Melayê Bateyî û çîroka helbesta ”Qiblegeha Aşiqan”

Melayê Bateyî û çîroka helbesta ”Qiblegeha Aşiqan”

Mela Mihyedîn

Melayê Bateyî piştî nimêja mexrebê berê xwe ji mizgeftê dide malê. Jina wî jî wekî her rojê karê xwe yê malê kirîye û şîva xwe amade kirîye û li benda hevalê xwe sekinî maye ku bi hev re şîvê bixwin. Jina Bateyî wê rojê ji karê malê pir betilîye.

Dema Melayê Bateyî tê xanima wî diçe derî vedike û wî keremî hundir dike. Çawa dikeve hundir xanima wî bela xwe lê dide û dest bi gazinda dike. Dibêje: “Ez ji sibê heta êvarê karê mala te dikim, mala te paqij dikim. Xwarina te çê dikim, firaqên te dişom. Cilên te dişom û zarokên te xwedî dikim. Tu helbestvanekî jêhatî û mezinî li ser gellek tiştan tu helbestan dinivîsî. Çima carekê jî ji bo min helbestekê nanivîsî û nabêjî?”

Li ser van gazindê xanimê ev helbesta han ya bi navê “Qiblegeha Aşiqan” ya bi tam û bi lezzet ji devê Bateyî wekî ristên mircanê yek bi yek derdikevin.

 

Qiblegeha Aşiqan

Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şox bejn û bala kê yî tu
Bo Xwedê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu?

Dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘Eden
Nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
Gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
Ahûya deşta Tetarê rehzena aska xeten
Horîya baxê beheştê çav xezala kê yî tu?

Qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav
Hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav
Dax û kovana evînê sotî canê min tevav
Extera subha se’îd î reşrihana ta belav
Filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu?

Ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
Sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
Helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
Nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
Lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu?

Pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed
Min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed
Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
Qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed
Şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu?

Sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal
Xaleke wa l’gerdenê mîslê Berê Reş mah û sal
Sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal
Netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal
Laubal î çardexal î çardesala kê yî tu?

Şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam
Sed tilism û sihre tê da pêkve Suryanî meqam
Ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam
Horîya baxê beheştê tûtîya tawusxeram
Xeyrî Batey padîşaha min delala kê yî tu?

Bateyî ev helbest li ber helbesta Macînî nivîsandîye.

Yên berê evîna xwe û raza dilê xwe bi aweyekî nerm û xweş dianîn ziman. Ji wê rojê heta vê rojê ev helbesta Bateyî ya ji bo xanima xwe nivîsandî ji evîndaran re bûye qiblegeha evîna wan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev