BI PETER LERCH PHONEMÊN KURDÎ

BI PETER LERCH PHONEMÊN KURDÎ

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchaläer

Peter Lerch li ser xwastina rayedarên Philologya Academya Zanînan a Imperatorîya Ûris ji 7ê Mardê  heta dawîya Gulana 1856an li bajarê Roslowê 11 heftan di nav hêsîrên kurd da li ser kurdî û du dialectên wî, kurmancî[1] û kirmancî[2] xebitîye. Di wê demê da ji bo karê xwe ê linguistical têra xwe material dane hev. Dema ji Roslowê vegerîyaye, ji 20ê Xezîranê heta 2yê Tîrmeha wê salê li ser gelek alîyên kurdologyê  reportek berfireh nivîsîye. (Lerch, 1857: III-XXX)

Peter Lerch du tomên kitêba xwe a bi navê Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchaläer (Lêgerînên li ser kurdan û pêşîyên wan îranîyên keldanîyên bakurî) di salên 1857 û 1858an da li St. Petersburgê weşandîye[3]. Kitêb ji du toman pêk dihê. Tomê pêşîn sala 1857an hatîye weşandin. Ev tom tevî 11 rûperên vala û 3 rûperên bê numro 156 rûper e. Tomê dudîyan sala 1858an hatîye weşandin. Tevî 7 rûperên bê numro û 7 rûperên vala, 239 rûper in. Her du tomên kitêbê li ser hev 395 rûper in.

Partên sereke ên tomê pêşîn:

  1. Destpêk. Reporta li ser kurdên hêsîrên şer ên li bajarê Roslowê ê li ser şaredarîya Smolenskê.
  2. Metnên kurdî ên li Roslowê berhevkirî li gel tercûma almanî
  3. Metnên kurdî ên ji Erzerom û Tebrîzê

Partên sereke ên tomê dudîyan ev in:

  1. Destpêk
  2. Vajnama idiomên kurmancî
  3. Vajnama idiomên zazakî

Analysa Phoneman

Bi Peter Lerch, di zimanê kurdî da 15 vocal û 30 consonant hene. Ji consonantên kurdî 4 faucal, 7 guttural, 6 palatal, 8 dental û 6 labial in. Lerch vocal û konsonatên kurdî wusa li ser her du dialectên kurdî parve kirine: Kurmancî: 9 vocal (5 drêj, 4 kurt), 28 consonant; li ser hev 37 phoneme. Kirmancî:  9 vocal, 30 consonant, li ser hev 39 phoneme[4]. Li gor nivîskar, kirmancî bi du consonantên xwe ji kurmancî zengîntir e. Consonantên d’ û ń di kirmancî da hene, lê di kurmancî da tune ne[5].

Lerch herfên elîfba pê bi kurdî nivîsîye ji elîfba linguistical a linguist û egyptolog Richard Lepsius neqandine. (Lerch, 1857: XXIV) R. Lepsius di çapa 2an a heman kitêba xwe da di derbarê vê elîfbê da gotîye, divêt herfên Lerch  û  bi herfên č û ǰ ra werin guhertin. Lepsius dibêje wer xwîyaye zimanê kurdan li welatên çîyayîyên Kurdistan û Loristanê dibin pênc dialectên sereke: zazakî, kurmancî, kelhurî, goranî û lorî. Phonemên ku Peter Lerch bi herfên d’ û ń nivîsîne di zazakî da hene, lê di kurmancî da tune ne. (Lepsius, 1863: 135-137) Wî bi xwe li ser ziman û dialectên kurdî karekî linguistical ya jî philologic nekirîye. Di çapa dudîyan a kitêba xwe da raman û pêşnîyazên xwe ên li ser kurdî û elîfba wî a Peter Lerch sala 1857an li kurdî anîbûye bi kurtî anîne zimên. (Lepsius, 1863: 135-137)

Peter Lerch di heman kitêba xwe a bi zimanê rûsî da xwendina herfên elîfba xwe yek bi yek nîşan dane. Ji bo rind jê were têgihîştin li gel deng û herfên zimanê rûsî ji deng û zimanên europnan, fransizî, îngilîzî, almanî û hindik deng û herfên ebceda farisî jî sûd wergirtîye[6].  Nivîskar ne peyvên xwe ên kurdî tenê bi van 45 herfan nivîsîne ne jî transcriptiona xwe a ji ebceda kurdî tenê bi van 45 herfan kirîye. Li consonantên xwe tiştekî nû zêde nekirîye, lê di nivîsandina vocalan da bêpergalîyek zêde bala meriv dikişîne. Bi gelek herf û diphtongan heman deng nivîsîne.

Peter Lerch bi herfên d’, ǵ, ń hindik peyvên kirmancî nivîsîne. Bi van herfan peyvên kurmancî nenivîsîne. Bi d’ û ǵ pir kêm nivîsîye. (Lerch, 1857: 51) Dema meriv bide ber hev dihê dîtin ku herfa ń li gor her du ên din zêdetir ji bo heman peyvan nivîsîye. Nivîskar phonema /k’/ a kurd di hindik peyvan da bi herfa k’ nivîsîye, lê bi piranî phonemên /k/ û /k’/ bi  herfa k nivîsîye. Çend caran peyva dew a zazakî bi herfa d’ d’ew nivîsîye. Lê li dawîya tomê pêşînê kitêbê di beşê Verbesserungen (Rastkirin) da ew jî rast kirîye, gotîye divêt bi herfa d were nivîsandin. Di heman rastkirinê da gotîye lazim e peyva k’ir jî bibe kir. (Lerch, 1857: 105) Ji nivîsandina gelek peyvên wî dihê têgihîşstin ku nivîskar di têgihîştina van phoneman û nivîsandina wan a bi consonantên di elîfba xwe da nîşan dane da bi ser neketîye. Phonema /ħ/ hema hema bi hawayekî bi îstîqrar bi herfa h’ nivîsîye. Lê yek caran phonema /χ/ jî bi vê herfê nivîsîye. (Lerch, 1858: 105) Di elîfba wî da herfa j tune. Dîsa jî hindik peyvên xwedî phonema /j/ bi herfa j nivîsîne (Lerch, 1858: 11) Wer xwîyaye ev peyv bi şaşitî bi tesîra zimanê almanî bi vê herfê nivîsîye. Ji ber ku di almanî da phonema /j/ bi herfa j dihê nivîsandin. Peyvek xwe jî di şûna herfa g a elîfba roman da bi şaşitî bi herfa г a cyrillic nivîsîye. (Lerch, 1857: 3) Nivîskar, hindik peyv û phrasên kurdî ên ji kitêbên kurdolog û seyahên europan ên bi herfên roman hatine nivîsandin, herfên hempar wekî xwe hiştine ên din bi herfên elîfba xwe ji nû ve nivîsîne. (Lerch, 1857: 3-14)

Lerch jî mîna kurdologên berî xwe pir caran nikanibûye hindik phonemên kurdî rind ji hev derbixîne. Mesela dema elîfba Cl. J. Rich pê peyvên kurdî nivîsîne daye nîşandayîn phonemên /ʡ/,/ʁ/, /ħ/ û /g/ li nav hev xistine. Rich bi digraphên hh û gh phonemên /ʡ/û /g/ nivîsîne, lê Lerch gotîye phonemên /ħ/, /ʁ/ nivîsîne. (Lerch, 1858: 23-24)

Peter Lerch ebceda kurdî bi herfên xwe ên ji elîfba standard a R. Lepsius ra dane ber hev û phonemên kurdî careke din bi hawayekî berfireh anîne zimên. (Lerch, 1858: 48-50)

Lêkolîna Peter Lerch a li ser Xebatên Kurdologyê

Peter Lerch li ser berhemên kurdolog, linguist, philolog û seyahên rojavayî ên berî xwe û hemdemên xwe karekî hêja kirîye. Ji Maurizio Garzoni heta Alexandre Jaba xebatên hemîyan di ber çavan ra derbas kirine,  berhemên wan ên di warê kurdologyê da bi berfirehî helsegandine. Ji berhemên van kurdologên berî xwe herî zêde li ser Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda a Maurizio Garzoni xebitîye. Metnekî di berhema Garzoni da li gel orîjînalê wê û rastkirina xwe ji nû ve nivîsîye û tercûmeyî almanî kirîye. (Lerch, 1858: 3-14)

Peter Lerch bi kurdîya xwe metnê M. Garzoni ê bi kurdî û tercûma wî a bi italianî bi herfên xwe[7] ji nû ve nivîsîye û bi almanî tercûme kirîye. (Lerch, 1858: 10-11) Ew li rastkirina şaşitîyên grammatic û syntaxa Garzoni xebitîye, û bi peyv û idiomên di dema karê xwe ê linguistic û philologya kurdî da hîn bûye lê xebitîye phrasên wî ji nû ve binivîse[8].

Peter Lerch li ser nivîsandina peyv û phrasên kurdî ên çardeh kesên ji kurdolog, linguist û philolog û seyahên europan ên ji 1787an heta 1857an pêk dihên analysên berfireh kirine: bi kîjan herfan kîjan deng nivîsîne, li gor elîfba standard a linguistîk a R. Lepsius nîşan dane. (Lerch, 1858: 1-37) Nivîskar li ser metnên kurdî ên ji Erzeromê ji alîye consulê ûris Alexandre Jaba ve ji Mele Mehmûdê Bazîdî û hindik melayên din ên Kurdistanê berhevkirî û bi navê Recueil de Notices et Recits kourdes[9] bi tercûma wan a fransizî ra di salên 1856-1858an da ji Academya Imperial a Zanînan a li St. Petersburgê ra şandî analys kirine. Lerch li ser metnên kurdî ên ji Tebrîzê jê ra hatî şandin jî xebitîye. Li ser tercûma kurdî a hindik hozanên hozanvanên farisan jî analys kirine.

Numûnên Axaftinê ên Bacmeister

Peter Lerch 44 phrasên bi navê Numûnên axaftinê ên Bacmeister[10] ji almanî tercûmeyî kurmancî û kirmancî (zazakî) kirine. Ji bo ji phoneme, deng, peyv û çêkirina phrasên ku Lerch bi kurdî nivîsîne rindtir were têgihiştîn pêwîst e meriv bi berfirehî li ser bixebite û rind bala xwe bidê. Her çiqas piranîya van 44 phrasên kurmancî û kirmancî eynî bin jî, hindikên wan bi temamî ne eynî ne, lê ew jî nezîkî hev in; bi peyvekê ya jî du peyvan ji hev diqetin. Yekcaran jî peyvên heman cumlê di kurmancî da cihê, di kirmancî da cihê hatine rêzkirin. Nivîskar ev phras bi du hawayî ji almanî tercûme nekirine. Dibe ku van çend phrasên bi peyvekê du peyvan manên wan guherî, ya jî peyvên wan mîna hev rast nehatine rêzkirin bala nivîskar nekişandibin, ya jî zanîna wî a kurmancî û kirmancî têrî rast nivîsandina wan nekiribe.   Di vî warî da meriv dikane phrasên 14 û 31 numûne bide. Phrasa 14an: Kurmancî: Ê yek dibeze, ê duduwan xwe hol dike, ê sisîyan distirê, ê çaran dikene. Kirmancî: Yew verîye vaz dano, ewe dîyene pereno (kay keno), ewe hîrîne lawuk vano, ewe çeherîne howeno. Tercûma almanî: Der erste läuft, der zweite springt, der dritte singt, der vierte lacht. (Lerch, 1857: 2) Nivîskar phrasa kurmancî ji almanî bi rêzê rast tercûme kirîye. Phrasa 31ê: Kurmancî: Va teyra difire. Kirmancî: Ênoye teyr hîyêdikê fireno. Tercûma almanî: Dieser Vogel fliegt langsam.  (Lerch, 1857: 3) Nivîskar phrasa kirmancî ji almanî rast tercûme kirîye, ji ber ku di tercûma phrasa kurmancî da peyva hêdîka tune ye; langsam a almanî dihê mana hyêdîkê a kirmancî.

Transcriptiona Metnê Eslî

TERCÛMA “NUMÛNÊN AXAFTINÊ” ÊN BACMEISTERS[11] BI DIALECTÊN KURDAN, KURMANCÎ Û ZAZAKÎ

Kurmancî Zaza
1 Xudê namire. Ellah ne meren’u
2 Merû sal pur tenare. Merdum ‘emerê yaê qîlmu
3 Dîa kûlfetan j wan ḧaz dike. Daîke eîlane (eîlekanê) xwe zaf sênen’a
4 De memikê wêda şîr pur heîye. Çîce yaê zaf şîd estu.
5 Mêrê wê je ḧaz dike. Myêrde yaê ḧas ken’u
6 Va jînka be hamile. Aya cenî hemleya.
7 De şeş ruanda laukîk weledand. Şeş roce yeu lac ard.
8 Daḧe nexoşe. Daḧe ne weşa.
9 Qiza wê li cem rûniştîe digrî. Keîna yaê ḧet rûenişta bermen’a.
10 Kûlfet çîçikan nagre. Lace çice ne wen’u.
11 Keçik daḧe nagere. Keîna hem’a paî ne şuen’a.
12 Salik û du mehin weledandîe. Yeu sere di aşme bîa.
13 Va her çar laûkana xweşin. Ên’ie çeher hem’e lacê weşê.
14 Eyek debêze, edudûan xwe xol dike, esisian distere, eçaran deken’e. Yeu verîe vaz danu, eûe dîene peren’u (kaî ken’u) eûe ḧirîne lauk vano, eûe çeherîne ḧowen’u.
15 Va merûa kû’ire. Ên’oe merdûm çimê yaê (caê) korê.
16 Jina wî kere. Ceniaê yaê (caê) kera.
17 Ek em debêjin nabiste. Vengê me (Sekê ma vacê) neşna wen’a.
18 Bera’ê te dekûl’e. Beraê tû’e pureş neîyen’u.
19 Ho’enga te ra ket. Waê tû’e ra keûta.
20 Bavê wan êpaye. Baûkê şima hayaû rû’eniştu.
21 Hindik duxwe veduxwe. Tanekê wen’u.
22 Bîvil de nav rûdaye. Zinc ḧa myane sûrotide.
23 Her merûkê du lingê (ningê) wî henin, her destkê pênc bêçî wê henin. Di lingê ma estê, hergu destê made panc êngîştê estê.
24 Por le ser serî heîşîn debe. Gijik serede yen’u.
25 Zeman dedan de devdanin. Dendanê zuan ha fekde.
26 Pîe raste j pîe çepe xûrtere. Destu raşt quetu seê destê çepê.
27 Pûrtik derêje zerave. Yeu mûye derga baryeka.
28 Xu’în sore. Go’enî sûra.
29 Hastîan fenê kevran heşkin. Êsteê seê kerê saẍê.
30 De masîda çav heîye, goh tun’e. Masede çimê estê, goşîye çînê.
31 Va teîra defer’e Ên’oe teîr hyedîkê feren’u.
32 Le ser ardeda tê. Nêşen’u ardda.
33 Le perê wê da perê reş henin. Pelê teîrêde mû’î sîaî estê.
34 Darê perê hêşîn henin, gilê gir henin. Darede velgo teze, gilê hişuê estê.
35 Va teîra nekûlkê wê derêj heîye, boça wê qine. Ên’oe teîr nakure baryek esta, bo’eçe qilme esta.
36 Hêlîna wîda ḧêkê sepî henin. Halyêne wêda ḧakî sepî estê.
37 Ar deşeû’ute, em tutûne, gorê, reşû debînin. Adir veşen’u, du, qile, komur me vîen’ê.
38 De çaîda av zû dere. En’a lade aûke leze şuen’a.
39 Hîv je êstîrkan gîrtere, j roe puçûktere. Aşme estarera pîla, rocera qica.
40 Do evarê baran barî. Vizyêrê şande varan vera.
41 Îro sebêda pîşta fatman nêbîa me dî. Eîro seba me mûndîaê aîşma fatma dîa.
42 Be şev tarîe, be ro ruanîke. Şeu tarîu, roc roştu.
43 Em be kurmancî debên (debêjin) Ma kalê beki zazace.
44 Hun be kurmancî zanin? Şima zazaca zanê?

 

Bi Kurdîya Îro

Kurmancî Kirmancî
1 Xwedê namire. Homa nêmireno.
2 Meriv sal pir tê nare. Merdim emrê yaê qilm o.
3 Dayîk ji zarên xwe hez dike. Daîke domananê xwe zaf hez kena.
4 Di çiçikê wê da şîr pir heye. Çice yaê zaf şîd esto.
5 Mêrê wê jê hez dike. Merde yaê has keno.
6 Va jinika bi heml e. Aya cenî hemle ya.
7 Di şeş rojan da lawikek anî. Şeş roce yew lac ard.
8 Daha nexweş e. Daha nêweş a.
9 Keça wê li cem rûniştîye digrî. Keyna yaê het rûenişta bermena.
10 Law çiçikan nagre. Lace çice nêweno.
11 Keçik daha nagere. Keyna hema pay nêşona.
12 Salek û du meh in anîye. Yew sere di aşme bîya.
13 Van her çar lawkanan xweş in. Ênîye çeher heme lacê weş ê.
14 Ê yek dibeze, ê duduwan xwe hol dike, ê sisîyan distirê, ê çaran dikene. Yew verîye vaz dano, ewe dîyene pereno (kay keno), ewe hîrîne lawuk vano, ewe çeherîne howeno.
15 Va merûya kwir e. Ênoê merdim çimê yaê (caê) kor ê.
16 Jina wî ker e. Ceniaê yaê (caê) ker a.
17 Ek em dibêjin nabihîse. Vengê ma (Sekê ma vacê) neşna wena.
18 Birayê te dikule. Birayê toye pureş nêyeno.
19 Xwenga te raket. Wayê toye rakewta.
20 Bavê wan ê payî ye. Bawkê şima hayaw rûenişto.
21 Hindik dixwe vedixwe. Tanekê weno.
22 Bîvil di nav rû da ye. Zinc ha mîyanê sûroti de.
23 Her merivek du lingên (ningên) wî henin, her destekî pênc tilîyên wî henin. Di lingê ma estê, hergu destê ma de panc êngîştê estê.
24 Por li ser serî hêşîn dibe. Gijik sere de yeno.
25 Ziman, dedan de dev da nin. Dendanê ziwan ha fek de.
26 Pîyê rastê ji pîyê çepê xurttir e. Desto raşt quwet o seyê destê çepê.
27 Pûrtik dirêj e zirav e. Yew mûye derg a baryek a.
28 Xwîn sor e. Gonî sûr a.
29 Hestî fena keviran hişk in. Êsteyê seyê kerre saxê.
30 Di masî da çav heye, guh tune. Mase de çimê estê, goşîye çînê.
31 Va teyra difire. Ênoye teyr hyedîkê fireno.
32 Li ser erdê da tê. Nişeno ard da.
33 Di nav perrên wê da perrên reş henin. Pelê teyrê de mûyî sîyahî estê.
34 Darê perrên hêşîn henin, gulîyên gir henin. Darê de velgo teze, gilê hişuwê estê.
35 Va teyra nukûlekî wî ê dirêj heye, boça wî kin e. Ênoye teyr nakure baryek esta, boçe qilme esta.
36 Hêlîna wî da hêkên spî henin. Halyêne wê da hekî spî estê.
37 Agir dişewite, em tutûne, gorê, reşu dibînin. Adir veşeno, du, qile, komur me vîyenê.
38 Di çayê da av zû dere. Ena lade awke leze şona.
39 Hîv ji stêrkan girtir e, ji rojê piçûkter e. Aşme estare ra pîl a, roce ra qic a.
40 Duh hêvarê baran barî. Vizyêrê şande varan vera.
41 Îro sebê me pişta fatman nebîya dît. Eyro seba me mûndîyayê ayşma fatma dîya.
42 Bi şev tarî ye, bi roj ronik e. Şew tarî yo, roc roşt o.
43 Em bi kurmancî dibên (dibêjin) Ma qalê bikê kirmanckî.
44 Hûn bi kurmancî zanin? Şima kirmanckî zanê?

 

Tableau 10: Bi Peter Lerch Phonemên Kurdî

No Consonant EPB No Vocal EPB
1 B b /b/ 1 A a /ε/, /ɑ/, /ɑ:/,
2 D d /d/ 2 Á á /ʡ/
3 /dʒ/ 3 Ā ā /ɑ:/
4 D’ d’ /d/ 4 /ɑ:/
5 F f /f/, /v/ 5 E e /ɪ/, /ø/, /ε/
6 G g /g/ 6 É é /ε/
7 Ǵ ǵ /g/ 7 /ε/
8 H h /h/ 8 /ε/
9 /ħ/ 9 /ε:/
10 J j /j/ 10 /ɪ/
11 K k /k/, /k’/ 11 /ɪ:/
12 /k’/ 12 I i /i/, /ɪ/, /ø/
13 L l /l/, /ɭ/ 13 /i/
14 M m /m/ 14 /i:/
15 N n /n/ 15 /ø/
16 Ń ń /n/ 16 /ø:/
17 /n/ 17 O o /o/, /ɵ/
18 P p /p/, /p’/ 18 /o:/
19 Q q /χ/ 19 /o/
20 R r /r/, /ɾ/ 20 /o:/
21 S s /s/, /ʃ/ 21 /o:/
22 Š š /ʃ/ 22 U u /ɵ/, /u/, /o/
23 T t /t/, /t’/ 23 ú /u:/
24 /tʃ/ 24 /u:/
25 V v /v/, /u/, /ɵ/ 25 /u:/
26 W w /z/ 26 /ɵ/
27 X /χ/ 27 /ɵ:/
28 /ʁ/ No Diphtong û Digraph EPB
29 Y y /j/ 8 óe /oɪ/
30 Z z /z/ 9 /oi/, /oj/
31 Ž ž /ʒ/ 10 ua /uja/, /uwa/
32 /g/ 11 úā /ɵwɑ/
No Diphtong EPB 12 /ɵwɑ/
1 ei /εj/ 13 úi /ui/
2 /εj/ 14 /χw/
3 ia /ijɑ/, /ije/
4 ía /ijɑ/, /ije/
5 ío /ijo/
6 /ijɑ/
7 /oɑ/


Riataza

[1]Li deverên bi kurmancîya jêrîn (soranî) tê peyivîn dialecta kurmancî di nav gel da bi navê kurdî tê binavkirin.

[2]Peter Lerch navê vê dialecta kurdî bi peyvên zaza, zazaca, zazace nivîsîye. Her çiqas di nav gel da li hindik deveran ev dialect bi navên zazakî, dimilî; kesên pê dipeyivin jî bi navên zaza, dimilî bihên binavkirin jî, bi rastî navê vê dialectê kirmancî (kirmanckî) û kirdî (kirdkî), kesên pê deng dikin jî kirmanc û kird in.  Çimkî Zaza navê qebîleyek kurdan e. Ji bo malûmatên berfirehtir bn: Malmîsanij. Kird, Kirmanc, Dimilî ya da Zaza Kürtleri, Deng yayınları, 1996 Istanbul, rp. 23-24. Li ser vê rastîyê me navê kurdên bi vê dialectê dipeyivin kirmanc û dialecta wan jî kirmancî nivîsîye.

[3]Peter Lerch eynî salê eynî kitêba xwe bi navê Пётр Лерх, 1857. Иследования об иранскихь курдахь и ихь предкахь сьверньихь халдеяьхь (Izsledovanîya ob iranskikh kurdakh i ikh predkakh, severnykh khaldeyakh) bi rûsî jî weşandîye.

[4]Lerch hejmara vocalên kirmancî ên kurt û drêj nenivîsîye. Li gor tableauya Peter Lerch 9 vocalên kurt 6 ên drêj hene. Heke 9 vocalên kirmancî hejamara li ser hev a vocalên drêj û kurt nebe, her neh vocal jî ên kurt bin, divêt em 6 vocalên drêj jî bikin ser, wê gavê hejmara vocalên kirmancî dibe 15. Li gor vê rewşê di kirmancî da ne 39 phoneme, lê 45 phoneme hene. Balkêş e, nivîskar dema behsa zengînîya kirmancî kirîye jî behsa van 6 vocalan nekirîye. Dibe ku nivîskar bi şaşitî vocalên kirmancî kêm nîşan dabin. Dibe ku hejmara vocalên xwe di tableauyê da bi şaşitî zêde nivîsî be. Hejmara vocalên nivîskar nivîsîne û hejmara vocalên di tableauya nivîskar da hene hev û din nagire.  Lista van herfan a di kitêba Lerch da wekî xwe di Peywest 5.1 da heye.

[5]Heta îro ji bilî Peter Lerch û hindik kesên bêyî ku liser phonologya vê dialecta kurdî bixebitin ew referans dane ne tê da, linguist ya jî philologên din behsa hebûna van her du consonantan nekirine û negotine phonemên van ji /d/ û /n/ cihê ne. Bi hawayekî berbiçav xwîyaye ev têgihîştineke şaş e. Lê, ev şaşitî nahê wê manê ku di dialectên kurdî da phonemên cihê tune ne. Bê guman di her du dialectên kurdî, subdialect û şêwên (accent) wan da phonemên ji hev cihê hene. Mesela di kirmancîya Dêrsimê da phonema /tθ/ heye; meriv dikane vî dengî bi digrapha ts binivîse. Heman phoneme di kirmanckîya deverên din da /tʃ/ ye. Pirsa kurmancî a Navê te çi ye? di kirmanckîya Dêrsimê da Namê to tsko? di kirmanckîya deverên din da Namê to çiko? ye. Di nivîsa kirmancî a “standard” da ev deng nahê nîşandayîn.

[6]Пётр Лерх, изследования об иранскихь курдахь и ихь предкахь сьверньихь халдеяьхь, Санкт-Петербург 1857: 24-27.

[7]Peter Lerch ev herf ji ber xwe çênekirine; ji Linguistic Alphabet bi navê xwe ê din Standard Alphabet a linguist û egyptolog R. Lepsius ji bo kurdî neqandine û pê karê xwe ê nivîs û transcriptionê pêk hanîye. R. Lepsius dibêje, Peter Lerch elîfba dialecta zazakî amade kirîye. (Lepsius, 1863). Di rastîya xwe da, Peter Lerch ev elîfbe ji bo nivîsandina her du dialectên kurdî, kirmancî û kurmancî amade kirîye. Ji bo zanînek berfirehtir binihêrin: Lerch,1857: 24-29;  Lepsius, 1863: 135-137.

[8] Ji bo metnê authentic li Peywest 5.2 binihêrin.

[9]Recueil de Notices et Recits kourdes a Alexandre Jaba û Mele Mehmûdê Bazîdî di sala 1860î da bi heman navî li St. Petersburgê di nav weşanên Academie Imperiale des Sciences da hatîye weşandin. Heman berhem di sala 2010an da bi amadekarîya Zîya Avci li gel metnên eslî ên bi ebceda kurdî, bi tercûma fransizî û rûsî a Jaba û transcriptiona bi tîpên roman a elîfba Celadet Alî Bedirxan di nav weşanên Lîs da li Amîdê bi navên Camieya Risalan û Hikayetan bi Zimanê Kurmancî û Adet û Rusûmatnameyê Ekradîye hatine weşandin. Alexandre Jaba idiomên kurdî ên di nav tercûma xwe a fransizî da bi granî bi elîfba P. Lerch nivîsîne. Hindik jî li gor orthographya fransizî nivîsîne.

[10] Binihêrin: Peywest 5.3.

[11]Hartwig Ludwig Christian Bacmeister di salên 1773an da li Petropolîyê, li Rûsyayê bi navê Idea et desideria de colligendis linguarum speciminibus bi çar zimanan, latinî, rûsî, fransizî û almanî, 44 phras nivîsîne û weşandine. Ev 44 phras bi navê “Numûnên axaftinê” ên Bacmeister dihên binavkirin. Peter Lerch ew tercûmeyî kurmancî û kirmancî kirine. Ji bo metnê eslî ê ji alîyê Lerch ve hatî tercûmekirin li Peywest 5.4 binihêrin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev