Bona bîranîna Têmûrê Lêșo Broyan

Bona bîranîna Têmûrê Lêșo Broyan

Serxweşî bo ronakbîrê mezin…

Eskerê Boyîk

Ji paytextê Ermenistanê, bajarê Yêrêvanê caweke pir xemgîn gihîște me. Yek ji ewledê gelê me yê dewra Sovêtê da herî binavûdeng, herî eyan û hêja Têmûrê Lêșo /Broyan/ çûye rehma Xwedê. Ew li gundê Elegezê, navça Aragacotnê, di malbetek navdar da hatiye dinê. Sê bira bûn: Şawo, Têmûr û Ezîz. Çawa gel dibêje, hersêk jî ser hevra bûn. Navê hersêka jî ne tenê Ermenistanê, lê temamîya welatê Sovêtê da bi kubarî dihate dayîn.

Têmûr di komara Ermenîstanê da wek hiqûqzanekî gelekî binavûdeng dihate naskirin.

Temamîya jiyana xwe serokatîya organên dad û dadwerîyê, hiqûqzanîya komara Ermenistanê da xebitî. Heta van salên dawîyê jî Serokatîya Komarê gelek pirs û pirsgirêkan da șêwra xwe bi wî dikirin.

Wî sê pirtûkên gelekî giranbiha pey xwe hîștin. Wan da gelek pirsgirêkê dîroka êla Sîpka /ew bi xwe ji qebîla Sîpka bû/, dîroka gundê Elegezê, nehîya Elegezê, bûyerên salên 1937-1999an li Komara Ermenistanê bûne hatine analîzkirin û șirokirin.

Akadêmîk, Kurdzanê binavûdeng Şekroyê Xudo, nivîskar Egîtê Xudo, prof. doktorê bijișkîyê Gêorgîyê Xudo , dersdarê emekdar Tîtalê Xudo, rojnemevanê hêja, xebatçiyê Radioya kurdî ya Yêrêvanê salên dirêj Mirazê Evdo xarziyê wî bûn…

Navê teva jî wek steyrkên geș di esmanê çand û kûltûra gelê me da diçûrisin.

Rehma Xwedê wan teva be.

Ji pey salên dirêj ra, vê havînê ez û pîreka xwe: Lûsîka Xudo vegeriyan Ermenistanê, Yêrêvanê. Berê ewlin em çûne dîtina wî. Me jê ra digot Xalê Têmûr. Ew xalê Lûsîkê yê helal bû û gelekî xarziya xwe hiz dikir.

Me dirêj xeber da. Ji çûyîna me gelekî kêfxweș bû. Extyarê 95 salî bi têgîhîștin, axaftin, çûyîn hatina xwe va Xalê meyî berê bû…

Me bawar nedikir…

Bîranîna wî wê time dilê heval, hogir, nas û dostan da bimîne.

Bira rehma Xwedê lê be.

Bira sere gelê me, malbetê, nas û dostan saxbe.

 

Di wêne da ji milê rastê, sê birayên binavûdeng û serbilindayên gelê me: Têmûrê Lêşo, Ezîzê Lêşo û Şawoyê Lêşo.

 

Ji alîyê Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA da: 

Me bi dilekî kovan ev behsa nebixêrîyê bihîst û em pir xemgîn in. Bira rehma Xwedê li ronakbîrê meyî mezin Têmûrê Lêşo be, ku bi saya serê wî miletê me li Ermenîstanê dihate naskirin û hezkirin. Em serxweşîyê didine malbeta ronakbîrê mezin, qewim û xêrxawezên wî, hemû nas û dostan, ku ji wî hez dikirin, qedirê wî digirtin û wî wek serbilindîya miletê me dihesibandin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev