Malbeta ji binemala Bedirxanîyan di sirgûnê da jî serketî ye

Malbeta ji binemala Bedirxanîyan di sirgûnê da jî serketî ye

Têmûrê Xelîl

Di vê alboma bi nexş û nîgaran va nitirandî da hûn 8 kesên binavûdeng dibînin, ku sala 1944an ji herêma Axîskayê a Gurcistanê sirgûnî Qazaxistanê kirine û li vî welatî gihîştine serketinên mezin. Yek ji wan kesan Ezîzê Zîyoyê ji binemala Zîyoyê Bedirxan e û ji nivîs û wêneyên albomê wisa xuya ye, ku ji wan 8 kesan jî yê herî serketî ew bi xwe ye, albom bi jînenîgarîya wî û binemala wî va destpê dibe.

Di wê da bi du zimanan – rûsî û qazaxî – bi berfirehî behsa binemala Bedirxanîyan – ji Bedirxan Begê girtî heta balêrîna Leyla Bedirxanê – malûmatîyên balkêş û berfireh hene.

Malûmatîyên derheqa serketinên Ezîzê Zîyo Bedirxan û welatparêzîya wî da dikarin bona gelek kurdan bibine nimûne. Di wan da tê gotin, ku ew endamê Assambleya Gelên Qazaxistanê ye, serokê pêşin yê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang” bûye, bi ordêna wê komarê a here bilind va hatîye xelatkirin. Herwiha derheqa bavê wî – Zîyoyê Bedirxan da jî malûmatîyên giring hene, ku çawa bi mêrxasî tevî Şerê Wetenîyêyî Mezin bûye, bi mêdal û ordênên Yekîtîya Sovyet va hatîye xelatkirin, ji bo ku kedeke mezin kirîye nava serketina welatê Sovyet di hindava faşîstên alman da.

Di pirtûkê da wêneyê Ezîz bi serokkomarê Qazaxistanê Nûrsûltan Nazarbayêv ra, bi serekwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi gelek kesên binavûdeng ra hene.

Ji çepê Zîyoyê Bedirxan, ji rastê Ezîzê Zîyo mêvanê serekwezîrê Kuridstanê birêz Nêçîrvan Barzanî ye.
Ji çepê Zîyoyê Bedirxan, ji rastê Ezîzê Zîyo mêvanê serekwezîrê Kuridstanê birêz Nêçîrvan Barzanî ye

 

 

Serokkomarê Qazaxistanê Nûrsultan Nazarbayêv keda Ezîzê Zîyo bi ordêna welêt va xelat dike.
Serokkomarê Qazaxistanê Nûrsûltan Nazarbayêv keda Ezîzê Zîyo bi xelata komarê va qîmet dike

 

Malbeta Ezîzê Zîyo, bi jin, zaro û nevîyan va

 

Neferên malbeta Ezîzê Zîyo ber derê mala xwe.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *