KANIYA PÊNCÇAVÎ -20

KANIYA PÊNCÇAVÎ -20

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

ŞIMŞALA DILÊ MIN

 

Agirê hicranê sotim

Cûrbecûr awaz  ji dil tên

Bang dike vîna te ho tim

Kerb ji te b’ser min de hil tên

 

Îro şimşala dilê min

Nalenal e kun bi nêm in

Carekê bes pif ke qelbî

Hê bi ar çîk wek ewil tên

(Qaso)

 

B’yek pifê  ar  nakî   gulzar

Brahîmê  te  maye  diljar

Sornewal in her du çavê’m

Hêsirên xwîn xul bi xul tên

 

Dûriyê ey dilrûbayê

Kirme quncên inziwayê

Ez mijûlê cezbejanan

Lew bi min tev şadî sil tên

(Mem)

 

Ez bi derd im bê siûd im

Perde hem têla ji ûd im

Bê tebat hiştî bejen her

Ma çima qewsên qizil tên

 

Hê  tifal im bo Xwedê kî

Tê guhê wijdan bidê kî

Fêkiya werzê bihiştê

Kuştin û mewt û qetil tên

(Tahir)

 

Ger li burcên asimîn bim

Yan di bîrên agirîn bim

Nake ferqek bo dilê min

Madema dergeh qifil tên

 

Lê dema dergeh wekî tu

Ew hemû nazan nekî tu

Qesr û eywanên cîhanê

Ber du çavan mil bi mil tên

(Walî)

 

Ger tu carek ruh bixwazî

Sed hezar carî bi razî

Hazir im ez can feda kim

Bo meha çardeh û gultên

 

Yê bi Qasî Mem ji dil be

Dil li ser Zînek bi kul be

Belkî parîkî mi fêhm kin

Bê çima mercanê şil tên

(Qaso)

 

Yê nedîtî ma çi zane?

Mem çiQasî bargiran e

Stû me noq dara kevanî

Ax û heywax her bi mil tên

 

Can e can ev yar ne pola

Ka ji dil bes ra ke zola

‘Îd neanî ba me rojek

Hew mi qîm eylê bi kil tên

(Mem )

 

Ta’n kirim ez hogirên min

Bûne robar hêstirên min

Hê bi ser de j’teyrebazê

Xemzeyên tûj wek nikil tên

 

Ez kirim pîrê miradan

Dil vekir min wek seradan

Pir bi tirsim ez ji qehra

Leşkerên çavên bi fîl tên

(Tahir)

 

Ma îro nabînî yarê

Her wekî bayê biharê

Borî emr û ser sipî bû

Û li çav hêstir bi kul tên

 

Ez dizanim ev romane

Qasî roj emrê mi mane

Qet neyê dawî heya ku

Işweyên te pil bi pil tên

(Walî)

Urmiye, Dîlok, Qonya, Stembol

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *