XISARA GOTINA ”YA MIN RAST E, YA TE ŞAŞ E”

XISARA GOTINA ”YA MIN RAST E, YA TE ŞAŞ E”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Di vê demê de pir hêsan e ku meriv naveroka tiştan binivîse, yan şiroveyên peyvan bike û li rûpela xwe ya Facebookê biweşîne.
Ev pêşketina ragîhandinê çendî ku karê xwe pir heye, lê şaşî û çewtiyên ku tê de dibin, hilweşandinên pir giran jî bi xwe re derdixin holê û xisareke mezin jî didin Ferhenga Kurdî.

Çi kesê yan kesa ku bi kurdî wateya peyvekê dipirse, yan dibêje ku li herêma wan weha tê gotin an bilêvkirin, rewşeke pir maqûl û rewa ye.
Lê eger kesê yan kesa ku bi kurdî peyvekê werbêj dike, yan naverokekê şirove dike, pêşî divê ew kes li paşeroja xwe binere ka wî/wê heta vê demê çi xebat ji bo Ferhenga Kurdî kiriye!

Yan jî hin kes hene rasterast li ser nivîsa kesekî din dibêjin ”ev ne wisa ye” û dibêjin ”weha ye” karekî torederî ye. Ew kes hemû deriyan radidin û dixwazin Kurd hemû gotina wan bipejirînin.

Ew haweyê nivîsandinên wisa, kultura bermayiya Malkîsiya Sovyet, ya Arnawud û Çînê tînin bira meriv ku li ser rastiya her sê îdeolojiyan çiqas ciwanên me şerên xedar bi hevûdu re kirine.

Ziman û tore cuda ne û îdeolojiyên siyasî cuda ne.

Ev axaftin û nivîsandina bêhelwest û bêberpirsyarî ya ku di nivîsandina kurdî de dibe, mixabin di nivîsandina tirkî de çênabe. Ji ber ku her kes dizane dema di tirkî de şaşî bike, wê pêre pêre tebkî bête nîşandan. Lê ji ber ku kurdî bêxwedî ye, ew tebkî tune.

Li herêma te pir normal e ku ji nan re bêjin, TOTIK.
Lê çênabe ku tu ”totik”a xwe bi 60 milyon Kurd bidî qebûlkirin.

Mixabin hin kes hene hêj alfabeya kurdî bi kar neanîne û biryara wisabûna peyvên kurdî didin.

Mafê her kesî heye ku xwe fêrê Zimanê Kurdî bike.
Lê mafê kesî tune ku peyvên kurdî, wek turkmancî bi lêv bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev