
Îrec Mêhrbexş, masterê zimannasîyê
Destpêk: Gelek zimanên dinyayê ji alîyê parastina dengê “r” ve dibin du cure:
- ên r-parêz (rhotic)
- ên r-avêj (non-rhotic)
Peyva rhotic ji rho ya Yewnanî ku navê dengê “r” ye, hatiye girtin. Devokên r-parêz di hemî cihên peyvê de (destpêk, nav û dawîya peyvan), dengê “r” diparêzin lê ên r-avêj piranî dengê “r” ji bilî dema ku dikeve pêş dengdêra navika kîteyê, bi lêv nakin û di cihê pişt navikê (postvocalic) de, yanî di dûvika kîteyan de (coda), çi di dawîya peyvê de, çi jî di nava peyvê de û pêş dengdarekê, nayê bilêvkirin û bi cihê wê, dengdêra heman kîteya ku “r” tê de ye, ji bo tijîkirina valahîya cihê “r”, tê dirêjkirin (compensating lengthening). Di gelek zimanên dinyayê de devokên bi vî awayî hene. Mînaka herî berçav Ingilîzî ye ku devoka r-avêj a wê di başûrê girava Ingilistanê û Ostiraliya û her wesa hin beşên rojhilat û başûrê Amerîkayê tê axaftin. Zaraweya Azerî ya Tirkî jî di gelek deveran de r-avêj e.
Em vegerin ser devoka Şikakî.
Şikakî devoka di navbera Ûrmiye, Şemzînan, Başqela û Selmas û derdora wan de ye. Ev devok bi navê êla Şikak hatiye navkirin û hin kesan di mijara devoknasîya Kurmanjî de, bi vê devokê amaje kiriye (wek mînak, Dr. Kemal Fuad, Murad Ciwan hwd).
Ev devok di navçeyê de, ji bo bilêvnekirina dengê “r” bi navûdeng e. Xebat li ser vê mijarê nehatiye kirin û ev taybetîya wê nehatiye rûkirin.
Şirovekirina devoka Şikakî ji alîyê r-parêzîyê (rhoticity) ve: Şikakî jî wekî zimanên din yên r-avêj bi du qayideyan dengê “r” jê dibe û bi cihê wê dengdêra berî wê dirêj dike da cibrana dema asayî ya bilêvkirina peyvê bike û herwesa ji bo ku tev peyvên din neyê tevlihevkirin.
Qayide ev in:
- Dengê “r”, çi dema dikeve pêş dengdêreke di heman kîteyê de, bi lêv bike.
- Dengê “r”, çi gava dikeve dûvika kîteyê an pêş dengdarekê, bi lêv neke.
Em dizanin ku Kurdî du cure deng ji bo tîpa “r” hene. “r” ya nerm an sivik (flap) û “r” ya req an qelew (trill) ku hin caran bi du “r”yan anku ‘rr” tê nîşandan. Avêtina “r” di Şikakî de, tenê dingê “r”ya nerm dike amanc û “r” ya req nakeve ber vê diyrdeyê de.
Hin mînak:
sar | s ɑ: |
kirbît | k ɘ:bît |
erd | ʔæ:d |
kurd | kw ɘ:d |
lê “r” ya req her wek xwe dimîne.
sirr |
perrok |
kerr |
serrak |
Ji ber ku “r” ya destpêka peyvan hertim “r” ya req (trill) e, “r” çi carî, di destpêka peyvan de nayê avêtin û hertim tê bilêvkirin.
- Di dema vekîtandina peyvan de eger “r” bikeve piştî dengdêrekê, ew “r” êdî nabe destpêka kîteya din, belku dibe dûvika kîteya pêşîn û nayê bilêvkirin, lewma divê wesa neyê hesibandin ku “r” di destpêka kîteya din de, hatiye avêtin.
Nimûne:
dirêj | d ɘ: ʒ | dir.êj bi cihê di.rêj |
mêrik | m ɘ: ik | mêr.ik bi cihê mê.rik |
berîk | b æ:ik | ber.îk bi cihê be.rîk |
derî | d æ:i | der.î bi cihê de.rî |
kûre | ky æ: | kûr.e bi cihê kû.re |
- Dema ‘r’ dikeve piştî dengdara dûvika kîteyê, dîsa jî nayê bilêvkirin û dengdêra heman kîteyê kêmek dirêjtir dibe û pê diçe ku metatêza “r” pêk tê û dikeve piştî dengdêrê û dikeve.
- an jî peyv dibe du kîte û “r” dikeve dawîya kîteya duyem.
Mînak:
xedr | ‘xæ.dɘ: |
mesref | mæ:.’sæf |
medrese | mæ:.dæ.’sæ |
çetr | ‘çæ.tɘ: |
çetrê bide | çæ:te: bɘdæ |
sebr | ‘sæ.bɘ: |
sebrê bike | sæ:be: bɘkæ |
mînaka kirbît ku li jor hat anîn jî heman diyarde bi ser de hatiye.
Gelek peyvên din yê wesa hene wek qedr, hisr, zivr, tiwr û hwd.
Kirpandin di peyvên xedir û sebir û çetir li ser kîteya yekem û kîteya zêdebûyî kirpandinê wernagire. Ev cure kirpandina navdêran di peyvên wek ‘kanî, ‘talî, ‘masî, ‘xanî, qopî hwd ku dawîya wan dengdêr e jî heye.
Ev diyardeya jêbirina “r” wek xûya, di hin devokên din de jî tenê di du peyvên ber û der de pêk hatiye. Peyva “ber” wek “be” û “ser” wek “se” tê bilêvkirin.
Herkîyanî: ez çûme se(r) bani, ez hatime be(r) deri.
Avêtina “r” di hin peyvan de dibe sedem ku ew peyv tev hin peyvên din ku ji wan re bi ingilîzî, “merger” tê gotin.
- mêr, mê
_Ehmed mê(r) ye
_Na, nê(r) e
- pêr, pê
_Ez pê(r) hatim
_Tu pê çi hatî?
- ders, dews
_de(r)sa mi maye
_dewsa te maye se kîdeê?
Du peyvên kuro û keçê jî wek kuo û kêê tên bilêvkirin ku ew têkilî vê basê nîne.
“r” ya zêde (intrusive) jî heye ku devokên din ji ber diyardeya avêtina “r” li hin peyvan zêde dikin ku fikir dikin jê hatiye avêtin.
wek:
tiryan, tiyan
pemberî, pembeyî
merteb, meteb
qirşik, qişik
zirpik, zipik
çirpik, çipik
Encam
Devoka Şikakî devokeke r-avêj ya Kurmancî ye ku ji du qayide û sê taktîkan ji bo bilêvnekirina dengê “r” behrê werdigire. Qayide ev in:
- Dengê “r”, çi dema dikeve pêş dengdêreke di heman kîteyê de, bi lêv bike.
- Dengê “r”, çi gava dikeve dûvika kîteyê an pêş dengdarekê de, bi lêv neke.
Taktîk jî ev in:
- Di dema vekîtandina peyvan de wesa vekît bike ku “r” bikeve dawîya kîteyê û neyê bilêvkirin.
- Dema “r” bikeve piştî dengdarekê, dengdara duyem ya dûvika kîteyê bike destpêka kîteyeke din û dengê “i” wek navik lê zêde bike da “r” bikeve dû dengdêra kîteya duyem û bê avêtin.
- Dema r bikeve piştî dengdarekê û zêdekirina kîteyeke din pêkan nebe, bi metatêzê “r” bîne ber dengdêra kîteyê û bavêje.
bi wan qayide û taktîkan êdî çi rê namînin ku di Şikakî de dengê “r” ya sivik (flap) were bilêvkirin û herçî dengê “r” di şikakî de heye, “r”ya qelew e.
Bibliography
Derbarê vê mijarê di kurdî de, çi nivîs an pirtûk nehatin dîtin
Riataza