Nameyên evînî -56

Nameyên evînî -56

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a pêncîûşeşan e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Dema di dilê te da piçek bêhntengî hebe, ez di evîna xwe da naziktir dibim.

***
Te dî em di rojê da çend caran diguhêrin. Guhêrîna me ji rewşa me ye. Berî çend deqeyan difirîyam, niha dilê min bo te diêşe, weke ku min evîn daye alîyekî û ji evînê mezintir rewşa te ye, ku dixwezim ew jî wek evîna me xweş be.

***

Em çi jî bêjin, evîna me wê ji me herduyan jî aqiltir bêje. Evîna min anaha ji min ra dibêje ku ez ji Nura xwe gelek hez dikim û bêrîya wê dikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev