”Mîrze Mehmûd” û ”Silo”

”Mîrze Mehmûd” û ”Silo”

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûsisîyan me ji pirtûka Emînê Evdal a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Emê vê carê ji wê berhema zanyarî du berhemên folklorî raberî we bikin: ”Mîrze Mehmûd” û ”Silo”.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê di demeke kurt da wê ji alîyê weşanxaneya DOZê da li Stembolê çap bibe. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 163

 

Mîrze Mehmûd

 

Carekê kurekî 14 salî ji mal derdikeve û diçe bajarekî, bona li wir kar bike. Di rê da ew rastî xişirekî giranbuha tê, hinekî jê dûr marekî sipî dibîne, ku marekî reşî pîs xwe lê alandîye. Marê sipî nikare xwe ji marê reş xilaz bike.

Ev kurikê biçûk demeke dirêj li van dinihêre û dibêje:

-Ez gerekê vî marê sipî ji dest marê reş derxim.

Ew nêzîkî maran dibe, şûrê xwe ji kalên derdixe, xwe dirêjî marê reş dike û ew pirtî-pirtî dike, lê devê şûr bi sivikayî li pişta marê sipî dikeve û ew birîndar dike. Piştî ku marê reş perçe-perçeyî dike, marê sipî nêzîkî xort dibe û dixweze bi wî ra bibe nas.

Ew xort difikire, ku axirîya wî wê xirab be, ji ber ku ewî marek kuştîye, lema jî biryar dike vegere mal.

Ew xort tê ber mala xwe disekine, ji nişkêva li paş xwe dinihêre, ku ew marê sipî li dû wî hatîye, ku ewî bi xwe wî aza kiribû. Xort ditirse û dibêje:

-Ew jî qencîya min, erê? Niha jî tu dixwezî min bikujî, lema te daye dû min, hatî vira?

Mar lê dixe, diçe.

Xort derheqa vê yekê da ji neferên mala xwe ra bi hûrgilî dibêje.

Niha em bêne ser marê sipî. Derdikeve ku marê sipî keça şahmarê bûye, marê reş xwestîye wê birevîne, keçikê ne xwestîye, lema jî lê qelibîye, an go xwe lê alandîye. Lê marê sipî – keça Şah winda bûbû, bavê wê lê digerîya.

Ew marên ku keçikê digerîyan, dibînin û texmîn dikin, ku ji pişta wê xwîn dikişe. Çavronayî didine Şah û keçikê dibine bal wî.

-Keça min, te dinya di serê me da reş kir, tu di ku da çûbûyî, kê rastî te hatibû, kê tu biribûyî,- Şah jê dipise.

Keçik ji bavê xwe ra şirove dike, ku çawa xortekî ew ji destê marê reş xilaz kirîye.

Şahê maran piştî ku van gotinan dibihê, difikire ka çawa bike, ku ji bin qencîya wî xortî derkeve.

Piştî sed rojan Şah gazî du marên serwext dike û emirî ser wan dike herine filan gundî, filan malê û elamî Mîrze Mehmûd bikin, ku Şahmar gazî wî dike. Keça Şah emirî ser wan maran dike, ku pêşî Mîrze Mehmûd bînine bal wê, paşê bibine bal bavê wê.

Ev marên efat diçine mala wî xortî û ji Mîrze Mehmûd ra dibêjin, ku Şah gazî wî dike, ew gerekê bi wan ra here.

-Hûn ji min çi dixwezin? Eger hûn hatine min bikujin, yekser bêjin, çima vedişêrin?

Ji marên mêrxas yek dibêje, ku nêta wan ya kuştinê tune, tenê hatine wî bibin, lê eger ew neyê, emir heye, ku wî bikujin. Xort dibîne, ku nikare ji dest wan xilaz bibe, radibe, dide dû wan, diçe. Hersê digihîjine ber zinarekî, mar dest pê dikin serê xwe li zinêr dixin, zinar di ortê da dibe du kerîyan û maleke mînanî koçik û serayan ber wan vedibe. Xort hêrs dikeve. Yek ji maran dibêje:

-Tu ber dêrî bisekine, yek ji me wê here hundur, bona destûrê bistîne.

Yek ji maran dikeve hundur û keçikê agahdar dike, ku Mîrze Mehmûd hatîye. Keçik gava ev behs bihîst, gelekî şa bû û çû pêşîya Mîrze Mehmûd, ew hemêz kir û gotê:

-Birayê min, xilazkirê min, niha bavê min gazî te kirîye, wê ji te pirs bike ka tu ber qencîya xwe va çi dixwezî, ewê bide te. Tu malê dinê (dewlemendîyê) nexweze, bêjê ji xerzên xwe hinekî têke devê min, tiştekî din naxwezim. Bizanibe, ku Şah qencîyên wisa ji tu kesî ra nake, lê wê bona te bike, ji ber ku te qencîyeke mezin kirîye.

Mîrze Mehmûd bi maran ra tevayî diçe bal Şah. Gava Şah çav li Mîrze Mehmûd dikeve, di pêşîya wî da diçe, ew hemêz dike û kêleka xwe dide rûniştandin. Mar diçin û xort bal Şahmar bi tenê dimîne. Rojtira dinê Şah ji xort dipirse:

-Merivê Xwedê, te keça min û namûsa min xilaz kirîye, çi ku dilê te dixweze, emir bike.

-Ez xulam, ez tiştekî naxwezim, xên ji xerzên te, hinekî têke devê min.

Şahmar gava van gotinan dibihê, hêrs dikeve û dibêje:

-Xwezî min bizanibûya, ku kê derheqa kemala xerzan da ji te ra gotîye. Lê min îdî sond xwerîye, gerekê xweyê sozê xwe bim.

Şah ji xerzên xwe hinekî dike devê Mîrze Mehmûd, çend hediyayan didê û verê dike.

Mîrze Mehmûd dest pê dike bi zimanê hemû heywanan dipeyîve. Ew gişk ji Mîrze Mehmûd hiz dikirin[1].

 

Silo

Di wextekê da merivekî dewlemend, lê gelek tima (çikûz) hebûye. Navê wî Bedir bûye. Sê hezar pez û 15 şivanên Bedir hebûn. Bedir herdem li ser wan hêrs dikeve û li wan dixe. Di dinyayê da merivekî mînanî wî bêxwedê tunebû, ewî alî tu kesî nedikir. Bedir sal donzdeh meh ew didane xebatê. Her şivanek di salê da ji Bedir tenê 8 berx distendin. Eger gur pezên Bedir bixwerana, an jî winda bûna, Bedir ew 8 berx kêm dikir. Gelek caran şivanên belengaz destevala ser mala xwe da vedigerîyan.

Ev yek li Melekê Taûs xweş ne dihat. Ewî ruhekî di qilxê merivan da şande mala Bedir, bona wî bicêribîne. Xortekî genc êvarê bû mêvanê mala Bedir. Bedir silav dayê û gotê:

-Selam, tu ser serê min û çavên min ra hatî!

-Tu mêvana xwey dikî? -mêvan pirsî.

-Mêvan mêvanê Xwedê ye, keremke, were odê.

Mêvan çû odê, ser kulêv rûnişt, jê ra balgî anîn bona pala xwe bidê. Bedir emirî ser xanima xwe kir:

-Zû bike, nan bîne, mêvanê me niha birçî ye.

Perîşanê (xanima Bedir) nan anî, wana nanê xwe xwer. Perîşanê textê nên paqij kir, paşê Bedir ji xort pirsî:

-Xortê delal, tu ser çavên min, ser serê min ra hatî. Gelo tu di ku da diçî?

-Ezê herim bal Şemsikan[2], lê dixwezim berî çûyînê pirsekê li te bikim apê Bedir. Di gundê we da gelek merivên kesîb hene, gelo dewlemend alîkarîya wan dikin?

-Xwedê dewlemendan wek dewlemend anîye dinyayê, kesîban jî wek kesîb. Dewlemend ji bo çi gerekê alîkarîya kesîban bikin, her yek qismetê xwe dixwe.

Xort îdî deng ne kir. Cîyê wî danîn û hemû razan. Nîvê şevê ruhê di qilxê merivan da radibe, diçe derva.

Sibê şebeqê neferên malê hişyar dibin, dibînin ku mêvan betavebûye. Hêja ser hisehisan dikevin, ku mêvan ruh bûye.

Bedir bona pezên xwe derxe derva, diçe gomê, dibîne ku nîvê pêz ji nexweşîya ketewê qir bûye. Bedir her tişt fêm dike[3].

Riataza

 

[1] Xudanê vê berhemê sala 1950î ev çîrok ji zarê binecîyê gundê Elegezê Astanê Elo nivîsîye.

[2] Şemsika eşîreke kurdan e û qebîl û berên wê eşîrê heta niha jî di gundê Pampa Kurdan da dijîn.

[3] Xudanê vê berhemê sala 1940î ev qise ji zarê binecîyê gundê Elegezê Ahmê Çolo jiber nivîsîye.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *