Hişmendiya dawîtire

Hişmendiya dawîtire

Mûsa Hewamde

Wergera ji erebî: Cankurd

 

Ez dipijiqim

Temenê min bi lêdanka xwe ya dawî destpêkir,

Bo min hezkirinek di paş te re an paş min re nîne,

Bo min rûyek naye dîtin ji bilî yê çavên te dibînin,

..û ne dengekî ku bite bihîstin,

ji bilî yê li ber guhên te belav dibe.

Di vir de danîşe, di rehên min de,

Di dilxweziyên min de,

Di şêtbûn û hişmendiyê min de,

Bihêle ez zevînê te bi sunbulan biçînim,

Destên te bi kehremanê,

Guliyên te bi gul û şermînê,

Eniya te bi rohniyê,

Gerdenê te bi kulîlk û ronahiyê,

Bejna te bi ziraviyê,

Memkên te bi dînbûnê.

Bihêle ez mayîna xwe dirêj bikim

Di temenê xwe yê rawestî, di nav bijangên çavên te de,

yê civiyayî di çenteyê destê  te yê piçûk de,

kelana bahozê lêvdike.

Bihêle ez mijî bi nermikiya te binazînim,

Ez bînxweşkê bi bihna te babikim,

Beharê bi keskiya te,

Zireyê (1) bi hişîntiya te,

Ezmên bi balahiya te,

Gerdonê bi hebûna te,

Rasteqînê bi haziriya te,

û gumanê bi gihaştina (2) te.

Destê roavayê bide destê min,

Valahiya tenahiyê, fûteya diyarbûnê,

Şîriniya dilxweşiyê bibexşîne min,

Serxweşiya hembêzkirinê, hingivê herheyînê.

Tepelka di lawjana çem de bo min ne bese,

Berê (3) li ser pîkinê bihinkêşanê bo min ne bese,

Ezê canê xwe bavêjim çala te ye dûr,

Ezê dilpijîniyê bi ser axa te ya marnekirî de bibarînim,

Ezê zinarî bikime hevîrekî nerm,

Hesin bikim zêr, qûmê bikim teneyên mircanê,

û germîna nîvro bikim xweşbayekî taze,

Dest bi qeftên porê te yî tabelav dike,

Dêmê te yê nermîn, govdeyê te yê taze

yê ku ji eytûna canê min hilatî,

ji h’eriya rastîniya min a çolanî.

Bêjeyên min bike nerdewanek bo bilindahiya xwe,

Govdeyê min bike silimek bo serweriya xwe,

Bejmêra min bike hespek bo harbezîna xwe,

Liyaniya (4) min bike zireyek bo keştiya xwe,

Çiyayên min bike qerac ji bo ewirin xwe yên sipî,

Geliyên min bike têwergeha ava gulên xwe û xweşiyariya xwe.

——————————-

(1) Zire: Derya, beh’ir  

(2) Di vir de bi wateya Wîsala evînî

(3) Ber: Berê dare      

(4) Liyanî: Evîndarî (eşq)

Nijadê min ba ye

     navnîşana min baran e

 

Berî raman bi zerp li zevînê keve

Berî bihna h’eriyê belav bibe

Ez li bazara têdanan (1) geriyam

Gundên xwe hildigirim

Nefsa xwe dikujim

Ez H’ewa û Adem im

Habîl û Qabîl im,

Nifşê gunahê û hevmalê Sosinê me

Ji mala xweşbîna me.

Dibe ku li vir an li wir,

Di avka sindîganê an ya Erzê (2) de bim

Di lêma Nîl an di biniya Times (3) de bim

Dibe ez perrek bim, di basikê qirikekê de

Tozek binaxkirî di ariya jêrzemîna komira Çînî de bim

Hinek ji mêweyên Afrîqî bim

an koka darekê li Panama bim

Tariya ku li „qutbê“ bakurî bim

An royek ji ser oqiyanûsê Pasîfîk bim

Dibe ez ji pêşserên (4) Mongol bim

An jî ji piştê (5) kuşterekî Romanî bim.

Dibe ku ez ji zincîra nijadekî kurdî me

Ji malbatek Bûdî me

Ji bermayên Indiyanên Sor im

An ji Evdalekî Hindosî me,

Kî teqez dike, ku hêstirên çavan nayin guhartin

û bayê payîzê di hemî rojên salê de derbas nabe

Kî destber dike (6), ku xaka goristanê

di e’wirên zivistana sedasla berî Suqrat de nenistiye

Kî diçespîne, ku germiya leşê fîre’wn (7) Tihutmes

ne ew germiya bi xwe ye,

ya ku dêmê dota min a biçûk terabera dike (8)

Dibe ez ji pir neteweyan û ji pir mêran bim

Dibe ku bo min dapîr in Ûris û met in Espanî hene

Ez bawerim, ku ava pêdakirinê

di navbera newalan û dilbijiniyê (9) de digerin

Di navbera hevrîşm û …helkehelkê (10) de

Ez bawerim ku zarê (11) min ne govdeyê min e

û dengên firindan ji livîna ba û baranê ve ne nenasîn

Ez firindek bûm di jîndema Farsan de

Xaçek bûm di çaxa Qustentîn de

Şûrek bûm di destê Selahiddîn de

Camek bûm di destê Xeyyam de

Kî min nîşanî min dike?…

Ez nikanim dijûna kewkeba Merîx bikim

Ez nevêm rexneya rêçûna Stêrka Sibê bikim

..û ez teqez nakim li ser libabûna (12) magnêtê

li ser hestiyên pêşserên ku mirî ne,

Bi min re vebrisînek ji debana îlah (13) Mars heye

Çirîskek ji agirê Promêsiyûs (14) heye

û bi min re ayatin ji Quranê hene

Mezamîr in ji Dawûd

Lavêjin ji Paulus

Hinde kît ên Bûda

Wêjeyin ji Ebdil Beha (15)

Ez ne bi hilhatina gerdonan û ne jî bi roavaçûna afirendiyan mijûl im

Ez êdî dest pêdikim ku fêrbibim matmayînê (16)

û di nînikên xwe re bixuyim!

Ez, yê min nizane, dizanim

Birayê min ê ku hîç têkiliyek wî bi min re tune

û navê min jî berê ne bihîstiye…

Xanga min ji Qafqasiya ye

Meta min ji Yûnan e

Dibe ku Turkan dengê min deqandine (17)

An zireyê (18) hovîtiya min tîmar kiribe

Dibe ku ji min cotiyarekî firensî pêda bibe

An jî ramiyarmendekî lawaz li Italiya

Dibe ez ji axa Los Angelos (19) hatibim

An ji h’eriya Athêna (20)

Kî dûroka (21) govdeyê min berî du hezar sal dinase

Kî dêrîna hêga „hêka“ Teyrê  Sîmir (22) di destê xwe de didêrîne (23)

Kîyê min destnîşanê min bike?

Dilê min bi lêdanaka cîhanê tijî ye

Gavên min, min dibin mala yekem a agirê,

Dibe tu ji min î, û ez ji axa Merîx im

Ez têkiliya xwe bi Zêyûs (24) re bincil nakim

û hebûna xwîna wî di damarên min de erê nakim

Ez gumanê di rastiya çem de nakim

û zireyê „derya“ di xezneya xwe de venaşêrim

Nijadê min ba ye û navnîşana min baran e.

 

(1) Têdanan: Wîşayetan

(2) Sindîgan û Erz: Du şêweyên darên bi hêz û kevnar in

(3) Nîl û Times: Du çemên mezin û bi hêzin, yek li Misirê ye û yê dî li Brîtaniya ye

(4) Pêşser: Bavpîr

(5) Pişt:Nifş û yên ji nijadekê pêda dibin.

(6) Destber dike: Li xwe digire, (Bi erebî: Yedmenû)

(7) Fîre’wn:Padişahên Misirê yên berê.

(8) Terabera:Karê bê armancû bê hode.

(9) Dilbijinî: Şehwet

(10) Helkehelk: hilkişa seg

(11) Zar: Ziman, luxet

(12) Li ba bûn: Bi Erebî :Hubûb

(13) îlah Mars: Di mîtolociya Grîkî ya pêjinî de, ew xwedayê Cengê bû.

(14)Promisiyos di mîtolociya Girîkî de agirê ji xweîkên pêjinî yên Girîkan didize.

(15) EbdilBeha: ji desteya Behaî.

(16) Matmayîn: Dehşet.

(17) Deqndin: Dest û dêmkutan, weşimandin.

(18) Zire: Behir, derya

(19) Los angelos: Bajarê amerîkî, ku Holywood lêye.

(20)Athêna: Paytextê Yûnanistanê.

(21) Dûrok: Ji dûriyê hatiye, li Behdînan (Dîrok) bi kar tînin ji ber ku ewan (û) dikin (î).

(22) Sîmir (Rux): Firindekî pêjinî „balindekî xeyalî“ ye, ku mirov dikare li ser pişta wî suwar bibe, û ew di bin mirov de bala bifire.

(23) Dêrîn: mulkiyet.

(24) Zêyûs: Mezintirîn pûtxwedê yê Girîkan bû.

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev