NIMÛNEYÊN FOLKLORA KURDÎ

NIMÛNEYÊN FOLKLORA KURDÎ

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûduduyan me ji pirtûka Emînê Evdal a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Emê vê carê ji wê berhema zanyarî du berhemên folklorî raberî we bikin: ”Abram” û ”Nadîne”.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê di demeke kurt da wê bi saya sponsorîya welatparêzê hêja Mustefa Kilicaslan ji alîyê weşanxaneya DOZê da li Stembolê çap bibe. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 162

 

Abram 

Di wextekê da merivekî bi aqil hebûye, navê wî Abram bûye. Meriv wî wek Melek nas dikirin. Ew aqil û marîfat Melekê Taûs dabû wî.

Rojekê Melekê Taûs Abram dicêribîne. Ew emirî li se wî û xanima wî – Xetîceyê dike, ku ewana kurê xwe yê pênc salî – Îso bibine çiyayê Cûdî, ber agirê ziyaretî û wî qurbana Xwedê bikin.

Melekê Taûs bi dengekî nerm gazî wan dike û dibêje:

Abram, Xetîce, ez emir dikim, ku hûn lawê xwe bibine çiyayê Cûdî û ji boy navê min wî bikine qurban.

Dê û bavê wî lawî gava ev behs dibihên, bi xwe va diçin. Abram ji xanima xwe zûtir ser hişê xwe da tê, lê Xetîce demeke dirêj li erdê dirêjkirî dimîne. Xetîce hela ser hişê xwe da nehatibû, Abram kurê xwe – Îso hildide, dide pişta xwe û diçe serê çiyayê Cûdî, kurê xwe datîne ber êgir. Xetîce jî ser hişê xwe da tê, dibîne ku Abram û Îso ne li dora wê ne. Wê demê ew ser rûyê xwe pencerû dike, li serê xwe dixe, niqitkên xwînê ji rûyê wê dişirikin.

Em bêne ser Abram û Îso. Melekê Taûs nişkêva di qilxê teyrede da li wan dîyar dibe û dibêje:

-Abram, kêrê bigire destê xwe bona serê Îso jê bikî, wî bikî qurban.

Abram deng nake, kêrê hildide, dide ser situyê kurê belengaz, ku serê wî jê bike, lê Melekê Taûs carek din dike gazî û dibêje:

-Abram, ez ji te razî me, min tu cêribandî, tu di hindava min da helal î, ezê nehêlim tu kurê xwe serjê kî. Wî hilde û sax-silamet bibe mal, dayka wî niha danavî bû.

Abram şa dibe, zarê careke din dide pişta xwe, vedigere mal. Gava Xetîce kurê xwe sax û silamet dibîne, ji şabûna carek din dixeriqe, demek şûnda di ser hişê xwe da tê û bi zara xwe va heyr û hijmekar dimîne[1].

 

Nadîne

Wextekê di gundekî da du bengî diman, Nebo û Nadîne. Ewana gelekî ji hevdu hiz dikirin. Nebo dixwest bi Nadîneyê ra bizewicîya, lê ew bi xwe ji maleke destteng bû û dê û bavên keçikê jî dewlemend bûn. Nebo nikaribû qelenê keçikê bida û Nadîne bikira kevanî û bermalîya xwe.

Çareya Nebo tê birînê, ew diçe bal çiyayê Qeltaxçîyê, dua dike, gazî ruhên qenc dike, dibêje:

-Hey ruhên qenc, werine hewara min, bona ez û Nadîne bigihîjine mirazên hev.

Hema wê lezê çiyayê Qeltaxçîyê diqelêşe, ruhekî qenc jê derdikeve û dibêje:

-Nebo, here, tuyê bigihîjî mirazê xwe,- û destxweda betavedibe (winda dibe).

Nebo vedigere mal, dinihêre, ku mala wî ya berê tam guherîye, bûye qesir û Nadîne li wir rûniştîye, bê sebir li benda wî ye. Nebo gava dikeve qesirê, dibîne Nadîne xwe xemilandîye û ew ji xwe şerm dike. Nadîne radibe ser pîyan û Nebo hemêz dike. Ewana hev radimûsin û digihîjine mirazên hev[2].

Riataza

[1] Gotîye binecîyê gundê Karvanserayê Qanatê Hedir, xudanê vê berhemê sala 1935an ji zarê wî nivîsîye.

[2] Gotîye binecîya gundê Karvanserayê Aslîka Haco, xudanê vê berhemê sala 1948an ji zarê wê nivîsîye.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev