Konferansa Komeleyên kurdên Almanîyayê

Konferansa Komeleyên kurdên Almanîyayê

Encumena Navendî ya komeleyên kurdan li Almanyayê konferansa damezrandina xwe li Frankfurtê lidar xist bi amadebûna 17 komeleyan ji hemû parçeyên Kurdistanê ji binyatê 27 komeleyan bi nehatina 10 komeleyan ji ber hin sedemên awarte ku nikarîn beşdarî konferansê bibin, û konferans di keşeke erênî de û bi têgihiştin û pejirandina yektir û bi hesta berpirsiyariya netewî û niştîmanî ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê li Diasporayê, roja 01.12.2018 li Frankfurta Almanyayê birêve çû.

Konferans bixêrhatina beşdarbûyan û mêhvanan û paşî bi deqeyeke bêdeng li ser canê Cangoriyên kurd û Kurdistanê ligel sirûda netewî ya Ey Reqîb dest pê kir.

Paşî cîgirê Serokê Encumena kurdên Almanya axaftinek bixêrhatina beşdarbûyan pêşkêş kir û tekez kir li ser giringiya yekîtiya gotara Kurdistanî li diyasporayê û herwisa li ser yekgirtina wan di bin konê kurdayetiyê de ji bo parastina zimanê zikmakî yê Kurdî û kelpurê resen yê Kurdistanê ji rîska neman û helandinê li koçberiyê û welatên dîasporayan û parastina mohra netewî ya xelkê Kurdistanî li Diasporayê wek gel û miletên din yên li dîasporayê û xebateke micid ji bo duristkirina pirên têkliyan bi dayika xwe Kurdistanê re, herwisa pêdagirî li ser pêwîstiya têkildariyan ligel kesên pispor û akademînasan kir ji bo bikaranîna şiyanên wan ji bo xizmetkirina kur û keçên revenda kurdistanê û girîngiya entegrasyonê ligel civakên Ewropa û dinyayê.

Û peyva konfederasyonê hat xwendin bixêrhatina beşdar û mêhvanan, û behsa qonaxên xebata ji bo pêkanîna konfederasyona Kurdistanê kir her ji konferansa Stockholmê, Moskow, Almanya, Benelux û-Konferansa Brukselê, ya hevdem bû digel salvegera yekemîn ya referandûma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê).

Li ser navê SPD li Frankfurtê axaftineke giring ji aliyê xanim Petra Scharf hat xwendin.

Bi vê helkeftê fîlmeke belgeyî li ser dastan û pehlewaniya pêşmerge yên Kurdistanê li şerê ji parastina axa pîroz ya Kurdistanê li şerê li dijî êrîşa herî hovane û nemirovane ji aliyê neviyên Mexol çeteyên Daişê yên xwînmij û terorîst û têkşikandina efsana wan ya xeyalî li ser dîwarên Kurdistanê, û bi vê helkeftê, Dr. Hêmin Omar bi supasî ve axaftinek li ser navê Komeleya dostaniya Alman – Kurdistan pêşkêş kir û têde behsa armancên ji bo nimayîşkirina vî filmî kir.

Paşî gotûbêj ji bo pejirandina destûrê û pêrewa Encumena Navendî ya Komeleyên Kurdan li Almanyayê bi ruhekî erênî hatin encamdan û serrastkirina hin birgên destûra bingehîn yên nakok bi riya dengdanê ku ew jî:
– lidarxistina konferansê Encumenê her du salan li şûna salekê.
– Rêveberê Encumenê ji neh endam be û du endamên yedek li şûna 7 endaman û du endamên yedek.

Di dawiyê de, dengan bi têkrayî li ser destûra bingehîn ya nû hat pejirandin û erêkirin wek bingehek ji bo xebata paşerojê, û du endamên din ji bo desteya rêveber hatin berbijar kirin tevlî du endamên yedek û herwiha biryar hat standin bi avakirina sê komîteyên nû:
– Komîteya Şêwirmendî.
– Komîteya Lawan û Werzeşê.
– Komîteya Jinan
Di dawiyê de, Em li ser navê Encumena kurdên Almanya (Zentralrat der Kurden in Deutschland) supasî û rêzgirtinek mezin digirin ji bo hemû xwişk û birayên me yên zehmet kêşayîn ji bo beşdarbûna li konfrans û hêviya serkeftinê bo wan dixwazin di erk û xebata netewî de.
Bjî Kurd û Kurdistan

Encumena Navendî ya kurdên li Almanya

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *