Diasporaya kurdî Pirtûkxaneya Online ava dike

Diasporaya kurdî Pirtûkxaneya Online ava dike

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 48

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 48an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, îro jî Civak û Sîyaset di çarçovaya bernameyên derbarê Diasporayên kurdan, pirs û pirsgirêkên kurdan li welat û dewletên biyanî yên li diasporayan dijîn, herweha derbarê damezirandina pirtûkxaneya online ya neteweyî u avakirina arşîva dîgîtal ya kurdî ji alîyê Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Kurdî, dike mijar û babetên xwe.

Di 19ê mijdare de, konferansa bi rêya înternetê ya Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Kurdî di gel nûnerên Federasyona Komeleyên Kurd ên Benelux, Hollanda, bi beşdarîya endamê civaka Kurd li Swîsre pêk hat.
Di konferansê de damezirandina Pirtûkxaneya Online gotûbêj kirin.

Konferansê pirsgirêkên têknîkî û qanûnî ji bo sazkirina Pirtûkxaneya Netewî analîz kirin û planek ji bo pêkanîna vê projeyê pêşniyar kirin. Pirtûkxane bi piştevanî û alîkariya Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Kurdî û çend kesên welatparêz û dildarên xwendina Kurdî ji endamên civaka Kurd li Swîsrê û Hollanda, ku herweha malperek Înternetî  ava kirin, hat amadekirin.

Ji her çar alîyên Kurdistanê û ji kurdên Sovêta berê gelek helbestvan û nivîskarên bê hempa derketine. Lê mixabin nasîn û xwendina van nivîskaran di civakê de qels e. Ji bo danasîna nivîskarên Kurd û belavkirina xwendina pirtûkên Kurdî, pêwîstîya pirtûkxanê, bi taybet pirtukxaneyek êlêktronîk pir giringe. Pirtûkxaneya Online herwiha hemû cureyên pirtûkên kurdî û matêryalên di warên dîrok, wêje, çand û rêzimana kurdî de dê li xwe bigire.

Niha koma Pirtûkxaneya Online li ser pêvajoya berevkirina matêryalan, koleksiyonên kovar û rojnameyan, berhemên nivîskar û helbestvanên klasîk û nûjen, belgeyên nivîskî li ser dîrok, nijad, ol, çand, kevneşopî û doza gelê Kurd di demên cuda de, bi zimanên cuda ên li ser Kurdan de heye, kar dikin, çapemenîya Kurdistanê tê dagirtin.

Dibê bê gotin, ku di Rûsya (YSSR) de, li ku jî hîmê kurdzanînê hatîye danîn, li ser pirsa kurdî lêkolîn û belgeyên girîng, hejmarek mezin pirtûk, rojname û kovar hatine belav kirin û ji ber vê yekê Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Kurdî dixwaze têkilîyên xwe vê dewletê re xurtir bike. Gelek pirtûkên kurdî li Bakûrê û Başûrê Kurdistanê têne cap kirin, derfeta herkesî tuneye wan pirtûkan dest bixe, ji ber ku destê gelekan nagihîjê û mirov bi xêra van Pirtûkxaneyên Online dikare pirtûkxaneyek mezin bi xwe re bigerîne û pêdivî li ku hebe li wir bikar bîne.

Ev bi rastî ji projêyeke neteweyî ye, ku di paşerojê de dê alîkariya bide zanyaran, siyasetmedaran, rojnamevanan, xwendekaran û hemû kesên ku bi mijarên kurdî ve mijûlin û ji bo karên xwe yên pratîkî bikar bînin. Bêguman, di dawiya dawî de ev hewldana hanê ewê xwendina Kurdî geştir bike.

Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Kurdî û Federasyona Komeleyên Kurd ên Benelux daxweza piştgiriya vê projeyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Her kesê ku dikare piştgirîyê bide vê projeyê dikare bi Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Kurdî û Federasyona Komeleyên Kurd ên Benelux re têkilî daynin.

Guhdaren delal, vê carê Bernameya Civak û Sîyaset van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî vê mijarê ve, li gel mêvanê bernameyê serokê Komela Çanda Karkerê Kurdistan li Hollanda KOÇ – KAK ê, ku yek ji demezirênarê Pirtûkxaneya Online ê ye, herwiha derbarê kar û çalakîyên Komeleyê di warê xizmeta doza Kurdî de, birêz Baran Boskan zelal dike. Divê bê gotin, Komela Çanda Karkerê Kurdistan li Hollanda yek ji 14 rêxistinên sivîl ya demokratîk e, endama Rewenda – Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Kurdî ye.

Berî destpêka hevpeyvîna me , ezê bi kurtî nasya we bidim jînenîgarya mêvanê bernamayê birêz Baran Boskan.
____________________________________________________________________

____________________________________________________________________

Baran Boskan kiye?

KURTEJÎYAN

Merd Baran Boskan di sala 1955 an de li gundê Helhelê girêdayê qezaya Hezroyê ya bajarê Amedê di maleke pir nefer de ji dayik bûye. Baran dibistana destpêkê li gund xwend, piştre ew çû Amedê, dibistana navîn û universîte li Amedê xwend.

Ew hêj ciwan bû di nav refê PDKT de cî girt. Ew di nav hemû pêlikên rêxistinî yê PDK yê de cî girt. Di xebata xwe ya sîyasî de tim girîngîyek mezin didan yekîtî û hevkarîya navbera rêxistinên Kurdistanîyan. Wî di vî warî de gelek xebat kir. Di salên 70 yan de tevgerên Kurdistanê li gor hêzên xwe vekirî û veşartî weşanên cûr bi cûr derdixistin. Di wan heyaman de PDK bi navê Xebat jî weşanek veşartî derdixist. Ew berpirsê çapkirina wê weşana veşartî bû. Weşan her carê li bajarek bi dizî dihat çapkirin. Her weha ew yek ji avakarên Radyoya Dengê Kurdistan ya Kurdistana Başûr bû, ku ew jî veşartî weşana xwe li çiyayê Kurdistanê pêşkêş dikir.

Weke gelek kadroyên tevgera kurd piştî derbeya leşkerî ya faşîst ew jî koçberê derveyî welat bû. Piştî jîyana 4-5 salên Sûrî û Libnanê ew jî ji neçarî derket Ewropayê û di sala 1985 an de çû Hollanda û wek penaberek li wê ma. Ew niha jî li Hollanda dijî. Baran tevî hevalên xwe ve Komela Çanda Karkerê Kurdistan li Hollanda KOÇ – KAK ê avakirin. Wan tevî hinek komeleyên Kurdistanîyan Navenda Kurdistanê avakirin. Wi di rêveberîya wan de bi aweyek aktîf cî girt. Di hinek kovar, rojname û malperan de mesaleyên wî hatin weşandin (Niştiman, Roj, Kurdnasîn, Netewe û hwd.) û di redaksîyona hinek ji wan weşanan de jî cî girtîye. Ew niha jî di rêvebirin û redaksiyona malpera www.netewe.com û www.arsivakurd.org de cî digire. Ew zewicî ye û lawek wî 28 salî heye. Di gel malbeta xwe li Hollanda dijî.

Birêz Baran re ji stûdyoya radyoya Ria taza li Holandayê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên rojnamager, berpirsê Komela Çanda Karkerê Kurdistan li Hollanda KOÇ – KAK ê Baran Boskan bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev