qiloçan de bi cih dibû.
Gilgamêş ew îthafî xwedayê xwe Lugalbanda kirin
ew hildan birin hundurû û bi jora textê xwe de dardekirin.
Paşê destên xwe di Firatê de şûştin,
bi destê hevedin girtin û meşîn.
Hatin li nav kolanên Urukê gerîyan
û xelk kom bûn da li wan temaşe bike.
Gilgamêş di seraya xwe de axivî,
hişt ku qîzên ciwan ên serayê bibihîzin
”kî ye di nav lawên ciwan de ê herî bedew?
kî ye di nav mêran de ê herî serbiind?”
”Gilgamêş ê herî bedew e di nav xortên ciwan de
Enkîdû serbilindtirînê mêran e.”
Gilgamêş di qesra xwe de şahî li dar xist
Bi şev dema hemî lawên ciwan raketin,
Enkîdû jî raket û xewnek dît
Enkîdû hişyar bû
û xewna xwe ji dostê xwe re got.
TABLO VII
(di tabloya VII an de rêzên 2-19 an ji nû ve, li gor versîyoneke Hetîtî, hatiye vegotin)
“Hevalo, Xwedayên mezin çima bi hevedin re dişêwirîn?
çi xewneke behît bû!
Ji Xwedayan Anu, Enlîl û Şamaş bi hev dişêwirîn
Anu diaxêvî û ji Enlîl re digot:
Ji ber ku wan Boxeyêasîmanî kuşt
û herweha Humbaba yê niştecihê daristanê Urizan jî kuştin,
û li çîyê darên urizan jî birîn,
divê yek ji wan bimre!”
Enlîl dest pê dikir daxêvî:
Bihêle bila Enkîdû bimre, ne Gilgamêş.
Şamaş Enlîl dibersivand, digot:
Ma qey ne bi dilê te bû dema wan Boxeyêasîmanî û Humbaba kuştin
Îca nuha ê ji bo çi Enkîdû yê bê guneh bimre?
Enlîl bi hêrs li Şamaş vegerand got:
Her roj fena biradostekî te dida pey wan!”
Enkîdû xwe li ber Gilgamêş tewand.
Çavên Gilgamêş ji hêsiran tijî bû
birayê min î gellekî ezîz
(li vir 7 rêzik winda ne)
Ji ber ku …
Enkîdû dest pê kir axivî
û ji Gilgamêş re got:
hevalê min were

Derîyê ji darê urizan..”
(4 rêzên şikestî)
Enkîdû awirên xwe rakirin
bi dergah re axivî fena ku bi merivekî re bipeyive:
”Tu dergahê daristên, ku tiştekî fam nake!
Hişmendîya te nîn e!
Ez bi qandî bîst fersaxan rê meşîyam ji bo ku daran bineqînim
heta min dareke urizan î mezin dît ji bo ku te biafirînim.
Tu darên nola te nîn in!
Bilindaya te şeş nînda, firehîya te du nînda ye (du pîvanên cuda ên nînda hene, ango derî 36 an 54 metreyan bilind û 12 an 18 metreyan fire ye)
Stûrbûna (qalind) te yek kush e (yek kush 50 cm e)
çarçove û rizdeyê te ji heman darê ne
min tu çêkir û li Nîppurê danî
Dergah, divê tu bizanibe, min ev qencî bi te kir
û ev ji bo te kiryareke baş bû
Kû min bi xwe bizanibiya evîya ev … û sipasîya te î xweşik,
Min dê bivirê xwe hilda û tu bibirîya, bihişta li ser avê
fena kelekekê biherikîya ber perestgeha Şamaş.
Min tu dibir Ebabbar (perestgeha Şamaş li bajarê Larsa, maneya nav: mala rojhilat e)

Min teyrekî Anzu datanî ber te (teyrê Anzu di mîtolojîya Sumerî de bazek bi serîyê şêr e, li ber dergahê perestgeha Enlîl notirvanê tabloyên xwedayî ên qederê dike. Ev tablo hemî gerdûnê bi rêve dibin. Li gor çîrokeke Sumerî, Anzû rojekê van tabloyên ku qaşo ê biparazta didize û gerdun hemî dikira xira bibûya)
Min zora Xwedayan biribû
û li Urik …
li beramber Îştar …
bilind kiribû …
Guh bide min dergah! Min tu çêkirî
û tu li gel xwe anî …
Bihêle keyê ku bi dû min re tê bila nifira li te bike
Li şûna yê min bila navê xwe binivisîne!
Bihêle bila Gilgamêş …

Wî li gotinên Enkîdû guhdarî kirin.
Gilgamêş li dostê xwe Enkîdû guhdarî kir
û hêsirên boş barandin
Gilgamêş dest pê kir axivî û ji Enkîdû re got:
Destbirakê min Enkîdû, aqilmend û pêbawer!
Dostê min î têgihiştî, nuha tu bi haweyekî din daxêvî!
Ji bo çi tu bi şêweyekî din dibêjî, destbirako?
Herçendî ku tirs jî tê hebû, xewneke hêja bû,
gotinên tu bilêv dikî fena vizîniya mêşan in!
… xewneke gellekî hêja.
Xwedêyan ji lipeymayîyan re şînê dihêlin,
ji lipeymayîyan re gilî dihêlin.
Ez dê ji xwedayên mezin tika bikim
Ez dê li Şamaş gazî bikim, ez dê ji xwedayê te tika bikim!
Ez dê ji Anû tika bikim, bavê xwedayan,
Ez dê ji Enlîl ê şêwirdar tika bikim
ez dê peykerekî te î giran î zêrîn çê bikim!”
Enkîdû dest pê kir peyivî, ji Gilgamêş re got:
”Hevalê min, zîv û zêr îsraf neke!
Peyvên Enlîlî bi avê de naçin.
Wexta ku wî gotinên xwe kirin, ew nayên guhertin.
Ya ku teqez kiriye bi paş de nagre.
Hevalê min, qedera min nayê guhertin êdî,
Wekî çawa çivîk dunyayê dihêlin, meriv jî welê dihêlin.”
Serê sibê, bi tîrêjên berbangê ên pêşin re
Enkîdû ruwê xwe bilind kir, li beramber Şamaş girîya.
Hêsirên wî li beramber Şamaş herikîn:
”Şamaş, ez çarenûsa xwe fam nakim.
Nêçîrvan, darvan
nehêle ez bi qandî hevalê xwe mezin bibim,
wê demê nêçîrvan jî bi qandî hevalê xwe mezin nabe!
Li ba xwe, şensê wî têk bibe, nesîbê wî kêm bike!
Wexta ew diçe hundurê malê,
welê bike ku xwedayê wî di pacê re bireve!”
Piştî ku ji kûraya dilê xwe nifir li darvên kirin
Vêca dest pê kir nifir li fahîşeya Shamhatê kirin:
”Min bibihîze, Shamhatê, bê ez çawan qedera te rêzdikim,
qedereke bêdawî, ji abadin ta abadin!
Ez nifirekê biqudret li te dikim:
ji nuha û her çaxê ve bila nifira min bi serê te de were!
Bila tu xanîyekî ava nekî ku kêfxweşîyê bide te,
tu caran tu nebî xwedî malbat!
Bila tu qe nebî bûk
Sîng û berên te ên spehî bilewitin.
serxweş kincên te ên şahîyê kirêt bikin.
Tu qe xweşik …
Bila melhema spehîbûna te, herîya qafikvan be
Qafikekî te ji bo melhemê jî tunebe
Dadger …
Bila zîvê pak, kêfxweşîya merivan, qe nekeve mala te
Textê kêfxweşîya te sekûyê ber derî be!
Cihê te li ser xaçerêyan be
di nav kavilan de tu rakevî,
li ber siya dîwêr tu rawestî!
Bila strî û kelem lingên te bidirînin.
Serxweş û ewê tî şîmaqan li te bide,
… li te biqîre
Hoste banê mala te çê neke
goşeyeke odeya te hêlîna kund be!
Ii mala te qe dîlan negere,

… diyarî …
Derîyê di sînga te de … zayîn
sînga te … xelat.
Ez pak bûm, te ez lawaz kirim.
Ez pak bûm, tu li çolê bi min re raket.”
Şamaş gotinên wî bihîstin
û tavilê ji asîman dengek hat:
”ji bo çi tu nifiran li fahîşeya Şhamhatê dikî,
ma ne wê nan da te, ku xwarina xwedayan bû
û şeraba xurmeyan da te, ku vexwarina keyan bû
ji cilên xwe ên xweşik tu bi cil kirî
û Gilgamêşê qenc kir dostê te?
Nuha, bira û dostê te Gilgamêş
te li ser textekî şahane datîne,
te li ser textekî birûmet datîne.
Tu li hêla wî ya çepê rûdinê
û Keyên binerdê lingên te maç dikin.
Ew dê bihêle ku niştecîhên Uruk li ser te bigrîn û şîna te bigrin,
merivên hikumran ji bo te bi endîşeyê ne.
Bi dû mirina te de ew dê biçe bê yî ku xwe bişo,
ê postê şêrekî li xwe ke û li çolê bigere.”
Enkîdû gotinên gernasê Şamaş bihîstin
û aram bû,
hêrsa wî daket


”Min bibihîze Şamhatê, çawa ez qedera te diguherînim!
Devê min nifir li te kirin, nuha dueyan ji te re dikim!
Bila beg û mirze ji te hes bikin, mêr li çongên xwe bidin
li dûrayê
li dubara dûrayê ew porên xwe li ba bikin.
Leşker bilez be, dema ew kembera xwe veke
ew kevirên bi qîmet, firûze û zêr bide te
guhar û xişir xelatên te bin.
Îştar, xwedaya herî aqilmend, te bixe malekê
ku bi boşî zengînî lê heye.
Ji bo xatirê te, diya heft zarokan jinebî bimîne.”
Enkîdû bitaswas û xemgîn mabû
… tena serê xwe bû.
Paşê xemên xwe ji hevalê xwe re kad kirin:
”Ho hevalo, min şeva din xewnek dît.
Asîman gazî erdê dikir, erdê bersiv dida.
Ez di navbêra wan de bûm.
Li wir zilamek hebû, bi ruwekî dilteng bû,
Bi dirûvê teyrê anzû ve diçû.
Destên wî fena pencên şêran bû,
neynûkên wî mîna lepûşkên baza bûn.
Wî bi porê min digirt, min nikanîbû xwe tev bida!
Min lê dida, xwe çeng dikir, nola werîsekî şidiyayî dipengizî!
Wî ez li erdê xistim, fena kelekekê ez bi jêrde dewisandim.
Fena boxeyekî ez xistim bin lingên xwe, pêl min dikir
ez li erdê dirêj kirim kete ser dilê min.
Min xelaske hevalo!
Te nikanîbû tiştek bikira.
Tu …


… (rêzên şikestî ne)
Wî li min xist û ez veguherandim kirim kevokek:
milên min bûn baskên çivîkan.
Wî ez dibirim maleke tarî, wargeha Irkallayê,
malek bê veger
reyek ku vegera wê paşde tuneye
malek ku şênîyên wê bê ronahî ne
li wir xwelî adan, herî xwarin e.
Cilên wan dişibe perîyên çivîkan.
Ewên ku li wir dimînin ronkayê nabînin, di taritîyê de dijîn.
Tebeqeyeke ji tozê dergah û kilîdê dinuxumîne.
Dema ez ketim hundurê mala xwelîyê,
min li derdora xwe gellek serên taçkirî ddîtin.
Li wir ên ku berê li welêt hikum kiribûn hebûn,
wan biryan dibir ser sufreya Anus û Enlîl
û ji cewdikan ava sar rû dikirin.
Wexta ez derbasî mala xwelîyê bûm,
li wir enu û lagaru hebûn
îshuppu û lumahhu
keşeyê xwedayên mezin gudapsu û hemî keşeyên din.
Li wir Etana û Şakkan hebûn,
li wir Keybanûya binerdê Ereşkîgalê hebû.
Katibê binerdê Belet-serî li beramber wê rûniştibû,
tabloyek di destê xwe de girtibû û bi dengekî bilind jê dixwend.
Wê serê xwe radikir û li min dinerî.
Kê ev zilamê hanê anîye vêderê?
(7 rêzikên şikestî)
(Û dîsa 13 rêzikên nîvço, paşê 28 rêzikên winda ne)
Gelek êş derbas kirin,
Hevalo min bi bîr bîne, zehmetîyên ku bi serê min de hatin ji bîr neke!”
”Hevalê min xewneke naxoş dît”
Ji roja ku ew xewn dît û pê de hêza wî miçiqî.
Enkîdû rojekê nexweş veket û rojekê dîtir jî
Enkîdû li ser cihê xwe dirêjkirîbû û nesaxtir bû
roja sisîyan û ya çaran
roja pêncan, şeşan û heftan jî Enkîdû di nav nivînan de bû
roja heyştan, nehan û dehan jî Enkîdû di nav nivînan de bû
Nexweşîya Enkîdû lê girantir bû bû
Roja yanzdan û duwazdehan jî
Enkîdû di nav nivînan de bû,
Gazî Gilgamêş kir û bitirs bû:
”Hevalo, xwedayê min berê xwe ji min guhertiye
Weko mêr di şerî de dimrin ez namrim.
Ez ji şerî tirsiyabûm û …
Dostê min! ewê di şerî de tê kuştin rûmet û şerefê digre,
lêbelê ez …

P.S. li dumahika tabloyê, bi qandî 30 rêzikan tuneye

Not: TABLOyên I-IV li vir bixwînin:

http://krd.riataza.com/2018/10/17/gilgames-1 

/http://krd.riataza.com/2018/10/18/gilgames-2/ 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev