Hevpeyvîn li gel Dr. Kendal Nezan

Hevpeyvîn li gel Dr. Kendal Nezan

Hevpeyvîner: Ferîd Mîtan

Dr. Kendal Nezan:

“Enstîtûya Kurdî ya Parîsê parêzera çand, ziman û doza Kurdî ye”

 

Em bi navê Kovara Sormeyê, ji bo vê hevpeyvînê spasîya cenabê te dikin.

Em jî spasîya we dikin ji bo ku hûn cih didin şirove û nêrînên me, wan belav dikin û digihînin xwendevanên xwe.

– Dr. Kendal Nezan û Enstîtûya Kurdî ya Parîsê, du navên wisa ne ku êdî bûne wekî cotnavekî; yek bêyî yê din ne tê gotin, ne jî nivîsîn. Ji lew re dixwazim ji cenabê te bipirism: Enstîtûya Kurdî ya Parîsê çi dezgeh e; kengê, çawa û ji ber çi ava bûye?

– Enstîtûya Kurdî di Sibata 1983yan de hate avakirin. Di wê demê de, ji ber şerê Îran û Iraqê, şerê Sedam Hisên li dijî Kurdan, ê Rejîma Îranî li dijî Kurdan û derbeya leşkerî ya li Tirkîyeyê bi dehhezaran penaberên Kurd dihatin welatên Ewropaya rojava û pirsa Kurdî ketibû rojeva sîyasî ya Ewropayê. Lê tu dezgeheke Kurdî ya serbixwe nebû ku doza Kurdî, rewşa dijwar a gelê Kurd bi awayekî maqûl û nûjen bi raya giştî ya cîhanî bide naskirin.

Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ji bo bersivdana vê pêdivî û hewcedarîyê, bi piştevanîya hunermend û ronakbîrên Kurd ên navdar ên wekî Cegerxwîn, Yilmaz Guney, Dr. Nûredîn Zaza, Dr. Ismet Șerîf Wanlî, Prof. Qanadê Kurdo, Hecîyê Cindî, Osman Sebrî û Tewfîq Wehbî hate danîn. Hikûmeta Fransayê ya cenabê François Mitterrand jî ji alîyê sîyasî û dîplomatîk ve em parastin û alî enstîtûyê kir.

Piştî xebata deh salan, Enstîtûya Kurdî ya Parîsê, bi biryara fermî ya Serokwezîrê Fransayê yê wê demê, di 2yê Sibata 1993yan de, bû weqfeke di xizmeta berjewendîyên giştî de. Enstîtû sazîyeke çandî ya serbixwe ye, ne polîtîk û layîk e. Ji bo ku ronakbîr û hunermendên Kurd ên xwedî bîr û bawerîyên cihê, pisporên rojavayî yên cîhana Kurdî di bin banê xwe de kom bike û wan ji bo danasîn û pêşxistina doza Kurdî seferber bike hatiye avakirin.

Armanca Enstîtûyê her weha hişyarkirina civata Kurd e ku li ziman, dîrok û pêmahîya xwe ya çandî xwedî derkeve.

– Der barê xizmeta doza Kurdî de, bi taybetî geşkirin û nasandina vê dozê li Ewropayê, Enstîtûya Kurdî ya Parîsê çi xebat kiriye?

– Enstîtûya Kurdî, di van 35 salên dawîn de ji bo nasandina doza Kurdî li dervayî welêt û amadekirina rayeke giştî ya cîhanî ya dostê Kurdan gelek xebat kirine. Hin ji van xebatên girîngtir li ser malpera Enstîtûyê bi zimanên Fransizî û Îngilîzî hatine dîyarkirin. Wekî nimûne, me di sala 1988an de gazîyeke navneteweyî ji bo rakirina qedexeyîyên li ser ziman û çanda Kurdî li Tirkîyeyê, bi îmzeya 24 Xelatgirên Nobelê û nêzîkî hezar kesayetîyên navdar, senator û parlamenter ji gelek welatan amade kir û di rojnameyên mezin ên Amerîkayî û Ewropayî de belav kir. Vê gazîyê gelek deng da û piştî demekê Hikûmeta Tirk a Turgut Ozal gav bi gav ev qedexe rakirin.

Me di sala 1989an de yekemîn konferansa navneteweyî li ser Kurdan li Parîsê bi beşdarbûna şandeyên 32 welatan, Amerîka û Yekîtîya Sovyetî jî tê de, pêk anî. Partîyên sereke yên  ji her çar perçeyên Kurdistanê jî tê de beşdar bûn. Ev konferans bû destpêka navnetewîkirina doza Kurdî û yek ji encamên wê yên pêşnedîtî jî ew bû ku Kurd ji partîya SHPê ya Erdal Inonu ya ku li dijî konferansê rawestîyabû, veqetîyan û ji bo cara yekem di dîroka Tirkîyeyê de bi awayekî fermî ji xwe re partîyeke bi navê DEPê ava kirin.

Dîsa me di Sibata 1991ê de tevî Senata Amerîkayî li Washingtonê konferansek li ser rewşa Kurdan a piştî Şerê Kendavê pêk anî; ev konferans bi beşdarîya senatorên navdar Edward Kennedy, John Kerry, Nancy Pelosi, Claiborne Pell, Paul Simon û hwd… pêk hat. Ev senator bûn bingeha “lobî”ya Kurdî ya ku çend hefteyan bi şûn de raya giştî û hikûmeta Amerîkayê jî bo alîkarîya Kurdistana Başûr û danîna herêmeke Kurdî ya azad amade kirin. Di wê demê de rola sereke ya Fransayê ya François Mitterrand bû ku dostekî dilsoz û hêja yê doza Kurdî bû.

Di dema girtina parlamenterên Kurd, Leyla Zana û hevalên wê de, me li Parîsê bi beşdarîya kesayetîyên Ewropayî yên navdar komîteyeke navneteweyî ji bo azadkirina wan danî ku vê komîteyê doza wan bir asteke cîhanî.

Di van xebatan de “Dayîka Kurdan” Xatûn Danielle Mitterrand, gelekî alîkar bû. Gîyanê wê şad û cihê wê behişt be.

Ev xebatên me bi gelek awayan berdewam in.

– Xebateke we ya berbiçav di milê ragihandinê de heye, we çi kom û dezgehên ragihandin û rojnamevanîyê ava kirine û di roja îroyîn de çend dezgehên we yên ragihandinê weşana xwe dikin?

– Projeya me ya televîzyonê “Kurd1”ê, ji ber sedemên aborî piştî çar salên weşanê hat rawestandin. Niha li ser înternetê bi heman navî radyoyeke me heye û arşîva me ya muzîkê ku bêhtir ji berhemên muzîka klasîk a Kurdî pêk tê belav dike.

Wekî din, me di destpêkê de kovareke wêjeyî, bi Kurmancî, Soranî û Dimilkî bi navê “Hêvî”yê derxist. Hêvîyê di 1983yan de dest bi weșanê kir û heta niha 8 hejmarên wê çap bûne.

Her weha kovara me Kurmancî; kovara zimannasîyê ya șeșmehî ye ku her carê 3000 lib çap dibe. Kurmancî, encamên semînerên zimannasîyê yên ku her sal bihar û payîzê kom dibin, belav dike. 62 hejmarên wê yên ku heta niha çap bûne wekî ferhengeke ansîklopedîk, bi Kurdî-Tirkî-Îngilîzî-Fransizî çap bûne. Berê bîst û pașê jî çil hejmareyên pêșîn ên vê kovarê, wekî pirtûk çap bûne. Ev pirtûk 1396 rûpel e û xebatên wê mezin in. Di dawîya wê de, ferhengokeke çarzimanî ya ji 12.000 peyvan û îndekseke bi her çar zimanan pêk hatiye heye.

Dîsa kovareke me bi navê Studia Kurdica heye ku kovara zanistên mirovî ye; bi Erebî, Farisî, Tirkî û Fransî 8 hejmarên wê çap bûn. Piștî rawestandina vê kovarê, ji ber sedemên darayî, di sala 2000î de, Enstîtûyê kovereke din di warê zanistên mirovî de derxist. Navê wê Études Kurde e; kovar bi Fransizî derdikeve û xebatên lêkolînerên Kurd û rojavayî yên li ser Kurdan belav dike. Ev xebat di warê dîrok, ziman, wêje, jîyana civakî û çandî, sîyaseta rojane de ne.

Her weha, Enstîtû ji sala 1989an ve bulteneke mehane ya agahdarîyê bi Fransizî û Îngilîzî çap dike û wê hem bi rêya înternetê hem jî ya çapê ji pirtûkxane, lêkolîner û dezgehên çandî yên bijare yên bêhtirî 85 welatan re rê dike. Dîroka Kurdî ya 35 salên dawîn tevî bûyerên girîng ên çapemenîya cîhanî ya li ser van bûyeran di nav van bultenan de hatine belavkirin. Ev ji bo dîroknas û lêkolîneran çavkanîyeke hêja ye.

– Di warê piştgîrîya sîyasî û ya perwerdehîyê, her weha palpiştîya xwendekarên Kurd de, ji her çar parçeyan zêdetir, Enstîtûya Kurdî ya Parîsê destek daye Bakur û Başûrê Kurdistanê. Ji bo çi we ew giranî nedaye Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî?

– Dîyar e ku kêmanîya agahdarîyê bûye. Enstîtûya Kurdî her ji destpêkê de ji bo hemû beşên Kurdistanê xebitiye. Di salên 1980yî û heta şehîdbûna Dr. Qasimlo, di Tîrmeha 1989an de, doza Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê di rojeva raya giştî de bû. Me ji bo Kurdên Rojhilat gelek çalakî pêk anîn. Cenazeyên Dr. Qasimlo û hevalên wî yên şehîd, paşê yên Dr. Șerefkendî û hevalên wî yên şehîd ji Enstîtûya Kurdî rakirin û bi beşdarîya bi hezaran welatparêzên Kurd birin goristana navdar a Père Lachaisê.

Me li ser rewşa Kurdistana Rojhilat û ya Kurdistana Rojava çendîn konferans li Meclîs û Senata Fransizî amade kirin ji bo agahdarkirina raya giştî û ya parlamenteran.

Her weha, di bernameya me ya bûrsên xwendina bilind de, her ji destpêkê de me timî ji her çar perçeyên Kurdistanê xwendekar hilbijartine. Îsal ji 6 kesên hilbijartî 3 ji Rojhilat in. Mixabin ji ber rewşa şerê Sûrîyeyê û dijwarîya bidestxistina dîploman îsal me nikarîbû ji Rojava xwendekar hilbijartina.

– Di demên bê de, çi proje û xebatên we ji bo alîkarîya xwendekaran hene?

– Bûrsên me yên ji bo xwendina bilind hene, em didin xwendekarên Kurd ên ji Kurdistanê serî lê didin û derfetên wan ên xwendinê kêm in. Me heta niha dida xwendekarên çar beşên Kurdistanê, lê van salên dawîn em nema didin yên Başûrê Kurdistanê ji ber ku hikûmeta herêmê bi xwe bûrsan dide wan.

– Ferhenga Kurdî-Fransizî ku proje û xebata gorbehişt Kamuran Bedirxan bû, piştî wefata wî we berdewam kir û bi dehên salan ma heta amade bû û hat çapkirin. Sedemên dewamkirina xebata li ser vê ferhengê çi bûn û ji bo çi gelekî dirêj kir heta ku çap bû?

– Ferhengê bi xebata Mîr Kamuran Bedirxan dest pê kir. Mîr dixwast ferhengeke Kurdî-Fransizî ya berfireh amade bike ku tê de peyvên hemû devok û zaravayên Kurdî hebin. Di wê demê de xebata ferhengên Kurdî û zimanên Ewropayî kêm bûn. Di salên 1950-1970yî de, Mîr Kamuran ku li Zanîngeha Parîsê profesorê ziman û wêjeya Kurdî bû di ber gelek karên xwe yên perwerdeyî, sîyasî û dîplomasîyê re xebata xwe ya ferhengê jî bi pêș ve dibir. Hevjîna wî, xatûn Nathalie d’Ossovetzky ku arîstokrateke Polonî bû û bi gelek zimanan dizanî alî wî dikir. Gava Mîr di sala 1978an de wefat kir bi qasî 25.000 peyv berhev kiribûn û wergerandibûn Fransizîyê. Lê wî zanîbû ku ev xebat hêj nîvçe ye, ji çapê re ne amade ye. Destnivîsa ferhengê spartin min. Me xwast wê bi ferhengên Kurdî yên din temam bikin û çap bikin.

Lê piștî demekê me dît ku piranîya ferhengên heyî lîsteyên peyvan in, mînakên bikaranîna peyvan, wateyên wan ên cihê nadin. Ferhengeke bêmînak wekî îskeleta lașekî bêgoșt, netemam e. Me biryar da ku nelezînin, ji xebat û zanîna kurdînasên ji hemû navçeyên Kurdistanê kelkê wergirin û ferhengeke referans a li gor pîvanên zanistî yên Ewropayî amade bikin.

Em li gel du xwendekarên Mîr Kamran, Josefa Bertolino û Caroline Delassus, jinebîya Roger Lescot, Marlise Lescot, zimannas Xosrow Ebdullahî bi awayekî domdar û hejmareke Kurdên din ên ku li Parîsê dijîn jî hefteyê carekê dicivîyan. Bi vebûna Enstîtûyê, xwendekar ji hemû navçeyên Kurdistanê hatin Fransa û Parîsê. Xêra wan gihașt dewlemendkirina ferhengê. Paşê, di sala 1987an de civînên Koma Kurmancîyê dest pê kir; Piștî demekê jî yên Koma Vatê ya Kirdkî-Dimilkî bi beșdarîya nivîskar, zimannas û rojnamevanên van zaravayan. Di nav salan de bêhtirî 150 kes beșdarî van civînan bûn û peyvnasîya Kurdî dewlemendtir kirin.

Ferhenga me ji encamên xebatên komên Kurmancî û Vatê, ji gencîneyên wêjeya Kurdî ya nivîskî û yên zargotinî bi berfirehî sûd wergirt. Me ji hemû zarava û devokên Kurdî bi qasî 85000 peyv civandin. Dora 15.000 peyv heta pêlekê dubare ne, guharteyên hin peyvan li gor bilêvkirina cihê yên devokan in. Bi vê ferhengê, Kurdî bi 70.000 peyvên xwe wekî zimanekî gelekî dewlemend, hebûna xwe bi zimanekî Ewropayî yê sereke re nîșan dide. Ji ber vê xebata me dûr û dirêj ajot.

– Hevpeyvîna te ya bi Seyda Cegerxwîn re ku li ser ekranê KURD1ê hat weşandin, deng veda. We çawa biryar da ku hûn vê hevpeyvînê bikin, li ku derê û kengê we kir?

– Seyda Cegerxwîn yek ji hîmdar û damezirênerên Enstîtûya Kurdî ya Parîsê bû û ji bo vebûna enstîtûyê hatibû Parîsê. Di wê demê de bi xêra kamerayeke ku rehmetî Yilmaz Guney dabû me, me karî bi wî re wê hevpeyvînê çêkin. Hevpeyvîn bi temamî li ser Kurd1ê hate weşandin.

– Dîyar e ku hevnasîneke xweş di navbera te û Cegerxwîn de çêbû û te ew ji nêzîk ve nasî. Bi çend gotinan, ji kerema xwe re Cegerxwîn vebêje?

– Seyda Cegerxwîn ne bi çend gotinan ne jî bi çend rûpelan tê vegotin. Ew mezintirîn helbestnivîsê Kurmancîyê yê sedsala 20an, hostayê ziman û welatparêzekî mezin bû.

– Hevdemî dagirkirina Efrînê ji hêla Tirkîyeyê ve, tenê Fransayê destpêşxerîyek pêşkêş kir ku di navbera hêzên Kurdî û Tirkîyeyê de bibe navbeynkar. Tu vê helwestê çawa dinirxînî?

– Medyayên Ewropayî û rojavayî bi firehî cih da bûyerên Efrînê. Gelek rêxistinên civaka sivîl û kesayetîyan nerazîbûna xwe bi awayên cuda nîşan da. Lê Kurd ne xwedî dewlet in, nikarin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî. Fransa ev pirs bir Neteweyên Yekbûyî, lê hin dewletên wekî Brîtanyaya Mezin û Rûsya nexwest ku biryarek bê standin. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Serekkomar Macron bala Tirkîyeyê kișand lê vê yekê têrê nekir. Em hêvîdar in ku dengê raya giștî ya cîhanî di demên bê de bilindtir derkeve.

Dr. Kendal Nezan* Di sala 1949an de li bajarokê Farqînê (Silîvan) yê bi ser Amedê ve ji dêya xwe bûye. Xwendina xwe ya seretayî, a navîn û amadeyî (lîse) li Farqîn Amedê temam kiriye. Piştî wê du salan li Fakulteya Pijîzkîyê ya Enqereyê xwendiye. Paşê, ji bo fizîka nukler bixwîne diçe Fransayê. Li Zanîngeha Paris-Orsayê salekê maîtrise (master-1) dixwîne, piştî wê dîsa salekê DEA (Master-2) di warê fizîka reaktoran de, li Enstîtûya Zanistên Teknîkî yên Atomî ya Saclayê, li Parîsê dixwîne. Di encamê de têza xwe ya doktorayê li ser fizîka atomî dike û wekî lêkolîner li CNRSê (Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî) û Koleja Fransayê dest bi kar dike.

Li gel xwendina xwe û çalakiyên xwe yên pîşeyî, Kendal Nezan pir zû li rêyên parastina doza Kurdî jî digere. Gava xwendekar e, Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Fransayê û paşê jî Mala Kurdan ava dike, kovarên bi zimanê Kurdî yên wekî Ronahî û Azadî belav dike. Di 1974an de, di gel gelek ronakbîrên Fransiz ên wekî Jean-Paul Sartre, Simone de Beauvoir, Maxime Rodinson, Pierre Vidal-Naquet, Edgar Morin, Bernard Dorin û Gérard Chaliand  beşdarî avakirina Komeleya France-Kurdistan dibe. Ev komele, bi beşên xwe û beşdarîya medyayên Fransizî, di warê danasîna gelê Kurd li Fransayê de roleke serekî digerîne.

Di Sibata 1983 de, li gel bi dehan ronakbîr û hunermendên Kurd ên li sirgûnê yên wekî ronakbîr û dîplomat Kamuran Bedirxan, derhînerê sînemayê Yilmaz Guney, helbetsnivîs Cegerxwîn û hwd Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ava dike ku paşê di 1993yan de ji alîyê Hikûmeta Fransayê ya wê demê ve wekî weqfeke di xizmeta gel de tê nasîn.

Di dema Hikûmeta Michel Rocard de dibe endamê Konseya Neteweyî ya Zimanên Herêmî û Kêmneteweyan ku serokwezîr bi xwe serokatîya wê dike.

Di 2008an de, Kanala Kurd1ê ya televîzyonê ya ku bi Kurdî li Parîsê ji bo dîyaspora Kurd û Kurdistanê bi rêya satelîtê weşana xwe dike ava dike û çar salan birêveberîya wê dike.

Gelek nivîsarên Kendal Nezan di rojnameyên navneteweyî û Fransizî yên wekî Le Monde, Libération, le Monde Diplomatique û hwd de belav bûne.

Wî her weha Xelata Danielle Mitterrand a ku ji alîyê Weqfa France Libertés ve tê dayîn di 2015an de wergirtiye.

 

Ferîd Mîtan** Sala 1995an li gundewarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Enstîtûya Amadekirina Mamostayên Zimanê Kurdî qedandiye. Nêzîkî du salan sernivîkarîya beşê Kurdî yê Dezgeha Bûyerê ya Ragihandinê kiriye. Nivîsar û lêkolînên wî di gelek malper, kovar û rojnameyên Kurdî de belav bûne.

 

Çavkanî: Kovara ”Sorme”yê

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev