Nameyên evînî -57

Nameyên evînî -57

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a pêncîûheftran e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Ez fikirim ku ji hezkiriyên xwe ji hemuyan pirtir ji Nura xwe hez dikim. Gelo ez xiyanetê li hezkiriyên din nakim? Eger dikim, wê demê ezê rojekê ji Nura xwe ra ji xiyanetê nekim? Lê rind zanim ku eger xiyanetê li te bikim, wê demê li xwe, li hemû hezkiriyên xwe, li jiyana xwe dikim.

 

***
Hinek kes çiqas guneh in… Em jî dibêjin em ji hev hez dikin, ew jî…

 

***
Tuyê ji hemêza min, ji maça min hîsên cuda texmîn bikî. Bawerîya te bi evîna min wê xurttir be dilê min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *