
Helbestvanê Filistînî yê mezin:Mehmûd Derwêș
Wergerandin ji erebî: Cankurd
Li gel we ne
Li gel we ne dilên mirovan
Eger moșekek li çiyan bifire
Bi we re ne,
Çavên mirovan
Di ser royê re diborin, bê xem
Bi we re ye xweșbihna zevînê
Ji nav zireyê bi bakur ve
Bi we re ne,
Ez… diya min… bavê min
Zeytûn û bihna Porteqalê
Bi we re ne,
hestên me… Helbestên me
Leșkerin di cengê de
Ho parêzerên royê ji merbendên șêwemêran
Bahozan em ji hev cihê ne kirin
Xebata neteweya we, ya min e
Eger suwarek ji we bikeve,
Benên min histoyê min diguvișin
Bijî U‘rubet !
Ma canîkê te ket, ho Selahdîno
Ma ala hatin xarê
Ma șûrê te bû revok?
Di zevînê Kurdistanê de
Dera ku tirsîn û agirpêketin șevîna xwe dikin
Mirin bo karkiran, eger gotin:
Bihayê êșkêșanê yê me ye
Mirin bo cotkaran, eger gotin:
Bihayê axê bo me ye
Mirin bo zarokan, eger gotin:
Ronahiya pirtûkê bo me ye
Mirin bo Kurdan, eger gotin:
Bo me di jînê de mafê bihindanê heye
Û em piștî niha dibêjin:
Bila bijî U’rûbet
De bibore di zevînê Kurdistanê re
Bibore, ey U’rûbe
Ev paleya havînê ye, ma tu dibînî?
Na tu nabînî,
Eger tu di qulika topan re dinêrî
Ey neteweya min
Mirov û șêwemêran
Hêriș kirin ser dîroka te
Bi navê U‘rûbetê
Xûn tê helalkirin
Nal deselatiyê li ser te dikin
Tu hatîyî hinartin ser sergûyê demê
Riswatirînê ku demê ji demê nas kiriye
Bi navê U‘rûbetê
Dîrok ji kenarên Dîcle û Ferat ve tê kêrkirin
Ey neteweya min
Ne bese ku em bê tawan in
Ji wan û ji tabûrê wan
Ne bese ku em bê tawan in
Bavêje ser sergûyê demê
Riswatirînê demê nas kiriye
Neyarê xwe bavêje, ey U‘rûbetê!
Û em piștî niha dibêjin:
Bila U‘rûbet bijî
Ne li ser mirinê bila U‘rûbet bijî
Șehrezadê……Șehrezadê
Șev subeyê têk dixu
Û Zeviyên Kurdistanê werzê wan birîn in
Hezkirin berbestkirî ye
Û pisepisa rexmalî ne tiștekî serbest e
Tenha xûna Kurdan
Nifta agirpêxistiya ye
Çiraxa șermezariya wan bi mirina ên dî ye
Șehrezadê,
Efsaneyên lehengiyê
Di șevên te yên xweșik de hêmin bûn
Û bîranên sipî û canîkê li ruman pișthesp bûye
Û evîn û serfirazî û șûrê ji têkoșînê westiya ye
Șermezariye bo Bexdada tiștekê tê de ne helal kiriye
Ji xûna Kurdan pê ve
Di îzgeyê de
Di rojnameyên subeyê de
Boyaxa rojnameyan di bajêrê me de xûn e
Me ewana qir kirin
Û gur serbilind in û berken dibin
Me zevînê Kurdistanê
Kire goreke tazî di ser gorekê re
Me kelexoyên wan bê jimartin çandin
Șehrezadê,
Șev subeyê têkdixu
Hezkirin berbest e û razanga te ya nerm
hatiye avêtin ber pêyên xudanê te yê kêm
Û xûnên Kurdistanê xûnrêjên xwe diniqumîne
Û lîskvanê bi agiran sermest bûye
Wê tê de bimire
Șehrezadê,
Tenha ewên çiraxa xwe
Bi zeyta ên dî vêdixînin, dimirin
De heta rasthatinê bi serdemên ku bên re
Netewayetiya wê serdemê
Ku destên serhildêran çêkirine.
————————————————————————
- Têbînî:
- Urûbe: Panerebîzm.
- Zire: Behra fireh (Ozian).
- Canîk an cehnîk: Lawik /keçika hespê
- Têkxwarin: Bi Erebî îftîras.
- Rexmal: Cîran, Cînar
- Berbeste: Qedexe ye, tersî serbest e.
- Kelexo: Qaf, Cumcume
Riataza