Ji weşanxaneya APECê berhemeke Rohat Alakom

Ji weşanxaneya APECê berhemeke Rohat Alakom

SEMÎNERA LI SER SILÊMANÊ KURD (1911-1981)

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Duh na pêr semînerek li Pirtûkxaneya Kurdî ya li Stockholmê hebû. Semîner li ser jiyana Silêmanê Kurd bû.

Nivîskar û lêkolîner Rohan Alakom, bi lêkolînekê serpêhatiya Silêmanê Kurd kiriye pirtûk.
Navê pirtûkê ”Silêmanê Kurd li Swêdê” ye û ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye weşandin.

Serpêhatiya Silêmanê Kurd pir dilêş û dilguvêş bihurîye:

Sed sal berî niha (1918) dema Rusyayê (Sovyet) herêma Qersê daye Osmaniyan, gelek malbatên Kurd, xasma yên Ezdayî reviyane û çûne nava Rûsan.

Malbata Silêmanê şeş-heft salî jî çûye aliyê Rûsan.

Dayika Silêmîn lawekî xwe yê yeksalî di rê de avêtiye, çend saet şûnde dayik jî miriye û Silêman tevî bavê xwe û kekê xwe yê yazdesalî çûne. Li gundekî bav bûye şivan, lê çend roj şûnde ew jî miriye. Silêman û kekê xwe dest bi parsê kirine. Piştre herdu bira hev wenda kirine.

Li Ukraynayê gundekî swêdiyan hebûye. Malbateke swêdî ew ji xwe re kiriye ewlad û navê wî danîne Aleksander Kristian Knutas.

Çend sal şûnde desthelatiya Sovyetê ew swêdî qewirandine û Silêman jî bi wan re çûye Swêdê û li girava Gotlandê bi cih bûye.

Silêman dema mezin bûye, malbata swêdî ew serbest kiriye û bi tena serê xwe li jiyaneke belengazwarî domandiye.

Du rojnamevanên swêdî bi Silêmanî re hevpeyvîn kirine û wî nijada xwe daye xuyakirin ku ew Kurd e.

Pirtûka ku Rohat Alakomî li serê nivîsiye, çendî ku bi rûpelên xwe piçûk e, lê tê de gelek belgeyên girîng jî hene. Hin ji wan yên Rûsan in, hinek yên Elman û Swêdî ne.

Nivîskarî li ser pirtûka xwe ji bo Silêmanî weha nivîsiye: ”Perîşano, te sêwiyo mihaciro.”

Bi hêviya ku rewşenbîrên me lêkolîn li ser jiyana hemû Kurdên wek Silêmanî ku wendabûne bikin û wan bikin malê mêjû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *