Mebesta min

Mebesta min

Hinek kes hene, helbestan dinivîsin, lê tu kes wana nas nake, ew bi xwe jî hewil nadin xwe bidine naskirin. Hema serê xwe dikine ber xwe, helbestên xweş, bi naveroka kûr dinivîsin. Ji ber ku nikarin nenivîsin. Erkê me ye, ku kesên wisa dîyar bikin û raberî we bikin. Fermo, bi bawerîya me bi vê helbestê me erkekî xwe pêk anî.

Şervan Azad

 

Mebesta min helbesta min
Nebe darê darbesta min

Destê xwe bide van destan
Bibe şirîk û dosta min

 

Jiyan bê te çar dîware
Tu yî deşt û hem besta min

Were ey xemrevîna dil
Noşam tu yî dil mesta min

 

Şikestiye bê te qelem
Fikr û raman û hesta min

~~~~~~~~~~~~~~~~
Bextewarî tarî barî
Tu şewq bide hesreta min

 

Sebir nema bê hedarim
Nebe kîn û nefreta min

 

Were êdî min negirîne
Neşkîne tu qudreta min

 

Dihebîn im, nahewîn im
Ferzî wek pênc taeta min

 

Radmûsim ez wî navê te
Pîrozî wek ayeta min

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev