Rewşa sîyasî ya kurdan li Farizistanê -2

Rewşa sîyasî ya kurdan li Farizistanê -2

Me di 161 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa duduyan a berhema bi sernavê Rewşa sîyasî ya kurdan li Farizistanêraberî we bikin. Beşa pêşin me heftêya buhurî çap kiribû.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -162

 

Kurdên Erdelanê û Kêrmanşahê. Jimara kurdên, ku li ser axa van herêma dimînin, ji 200 hezar kesî derbaztir dibe. Li vir eşîrên mezin evên han in: Caf, Kelhor, Goran û Sencebî.

Di nav herdu eşîrên pêşin da gelek qebîlên mezin hene, ku ew jî di nav xwe da pareveyî li ser bera dibin û wana heta niha jî jîyana xwe ya eşîrtîyê ya bi sala û zemana parastine. Piranîya van kurda koçer in û tenê hinek qebîl riat in.

Jimara eşîra Caf weke 9 hezar malbet e. Ji wana ji nîvî zêdetir têne hesibandinê wek kesên bin hukumê hukumeta Tirkîyê da, lê di rastîyê da ew hukumê tu kesî nas nakin û zivistana li herêma Tirkîyê -Suleymanîyê dimînin, havînê jî li Farizistanê dijîn û biryar û qanûnên dîwana Farizistanê bendî tiştekî nahesibînin. Di dema hilgêr û dagêrê, ango çûyîn û vegera ji zozana, wexta ji Tirkîyê diçine Farizistanê û vedigerin, ewana li ser riya xwe talana dikin û herêmên ku dikevine ser riya wan, xik-xalî dikin. Hukumeta Farizistanê bona bikaribe gema van kesên hov bikişîne, dema koçerîya eşîra Caf eskerên ordîyê derdixe ser riya, lê ew jî karê nade, ji ber ku esker naxwezin çeka bi kar bînin, lê tenê bi zarê xweş dixwezin wan kurda aş bikin.

Perçê eşîra Caf ya hindiktir jîyana riatîyê derbaz dike û hukumê hukumeta Farizistanê nas dike, ji ber ku qebîlên wan yên biçûk di nav eşîrên kurdan yên mayîn û di nav turk-tetera da dimînin. Ewana heta baca jî didine hukumdarê Sennê, lê tevî amadekirina ordîya Farizistanê nabin. Hemû qebîlên eşîra Caf xwedî hespên kihêl in û bi çekên kevnare va hatine sîlihkirinê.

Kelhor bi jimara xwe va heta 10-12 hezar malbet in û li ser piranîya axa Kêrmanşahê, rex sînorê bi Tirkîyê ra, başûrê Zohabê dimînin. Ew jî mînanî Cafa pareveyî li ser gelek qebîla û bera dibin û jîyana koçerîyê derbaz dikin. Piranîya wan dema koçerîyê da arxayîn ji Farizistanê derbazî ser axa Tirkîyê dibe û vedigere, hukumê tu kesî nas nake û baca jî nade tu kesî. Ewana gelek cara bi talan û şêlandina va mijûl dibin û dema lazim bibe jî bi hevra derdikevine himberî hukumetê.

Eşîretên Goran (hetanî 10 hezar malbet) û Sencebî (hetanî 5 hezar malbet) niha pareveyî li ser gelek qebîl û bera bûne, piranîya wan jîyana riatîyê derbaz dikin, destdirêjaya mal û milkên xelqê nakin û usa ketine bin hukumê Farizistanê, ku hemû bacên xwe di wextê da didin, lê Sencabî heta serbazên peya jî didine ordîyê. Ev herdu eşîret bi saya serê sîyaseta hukumeta Farizistanê ya xapxapok usa rehet û dilpak in û gurra dîwanê da nin. Hukumet her dema hewil daye di nav eşîretên mezin da perçebûnê çê bike, wana rake rûyê hev û wana qet-qetî bike, bike qebîl û ber. Pişt ra jî hukumetê ew qebîl û berên biçûk bi axa wan va kirîye bin hukumê eşîreke mayîn, ku xurttir bû. Wek mînak, qebîlên kurdên Sencabî gelek cara kirine bin hukumê xanên eşîra Goran û eksî wê jî bûye. Ev cûrê han, ku qebîlên sist û biçûk bikine bin hukumê eşîrên xurt û mezin, an jî bin hukumê merivekî tenê, li Farizistanê tiştekî normal e.

Xênji vî cûreyî, hukumeta Farizistanê hewil daye li Erdelanê hukumê xwe bi awayên mayîn jî bide testîqkirinê, lê ew mecal û firsendên ku ewê bi kar anîn, ber ne dan. Wek nimûne, di salên 80î da ewê hewil da turk-tetera bîne li herêma kurdên koçer da bi cî û war bike, hela bona wana bi pereyên hukumetê gundekî mezin jî ava kir. Lê di vî karî da hukumet bi ser ne ket û ew hemû gundên, ku ewê paşê li der û dorên bajarê Sennê çê kiribûn, hema di salên pêşin da hatine talankirin û wêrankirinê. Kurdên koçer hemû mêrên wan gunda kuştin, lê jinên wan jî birine çiya. Niha tenê ji kelefeyên wan gundên mezin xuya dibin, ku wextekê farisa xwestîye bi destî binecîyên wan hukumê xwe li Erdelanê bide testîqkirinê(10).

Xênji van çar eşîrên kurda yên mezin, ku me bi nav kirin, li Erdelanê û Kêrmanşahê eşîrên biçûk jî dimînin, wek Benî-Erdelan, Osmanewend, Hewreman û yên mayîn. Ev hemû eşîr riat in, hinek ji wana (wek mînak, Benî-Erdelan) milahîm in, lê yên dinê -dizîyê û talana dikin jî, lê zirareke mezin nadine hukumeta Farizistanê, hinek baca jî didin û heta serbaz jî didine ordîyê.

 

Bona em gotina xwe ya derheqa kurdên Farizistanê da serhevda bînin, emê li ser van xala jî bisekinin:

1) Ji 600 hezar kurdên sunnî yên Farizistanê weke 260-280 hezar (kurdên riat yên Azirbêcanê, eşîrên Zerza û nîvê eşîra Mukrî, ku li devera Soûcbûlakê da dimîne, perçekî kurdên Caf, hemû Goran û Sencebî û qebîlên biçûk wek yên Erdelanê û Kêrmanşahê) bin hukumê hukumeta Farizistanê da nin û dîwana wê nas dikin.

Hema bêje ewqas kurd jî (nîvê Mukrîya, hemû Bîlbasî, piranîya Cafa û hemû Kelhorî) hukumê Farizistanê bendî tiştekî nahesibînin û ew nas nakin. Hukumet jî bi wê yekê va razî ye, ku ew tevlihevîyên mezin çê nakin, ji ber wê jî hindava wan da zorayê bi kar nayne. Weke 20-25 hezar kurd jî bin hukumê xanê Makûyê da nin.

2) Ew hemû eşîrên kurda, ku bin hukumê dîwana Farizistanê da nin, diçine eskerîyê, di ordîyê da qulix dikin.

Hukumeta Farizistanê sîyaseteke awa jî da pêş xwe: ji kurda taxbûran saz bike, ji ber ku ew kurd di ordîyê da amin bûn û bawerî bi wan dihat. Hukumeta Farizistanê ser wê bawerîyê bû, ku kurdên, ku di ordîyê da nin û dûrî eşîra xwe ne, dikarin xwe tam bidine karê ordîyê. Xênji wê, taxbûrên ordîyê diha pir bin hukumê hukumetê da nin, ne ku eskerên, ku di nav milîsên siyarî da nin, ji ber ku tenê wan çaxa gazî wan dikin, dema destbi şêr dibe. Û milîsên siyarî jî gerekê tenê ji wan eşîra bin, ku aminayî li wan tê û usa xuya bû, ku hukumeta Farizistanê aminaya xwe ewqasî jî bi kurda ne dianî.

Gorî malûmatîyên resmî kurdên Erdelanê û Kêrmanşahê 4 taxbûrên eskerên peya didine ordîyê (3200 serbaz) û jimara wan dikare heta 7 taxbûra jî zêde be û bigihîje heta 6-7 hezar serbazî. Gorî qanûnê, li Farizistanê her 5 malbet (mal) gerekê serbazek bida (kêm cara ji her 4 an jî 3 mala – yek). Ji bo me dijwar e em bêjin, ku taxbûrên kurda çiqasî amin in û herwiha em nikarin bêjin jî, ku jimara hemû kurdên serbaz di ordîya Farizistanê da çiqas e. Lê em gerekê wê jî bêjin, ku qulixkirina kurda di eskerîyê da hela nayê wê manê, ku ew welatparêzên Farizistanê ne. Haya kê ji hal û demên ordîya Farizistanê heye, ew zane, ku qulixkirina di eskerîyê da tiştekî formal e, kara wan ji ordîyê ra kêm e, ji ber wê jî hukumetê bi xwe piranîya taxbûra şandîye betlanê (tehtîl), lê serbazên mayîn jî ji alîyê serekên xwe îzina betlanê sitendine. Di van qeyde-qanûn û şert û qewila da qulixkirina di eskerîyê da tiştekî zehmet nîne û tiştekî ecêb nîne, ku kurd razî bûne qulix bikin(11).

3) Kurdên mayîn, ku dîwana serokatîya Farizistanê nas nakin, usa xuya ye, ku di dema şêr da wê bikevine nava ordîya Farizistanê bi hêvîya, ku wê çek û cebirxane ji xwe ra peyda bikin, lê para mayîn wê tevlihevî û xiringêleyên di dema şêr da bi kar bîne bona li navçeyên der û dorê xwe da bê tirs û xof talanê bike(12). Lê eger ji hukumeta Farizistanê ra li hev nehata ji wana milîsên siyarî saz bike, wî çaxî ewê zirareke mezintir bidana ordîyaFarizistanê. Em wê jî bidine ber çeva, ku eskerên tirka bi telîm-tora bûn jî, lê ji dest kar û emelên kurdên di desteya Wanê ya Faîk paşa da ketibûne belayê, ango usa xuya ye, ku eskerên ordîya Farizistanê jî wê nikaribin kurdên di nav xwe da aş bikin.

4) Em qet bawer nakin, ku ew pêwendîyên me yên berî şêr yên bi çend eşîrên kurdan ra, ku dûrî Pişkavkazê bûn û li Soûcbûlakê, Erdelanê û Kêrmanşahê diman, dikarin roleke mezin bilîzin. Ev eşîrên, ku hatine perçekirinê û şerê hevdu dikin, û herwiha di rûyê wê yekê da, ku bi fanatîkî bawerîya xwe bi serekên xwe yên dînî tînin û tam ketine bin hukumê wan da, kêrî hevraxeberdana nayên û bawerî bi wan nayê, ji ber wê jî em nikarin bi wan ra şerta daynin û bi hev ra bêne ser biryarekê. Wek hêz ew ji me ra ne lazim in, lê ew yek wê bê hesabê me, ku ew ji bo hukumeta Farizistanê tevlihevîyan û sergêjîyan çê bikin, ew jî ewê bêy helandayîna me bikin(13).

Ji wana zêdetir kurdên Azirbêcanê û xantîya Makûyê bala me dikişînin. Ewana bi çek û sîlih in, ji hemû kurdên mayîn rewşa sîyasî baştir nas dikin û bi Şehsiwana(14) û koçerên Qeredaxê ra tevayî dikarin bikevine nava taxbûrên siyarîyan yên Azirbêcanê, ji ber ku di ordîya wê da siyarî tunene, lê ew siyarîyên di nava milîsa da bin hukumê welî û hukumdarên Qeredaxê da nin, ku ji binecîyên Qeredaxê yên riat û koçer hatine berevkirinê, lê dîsa jî bi hêz û zoraya xwe va di hêla eskerîyê û şerkirinê da kêmî kurdên Makûyê ne (kêmî Şehsiwarane jî)(15).

Ji ber wê yekê jî gerekê guhdarîke taybetî bidine ser kurdên Makûyê û çevê xwe ji wana dûr nexin, pê bihesin çika ew bi çi çevî li hukumeta Farizistanê û xanê Makûyê dinihêrin û h.w.d. Lê ji bo wê yekê û ji bo wê jî, ku bizanibin çika rewş li xantîyê da çawan e, lazim e, ku rêçgerên (casûs) me timê li Makûyê bin(16).

Eger em nikaribin bi awakî aş pêwendîyan bi wan ra daynin, rêyeke dinê jî heye ku kurdên xantîya Makûyê (koçerên Qeredaxê yên mayîn û Şehsiwara jî, ku li ser sînor dimînin) mecbûr bikin di dema şêr da derbazî alîyê me bibin, qe na rehet bisekinin û alî farisa nekin. Ew jî ew e, ku em di dema şêr da nişkêva bikevine nava wana û wan hemû kesan ceza bikin, yên ku wê bi çeka rabine himberî me. Eva firsenda here baş e û di şerên buhurî da me ew cûre gelek cara cêribandîye û em bawer in, ku emê bi wî awayî bi ser kevin. Ew yek jî nêzîkî aqilan e, ku kurdên sunnî, ku dînê wan ji yên farisa cudatir e (li Tirkîyê ne usan e), wê di şêr da kara xwe bigerin, ango wê zêde pey berjewandîyên xwe yên aborî herin.

  1. Mision scientifique en Perse par J. de Morgan. Cild 2, Paris, 1895.
  2. Bi moral û saxlemîya xwe va ji kurda dikare eskerekî baş derê, lê tenê bi şertê, ku ew fêrî telîma eskerîyê be, û ew telîm jî di ordîya Farizistanê da hema bêje tune. Bêy wê yekê kurd, ku hînî jîyana koçerîyê bûye, nayê telîmkirinê û wek sunnî jî dijminaya tetera û farisa (şiîya) dajo. Ew yek destûrê dide em bêne ser wê bawerîyê, ku di şertên wan qeyde-qanûnan da, ku ordîya Farizistanê di nav da ne, bawerî bi taxbûrên kurda nayê. Wek mînak, di dema serhildana Ubeydulle hukumetê turuş ne kir wan taxbûra derxe himberî wê serhildanê, ji ber ku ditirsîya, ku ewê derbazî alîyê Şêx Ubeydulle bin. Lê di hêleke din da jî di bin destê me da ewqas malûmatî tunene, ku em bikaribin pirsa aminaya kurdên di nav ordîya Farizistanê da bînine ber çeva.
  3. Wek mînak, dema Şah Nasir-ed-Dînê rehmelêbûyî anîne ser text, gelek serekeşîr û giregirên kurda û lûra tevrakirin kirin, cî û warên der û dorê xwe talan kirin û şêlandin, Kelhora jî Zohab kavil kirin, paşê jî şewitandin.
  4. Bilî wê, bona em bi wan eşîra ra pêwendîyan daynin, bin detê me da malûmatîyên bi hûrgilî tunene derheqa jîyana hundurîn ya wan kurda da. Hilbet, em wê pirsê wî çaxî dikarin safî bikin, gava em hemû derecên jîyana Kurdistanê rind lê bikolin.
  5. Şehsewan (weke 62-65 hezar kes) ji eşîra bi esilê xwe va turk-teter in, ku hela di destpêka sedsala 17a da ji Tirkîya Asîyayê hatine Farizistanê (di dema Şah Abbas da) û ji bo warên jîyanê yên koçerîyê zozanên herêma Erdebîlê hilbijartibûn û ew Şehsewan heta niha jî li wir dijîn, havîna li bakûr û bakûr-rohilata berpalên çiyayê Sawelanê dijîn, lê zivistana têne besta Mûxanê, li deşta rex Arayê bi cî û war dibin. Pareke Şehsewana di dema zivistanê li besta çemê Darayûrt-çayê (Kara-sû) bi cî dibin, 40-45 kîlomêtra dûrî çavkanîya wî (ji çemê Erez heta fêza gundê Şekerluyê). Bi dînê xwe va musulmanên siîyane, kêm fanatîk in, bi rûsa ra dijminayê dajon, ji ber ku hukumera Rûsîyayê sala 1886a ne hîştibû ew di besta Mûxanê ya li ser axa rûsa da warê xwe daynin. Şehsewan rind çekdar in, piranîya wan xwedî bêrdangane, dîwana Farizistanê ya cî zêde nas nakin û gelek cara ji bo hukumeta Farizistanê sergêjî çêkirine.
  6. Binhêre “Hesabdayîna derheqa seredana serhing Şkînskî û çawîş Avêryanov berbi Azirbêcana Bakûr ya sala 1899a”, çapa sala 1900î).
  7. Di vî karî da em nikarin bi fikra serhing Karsêv ra qayîl nebin, ku ser wê bawerîyê ye, ku gerekê casûsên me timê li Makûyê û Ûrmîyayê hebin. Casûsên li Ûrmîyayê dikaribûn dîna xwe bidana hal û demên li temamîya Kurdistana Farizistanê û heta beşeke Kurdistana Tirkîyê jî. (“Zamêtkî o kûrdax”, ya serhing Karsêv).

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev