Nameyên evînî -58

Nameyên evînî -58

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a pêncîûheyştan e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Sipas, redaktora min. Ka tiştekî din ji te ra bêjim. Dema tu hêrs dibî an aciz dibî, ez ji hêrsbûna te û acizbûna te naêşim. Ez hewil didim sebebê wê hêrsê û acizîyê bibînim. Û dibînim, ku sebeb ez im, ji ber ku eger ne ez bim, tuyê bo çi aciz bî û hêrs bî.

 

***

Eşq herdem heye. Carîna aram e, carna har e, carna direqise, carina dişuxule, carna difire. Lê qet ranazê.

 

***
Bibore, dilê min, eger min di nav van 3-4 salan da di hindava te da şaşîyek kiribe. Eger min kiribe, min bêhemdî xwe kirîye. Lê min bi hemdî xwe, bi zanebûn, bi xweşî, bi bextewarê ji te hez kirîye û hez dikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *