XÎRET Û ZIMAN

XÎRET Û ZIMAN

Van roja neh partiyên Kurdistana Bakûr pirsa halê zimanê Kurdî kiribûn rojeva xwe. Wan civîneke çapemeniyê saz kiribûn, ku bo parastin û geșkirina zimanê kurdî bi hevra kar bikin. Ew ciyê kêfxweșîyê ye. Ez bi hêvî me ew biryara wan, ku wê va hebûn-nebûn û pêșîroja gelê Kurd li Bakûr girêdayî ye, nebe „kampanyek“ biryareke siyasî ya demkî. Ez bi guman im wê bi program û xemxurî pey biryara xwe herin.

Pirsgirêkên zimanê dê bi sala ez êșandime. Min salên çûyî derheqa wan pirsgirêka rêzek gotar nivîsîye. Bi rastî kesî guhdarî nedaye ser. Niha jî problêm û pirsgirêk tê bêjî nehatine guhertin, hê kûr bûne. Gelek jî rûyê me da.

Ez ji we ra gotareke xwe, bê guherîn, ku min 2006 min nivîsî bû û hinek malpera da hatibû weșandin, dixwezim dîsa raberî xwendevanan bikim.

 

Eskerê BOYÎK

Nivîskarekî kevnesovyêtê Rasûl Hamzatov ronakbirekî gelê xwe yê dinêeyan e. Ew ji Daxistanê ye. Daxistan dikeve bakûrê Kavkasê. Weletekî çyayî ye. Lê bi dehan gelên kêmjimar, yên 15-20 hezarê dijîn. Her gelek bi zimanê xwe, bi erf-edetên xwe, rabûn-rûniştandina xwe. Hesavê gelê Hamzatov 10-15 hezar e. Ew bi zimanê gelê xwe dinivîse. Nivîskarê mezin nivîsareke xwe da dibêje: „Eger ez bizanbim zimanê gelê min wê sibê bimire, ezê bixwezim îro bimirim, ku mirina zimanê xwe nebînim…“

Erê, xelk xweyî nirxên mîrata kal-bavên xwe, nav û nasnema xwe, ax û ezmanê xwe, mal û milkê xwe, dê-bav û goristanên xwe derdikevin. Çi hatîye serê me kurdan? Emê kî rojê femkin, ku mirina zimên, mirina gel e…

Hamzatov jî eger nasnema xwe înkarkira (çawa gelek nivîskar, dengbêj, hunermend, zanyarên esil kurde Tirk, Ereb û Ecem kirine), karibû dinyayê da bihata naskirin çawa nivîskarekî Rûsî mezin. Lê xîreta miletîyê nehîştîye ew dayka xwe bîrke, bive lawê „dayikeke desthilatdar“.

Dema meriv nivîsarên wî dixûne, li nava mêriv da hiseke qedirgirtinê û hizkirinê pêşda tê himber Daxistana wî, dayka wi, gelê wîyî biçûk.

Rast e, halê Kurdên meyî Bakûr û halê gelên weletên din ne weke hev in. Zulm, zor û xezeba „birayê“ meye Tirk li ser gelê me hidûd û çapa nas nake. Tiştekî moralî, maqûlî, qedirgirtina dostanîyê himberî gelê me wê dewletê da tune. Perda şermê navê da nemaye. Dewlet û miletçîyên wê, bi her mecalên xwe, eşkere dixwezin navê Kurd li cihanê tunekin.

Dêmokratîya Rûsyayê û Tirkyayê meriv nikare bike weke hev, lê li wê dewletê jî, ku bi seda gelên wek yê Hamzatov nav da dijîn, asîmîlasyon heye û xurte.

Carna gelên biçûk halê edil û xweş da, eger ew gel xwe nebin xweyî, li nav gelên mezin da zûtir dihelin, tune dibin. Gelên mezin, yên desthilatdar, xweyê hukum, sazîyên perwerdê, ragîhandinê, medyayê û mecalên pêşdabirina medenyeta xweye fire bi rêya zimên, olê, zewacê û mecalên din gelên hûr duxun. Lê Kurdistana Bakûr ne mentîqeke biçûk ya 15-20 hezarê ye, ew nîvê Tirkîyayê ye, lê 20-25 mîlyon Kurd dijîn, ew Kurdistana qedîmî ye…

Koka vê sîyasya dagerkirên Kurdistanê ya bê wîjdan hê berî Osmanîyê, ji dema êrîşên xelîfên Ereba da tê. Lê ji bo bingeha kurdîtîyê li nav gelê me da ewqas xurt, zimanê me ewqas zengîn û şîrin bû, ku kal-bavên me ber wê lêya miletxur ber xwe dan, dest kurdîtîya xwe, erf-edet û zimanê xwe bernedan û wek gelek netewên din neqelîyan.

Vê sedsalê da, dema xwenaskirina miletîyê cihanê da hişyar bûye, gel zêde koka xwe, ruhên pêşîyên xwe digerin, zimanê xwe dibin xweyî, berovajî wê Kurdên meye Bakûr bêtaqet ketine devê xezeva aşê asîmlasyona tirkîtîyê…

Rastî jî hal dijwer e. Eger Kurd zimanê xwe nebin xweyî, Bakûrê welatê me da kurmancîya meye şîrin wê di dest-pîyê zimanê dagerkirên xezev da bi dawî bipelçiqe.

Gerekê bi keser bê gotin, ku şerkarîya Kurdên Bakûr ya van salên dewî bi nêgatîvî hukumî ser parastina kurmancîya me kir. Asîmîlasyayê ra mecalên berfireh çê bûn. Di bin giranîya zimanê tirkî da kurdî zeyîf bû, pelişî. Dema mirov kar û barên hêzên Kurdên Bakûr, yên sereke mêze dike, dibîne ku stratêjîke wane parastina zimanê dê, nirxên xeyset û ruhê miletîyê tunebûye, ne ku tunebûye, karkirina wan da axaftin, nivîsar, dayîn-standin, perwerde, medya, çapemenî bi tirkî bûne. Niha jî pirogirameke usa nîne…

Xîreta miletîyê cem me – Kurda qels e…

Kes xweyî nirxên miletîyê dernayê. Kes nabêje serokên hêzan: „Bi vê meşê, vê sîyasîyê hûn me ku da dibin?“ A, meseleke wa, ku pir dilê min diêşîne…

Eva çend sal in bi mîlyonan Kurd ên Bakûr derdikevin eyda Nevrozê, her roj meş, mîtîng û civîn dibin. Li nav alên partiya û wêneyên seroka da aleke Kurdistanê nayê xanê. Ewropayê da jî ew hal e, bawarkî her hevtê meş û mîtîng, fêstîval û civîn dibin, li nav sûretên serok û alên hêza da Ala Kurdistanê kêm hene… Ji Kurdan kes ji serok û berpirsyaran napirse çima usane.

Ma, êdî ev şer, ev şihîd dayîn, ev malwêranî seva azaya Kurdistanê nînin, lê seva çi ne?

Rast e, vê dawîyê êdî gazegaz û hêwarza hinek rewşembîran e. Hêzan jî hinek tişt xwe ra kirine slogan, diqîrin, lê ew têrê nake.

Ez bêjim welêt zulm û zor heye, lê Ewropayê? Payê pirê Kurdên Ewropayê yên Bakûr malên xwe da, dukan, byûroyên xwe da, kûçê da, hev ra bi tirkî diaxivin. Li hinek mentîqên Almanyayê, di mekteba da bi fermî dersê zimanê Kurdî tên dayîn. Bi gotina Mamostên zimanê Kurdî bawarkî ji sedî tek pênc-şeş malbetên Kurd zarokê xwe dişînin dersê kurdî, yên din dişînine tirkî…

Di nav sîyasetmedar, rewşenbîra da jî kurdîtî kêm û zeyîf e…

Du sal berê nivîskarekî Kurd li nava civakê da ji min xeyîdî. Min camêr pak nas jî nedikir. Ewî axaftin dest pê kir û got: „… min jî hinek nivîsarê xwe mîna te bi kurmancî nivîsî, paşê min dît kes nivîsarê min naxûne, xwendevanê min tune, ev întêrnêt, kompyûtir û mecalê nû jî vebûn, min dest ji kurmancî kişand, niha tirkî dinivîsim. Derew e, serî ewe mirov karibe şerkarîya xwe bike, fikira xwe bigihîne xwendevanam, çi zimanî dibe bira bibe…“

Min ji nivîskar pirsî: „Pismam, tu rast cawa pirsa min bide. Dagerkirên Kurdistanê çima qedexe danîne li ser ziman û çanda Kurdî? Gelo neyarên Kurda îro pir ji top-tivingên Kurda ditirsin yan ziman û çanda kurdî? Çeka Kurdaye here bi hêz çiye?“

Nivîskar fikirî, fikirî û got: „Ez bêjim ziman, lê…“

-De wekî usane,- îcar min fikira xwe tomerî kir,- ew nivîskar, rojnemevan, sîyasetmedar, oldar, rewşenbîrê Kurd yê bi kurdî dinivîse û diaxive berê çeka xwe daye neyarê gelê xwe, lê yê ku bi zimanê dagerkiran dinivîse, diaxive berê çeka xwe dayê dilê gelê xwe…

-Rexna te tûj bû,- nivîskar bi xeyid cawa min da û ji civaka me derket çû…

Rastî tel e. Carna seva gotineke rast meriv ji hev ra dibine dijmin… Lê min dixwest me teva bizanbiya, rexna gelê mêriv ya rast ji hezar pesnên dijmine vala çêtir e…

Hevalekî min, ji kurdê Sûryayê li Almanyayê wedekî kin da hînî tirkî bû… Min jê pirsî gelo ew çawa usa zû hînî wî zimanî bûye? Ewî cawa min da: „Du meha here filan komeleyê tê ji min rindtir tirkî xeberdî…“

Ez komeleke meye kurdî ra têlêfonê vedikim. Aliyê din bi tirkî cawa min didin. Ez lêborînê jê dixwezim, ku tirkî nizanim û dibêjim, ku ez kurd im, kurdî cawa min bide, yan jî eger kurdek li wur heye bira ew cawa min bide. Aliyê din dikenin. Dihat xanê wur pir bûn. Dîsa axaftvan bi tirkî dibêje, vira em tev Kurd in… Em kurdî nizanin…

Tetka têlêfonê ji destê min dikeve.

Ecêva wa jî dibe? Komela kurdan e, komelê da kurdî naaxivin. Navê rojnemê, kovarê navekî kurdîyî xweş e, lê nivîsarên tê da tirkî ne, navên zaroka navên kurdan e, navne xweş in – zarok kurdî nizanin. Nivîskar e, rewşenbîr e, sîyasetmedar e, oldar e, hunermend e – mala xwe da kurdî naaxive. Civîna kurdan e, kurdî naaxivin. Şîn, şayî, eyd, erefata dikin, kurdî tune. Heta duea û axîn jî kurdî nînin… Programê TV tirkan tev ezber zanin, çîrokeke kurdî nizanin. Kurdî gazî dayka xwe jî nakin… Eva çîye? Qerf e? Bêxemî ye yan bêxîretî ye.

Ez dijî tu zimanî, usa jî tirkî nînim… Meriv çiqas zimana bizanbe ewqas baş.

Lê dema bi zorê dagerkir dixwezin zimanê dayka Kurd bibirin û zimanên dayka xwe bikine dewsê eva êdî xezev e…

Dayka mêriv, stexula, Xwedê mirov e… Kê bi hêsanî dayka xwe bîra dike, dixweze bive lawê dayka zulmê ew BÊXÎRETÎ ye!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *