Kinyaz Mîrzoyêv: Dilê min bona mirovatîyê dikute

Kinyaz Mîrzoyêv: Dilê min bona mirovatîyê dikute

Pirtûkeke delal ser kar û jîyana akademîsyanê kurd

 

Bi vê sernivîsarê, ji alîyê weşanxaneya ”Ұлагат” a Zanîngeha Qazaxistanê a ser navê Abay, bi zimanê rûsî berhemeke weke 200 rûpelî derketîye. Ango, jîyan û karkirina Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv ewqas dewlemend, berhemdar û dagirtî ye, ku kitêbeke ewqas pirrûpelê jê derketîye.

Amadekarên kitêbê rojnamevana profesyonal Lyûdmîla Makarênko û keça Kinyaz – Teymîna Mîrzoyêva ye, ku doktora bizîşkîyê ye û endama komîtêya alîyê xebata bi jinên kurd ra ya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” e.

Ji pirtûkê xwendevan pê dihesin, ku zanyar-rohilatzan Kinyazê Îbrahîm Karmendê Şerefê yê Komara Qazaxistanê ye, doktorê fîlologîyê, profêsorê Akademîya Navnetewî ya Zanyarî û Akademîya Zanyarîyên Xwezayî ye, bûye serwêrê kafedra Fîlologîya Rohilatê û prorektorê Zanîngehê, 50 salên jîyana xwe daye karê zanyarîyê û perwerdeyê. Wî heta niha 500 xebatên zanyarî û 30 pirtûkên ulmî dane çapkirin.

Kinyazê Îbrahîm endamê rêvebirîya Assamblêya Gelên Qazaxistanê ye, ku serokkomar Nûrsûltan Nazarvayêv serokatî lê dike û Kinyaz cîgirê wî ye. Ew herwiha serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang” e.

Piştî derketina vê kitêbê, Kinyazê Îbrahîm berhemeke delal ya zanyarî-edebî bi kurdî, bi du cildeyan, bi sernavê ”Kurd: Dîrok û dema nû. Mîrata kurdan a çandî” weşand.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev