Di nav zargotin û dokumentan de fermanên Êzdiyên herêma Xerzan

Di nav zargotin û dokumentan de fermanên Êzdiyên herêma Xerzan

Kemal Tolan-Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê

Ez hergav dêjim, dîroka Êzdîyatiyê destpêka mirovatiya Mezopotamiyayê û bi taybetî jî xizna nasnama gelê Kurd e . Ezê niha zêde li ser vê „Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xaltiyan“[*1] ranewestim. Lê dixwazim bi kurtasî, hinek serpêhatiyên di nav zargotina me de mane û çend berhem-dokumentên ku bahsa fermanên Êzdiyên herêma Xerzan dikin bi we bidime danasîn.

Belê li gorî min, di rȗpelȇn hinek dîroka ku hatiye serȗbinkirin de jî tȇ xwanȇ, heta ku Ewrûpiyên hevalbendên dagirkerên Kurdistanê ne hatibûne nava desthilatdariya Osmaniyan, piraniya mîrek, beg, serokê konfederasiyon û eşîrên me Kurdan di nav civak, ol û herêmen xwe de xweser (otonom) bûne. ”[*1a-rûp.:7-19]

 

Mînakek:

Ji bo ku gelek xwandevan nikarin bi zimanê tirkî bixwînin, min ev mînaka ji tirkî wergerandiye ser Kurdî:

„Dewletê ji ber zahmetiyan nikarîbû wan herêmên li serê çiyan bike bin bandora xwe. Derdor û navça Șîrvanê a ku li ser herêma Diyarbekirê bû, hingê di bin bandora hêzên Êzdiyan de bû. Di vî wextî de Êzdî di van herêman de bi șiklekî serbixwe dijiyan. Her weha ev herêma bi hebûna madenê xwe jî gelekî dewlemend bû û hêza dewletê, a ku bikarîbûna ji wan fêde bikirina tûnebû. …“[*1b]

Jixwe eger ku, „desthilatdar û bazirganên me Kurden Êzdî, Asurî, Misilman, Elewî, Yarasanî, Ehlî-Heq, Şebek û hwd. jî di wextê xwe de zêde girîngî bidana bizava welatperwerî, nasnama xwe ya xwezayî û ew bi fatwa, nivişt, fahlik, çîrok û xewnên metîngehkaran nehatina xapandin, ewan jî ji bo berjewendiyên kes, malbat û dînê xwe yê nû zilm-zor li mîrek, serokeşîr (beg) û axayên Kurdperwer ne kirina û hestên dînê xwe yê nû, di ser yê Kurdîtiya xwe da negirtina, wê Kurdistan jî vêga mîna her welatekî rizgar bûna. ”[* 2-rȗpel: 285-289 û 2a]

Lê mixabin, „ji bo ku desthilatdarȇn Osamanî dikaribin bac û xeraca xwe, bi rehetî ji nava Kurdan bidine hevûdinê, ewan timî dijminantiya olî xistine nava gelên Kurdistanê, gelek serokeșîr, beg, axa û oldarên Kurdan bi rutba, nîşana û peran xistine bin bandora xwe.[*3 rȗpl.:305-307] .

 

Mînak :

  1. Binêrên li vê fermannameya ku Siltan IV Mistefa (1807-1808 -K.To.-) ji Mîrê Şêrwan Salihê kurê Budaq Beg ra dibêje:

– Tu û Mirad Paşa ji me re medenê derîn in (Medena Zêran ya gundê Madena Şêrwan Ş. Ep.) û her wisa çiqas Yezîdî li cem we hene koka wan biqelînin. Eger ku qeweta we bi wan nekevê emê ji we re wezîr û alîkarên din bişeynin. Eger tû hez bikî em ê tuxata te bidin te (yanê emê selahiyeta bê sînor bidine te Ş. Ep.) Eger tu hez bikî emê te li ser medenê û tûxata bidin seknandin”[*3a].

 

  1. Şerê „Şêx Mîrzayê Anqosî (1828..?)

……..

Wezîro, wezîro oyo,

erê wezîrim rabe, iro li Doqatê Fermane

rabe li Stenbolê Cumeatê xwe ji bext avîtin,

li ber rêzê xwendekarê dînê Îslamê oy oy,

 

Lo lo wezîr wezîro oyo

xopana Kelê sara Diyarbekirê,

bişewite dê Kanîne

ezê nakewime ber kuştina,

bavê Hesen û bavê Melo,

Şêx Hesen, Şêxê Anqosiya,

berxê koza Êzîdi, xortê nûhatî,

ezê ketime ber wê yekê kuçîkê,

koçerên van Medîyan û Keçkoriya,

îro sê roj in li zozanê jorin lê ser

pez û berxê me danîne.

ax wezîr yir » [berdewam di *1a-rûp.:66-68 de]

 

  1. „Şerê Delan (1830)

Heyla dayê Delane
Heyla bavo Delane

Şerê Xortên Neqîbiyan û
Dewrêşê mala Dewrêş begê
Xweştire ji şerê ga û berane
Ezê bi diyarî Delana Başo diketim,
waye li ber taht e,
Min dî eskerê mala Dewrêş begê hat û girane,
ewanê derbekê dane li Hemo, Sîno û Xaço
azbata bavê min rebenê anîne ber mîratê.
Ezê piştî xortên Êzîdiyan, Peyayên Neqîbiyan
Çi bikim ji terş û talanê giran, malê dinyayê” [berdewam di *1a-rûp.:54-56 de]

 

4. “Şerê Erenzê

Rindê digo: Edlayê

Erenza Şêxan bişewite bi darê tere

Erenza Xopan bişewite bi darê tere

Hesabê Cibo hatiye li Kela Rimêlê,

bi tevlî koma Şêxên Ereban û eskerên:

Eynikê, Eyndarê, Eynkafê, Eynberanê,

çiqas Hecî, Sofîyên Xerzan, Xiya û Bekiran

hemû anîne bi xwere.” [berdewam di *1a-rûp.:44-46 de]

 

  1. Şerê ”Keşîş Polo û Miçoyê Îsa (Mîrza Axa-1830-34)

Ber Ridwanê çem dikişe

Eskerê Şêx Qasim xwe da nave

Mîrzê Axa û Keşîş Polo ê êgal lê kirin gazî:

Me hezar siyarê we dane ber rimane“

 

  1. “Kelo di bin Miçoyê Îsa da nore-nor e

Keşîş Polo dike gazî, dibê:

Reşîd Paşa, paşayê xezebê,

Min duh va ji te kuştiye

Hezar û pênc sed eskerê ser bi

Keskî, ser bi por e“ [berdewama van di *1a-rûp.:47-48 û 56-60 de]

 

  1. Şerê „Kolosê Aqo

(yê ji binemala Zoroyê Mîrza Axa ye. Mixabin serpêhatiya vê malbata Êzdî hê jî bi tamametî ne hatiye lêkolînkirin.)

Lê hayê hayê hayê

Ezê bi hafa Şimza bavê Misto diketim,

waye di kortê de,

lê hayê rê di nav gund de

………

Fatimê digo :

Koloso lawo !

ne carê min digote te,

tuyê berê xwe nedî Ozmanê Emer,

ji dilê bavê Wezîr dernayê heyfa Gaza Şorikê,

ya çemê Delan, warê Şêxevinda.

Kîna Ozmanê Emer kîneke pir kevne” [berdewam di *1a-rûp.:52-53 de]

 

  1. Şerê ”Nemirê Mîrza I (1856?)

Baximza bavê Eyo li serê rezan û baxan

Leşkerê Qewaz başî, mîrê Licê û Banekan,

leşkerê dewleta Nefî amê û Reşît Paşan

bihevre êrîşeke giran birine ser herdû taxan.”

……………………………..

  1. Şerê ”Nemirê Mîrza II

Hewê digo:

„Lê Sêvê dahê, wayê li min wayê,

peya yekî bi dengekî nerm digote:

„Nemirê axê, bavê min silav li te kirine,

û digo: sebra min di hepsa Betlîsê de nayê.“ “[berdewama van di *1a-rûp.:61-63 û 1c de]

iltan û paşayên Osmaniyan dûre jî, tevî wan Kurdên îxanetkar û bi alîkariya şêwirdariya hevalbendên xwe yên Ewrûpî-”[*4-rûp.:40-48,248-277 ], bi navê „Allah! Allah! -” êrîş kirine ser xelkê Mesihî, Ȇzdî ȗ Kurdȇn welatperwer, yên ku hîna li derdora „Jesid –hane-suj- [*4 rûp.:260]“ –ava Êzdîxane [nexşa di [*1-rûp.:33de] , a di nav herêma Xerzan“Garzan“ê de mabûn.

Dîsa „HGvM.“- [*4a rûp.:28] de dêje, “Dû sal beriya vêga (di 1847 de k.t) begekî Kurd sê Qewalên Êzdiyan yên ku merivên qewal Usiv bûne, li nêzî bajarê Betlîsê, bi torpîlê kuştine û Şerîf Begê (waliyê dewletê) jî dest daniye ser dokument, çiqas xêr û xêrata ku Qewalan ji nava eşîrên Êzîdiyên li çiya û li bakurê Ermenîstanê diman dabûne hevûdin. Kolixên dewletê bi bêqanûnî zar û zêçên Êzîdiyan difirotine hevûdin .“ [*1-rûp.:13de]

Vêca gelek ji we dizanin ku, gelek nivîskar û lêkolîneran jî di berhemên xwe[*5]de dane xwanê ku, siltanên Osmaniyan û hevalbendên wan yên Ewrûpî, timî ew serokeșîr, axa, beg ȗ oldarȇn Kurdan ji bo berjewendiyên desthilatdariya xwe bi karanînine.

Her weha min jî, di nav rûpelên temamiya berhemên xwe de[*1,2,3 û hwd.], gelek zilm û fermanên ku li da/bapîrên me Kurdên Êzdî hatine kirin, tomar kirine. Ezê niha jî, vê bîranîna ku rûspiyekî Êzdî[*6], bi devê xwe ji min ra, li ser fermana Fetah begê Xerzan û Êzdiyên gundê Batranê (di nav herêma Xerzan/Misircê de ye (navê Batranê bi Tirki: Yellica Köyü ye) pêşkêşî zanîna we hêjayan bikim!

Rûspiyê Êzdî dêje:

„Rojekê dema heft feqî (şagirtî û dadnasê şerîeta îslamê–k.t.-) ji Zoqê (Yanarsu Köyü-k.t.-) diçin, dibînîn vaye ku extiyarekî Êzdî yê ji gundê Batranê, tevî sebîk (nebî)ê xwe, di nav rez de rez dikesirînên. Feqî ji hevra dibêjin, werin emê vêga vîyê Êzdî li virê bikujin û destê xwe kesk bikin.

Gava feqî vê bîryarê bi deng ji hevûdinê ra dêjin, guhên yê extiyarê Êzdî giran bûye û dengê feqîyan ne bihîstiyê. Lê dengê feqîyan diçe nebîyê extiyar. Lawik hima di cî de bazdide diçe, li gundiyan dike hawar û dêje; Haware werin feqîyên îslamê dixwazin kalikê min bikujin.

De di vî wextî de, 80 misas (darê ku cotkar gayên cot pê dajon-k.t.-) ji gundê Batranê de derdiket. Heta ku gundî gazî havûdinê dikin, bi hawara yê extiyar ve tên, dibînin vaye feqîyan extiyar xeniqandine û çûne.

Dûre Fetah begê mîrê Xerzan û tevî hêza xwe jî tên êrîşî ser gundê Batranê dikin. Heft roj û şevan nehîştine kesek bê gund û ji gund derê…

Hingê kalikê min sê bira bûne û ji hev ra dêjin, heyran ha çênabe! Kî mêwa xwe dibên rûnên û yê Tawisî Melekê xwe divên rabin. Dû birayê kalikê min dêjin, heyran bi Xwedê, emê li ser mêwa xwe rûnên, bisilman bivin û ji ser milkê xwe barnakin. Lê kalikê min radibe ji Batranê direve tê, xwe li Êzdiyên gundê Qinaskê (Avcilar Köyü- k.t.) digre û mala me dû re ji wir jî hatiye gundê Bazbûtê (Atbaği köyü-k.t.)………“ [*6].

Jixwe, di van her sê belgenameyên ku di[*6a] de hatine weşandin de jî xwanê dibe ku Padîşahê Osmanî, Walîtîya Bedlîsê û Şêxên Zoqeydê tevî mirîdên xwe yên wê demê (sala 1885-1887), bi hevûdinê ra gelek tadeyî, zordarî û heqaret li Êzdiyên şêniyên Batranê kirine. Batranîyan ji ber neçarî û bêçaretîyê, hedîye- xelatên walîyên Osmanîyan û kincên alimên misilmanîyê (şêxên wê demê) girtine. Ewan ne bi reza dilê xwe dev ji bawerîya xwe berdane, mizgeft û misilmanî pejirandine.

Her wisa di fermana Êzdiyên Basa ya sala 1915an [*1 rûp.:69-70 û 7] û „komkujiya 38 Êzdîyên ji gundê Șimzê -1915/17 de“ [*7a] de jî xwanê dibe ku, Padîşah-walîyên Osmanî û serokeşîrên Kurd yên paşverû bi hev ra Êzdî qirkirine.

Weke ku hûn dibînin kul, derd, êş û ziyanên Fermanên me Êzdiyan û yên tevaya pêkhatiyên Kurdistanê, hew bi gotin û nivîsnadinê têne şîrovekirin.

Lê hêvî dikim ku, piraniya rewşenbîrên Kurd, wê bêbextî û îxaneta wan mîrek, beg, axa, şêx, mele û serokeşîrên Kurd, yên ku destên wan di xwînrijandin û komkujiyên fermanên Kurdên azadîxwaz û welatparêz de hebûne, hîn baştir zelal û şermezar bikin.

Her weha „em timî rêzê li keda hevûdinê bigrin û emeka kesî hinda ne kin!“ https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/2203472979868371

 

*Çavkanî:

  1. Kemal Tolan, Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xaltiyan – http://dirokurd.blogspot.com/2017/12/diroka-kurden-ezdi-yen-welate-xalta.html,

1-a Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne, 2000 Oldenburg. https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998093315863&set=picfp.100006170713219&type=3&theater

1-b https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1848000255415647

Berdewam binêren li çavkaniya bi zimanê tirkî:

-TANZİMAT ÖNCESİ OSMANLI DEVLETİ’NİN DOĞUDA MERKEZÎLEŞME ÇABALARI-http://acikarsiv.ankara.edu.tr/browse/5732/Fatih_Gencer_Merkeziyetci%20Idari%20D%C3%BCzenlemeler%20Baglam%C4%B1nda%20Bedi.pdf

1-c Divê em Kurd dîroka xwe ne li goriya çavkanî, dokument û arșîva dagirkirên welatê xwe binivisîn!

https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1796403233908683

  1. Kemal Tolan -NASANDİNA KEVNEŞOPÊN ÊZDİYATİYÊ II 2012

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998096649196&set=picfp.100006170713219.1760860727462934&type=3&theater

2a-                 Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra ÊŞÎRA REȘÎ –REŞAN-1
https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/2084824491733221
Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra ÊŞÎRA REȘÎ –REŞAN-2
https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/2086116708270666
Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra ÊŞÎRA REȘÎ –REŞAN- 3
https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/2092226790992991

  1. Kemal Tolan, NASANDİNA KEVNEŞOPÊN ÊZDİYATİYÊ, Weşanên PÊRÎ (ISBN 975 – 9010 – 55 0) Kadıköy / İSTANBUL. 2006 .

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998089982530&set=picfp.100006170713219.1760860727462934&type=3&theater

3a  Şakir Epözdemir , https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1848000255415647

  1. Helmuth Graf von Moltke (HGvM.k.t.)- Briefe über Zustände und Begebenheiten in der Türkei aus dem Jahren 1835-1839, Berlin 1841.

Helmut von Moltke; -Versamelte Schriften und Denkwürdigkeiten. Berlin. 1892. Band.2.Seite: 293-

  1. [Kemal Tolan, JI DÎTIN Û PÊNÛSÊN ŞAHIDAN –

http://krd.riataza.com/2016/07/09/ji-ditin-u-penusen-sahidan-1/

http://krd.riataza.com/2016/07/16/ji-ditin-u-penusen-sahidan-2/

http://krd.riataza.com/2016/07/21/ji-ditin-u-penusen-sahidan-3/

Austen Henry Layard, Nineveh und Babylon (Nebst Beschreibung seiner Reisen in Armenien, Kurdistan und der Wüste. Übersetzt von J.Th.Zenker. Mit Bildern des Leipzig Dyk. (1855)

James Brant, 1838 Yazinda Kurdistan-istanbul 2014

M.S.Lazarev–Pirsa Kurdan (1891-1917)- Weşanên Roja Nû:49. Stockholm 1999. Wegera ji rûsî: Têmûrê Xelîl.

John S.Guest, Yezidilerin Tarihi,2001 istanbul.

Sinan Hakan -Kürtler ve Kürt Direnişleri 1817-1867 / Osmanlı Arşiv Belgelerinde

Osman Aytar– Hamidiye Alaylarindan Köy Koruculuguna .Istb.1992

Mehmet Raif Söylemez, Yezidi inancinda Melek-i Tawus -2015 Avesta.

Mehmet Saki ÇAKIR- Yezidilik -2007 , Gotara- ŞEYH ABDURRAHMAN-I TÂĞÎ VE NORŞİN TEKKESİ’NDEN YAYILAN KOLLAR- http://dergipark.gov.tr/download/article-file/335369

Prf.Dr.Ahmet Taşğin, Yezidiler- 2005, Türkiye Yezidiler Bibliyografasi-2014.

Xerzî Xerzan, Mîrza Beg (Mîrzikê Zaza) ê Ridwanê (II) -Dîroka Êla Xaltiyan-

https://www.facebook.com/notes/xerzi-xerzan/m%C3%AErza-beg-m%C3%AErzik%C3%AA-zaza-%C3%AA-ridwan%C3%AA-ii-d%C3%AEroka-%C3%AAla-xaltiyan-/184887718338735/

û hwgd.]

  1. Kemal Tolan, Hevpeyvîna bi rûspiyekî Êzdî ra (nav û dengê vî rûspiyî li ba min in).

Ev wênen kilîpê ji ber https://www.google.de/search?q=yellice+k%C3%B6y%C3%BC+batran&safe=active&source=lnms&tbm=isch&sa=X&ved=0ahUKEwiQuK6_qdHeAhUlNOwKHXeiD6s4PBD8BQgPKAI&biw=1680&bih=859#imgrc=mhJahlY5pfYyWM: hatine berhevkirin.

6a- Amed Gökçe, Osmanli ve ingiliz arşiv belgeleri-istanbul 2012 rûp.: 44-46

Gelek spas ku lêkolîner, dîrokzan û nivîskarê rêzadar Xerzî Xerzan, naverokan van belgenameyan bi kurtasî wergerandine ser Kurdî.

  1. https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1966517893563882 ,

https://www.facebook.com/notes/xemxare-ezdi/dilxwe%C8%99-im-ku-b%C3%AEran%C3%AEn-%C3%BB-berhevkirin%C3%AAn-min-dibine-bing%C3%AAh%C3%AA-mijar%C3%AAn-konferans%C3%AAn-%C3%AAzd/1946231932259145/

7a-   Kemal Tolan, Serpêkhatiya 38 Êzdiyên ji malbata Misto

http://krd.riataza.com/2017/07/22/serpekhatiya-38-ezdiyen-ji-malbata-misto/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev