BI ALEXANDER CHODZKO PHONEMÊN KURDÎ

BI ALEXANDER CHODZKO PHONEMÊN KURDÎ

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

Raif Yaman, lêkolînkar

Etudes Philologiques sur la Langue Kurde (Dialecte de Soléimanié)

Alexander Chodzko di nîvê pêşîn ê sedsala 19an da li Xorasan, Alamût, Hemedan, Gerûs, Textî Suleyman, Maraga û li ber gola Şahî gerîyaye, li gelek eşîrên kurdan bûye mêvan. Di vê demê da gelek idiomên kurdî berhev kirine. Lê berî Ahmed Xanê ji eşîra Bébé[1] (Chodzko, 1857) a Suleymanîyê here Parisê û wî nas bike nikanibûye bi hawayekî bi rêk û pêk li ser van idiomên xwe bixebite. Nivîskar bi gotina xwe sala 1853an bi nasîna Ahmed Xan ra dest bi nivîsa xwe a bi navê Etudes philologiques sur la langue kurde (Dialecte de Soléimanié)[2] kirîye û salekê şûnda, di 1854an da qedandîye. Chodzko ev gotara xwe sala 1857an di kovara Journal Asiatique da li Parisê weşandîye.   Ahmed Xan piranîya metn di ber çavan ra derbas kirîye, û gelek jî bi destê xwe nivîsîye. (Chodzko, 1857) Dialecta kurdî a li ser hatîye xebitîn kurmancîya jêr e.

  1. Chodzko di destpêka gotara xwe da bi berfirehî kurdan û zimanê kurdî dide naskirin. Nivîskar metnên xwe ên kurdî pêşîyê bi ebceda farisî nivîsîne, paşê bi tercûma lîteral tercûmeyî fransizî kirine û bi elîfba roman metnên kurdî transcription kirine. Études Philologique sur la Langue Kurde (Dialecte de Soléimanié) ji sê partên sereke pêk dihê:
  2. Etymology[3]: Elîfbe

II.Peyvên Kurdî:

  1. Nam
  2. Articul
  3. Adjective
  4. Hejmar
  5. Servenam
  6. Verb
  7. Adverb

III. Phraseology[4]

  1. Peyivîn
  2. Hozan

Bi gotina Alexander Chodzko, Ahmed Xan bi qasî zimanê osmanî û farisî zanibûye zimanê eşîra xwe nizanibûye. Ji ber vê yekê jî nexwastîye hema materialên philologic ên Ahmed Xan jê ra bi devkî gotine hema biweşîne, xwastîye di vî warî da bi hindik kesên zana bişêwire. Ahmed Xan soz daye Chodzko da ku wî bi Molla Hêzir bi navê xwe ê mexlesê edebî Nêalî Efendî ra bide naskirin. Nêalî Efendî di wan deman da grammatickek erebî tercûmeyî kurdî kirîye. Nêalî Efendî li ser dialectên kurdî jî serketî bûye. Lê ji nedî ve ji Constantinoplê (Stenbol) bangî Ahmed Xan kirine. Nivîskar peyvên di kitêba Maurizio Garzoni û hindik peyvên wî bi xwe ji nav kurdan berhevkirî şanî Ahmed Xan kirine. Li gor nivîskar ji ber orthographya italianî û cihêtîya dialecta Amedîyê[5] van peyvan gelekî mamostê wî Ahmed Xan xistine alozîyê; kirîye nekirîye nikanibûye rind jê têbigihê. Ji ber vê yekê navê “Dialecta Suleymanîyê” li nivîsa xwe zêde kirîye. Li ser çûyîna Ahmed Xan a Stenbolê, nivîskar êdî nexwastîye li benda Nêalî Efendî bimîne, nivîsa xwe wekî xwe bi rewşa xwe a seretayî weşandîye. (Chodzko, 1857)

Analysa Phoneman

Chodzko dibêje: kurdên xwende zimanê xwe ê maderî rind nizanin. Ji mezinên xwe ra, û ji hev û din ra ya bi farisî, ya bi turkî, ya jî bi erebî dinivîsin. Eger yek caran neçar bimînin bi kurdî binivîsin bi herfên elîfba farisî dinivîsin. Bi rastî consonantên farisan û ên kurdan eynî ne, bi kêmasî ji bo dialecta Suleymanîyê ev wusa ye, lê di vê dialectê da gelek vocal û diphtong hene ku ne mumkûn e meriv bikanibe wan bi orthographya farisî binivîse. Mesela di peyvên kurdî da meriv pir caran rastî diphtongên ae, ee, oo, aou, eeou, âouaoue û etc. dihê ku bê consonant li pey hev rêz dibin. Ahmed Xan çawa ev nivîsîne ez dê jî wer binivîsim, tenê ez dê bi îtîna her peyvekê û hêjahîya wê a phonetic li gor herfên fransizî transcription bikim. (Chodzko, 1857)

Alexander Chodzko phonema /ʡ/ hîç nenivîsîye, phonema /ħ/ jî tenê di peyvekê da, ew jî bi digrapha phonema /χ/ bi kh nivîsîye. Meriv nikane bibêje haya nivîskar ji van her du dengan tunebûye, di metnê eslî ê bi ebceda farisî hatî nivîsandin da ev her du deng jî hene. Dibe ku ji sebeba ev her du deng di fransizî da tune ne, nivîskar pêwîstî pê nedîtibe ji nivîsandina wan ra çareyekê bibîne.

Transcriptiona Metnê Eslî

INFINITIVE

kirdine[6]

PARTICIPLE PAST

kirde

PRESENT Û FUTUR

dekem

dekey

deka

dekêyne

dekêite

dekane

IMPERFECT Û CONDITIONAL

dem kirt

dett kirt

dêyî kirt

deman kirt

detane kirt

deyîyane kirt

PRAETERIT

kirdim

kirditt

kirdî

kirdimane

kirditane

kirdîyane

PAST PERFECT

kirdê bûm

kirdê bût

kirdê bûyî

kirdê bûmane

kirdê bûtane

kirdê bouyîyane

İMPERATİVE

dekê

beka

bekîne

bekeyît

bekent

PROHIBITİVE

mekê

neka

nekîne

nekeyît

nekîyent

 

Tableau 11: Bi Alexander Chodzko Phonemên Kurdî

No Consonant ANF No Vocal ANF
1 B b /b/ 1 A a /ɑ/, /ε/
2 C c /s/ 2 â /ɑ:/
3 D d /d/ 3 E e /ε/, /ø/
4 F f /f/ 4 é /ε/
5 G g /g/ 5 é /ɪ/
6 H h /h/ 6 è /ε/
7 J j /ʒ/ 7 è /ɪ/
8 K k /k/, /q/, /k’/ 8 I i /i/
9 L l /l/, /ɭ/ 9 O o /o/, /ɵ/
10 M m /m/ 10 ô /o:/
11 N n /n/ 11 U u /ɵ/
12 P p /p/, /p’/ Diftong ANF
13 Q q /k/, /q/ 1 /ɑi/
14 R r /r/, /ɾ/ 2 âï /ɑ:i/
15 S s /s/ 3 aou /ɑw/
16 T t /t/, /t’/ 4 âou /ɑ:w/
17 V v /v/ 5 ei /ei/, /ej/
18 Y y /ø/ 6 ia /ja/
19 Z z /z/ 7 oa /ɵw/
No Digraph ANF 8 ou /εw/
1 ee /ɪ/ 9 oue /ow/
2 ou /w/, /o:/ 10 /oi/
3 ch /ʃ/ No Trigraph ANF
4 dj /dʒ/ 1 tch /tʃ/
5 gh /ʁ/
6 gu /g/
7 kh /χ/, /ħ/
8 tt /t/

 

Riataza

[1] Navê vê eşîrê ê rastîn eşîra Baban e. Chodzko dibêje Ahmed Xan paşayê çaranê mîrekîya Baban e.

[2] Xebatên philologic li ser zimanê kurdî (Dialecta Suleymanîyê). Alexander Chodzko subdialecteke kurmancî, kurmancîya jêr (soranî), bi navê Dialecta Suleymanîyê bi nav kirîye.

[3]Herçiqas Chodzko navê vê partê etymology danîbe jî, tê da gotinek li ser etymologyê tune. Nivîskar di vê parta nivîsa xwe da ramanên xwe ên li ser elîfbe, xwendetî û nexwendetîya kurdan bi kurtî anîne zimên.

[4] Peyva phraseology tê mana ilmê hanîna zimên.

[5]Nivîskar bi navê dialecta Amedîyê qala kurmancîya jor (ya jî behdînî) dike. Ji ber ku phras, peyv û idiomên Garzoni bi kurmancîya jor in.

[6]Ji bo metnê eslî bn. Peywest 6.1

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *