Giranîya aborî ya diyasporayê bona Kurdistanê

Giranîya aborî ya diyasporayê bona Kurdistanê

Yûrayê Şamil Nabîyêv

 

Di pêwendîyên navnetewî yên nûdemê da gelek dewletên bi axa xwe biçûk û bi binerdê xwe va ne zêde dewlemend, faktora diyasporayên xwe bi kar tînin, ku li tevaya cihanê belav bûne.

Diyaspora xênji rola xwe ya sîyasî di karê berjewendîyên welatê xwe da, herwiha di karê piştgirîkirina aborî da jî roleke mezin dilîzin.

Pêşekzanên ku behsa vê fênomêna di nava sîyaseta hemcihanê da dikin, berî her tiştî nimûneya diyasporayên cihûyan û ermenîyan tînin.

Lê ne tenê dewletên biçûk helwesta diyasporayê bi kar tînin, lê herwiha dewletên cihanê yên mezin jî, wek nimûne Çînistan.

Diyasporayên kurdan yên pirjimar û di hêla aborî da xurt dikarin di hêla stratêgî da alîkarîyeke mezin bidine Kurdistanê û di hêla întêgrasîyakirina welatê kal û bavan di sûka hemcihanê da bibin pal û pişteke xurt.
Karsaz û yekîtîyên xizmetguzerên diyasporayê dikarin di karê amadekirin û pêkanîna projeyan da roleke giring bilîzin.

Pevgirêdanên çandî bi diyasporayê ra jî dikarin bona Kurdistanê kardar bin, ji bo: bi învêstîsyonên welatên dereke (ÎD) aborîya xwe xweştir bikin û tecrûbeya xwe bi kar bînin bona kardayîna karxaneyên nû bidine bilindkirinê; ji bo pêvajoya pêkanîna hevkarîya di navbera kompanîyayên Kurdistanê û navnetewî da bidine lezkirinê, bona fêrî cêribandin û têknologîyayên nû bibin.

Xwesma îdêya bikaranîna învîstorên ji diyasporayê balkêş e, ku wê di wî karî da bibin ”pêşeng”, ango ew învêstor, ku wê berî hemûyan bikevine nava sûka miletîyê, ku nû tê sazkirinê û bi wî awahî ewê bikaribin rê vekin bona diha zêde ÎD bên.

Îdêya kesên destpêkar bona bilindkirina femdarîya nûdemê pir giring e, ji ber ku her destpêkek zêde ne zelal e, ka encam wê çawa be û di hêla aborî da ewê çi karê û çi zirarê bîne.

Di rewşeke wisa da kesên destpêkar an jî rêberên karê sûkê roleke pir giring dilîzin di şuxulê xurtkirina aborîyê da.
Ew bo kesên di karê aborîyê da dibine nimûneyên bêhempa bona çavdayînê.

Ewana piştgirîya wê koma rêformîstan dikin, ku ji hukumetê dixwezin rêforman berdewam bikin, herwiha astengên li ser riya wan bidine hilanînê û piştgirîya reqabeta paqij bikin.

Himberî bazirganên aborî yên sade, ku di wî karî da dibine kesên destpêkar, bazirganên diyasporayê di rewşeke çêtir da nin.

Serdestîya wan ew e, ku ewana haydarên gelek tiştan in: xwedî çandeke mişterek in û di navbera bazirganên welêt û diyasporayê da pevgirêdan heye, û ev yek alî wan dike di sûkê da bigihîjine serketinan û karxaneyên nû yên tevayî bidine sazkirinê.

Nûnerên diyasporayê, ku dibin kesên pêşin ku wî karî destpê dikin, dikarin di paşdemê da bibin rêberên kar û ”xweşmêr”ên di warê xwe da.

Em wê jî bêjin, ku li cihanê gelek nimûne hene, ku emelê diyasporayê kareke mezin bo welêt tîne.

Diyaspora wek çavkanîya zanîna di hêla pêşketina aborî da û pevgirêdanan baş nayêne bikaranînê, lê carna jî karê wan bo çavgirtinê ye û bi kêfa wan va girêdayî ye.

Tiştekî ber çavan e, ku eger aborîya welêt bi serketî pêş dikeve, wê demê hewcedarîya piştgirîkirina diyasporayê namîne.

Sûkên şexsî û sêktora dewletê bi tevayî dikarin dema destpêkê pirsgirêkên binecîyan yên here giring bidine çareserkirinê.

Bona welatekî ewqas biçûk wek Kurdistana Îraqê ye, diyaspora dikare bibe serkanîya bo pêşketina aborîyê.

Eger diyaspora ewqas dewlemend û xurt e, ku dikare hebûneke mezin bike nava piştgirîkirina welêt, wê demê gerekê diyaspora bawer be, ku piranîya hebûna wan bo pêşketina bîznêsê ye.

Dikare wisa biqewime ku di destpêkê da nûnerên diyasporayê di karê rêkxistina învêstîsyonan da ber dijwarîyan bisekinin.

Eger tiştekî wisa biqewime, wê demê rêberên diyasporayê gerekê di nav hev da hevkarîyê bikin, pişta hev bisekinin, fondeke învêstîsyonan û banka pêşdabirina welêt saz bikin.

Dayîreyên wisa dikarin kardar bin bona piştgirîkirina kompanîyayên nû û kesên ku nû dest bi karê bazirganîyê kirine.

Hevkarîya învêstîsyon dikare alî bike, ku alîkarîya hûmanîtar diha bi aqilane bi kar bînin.

Ez ser wê bawerîyê me, ku rêxistinên diyasporayê û karmendên wan gerekê roleke zêdetir bilîzin di karê pêkanîna wan projeyan da, ku ji alîyê hukumeta DAY û Awropayê da têne fînansekirinê.

Ew yek dikare ser dereceya rêxistinên diyasporayê yên profêsyonal bê kirinê, ku wê bibin beşek ji Ajansa alîyê Pêşxistina Navnetewî ya DAY (USAID) û ajansên wek wan yên din, an jî dikarin ser dereceya teknevsan bin, dema şexs bi serî xwe tên welat, bona bibine şêwirmendê rêxistinên nehukumetî, dayîre û fîrmayên wê, ku bi karê nûjenkirina welêt va gîro ne.

Ev gotinên navdar yên Deil Karnegi tam ji bo diyasporayê hatine gotin: eger lîmoneke we heye, jê lîmonad çê bikin.

Nimûneyên Çînistanê û Hindistanê, Îzraêlê û Ermenîstanê didine xuyakirin, ku diyaspora dikare kareke mezin bide aborîya welatê xwe.

Serekwezîrê Hindistanê Narendra Damodardas Modî di dema sala pêşin a serokatîya xwe seredana welatên dereke dikir, herdem jî guhdarîya mezin datanî li ser sohbeta bi nûnerên diyaspora Hndistanê ra.

Ev yek bi sebebên obyêktîv têne şirovekirinê, berî gişkî sebebên aborî û civakî va.

Diyaspora Hindistanê, ku di 130 welatan da heye, bûye ya here pirjimar li cihanê, ji 27 mîlyon kesan derbaztir bûye, û rewşa wan a aborî li gelek welatan, xwesma li welatên Roavayê, her diçe xweştir dibe.

Li Hindistanê komîtêya hukumetê ya ser derece bilind heye, ku bi pirsgirêkên diyaspora hindîyan va gîro ye.

Karê wê ew e, ku bi strûktûrayên fermî yên wan welatan ra bikeve nava pêwendîyan, ku di wan da diyaspora hindîyan heye, û dema lazim be, alî wan bike.

Herwiha wezîreta karên hindîyan jî hatîye sazkirinê, ku li welatên der dijîn.

Li Hindistanê 9ê çileya paşin sala 2015an di bin banê hukumetê, bi tevgelîya karmendên dewletê yên ser dereceya bilind ”Roja diyaspora Hindistanê” hate derbazkirinê.

Ew ji sala 2003an her sal tê derbazkirinê û ew roja bîranîna vegera Mahatma Gandî ye ji Afrîka Başûr, ku sala 1915an qewimî.

Îro dereceya xwendinê a bilind bo diyasporayê pir giring e, ew di hêla zanyarî-têknologî da li welatên ew lê dijîn xwedî hukumê sîyasî û civakî ye.

Piştgirîya here mezin, ku ji diyasporê dihate Hindistanê, ew pêwendîyên bazirganî yên înformasyon, konsûltasyon û êkspêrtîyê bû.

***

Gotina ”diyaspora” bi xwe tê maneya ”ji hev belabûn” – yûnanên kevinare koma binecîyên xwe, ku ji welêt derketine bona kolonîyayên nû saz bikin, bi vî awahî bi nav kirine.

Diyasporayên niha encama penaberîyê ye, ku xwesma van dehsalîyên dawî di rûyê pêvajoyên globalîzekirinê da zêde bû.

Penaberî bi serî xwe bûyereke ne sade ye.

Di hêlekê va, penaberî, ku di encama wê da diyaspora dixuliqin, ji bo welêt kêmanîyeke berbiçav e: aqilmend û karkirên zane welatê xwe terk dikin, dewlet kesên vergî didin winda dike.

Di hêleke din va, li welatê ku penaber lê dihêwirin, kolonîya saz dibe, ku pêwendîyên wê bi welêt ra xurt in.
Di encamê da diyaspora saz dibin, ku welatê wan dikare ji bo kara xwe wana bi kar bîne.

Varyanta duduyan diha dijwar e, lê di eynî wextê da kardar e: bikaranîna hêza wan a fînansîyê û senayê.
Di wî karî da xwesma çînî pêş ketine. Diyaspora wan ya here mezin e li cihanê. Jimara wan li cihanê weke 40 mîlyon e.

Bi sedsalan ew belayî cihanê bûn, pêşî li Asîya Başûr-Rohilatê, dû ra jî li Awropayê û Amêrîkayê.
Wana li bajarên mezin warên xwe yên kompakt saz kirin, bi erf û edetê xwe jîyana xwe berdewam kirin, ku ji binecîyên qedîm dûr bûn.

Em wê jî bêjin, ku çînî ne mîna penaberên ji miletên din in, wana tu caran pêwendîyên xwe bi wetenê xwe ra ne birîne, hertim xwe perçekî miletê xweyî mezin dîtine, û xwe bextewar dîtine, ku ser axa xwe bimirin.

Penaberên çînî xwesma li Malayzîyayê gihîştine serketinên mezin.

Çînîyên hatî dikine yek ji çar binecîyên wî welatî û hema bêje tevaya aborîya welêt ew birêva dibin.

Rewş li Taylandê û li Fîlîpîna jî wisa ye, lê li wan welatan jimara çînîyan ne zêde pir e, lê karxane û bankên sereke di bin kontrola wan da nin.

Tê gotin, ku hema alîkarîya fînansî a ku çînîyên penaber ji welatê xwe ra dişandin, bûne bingehê pêşketina aborîya Çînistanê.

60 selefê învêstîsyonên di nava malhebûna Çînistanê ji alîyê çînîyên dervayî welêt hatîye kirinê, ew jî hema wê demê, ku Çînistan gelekî hewcê wê alîkarîyê bû, ji ber ku nû dest bi rêforman kiribû.

Gorî çend hesabkirinan, di nava deh salên pêşin yên rêformê çînîyan zêdeyê 800 mîlyon dolar kirine nava aborîya welatê xwe, ango KÇG (Komara Çînistanê a Gelî)

Mihacirîya Çînistanê, ku hela di dewrana kolonîal da destpê bûye, alî bi aborî û senayî pêşdaçûyîna wan welatan jî kir, ku ew lê hêwirîbûn, û li wir kêmbûna xebatkaran hebû.

Lê niha penaberên çînî li tevaya cihanê strûktûrayên diyasporayê yên bîznêsê yên xurt saz kirine.

Lê niha ji bo welêt a girngtir ew e, ku ji dîyasporê kesên zaneyê aborîyê bînine welêt.

Di rûyê zêdebûna mesrefên li ser karkiran, Çînistan hewil dide zanebûnên di hêla aborî da bi kar bîne.

Pêkînê rewacên hundurîn û rewşa sîyasî ya navnetewî da ber çavan û karê aborîyê pareveyî ser du beşan kir.
Bi karê diyasporê va wezîreta karên der mijûl dibe.

Pirsdanîna wan a sereke ew e, ku ji diyasporayê hêzeke xurt saz bikin bona bikaribin di hêla aborî da tesîr li ser wan welatan bikin, ku li wir çîn pir in.

Di paşdemê da ev komên bazirgan li welatên ku mihacirî wir bûne bi kûrayî întegreyî nava jîyana civakî-sîyasî û aborî dibin û dema firsend dikeve wan, berjewendîyên Çînistanê diparêzin.

Organeke dewletê a giring – Federasyona Penaberên Hemçînistanê – di nav kesên diyasporê da kadroyên profesyonal digere, ku welat gelekî hewcê wan e.

Pêkîn di xebata bi diyasporayan ra metodên ruhdarkirinê bi kar tîne, wek nimûne, di projeyên bîznêsê da serdestî dide wan, şertên taybet saz dike bo învêstorên dereke ku bi esilê xwe va çîn in û h.w.d.

Pêkîn ji berê va projeyên ku bi welatîyên dervayî Çînistanê va girêdayîne kurt dike û derbazî stratêgîya mezintir ya bi navê “ji dervayî welêt xizmetî welatê xwe bikin” dibe.

Bi vî awahî, guhdarîya sereke wê bê danînê li ser parastin û qewînkirina xwefemdarîya miletîyê ya diyaspora 50 mîlyonê wek bingehê paşeroja geş ya serketina Çînistanê di hêla sîyasî û aborî da.

Dewletên mezin, wek Çînistan û Hindistan, dikarin bêy piştgirîya diyasporayan jî pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Lê dewletên biçûk, ku binerdên wan ne zêde dewlemend e, diyasporayên wan dikarin roleke mezin bilîzin.
Carna bona welatên wisa hebûna diyasporayê rola sereke dilîze.
Wek nimûne, em dikarin diyasporayên Îsraêlê û Ermenîstanê bînin.

Li DAY diyaspora cihûyan pir xurt e, di nav wan da gelek rêxistinên cûrbecûr hene.

Diyaspora Îsraêlê bi aktîvî û fermî berjewendîyên Têl-Avîvê diparêze, û bi saya wê yekê, ku gelek cihûyên êtnîk di sîyasetê, bîznêsê û medyayê da hene, daxwezên Îsraêlê bi awayekî serketî digihînine cihanê û di nav komên Amêrîkayê yên serkarîkir da helwesta welatê xwe diparêzin.

Wek nimûne, Komîtêya Amêrîkayê-Îsraêlê ya pevgirêdanên bi civakê ra bi aktîvî kar dike û armanca wê ew e, ku sîyaseta Îsraêlê derbazî nava sîyaseta der a DAY bike.

Nûnerên diyaspora ermenîyan jî bi wî awahî kar dikin, ku Zbîgnêv Bjêzînskî wana bi nav kirîye wek komên êtnîkîyê yên herî serketî li DAY.

Li Amêrîkayê çend rêxistinên ermenîyan hene, ku di nav wan da yên berbiçav “Komîtêya ermenîyan ya miletîyê li Amêrîkayê” û “Assamblêya ermenîyan ya Amêrîkayê” ne.

Di herdu partîyan da – him a Dêmokratan, him jî ya Komarvanan – şêwrên ermenîyan hene, lê li Koçka Jêrin  Kongreya pirsên bi ermenîyan va girêdayî heye.

Serketina diyaspora ermenîyan bi wê yekê va girêdayî ye, ku dema hilbijartina serokkomarê DAY rola wan gelek e: ji ber ku piranîya ermenîyan li Kalîfornîyayê dijî û li wir di hilbijartinan da dengê 55 kesên hilbijêr heye, ku ewqas deng li tu warekî din yê Amêrîkayê tune.

Li Wezîreta diyasporayê ya Komara Ermenîstanê sîyaseta Hukumeta Ermenîstanê di hêla qewînkirina pevgirêdanên di navbera Ermenîstanê û diyaspora ermenîyan da (bi hemû rêxistinên ermenîyan yên çandî, xizmetguzerîyê, zanyarî, sendîkayan, îdêologî, yekîtîyên ruhanî yên cuda-cuda, medya û organên din, şexsên teknevs ra) di hêla pêşdabirina hevkarîyê, parastina miletîyê, organîzekirina karê penaberîyê û yên din di goveka pêwendîyên Ermenîstan-Diyasporayê bi dayîreyên dîplomatîyê ra têne derbazkirin.

***

Rol û kemala Diyasporayê bona Kurdistanê pir giring e, xwesma di hêla sîyasî, civakî-aborî û întellêktûal da.

Hevkarîya Diyaspora kurdan di hêla sîyasî da dikare karê propagandayê be bo gulvedana Kurdistanê, ango karê karmendên kurd yên sîyasî (xwesma ew kes, yên ku li welatên din gihîştine dereceyên bilind, bi nav û deng bûne).

Xebata propagandayê wê demê kardar e, dema ew gorî berjewendîyên miletîyê yên welat in, an jî bi kêmanî ne dijî wan berjewandîyan in.
Lê pirsên ku dijî berjewendîyên wî welatî ne, gerekê ser demekê bidine paş, heta rewş li welêt aram be û şertên navnetewî dest bidin.

Ango, bona pêkanîna karê propagandayê lazim e, ku her diyasporeke kurdan rewşa welêt a sîyasî bide ber çavan, çi ku ji destê wan tê bikin, bona ewlehî û aborîya welêt xweştir bin.

Bi bawerîya me ew kurdên, ku li welatên dereke û li rêxistinên navnetewî da ser qulixa bilind in, dikarin di hêla alîkarîkirina bo Kurdistanê, xurtkirina pêwendîyên sîyasî, aborî, zanyarî, çandî h.w.d. da roleke mezin bilîzin, hewil bidin li welatên dereke û di nava strûktûrayên navnetewî da nav û dengê Kurdistanê bilind bikin.

Di hêla karê propagandayê da Diyaspora dikare bi destî çapemenîya xwe û medyaya civakî, kovarên analîtîk û weşanên din berjewandîyên Kurdistanê di ragihandinê da biparêze.

Ew yek di hêlekê va wê propaganda tirkan-farisan-ereban ya dijî kurdan berbend bike, di hêleke din va jî wê bi awayekî serketî berjewendîyên kurdan di medya welatên dereke da pêş bixe.

Bi tevayî, di hêla sîyasî da karkirina Diyasporayê bona berjewendîyên Kurdistanê pir giring e, xwesma li wan welatan ku desthilata wan xurt e an jî tesîra wan di pêwendîyên navnetewî da mezin e.

Ew welatên wisan in, ku bi saya hêza xwe ya leşkerî û aborî dikarin tesîra berjewendîyên xwe bidine firekirinê, wê bigihînine Rohilata Nêzîk û li vir firsenda wan heye hukumê xwe bi kar bînin (Rûsîya, DAY, Çînistan, Fransîya, Brîtanîya Mezin û yên din).

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev