KABÛSEK

KABÛSEK

Qasimê Xelîl

Mekteba me dîse bi ber xilasekê ve diçe hino hino. Ew heyecan û daxwaziya min a beriya niha bi pênc salan min dest bi wezîfê kirî, çi zû xilas bû, birastî ez jî metel dimînim. Tu dibêjî qey ev çil sal e rihê min di ber vî karî re çûye, ev pêlek e hema wilo bi derbekê bayekî sar li min da û êdî ew germahiya min a berê çû û çû…

Malnexrabo, van rojan dinya jî ne îş germ e. Di sinifan de ji bêhn û hilma xwêdaneke tirş, bêhnê li mirovî diçikîne. Jixwe ji pêr ve ez bêxew im. Bi kotekê heftê belayê lingên di bin min de qevzan davêjin. Ez wan bi rê ve dibim, ne ew min…

Di dersê de carinan ez şiyar im, glek caran jî ez li sinif rih li gera nîvxewn û nîvxeyalan de ye… Ma şerên Şero yên şêrokî û têr çîrokên virokî, nedihiştin dawî li wê şava dawî ya gulanê ya ji german bêhnçikonek were.

Hengî ez kerixîbûm, beriya niha bi sê seetan ez ji dibistanê hatime malê. Ma çawa nekerixim? Heşt seet ders li ser hevdu… Û bi ser de jî nobet… Bênamûsê Oktayko, kurê nizam çikan, tu dibêjî qey liba insanetiyê li dorê nîn e. Lawo ji boy Xudê ma hem heşt seet û hem nobet li ser hevdu dibe?

Çawa dersa min xilas bû ez nizanim bê bi çi seytiyê hema min xwe avête malê. Jixwe mala min ne dûrî mektebê ye. Heta min cilên xwe ji xwe kirin çavên min çûne ser hevdu, te digo qey naxwazin bell bibin û bi hev re cirê dikin; hema wilo ji xwe re û ji xewê re diçûne ser hvdu.

Qanepeyê min ê ji salê do sê caran, ew jî dema diya min a ezgorî tê, pê ve nayê girtin dîse vekirî ye jixwe. Hema min jî bi ecelê perwane vekir û xwe bi serdevkî avête nav cihê xwe.

Ez pêre pêre ketme xewê de. Nizanim bê çi qasî di xewê de mam, lê hengî ez xewsivik im, bi texmîna min piştî nêzîkî du seetan min go qey yekî bi her du lingên min girt û ez ji xew şiyar bûm. Pêşî min go belkî Şero be min li der dora xwe meyzand lê min ti kes nedî. Ha, jixwe cara paşî ma ne îro dersa Şero nebû.

Hê te digo qey lingên min di destê wî destê nexuya de ne, hew min dît rihê min ji lingên min dest pê kir û hêdî hêdî ber bi banî ve hat, weke xelekeke di nav avê de, her çû ferehtir bû ber bi serê min ve hat û bi yek carî ji min derket û çû.

Laşê min geh sar bû, geh germ bû, gih xwê da, geh reerî û hema wilo çavên li tewana xênî zîq bûn û şaqis man. Ev çi bû gidî? Lawo, ma bê çi zû ez mirim. Aveke sar bi laşê min de hate xwarê.

Ez li vê malê bi tenê me. Diya min ew li Kerboran dimînin û ez li Batmanê… Haya wan wê çilo ji min û vî halî çêbibe? Ya rebbî ya îlahî! Sorê jî li Tersûsê ye. Ma ew ê çawa bibihîze? Tew! Min di siûda xwe kutayî! Ji xwe ve em ê sê mehên dî pev re bizewicîbana.

Ka hêde banê hêde! Lawo belkî ez nemiribim. Ka ya baş ez şeqamekê li xwe bidim, an jî neqûşkinan ji xwe bidim. Heke ez bi xwe hisiyam naxwe ez nemirime.

Min şeqamek do evêtine ruyê xwe. Ê wele weke ez pê dihesim heyra. Ka ez neqûşkekê didoyan jî ji xwe bidim bê ma ka rast e ez pê dihesim an na? Bi xaliq ez nemirime!!

Hê min ev negotî dilê min sar bû jî, gomaneke dî hate min. Lawo ma tu xwe dixapînî? Ne esil tu neqûşkan ji xwe bidî. Divê tu bi awayekî dî xwe piştrast bikî. Ka naxwe ez ê biştexilim. Heke min dengê xwe kir, naxwe ez nemirime.

– Aaa! Aaaaa! Ezz!

Lawo wele deng tê min! De na lo, ev xewnek bû min dît lo! Mirina çi û halê çi? Hê ez can im wîî!… Ma di vê canîtiyê de çima ez bimirim? Ma gelo ez nexweş im? Na! Ez pîr im? Na! De ez nemirime lo!

– Ez nemirimeee!

Wele dengê min tê min.

Bawer ke eyn ez ê xwe bi xwe dixapînim. Ez mirime. Divê ez bi awayekî dî vê yêkê qenc esih bikim bê ka ez mirime an na!

Hema çavê min bi qumanda televîzyonê ket. Li ber serê min bû jixwe. Heke dema min pê li bişkoka qumandê kir û televîzyon vebe, naxwe ez nemirime.

Min di cih de destê xwe avête qumandê. Hê min pê li bişkokê nekirî bû kutkuta dilê min. Heke min pê lê kir û venebû… Min ziravê xwe şidand û min go hema ez ê pê lê bikim. Û min pê lê kir.  Wele vebû. Kêfa min hema bêje saniyekekê an dom kir an nekir. Dîsa bayê gomanê li binguhê min da û kwîtand. Lawo ma belkî tu wê vekirî dibînî lê ew bixwe girtî ye.

Qirika min ziwa bû û tu dibêjî qey dilê min bi dest karê daholvaniyê kiriye. Ji xwe ve minê bang kiriba dahol û zirnê di dawetê da ji ber Sorgulê serê min bir, “Daholê ji bîr neke û daholê ji bîr neke…”  Ê de Xudê kî dahol jî ya keyfê ye? Dikute serê mirovî de. Lê ma ştexalî bi serê Sorê de diçin?

Lawo çima heta niha nehate bîra min? Ka naxwe ez telefonekê bidime Sorê. Heke vekir ez ê rihet bim wele. Min li telefona wê da bi dehan caran lê venekir. Wele Qaso, ker di nizamçikê wan ge tu av û av çûyî loo!

De na lo, jixwe exlaqê Sorê ev e. Ma ti caran kesî dîtiye wê di cara ewil de telefona xwe vekirî? Jixwe nizanim ev jin çima telefonê bi xwe re digerînin. Lawo madem tu venakî wê kerafiyê bi xwe re negerîne. Hema ew ê wê telefona xwe bêxine çentê xwe de an ew ê wê telefona xwe biavêjine qurçikekê û kî li wan geriya cehnema wan kirî!

Lo wellehî, dinya xira bibe ne xema jinan e. Lawo ez mirime belkî ha! Ma neheq im Xudê kî? Wê roja hanê jî, hema wilo ji dilê min hat û min xwest ez bêjimê, “Ez hij te dikim.” û min telefon dayê. Carekê lê da, du caran lê da, sê, çar, pênc, şeş, deh, şazdeh û ez di nava xwe de kufkufîm û hey kufkufîm. Axir di cara bîst û duwan de vekir. Go ha canim! Min jî go canim û quzelqurt erê wele! Lawo de çiqasî ez jî qûnsîrî me yaw. De hema wê gote te canim ma vêca heq bû ez wilo bêjimê? Yaw ne xemsariya wê jî min dibeecîne ha!

Ka ya baş ez cilên xwe li xwe bikim û derkevime ji der ve. Heke xelkê di min anîne der ez heme, xwe naxwe ez heme. Heke kesî di min neanî der an jî hinek li ser min bi dest girî kirin, naxwe Ella wekîl min pê girtiye.

Min cilên xwe li xwe kirin. Bermexrebkî bû. Dinya hino hino reş dibû. Ez derketme ji der ve. Ma kî yê bi min bîne der ez sax im an ez mirî me? Jixwe li bajêr, di nava qelebalixê de ez hero saxekî mirî me. Mirov di ber min re diçin û tên, di rex min re diçin û tên, di pişt min re diçin û tên û kes pê nahese bê ka ez heme an nîn im… Belkî ya hê rasttir civak bixwe saxemiriyek e. Hemû jî wke Sorê xemsar in.

Hema ya baş ez dîse telefonî Sorê bikim. Ya rabbî dîse lê dide û ranajiyê. Ez li ber ti tiştî nakevim, bes ez li ber vê tenê dikevim, yaw illeh hêncetên wê jî amade ne: “Min go qey tu niha li min nagerî, min telefon kiribû bêdengiyê de, li oda dî di şarjê de bû…” Weyla qeda bi hêncetan ketî erê welleh!.. Yaw carekê gote min, “Ez li ser dara tuwê bûm, min tû dixwarin…”  Aqlê min disekine bê van hêncetan ji kû tînin ev pîrek wilo pêre pêre Xudê kî?

Hah, Ella wekîl vekir!

– Elo

– Canim!

– Canim û … hema tu jî canim be!

– Çawa yanî?

– Sorê tu dengê min dikî ne wilo?

– Erê ma dengê min nayê te?

– Belê belê tê lê…

– Lê çi?

– Yaw min kabûsek dît min go qey ez mirim.

Dengê kenê wê hat .

– Nekene wele ji dil dibêjim ha, bawer ke hê jî dest û lingê min direerin.

Dengê kenê wê dîse…

– Tu bawer nakî hek! Ka meyzê ez ji te re bêjim.

– Bêje.

 

Min bi heyecaneke mezin dest bi meselê kir. Hê ştexaliya min di devê min de min dî Sonê:

– Canim tu zanî îro min çenteyekî nû ji xwe re kirî hengî xweşik e, ka hela telefonê bigire ez wêneyê wê ji te re jî rêkim.

Ştexaliya hevalê min Şero hate bîra min. Digo dayê ne tê de lê jin hemû menyaq in. Li dinyayeke dî dijîn. Ji ber mala wî li Midyadê bû carinan bi şev li cem min dima û nediçû Midyadê. Mirov, ji tehma çîrokên wî û civata wî têr nedibû.

Pêr mêhvanê min bû. Dîse çîrokeke xwe ya xortaniya xwe ji min re dûv û dirêj gotibû. Ji malê baz dabû û bi hevalline xwe re çûbûne Menzîla Semsûrê cem şêx tobê.

Ji min re behsa xwe û bê çilo cezbeya xwe ya bi şêx re kirin kir. Behsa xwe û bê çilo di bin bandora wî de mayî kir. Behsa xwe û bê çilo weke sihr lê kirî kir. Behsa xwe û bê çilo her weke şêx rihê wî jê bistîne û weke wî ji vê dinyayê bibe alemeke dî kir. Behsa xwe û her weke şêx ji lingê wî dest pê bike û bi ber serê wî ve rihê wî jê bistîne kir…

Axir Şêxo digo, li vê dinyayê ji şêx û jinan bitirse…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev