Miletên li Kurdistana Sor -1

Miletên li Kurdistana Sor -1

Me di 162 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa pêşin a bi sernavê “Miletên li Kurdistana Sor” raberî we bikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye

û van dawîyan bi wergera min li Amedê ji alîyê weşanxaneya LÎSê da çap bû. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 163

Em binhêrin çika jimara kurdan, ku li ser axa Kurdistana Azirbêcanê dimînin, çiqas e.

Di vê pirsê da heta van demên dawî jî tevlihevîyeke usa heye, ku bi kurdên Azirbêcana Sovêtîyê ra girêdayî tu pirseke mayîn da tune. Şaşîyên mezin di vê pirsê da berê jî hebûn, dibe paşê jî hebin, eger wê pirsê zelal nekin.

Ji şikberîyê der e, ku bal me di karê hesabkirina binecîyan da kêmasîyên mezin hene û ev yek hetanî van demên dawî jî ji alîyê oportûnîstên rastê da hatine xebitandinê bona êrîş bibine li ser wê xeta partîyê, ku ewê di pirsa ji holê rakirina milkedara da danîye pêş xwe. Statîstîka dêmografîyê li Pişkavkazê, xwesma di wî perçeyî da, ku derheqa salixên miletên kêmjimar da ne, ku li ser axa komarên Pişkavkazê dimînin, dikule. Malûmatîyên derheqa vê yekê da carna dijî hev in, text-bext in (tesedûfî ne). Ji ber wê jî heta niha jimara kurdên Azirbêcanê ne bêlî ye.

V.Gûrko-Kryajîn, ku me li jor behsa wî kirîye, di nivîsên xwe da gelek cara li ser vê pirsê sekinîye. Ev perçê xebata wî hewaskar e, lê em wê jî bêjin, ku îzbatîyên wî ne her cara rast in û ewî nikaribûye tam bersîva derheqa jimara kurdên Azirbêcanê da bide, xwesma wan kurda, ku li ser axa Kurdistana berê dimînin, ku sala 1923a herêmeke otonom bû û heta sala 1929a bi wî navî hebû.

Berî her tiştî em ser wê bawerîyê ne, ku lazim e careke din vegerine ser vê pirsê û malûmatîyên bin destê me da jî gelek kêm in, yên ku me ji arşîvên dewletê derxistine (qesta me Arşîva Navbendî ya Komîsyona Hilbijartinê ya Navbedî ya Azirbêcanê da ne – KHNA).

Wek ku em ji hinek nivîsên nivîşkan û ne tam pê hesîyan, yên ku derheqa parevekirina Azirbêcanê bû li ser navça, ku sala 1923a destpê bûbû (me nikaribû ew hemû nivîs bidîtana, ku derheqa vê pirsê da bûn), pirsa derheqa herêma Kurdistanê da gelek cara him di KHNA û komîsyona bona sazkirina navça û him jî di rêxistinên partîyê da bûye têma minaqeşekirinê. Ji alîyê Komîtêya Navbendî ya PK Azirbêcanê da komîsyonek hatibû teşkîlkirinê bona kivşkirina sînorên Nagornîy Karabaxê (Qerebaxa Çiyayî) û Kurdistanê û çika cûrê otonomîya wan gerekê çawa be. Wek me texmîn kir, li bal komîsyonê şik tunebûye, ku lazime otonomîyê bidne Nagornîy Karabaxê, lê derheqa Kurdistanê da em wê yekê nikarin bêjin. Pirsa derheqa Kurdistanê da çend meha hatîye minaqeşekirinê, lê hindava herêma Kubetlîyê da, ku paşdemê da ew bû perçekî (ji 5 perça yek) axa Kurdistanê, serwêrtîya KHNAê çend biryar qebûl kirin û çend cara jî ew biryar hêç hesibandin. Di navbera mehên çirîya pêşin – çileya pêşin sala 1922a da sê biryarên Sedirtîya KHNAê derketin (21.10.22s. §4; 20.11.22s. §2; 30.12.22s. §4) derheqa herêma Kubetlîyê da û ji wana ya pêşin derheqa wê yekê da bû, ku ewê herêmê nexine nava axa Kurdistanê, lê bi du biryarên mayîn çareserkirina pirsê ser demekê paşda êxistin.

13ê çileya paşin sala 1923a Sedirtîya KHNAê careke din li ser wê pirsê sekinî û dîsa girêdayî teşkîlkirina otonomîya Kurdistanê ra herêma Kubetlîyê ji wê axê der ma. (§1, protokola Sedirtîya KHNAê)(1). Hetanî havîna sala 1923a pirsa derheqa qedera Kurdistanê da çend cara dikeve rojeva Komîsyona Navbendî ya  KHNAê. Û di hezîrana sala 1923a da Komîsyona taybetî li ser wê pirsê disekine.

Bin destê me da du protokolên ewê Komîsyonê hene, ku Înstîtûta dîroka partîyê ya ser navê Şahûmyan ya rex Komîtêya Navbendî ya PK Azirbêcanê ji arşîva xwe daye me.

Di civata Komîsyonê ya pêşin da pirsa derheqa Kurdistanê usa hatibû danînê, çika cûrê serkarîkirina wê gerekê çawa be û sînorên wê gerekê ji ku heta kîderê bin. Ber destê me hûrgilîyên ewê civînê tunene. Lê têksta biryarê li bal me tu şikê nahêle, ku di pirsa derheqa Kurdistanê da bal endamên komîsyonê yekşivêtî tunebûye (hemfikir nîbûne), di hinek alîyan da ew lap dijî hev bûne û heta nehîştine ew pirs çareser jî bibe.

Di protokola civîna Komîsyonê da ew yek ha xuya dibe:

“§4. Du pêşnîyar hene: 1) Kurdistanê wek herêm bikine otonom, ku gerekê bin bandûra navbendê da be, û gerekê herêmên Cewanşîrê, Şûşîyê û Kubetlîyê bikevine nava wê. sebebên wê jî ev in: Kurdistan ji Bekûyê gelekî dûr e, Kurdistan ji Qerebaxa Jêrîn dûr e û jimara binecîyên wê dike weke 60 hezar merî. Sebebek jî ew e, ku navbendê hetanî niha guhdarîya taybetî ne danîye ser vê herêmê û daxazên wan yên rojane pêk ne anîne û ji bo wê yekê, ku hetanî niha ew bin bandûra herêma Qerebaxê da bûye. 2). Kurdistan mînanî berê wek navçeya bin bandûra Qerebaxa Jêrîn (ya deştî) bihêlin.

Di dengdayînê da deng weke hev derketin”(2). Em ser wê bawerîyê ne, ku gerekê usa jî bibûya, ji ber ku argûmêntên terefdarên dayîna otonomîyayê ji bo Kurdistanê ne xurt bûn. Wek ku em ji biryara civînê dibînin, îzbatîyên ku ew anîbûn, tenê derheqa axê da bûn û di wê pirsê da dikaribûn bi hêsanî derketana himberî terefdara.

Ji hev dûrbûna navçeyên ku gerekê biketana di nav Kurdistanê da û ji rûyê rêyên xirab da tunebûna pêwendîyan di navbera wan da mecbûr dikirin, ku wan navça bi serî xwe bihêlin, û ew yek jî dijî wê daxaza partîyê bû, ku ew herêmên ku bi çiya ji hev hatine qetandin, rêyên di navbera wan da jî ne baş in, bighînine hevdu û şên bikin. Eger em tenê mezîlên wan axa bidne ber çeva, wê demê daxaza ku wan navça bighînine hev, wê formalîte bûya û ewê ne gorî daxazên komîsyonê bibûya, ne jî gorî daxazên terefdarên otonomîya Kurdistanê bibûya. Lê daxaza terefdarên otonomîya Kurdistanê ya sereke ew bû, ku pêwendîyên wan bi navbenda Komara Sovêtîyê ya Sosîyalîstîyê ya Azirbêcanê, bi prolêtarîyata Bekûyê ra xurt bibin.

Me qestbende tenê derheqa şertên gêografî û tebîyetê da xeberda, ji ber ku, wek me îdî daye xuyanîkirin, argûmêntên mayîn yên ji bo otonomîyê bidne Kurdistanê, tunebûn; eger ew hebûn jî, sist bûn û bi ser ne ketin.

Di civîna ewê komîsyonê ya mayîn da, ku 7ê hezîranê sala 1923a hate derbazkirinê, ew kar bi bawerîya me nişkêva lap rengekî mayîn wergirt.

Em bala xwe bidnê çika di protokola wê ya duda da çi hatîye nivîsar:

 

Bihîstin: 2. Derheqa Kurdistanê da

Biryar kirin: Kurdistana Otonom saz bikin, navbend û sînorên wê wî çaxî kivş bikin, dema ku sînorên Otonomîya Nagornî Karabaxê bêne kivşkirinê. 

Mixabin, me tu nivîs ne dîtin derheqa wê yekê da, çika pişt ra ew pirs çawa bû. Lê tiştek ji sedî sed e, ku rûyê wê yekê da, ku rêxistinên jordest ew biryar zû testîq nekirin, ji ber wê jî ew ser demekê li ser kaxez ma. Lê dawî li hev kirin û Kurdistan bû herêmeke otonomî, sînorên wê usa hatine kivşkirinê, ku bi proêkta pêşin da hatibû pêşnîyarkirinê, ku me derheqa wê da li jorê gotîye.

Îdî di tebaxa sala 1923a da rehmetlêbûyîyê Husî Hecîyev hate kivşkirinê wek serekê herêma Kurdistanê. Di arşîvê da em rastî nivîsên derheqa hevraxeberdanên wî bi serokatîya Şêwra Komîsarên Gelî ya KSS Azirbêcanê ra hatin, ku bi pirsên herêma Kurdistanê ya nûsazbûyî ra girêdayî bûn. Di nav gel da ew herêm dihate binavkirinê wek “Kurdistan”.

Em zanin, ku piranîya kurda ji dervayî welatê me dimînin, piranî jî li Farizistanê, Tirkîyê û Îraqê. Hetanî niha jî wana li tu welatekî da otonomî ne sitendine. Sebebên wê yekê jî usan in, ku ji goveka (çarçova) xebata me der in. Lê em wê jî bêjin, ku di nivîsên dîrokî da, di bîranînên rêwîya da  em dixûnin, ku herêmeke pir mezin heye û navê wê Kurdistan e. Kurdistan ji çiyayên bakûrê Îraqê destpê dibe, tê digihîje hetanî Tirkîyê û Farizistanê û mezîla wê weke 125 hezar mîlên çargoşe ye(3). Berî ku Mêsopotamî ji nav axa Tirkîyê hate derxistinê û dane Îraqa “serbixwe” ya bin bandûra Îngilîs, piranîya kurda di dewleta Tirkîyê da dima. Em wê jî bêjin, ku niha jî ji nîvê kurda zêdetir li wir dimîne. Ji sê mîlyon kurda, ku li hemû herêma dimînin, kurdên Pişkavkazê jî di nav da, jimara kurdên Tirkîyê dike weke mîlyon û nîvek(4).

Jimara kurda li Tirkîyê rûyê wê yekê da jî zêde bû, ku bi peymana di navbera Komarên Rûsîya Sovêtîyê ya Sosîyalîstîyê ya Fêdêratîv (KRSSF) û Komara Tirkîyê da ya 16ê adarê sala 1921ê, herêma Qersê, perçekî devera Batimê û qeza Surmelîyê dane Tirkîyê û li ser wan axa gelek kurd jî diman.

Perçekî axa Kurdistana Bakûr û wilayetên Dîyarbekirê, Erzirûmê û pareke axa wilayeta Bexdadê, ku niha di dest Îraqê da ne, kete destê Tirkîyê. Lê wilayeta Dîyarbekirê bi navbenda Dîyarbekir û Bîtlîs, ku axên welatê kurda yên dîrokî ne, wek berê dihate binavkirinê wek Kurdistan, lê tenê bi fikra gêografî.

Li Farizistanê, ku perçê Kurdistanê yê rohilatê li wir e û him bi axa xwe, him jî bi binecîyên xwe va kêmtir e, ji 500 hetanî 750 hezar kurd lê dimînin û navbenda wê jî Kêrmanşah e.

Kurdistan, ku di nav çend dewleta da hatîye perçekirinê û kurd li wan dera têne hesibandinê wek miletên kêmjimar, berê jî, niha jî femdarîyeke gêografî ye û tê menaya axa ku kurd lê dimînin. Lê ew dikare di çarçova dîrokî û êtnografî da jî bê lênihêrandinê(5). Di dîrokê da ew him bi mezîla axa xwe, him jî bi jimara binecîyên xwe hatîye guhêrandin. Di dema Sêlcûka da (di sedsalên 11, 12, 13a da) Kurdistan dikete di navbera Azirbêcanê û Lûrîstanê da û ew herêm dihate binavkirinê wek perçê Kurdistanê yê rohilatê, lê girên Arman Cizîrê jî diketine di nav axa Kurdistana Bakûr. Di dewrana monxola da (sedsalên 13-14a) dema behsa herêmên çiyayî yên Hekarîyê, Bohtanê, roava perçê Antîtavrosê, ku dikeve nava axa Ermenîsatnê, devera Dêrsimê (bi resmî ew dihate binavkirinê wek wilayeta Kurdistanê) dikirin, navê Kurdistanê derbaz dibû (dihate bîranînê). Di dewrana Tîmûr da (dawîya sedsala 13a û destpêka sedsala 14a) dema derheqa mîrê Bîtlîsê da xeber didan, wî dihesibandin merivê herî bi nav û deng li temamîya Kurdistanê da(6) û ew bi wê yekê va didane girêdanê, ku di wê dewranê da rola herêma Bîtlîsê temamîya Kurdistanê da giring bû. Me dikaribû ji dîroka Kurdistanê hinek malûmatîyên mayîn jî banîyana, lê ev jî bes e, ku meriv texmîn bike, ku navê “Kurdistan” navekî dîrokî ye.

Wek hûn zanin, kurd li Pişkavkazê jî dijîn, di nav wê da li bal me – Azirbêcanê jî. Lê, wek ku em pê hesîyan, ne li Pişkavkazê, ne jî li Azirbêcanê tu herêmeke ku kurd lê dimînin, heta sala 1923a ne hatîye binavkirinê wek Kurdistan. Û ew femdarîye jî: di tu herêmeke binavkirî da kurd piranî ne bûne. Emê vir şûnda li ser vê pirsê nesekinin. Em tenê bêjin, ku çend sebeb hebûne ku kurd ketine nava axa Rûsîya Qeyserîyê: ew bi zevtkirina Kavkazê ra girêdayî ye, ji şerê Sîsîanov destpêkirî (1804-1805), dû ra jî rûyê peymana Gulîstanê bi Farizistanê ra, peymana Turkmençayê (sala 1828a) û şerê 1877-1878a da(7). Piştî wan zevtkarîya xantîya Qerebaxê, ango axa herêma Yêlîzavêtpolê, herêma Êrîvanê, Qers û Erdehan ketine destê Rûsîyayê. Di van hemû herêma da bi binecîyên mayîn ra tevayî, kurd jî diman, piranîya wan jî koçer bûn. Em wê jî bêjin, ku di wan deman da gelek kurd ji axên zevtklirî yên Rûsîyayê mihacir bûne û ji Farizistanê jî mihacirî Rûsîyayê bûne. Derheqa wê yekê da çend îzbatî hene, ku me ji kronîka eskerî-dîrokî hildane û ew di pirtûka Avêryanov da jî çap bûne.

Em ji wana tenê nimûneyekê bînin:

“Wek xuya ye, qeyde-qanûnên nû ne bi dilê van merivên nû ne, ku hemwelatîya Rûsîyayê qebûl kirine (gilî derheqa xantîya Qerebaxê da ne, ku Rûsîyayê sala 1805a ew zevt kirîye), ji ber wê jî hineka ji wana şandine xantîya Êrîvanê; wek mînak, sala 1810a weke 180 malên kurda ji Qerebaxê revîne bal kurdên Êrîvanê, ji tirsa ku “rûs wê wana ji wan fariza neparêzin, ku zordestîyê li wan dikin; rastîyê jî, eskerên fariza hertim êrîşî li ser xantîya Qerebaxê dikirin û binecî dişêlandin, di nav wan da kurda jî”(8).

Şirovekirineke taybetî ne lazime bona texmîn bikin, ku ji bo çi kurd ji cî û warên xwe derketine, wek ku çawîşê barêgeha sereke derheqa wê yekê da di pirtûka xwe da dinivîse. Lê xudanê pirtûkê çend xeta jor xwe înkar dike û li xwe mukur tê, ku sebebên sereke ew destdirêjayên hukumeta Qeyserîyê bûn li ser erdê Rûsîyayê, ku wê ew  zevt kiribûn.

Pişt ra Avêryanov dinivîse, ku “carna kurd ji Farizistanê mihacirî ser erdê me dibûn; wek mînak, di dawîya sala 1807a Memed Sefî Sultanê ji Qeredaxê, ku serokatî li 500-600 malên kurda dikir, destûr xwestîye, ku bi kurdên xwe va bên li xantîya Qerebaxê bi cî û war bibin”.

Femdarî ye, ku kurdên ji zulm û zordestîyên desthilatdarîya fariza direvîyan, diketine rewşeke usa, çawa “meriv ji bin baranê bireve, bikeve bin teyrokê”. Di nav dehsalîyên pêşin, yên piştî zevtkirina Kavkazê, gelek cara kurd ji Farizistanê mihacirî li ser axa Rûsîyayê bûne. Sebebê mihacirîyê yê sereke ew bû, ku zozanên Qerebaxê ji nav axa Farizistanê derketin û ketine nava axa Rûsîyayê û kurd havîna xwe li wan zozana derbaz dikirin. Em ne bi wê fikra V.Gûrko-Kryajîn ra nin, ku kurdên li ser axa herêma Yêlîzavêtpolê dimînin, di destpêka sedsala 19a da hatine wira, ew jî girêdayî bi zevtkirinên rûsa ra.

Tiştek ji sedî sed e, ku eşîrên kurdên koçer berî zevtkarîyên rûsa hatine van dera û hetanî niha jî vira dijîn. Derheqa vê yekê da di çavkanîya derheqa dîroka kurda – Şeref-Namê da hene, ku salnivîsarîya gelê kurd ya sereke ye di dawîya sedsala 16an da. Xudanê ewê salnivîsarê – Şeref xan, ku hukumdarê Bîtlîsê yê bi nav û deng bûye, di şerê di navbera qiralîyeta fariza ya Sêfêvîda û Tirkîyê da roleke mezin lîstîye. Nava serketinên Tirkîyê di şerên bi Farizistanê ra, ku di dawîya sedsala 16a da qewimîne, rola Şerefeddîn pir bûye.

Di vê berhema dîrokî da malûmatîyên hewaskar hene derheqa wê yekê da, ku eşîrên kurda gelek dem berî zevtkirinên rûsa, di dema şerên Şah Abbas da hatine herêma Qerebaxê. Wek nimûne, girêdayî êrîşên tirka yên bi serokatîya Ferhad paşa ra, em rastî nivîseke awa tên:

“Hema di wê salê da (1587-1588) serdar Ferhad paşa şer tevrakir bona Genceyê û Bêrdê paşda vegerîne. Dema ewî ew herêm zevt kir, miletekî biçûk – qecera û bîst û çar eşîr (an jî bîst û çar eşîrên kurda “iguirmy deurte“) ( di têkstêda bi farizî, bi tîpên erebî hatîye nivîsar…….) û turkomana ji wir raqetandin”(9).

Pişt ra derheqa êrîşkarîyên Ferhad paşa li ser Qerebaxê da tê gilîkirinê. Xwedîyê nivîsê li ser bingehên çevkanîyên mayîn tîne ber çevan, ku “bîst û çar eşîrên kurda, ku bi tirkî ji wan ra dihate gotin …….., di dewrana Şerefeddîn da hatibûn, li Qerebaxê hêwirîbûn, ku niha bin destê împêratorîya Rûsîyayê da ne”(10).

Wek ji nivîsê xuya dibe, ew eşîr ji eşîrên kurda yên ne bi nav û deng in û, wek ku xwedîyê nivîsê rast texmîn kirîye, ew qebîl û berek in, lê ne eşîret in û eger em navên wan bidne rêzê, wê gelek cî bigre.

 

Çavkanî:

  1. Arşîva Azirbêcanê ya Navbendî ya dewletê. Berevok 7, ya Serwêrtîya kar û barên Xwelîyê, sal 1923, belge hejmar 25.
  2. Me ew biryar wek ku heye nivîsî, bêy ku cûrê nivîsê biguhêzin.
  3. E.B.Soane – To Mesopotamia and Kurdistan in disguise, II edition, 1926, London, rûpel 42.
  4. V.Aboltîn. –Teşkîla miletîyê li Komara Tirkîyê; kovara Novîy Vostok, hejmar 1(7), sal 1925.
  5. Derheqa vê yekê da binhêre li Enzyklopaedie des Islam, “Lieferung”, hejmar 36. Sal 1928, rûpel 1237 û wê şûndatir.
  6. Dîsa li wir.
  7. Derheqa vê yekê da binihêre: Avêryanov Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra di sedsala XIXa da, Tîflîs, 1910, û herweha di pirtûka V.F.Mînorskî Kurd (Not û bîranîn), Pêtrograd, sal 1915.
  8. Avêryanov, rûpel 24.
  9. Sheref-nameh ou fastes de la nation kourde par Cheref-ou’ddine Prinse de Bitlis, dans I’lralet d’Arzeroume. (Min wergera “Sheref-Namê” bi kar anîye, ku François Bernard kirîye fransî. Weşanxana Akadêmiya Zanyarî ya Pêtêrbûgrê, sal 1873). Derheqa wê yekê da di perça pêşin ya cilda duda da heye, ku di cilda duda ya bi têksta farisî da, ya xurû (orîgînal) da di rûpelê 292a dan e.
  10. Dîsa eynî pirtûk, cild 1, perça pêşin, rûpel 39.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *