ANALÎZEK di derbarê Platforma Zimanê Kurdî ya 9 partiyan de

ANALÎZEK di derbarê Platforma Zimanê Kurdî ya 9 partiyan de

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Kurd, netewek e û Kurdistan welatek e. Hezar mixabin neteweya kurd û welatê wan Kurdistan, di du qonaxa de parçe bû. Ev parçebûnê li ser hêjayiyên neteweya kurd, taybetî jî li ser çand, ziman, edebiyata kurdî bandorek û tesîrek negatîf kir û dike.

Bi taybetî jî, gorî siyaseta dewletên kolonyalîst û dagirker beremberî kurdan, neteweya kurd, tesîra li ser çand, ziman, edebiyata kurdî di derceya û giraniyeke cûde bû.

Dewleta kolonyalîst ya Tirk, ji bona ku hebûna neteweya kurd înkar kirine, xwestine ku kurdan bikin tirk, asîmîlasyonê tunekirina kurdan bibin serî; li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê rewşa çand, ziman, edebiyata kurd gelek xerab bû.

Li cem ev siyaseta dewleta kolonyalîst ya Tirk a nîjadperest û xerab; rewşenbîr û siyasetvanên Bakûrê Kurdistanê di derbarê zimanê kurdî de xwediyê nerîneke zelal û helwesteke milî  nebûn. Ew helwesta me bi xwe texribata mezin di zimanê kurdûî de çêkir û zirara mezintir da çand, ziman, edebiyata kurdî.

Di van rojên dawî de zimanê kurdî, bi wesîleya Platforma 9 Partiyan di derbarê zimanê kurdî de dîsa di rojevê de ye.

Ez jî di dixwazim him li ser girîngiya zimanê kurdî, siyaseta dewletê li hemberî zimanê kurdî, helwesta partî û Rêxistinên Kurdistanê li hemberî zimanê kurdî, analîzekê bikim.

 

ZIMAN NETEWE YE / ZIMANÊ KURDÎ NETEWEYA KURD E…

Dema ku li ser şertên netewebûnê analîz û lêkolînek çê bibe, raste rast ziman derdikeve pêş mirov. Lewra ziman, ji bona neteweyîbûnê hêjayî û aktoreke gelek girîng û stratejîk e.

Hîç şik tune ye, ku aktorên din yên netewe çê dikin jî, girîng û stratejîk in. Welat, ji bona neteweyekî aktorekî ferz û stratejîk û girîng e. Mirov dikare bibêje, ku giraniya welat û ziman wek hev e.

Lê mirov dikare bibêje ku civatekê û komekê zimanê wan nebe, ew kom û civat nikare wek netew bê terîf kirin. Civat û komeke heman zimanê di axivin, bi kar tînin, ji xwe re welatekî çê dikin. Dema ku yekzimanek û yekîtiya zimanekî nebe, welat jî nabe.

Loma ziman li cem hêjayî û hebûnên din yên neteweyan, aktorekî stratejîk yê yekemîn e.

Ev rastiya bêniqaşe ji bona neteweya kurd jî derbas dibe. Encama vê nerînê ez dibêjim ku, zimanê kurdî neteweya kurd e; neteweya kurd jî ziman e.

Dema ku zimanê kurdî ji holê rabe, neteweya kurd û welatê me kurdistan jî holê radibe.

Divê her kurdek bi vê zanyariyê li zimanê kurdî xwedî derkeve û zimanê xwe pêş bixe û xurt bike. Heta divê kurd mirinê bidin berçav, zimanê xwe biparêzin.

 

DEWLETA TIRK JI BONA KU DIZANE KU ZİMAN NETEW E, LOMA NETEWEYA KURD ÎNKAR KIR. XWEST KU ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RAKE Û TUNE BIKE. DEMA KU ZİMAN TUNE KIR, NETEWEYA KURD TUNE DIKE Û KURDISTANÊ TUNE DIKE. KÊFXWEŞIYA KU BISERNEKET…

Dewleta kolonyalıst ya Tirk, ji bona vê rastiyê dizane, dixwaze ku zimanê kurdî tune bike û ji holê rake. Lewra Kurdistanê wek ax û wek welat nikare ji holê rake. Lewra welat tiştekî maddî ye. Lê ziman hêjayeke manewî ye. Ji holê rakirina wê mimkûn e. Dema ku zimanê kurdî ji holê rabe, welatê me Kurdistan jî tê tune kirin.

Di dema Împeratoriya Osmanî de Kurdistan û neteweya kurd xweser, otonom, federe bûn. Loma jî her çiqas dem-dem sînor dihatin danîn jî, kurdan bi zimanê xwe perwerde dibûn. Çand, edebiyat û hemû hêjayiyên neteweya xwe pêş dixistin û xurt dikirin.

Kurdan di dema Osmaniyan de di medreseyan de perwerdeyî ya xwe bi zimanê xwe birêve dibirin.

Dema ku Dewleta Kemalîst ya Tirk ava bû, di demek kurt ser re derbas bû, siyaseta Kemalîstan ya fermî di derbarê kurdan de bi her wateyê feleket bû. Kemalîstan hebûna neteweya kurd red û înkar kirin. Gor nazariya wan ya fermî dîrokî gotin ku “kurd, neteweyeke cûda nîne. Tirk in.” Girêdayî ev nerîna nîjadperest û li dijî hemû maf û azadiyên  neteweyî derketin; stratejiya tirkkirina kurdan meşandin.

Hemû mafên milî û hêjayiyên neteweya kurd hatin xesip kirin. Bi zimanê kurdî perwerdeyî bi her awayî hat qedexe kirin. Li dijî medreseyan qempanyeyeke mezin meşandin. Lewra medrese ciyê perwerdayî ya kurdan û zimanê kurdî bû.

Ev siyaseta asîmîlasyonê heta salên 80yî gelek bi awayekî xeter domand.

 

HEZAR MIXABIN PIŞTÎ SALÊN 80YÎ ASÎMÎLASYON XURT BÛ: LEWRA GUND Û GUNDITÎ JI HOLÊ RABÛ, BAJARVANÎ PÊŞVE ÇÛ Û ZIMANÊ KURDÎ KET NAV XETERIYÊ…

Gor baweriya min ev siyaseta nîjadperest bi awayekî gelek xirab domand. Bes di dema desthilatdarıya Ozal (ANAPê) de şikest xwar. Lewra Özal, aşkere diyar kir ku 12 mîlyon kurd li Tirkiyeyê hene. Ev nerîna Ozal, li dijî nerîna fermî ya dewletê bû. Ew bû sedem ku asîmîlasyon pêş nekeve. Kurd şiyar bin, ji zimanê xwe û ji hemû hêjayiyên xwe yên milî re xwedî derkeve.

Di dema desthilatdariya AK Partiyê de siyaseta dewleta ya stratejîk û fremî ku Kurd red û înkar dikir de facto ji holê rabû. Ev jî bû sedem ku kurd zêdetir zimanê xwe re xwedî derkevin. Nebin qûrbanê asîmîlasyonê. Loma jî di vê merheleyê de gelek rojnamevan, bernameçêkerên telewîzyona yên kurd çê bûn. Mamosteyê zimanêe kurdî tê gihîştin.

Lê di hemandem de piştî salên 80yî asîmîslasyon ji derbveyî îradeya dewletê û kurdan, xurttir bû. Lewra gund û gunditî encama şidet Dewletê PKKê, ji holê rabûn. Gundî bi zorê ketin bajaran. Bajarvaniyeke nexwezayî dest pê kir.

Di hemandem de pêşketina û hêjmarzêdebûna telewîzyonan, zêdebûna dibistanan li Kurdistanê asîmîlasyon xurt kir. Zimanê kurdî zêdetir ket bin xeterî ye.

Di qeslbûn û rê li ber asîmîlasyona zimanê kurdî vekirin de rola siyasetvanên kurd jî mezin e.

 

HELWESTA SİYASETVAN, PARTÎ Û RÊXISTINÊN KURDISTANÊ LI HEMBERÎ ZIMANÊ KURDÎ ZÊDE ERENÎ NÎNE Û EW ZIRAREKE MEZIN DIDIN ZIMANÊ KURDÎ…

Hîç şik tune ye ku dewleta kolonyalîst û kemalîst ya tirk, ji bona neteweya kurd tune bike, xwest ku zimanê kurdî tune bike û zimanê kurdî ji holê rake. Dema ku kurdan xwestin ku ji ziman û hêjayiyên xwe yên milî re xwedî derkevin, wê demê dewletê êrişî wan kir.

Kurdan li hemberî êrişên dewletê ji bona ku welat û neteweya xwe biparêzin serhildanên milî li darxistin. Wê demê jî dewlet ji bona neteweya kurd û zimanê wê tune bike qetlîamên mezin pêk anî.

Loma jî li Kurdistanê demeke dirêj, bêdengiyek bû. Kurd ji derveyî dîrokê û siyasetê man. Lê piştî salên 1959an xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bona ku ji mafên xwe yên milî re xwedî derkevin, çand,  ziman û edebiyata kurdî pêş bixin, ji bin xeteriya asîmîlsayonê û tunekirinê xelas bikin, dest hewlên nû dan.

Siyasetvanên kurd, di destpêkê kurdî xwendin nivîsandin nedizanîn. Lewra di dibistanên Kemalîstan de perwerdebûna zimanê tirkî ew ji kurdî dûr xistibûn. Loma jî di partiyên Kurdistanê de zimanê kurdî nebû zimanê yekemîn, zimanê tirkî bû zimanê yekemîn. Endam û berpirsiyarên partiyan di jiyana xwe ya rojane de jî kurdî nediaxivîn. Li mala xwe û li dedora xwe kurdî axevtin teşwîk nedikirin. Civînên xwe bi kurdî nedikirin.

Di destpêkê de ew dihat fahmkirin, lewra wan kurdî xwendin û nivîsandin nedizanîn. Lê pişt re jî ji bona ku ji wê pirsgirêkê xelas bibin hewil nedan.

Beşek siyasetvanan bir kurdî û rojname, kovar, belavok weşandin jî, ji derd re nebû derman.

Bi taybetî jî îdeolojiya lenînîst û stalînîst dibû sedem ku zimanê kurdî biçûk û girÎng nedîtin. Lewra ji bona wan sosyalîzm di ser neteweya kurd û hêjayiyên neteweya kurd re bûn.

Divê siyasetvanên kurd di vê qonaxê de ji vê pirsgirêkê derbas bibin. Di partiyên Kurdistanê de zimanê kurdî bibe zimanê resmî û xebata partiyan.

Berpirsiyar û endamên partiyan divê mitleqe bi xwe û bi malbata xwe ve kurdî biaxivin.

Çapemeniya partiyan kurdî be.

Civîmên partiyan bi kurdî bên li dar xistin.

Dema em ceraibandin  û pratîka 9 partiyan mêze bikin, encameke nexweş derdikeve holê ji bona 9 partiyan.

 

PLATFORMA 9 PARTIYAN DI DERBARÊ ZIMANÊ KURDÎ DE TÊ ÇI WATEYÊ?

Ji bona vê platformê divê mirov li ser çend mijarên girîng raweste.

Çend dezgehên kurd û nekurd (PKK/HDP) biryar dane ku ji dewletê û hikûmetê daxwaz bikin ku zimanê kurd bibe zimanê perwerde.

Ev daxwazeke gelek baş û di cî de ye. Her kurdek û dezgeheke kurd divê ji kurdî re xwedî derkeve, kurdî biparêze, bi kurdî xebatê xwe bimeşîne, ji bo zimanê kurdî têkoşîn bide. Hîç şik tune ye ku ev karekî pîroz e û wezîfeke milî ye. Ji bona çarenivîsiya neteweya kurd, dewletbûna Kurdistanê jî ew wezîfeke li ser milê kurdperweran û welatevînan.

Lê divê kurd bînin bîra xwe:

PKKê, li dijî TRT KURDÎ derket. siyasetvan û hunermendên beşdarî bernameyên TRT KURDİ dibûn, xayin îlan kir.

PKKê li dijî beşa ziman û edebiyata kurdî ya li zanîngeha, derket. Ew kesên di wan beşan de dixwendin xayın îlan kır.

Li dibistana zimanê kurdî bû zimanê bijarte û yê fêrbûnê. PKK li dijî vê jî derket, ji bona ku malbat zarokên xwe neşînin dersa zimanê kurdî ew tehdît kirin.

Karên din yên ji bona zimanê kurdî ketın rojevê jî, ji aliyê PKKê de hat red kirin.

Nûha jî PKK/HDP jî di nav de helwesteke din tê nîşan dan.

Gelo ew daxwazkar dê ji alıyê hikûmetê ve ji bona helwesta PKKê dê çewa cidî bên qebûl kirin?

Madem ku dezgehên kurd, partî û rêxistinên kurdistanê dixwazın ku karekî baş û li xêra neteweya kurd bikin, bi PKK/HDPê re tevgeriyan?

Ew nizanin ku siyaseta hıkûmetê li dijî PKK/HDPê çiqas tund e? Ew ji aliyê hıkûmetê de  terorîst tên nas kirin.

Gelo ew jî helwesta wan bêwate û qels nake?

Heta ew dizanin ku, hebûna PKK/HDPê dê bibe sebeb ku ew ji aliyê hikûmetê de wek mixateb neyên qebûl kırın.

Partî û rêxistinên Kurdistanê baş dizanin, ku zimanê kurdî ji bo PKK/HDPê ne girîng e, ji bona hikûmraniya wan wesıteyê (arac) e.

Hilbijartına herêmî nêzik dibe. PKK/HDPê dixwaze ku hemû kurdan li dora xwe bicivîne wek hilbijartina giştî. Lê dıyar e ku nikarê bi riya siyasetê wan bicivîne, bi riya ziman civand.

Ew, dê  bikare bikare di tîfaqê de xwe xurt nîşan bide.

Ev jî ji bona zimanê kurdî tewanek li dar xistine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev