Di kovara Hawarê de – Serhildana Agiriyê (1930)

Di kovara Hawarê de – Serhildana Agiriyê (1930)

Rohat Alakom, lêkolîner

Di sala navbera salên 1926-1930an de li herêma Serhedê serhildaneke kurdan a mezin pêk hatiye û bi navê Serhildana Agiriyê derbasî dîrokê bûye. Kesên wek zimanzan û nivîskar Celadet Bedirxan, helbestvan Osman Sebrî û Cegerxwîn bi berhem û nivîsên xwe piştgirtiya vê serhildanê dikin. Beşeke nivîs û helbestên wan di kovara Hawarê de tên weşandin. Şandin û belavkirina vê kovarê li Tirkiyê di sala 1932an de tê qedexe kirin.[1]

Celadet Bedirxan di sala 1933a bi navê Hevind tekstê şanoyekê nivîsî û di kovara Hawarê de weşand. Navê Hevind ji navê sêwîyekî duwanzde salî tê ku bi dil û eşq tevî koma îsyankarên kurd bûye. Yek ji wan lehengên vê pîyesê Serwer Beg e, di pîyesê de wek “Ji Torinên Serhedan” tê nasandin. Pîyes cîh dide serboriya komeke kurdên çîyayî ku dibin hedefê êrişên dijmin. Pîyes salên Serhildana Agiriyê tîne zimîn, bi taybetî salên dawîn ên vê serhildana mezin. Serwer Beg di şer de birîndar dibe û piştî demekê diçe dilovaniya Xwedê. Di straneke şînê de ku li pey mirina wî hatiye gotin kesayetîya wî tê zimîn:

Bextreşê dayîkê! Dotmamê porkurê

Reşa girêdin Serwer çû gorinê

Lê bêyî! Rebenê. Dotmama xwelîser

Lê bigrî! Lê bigrî, delal î Torin î[2]

 

Celadet Bedirxan di vê şanoya xwe de bi zanetî torinekî (esilzade û arîstokrat) kurd, Serwer Begê wek lehengê yekem ji xwe re hilbijartiye bona ku wê dijayetiya li hemberî torinan pûç bike. Ev yeka di helbesta wî ya li ser koçkirina Şêx Evdirehmanê Garisî de jî dîyar dibe. Li vir jî şîn heye. Bi kurtî di van salan de ji bo ku warê netewetiya kurdî fireh bibe; Celadet Bedirxan ji van komên civatê re rêzdarî, hurmeteke mezin nîşan daye. Ev tekstê şanoyî bi gelek aliyan ve balkêş e. Her wisa jî Celadet Bedirxan xwestiye nîşan bide ku koma mîr û torinan çawa pêşengî li serhildanên kurdî kirine û tevî van rabûnan bûne. Celadet Bedirxan di welatevînîya wan de tu kêmasî û qisûrek nedîtiye. Belkî jî ev yeka ji hebûna mîrîtîya kalebav û malbata Celadet Bedirxan tê. Ji ber vê yekê ev mijara ji wî re bûye mijareke giring. Celadet Bedirxan belkî raste rast ev yeka neaniye zimîn, lê belê li dêvla wî, nivîskarekî din bi navê Selaeddînê Serhedî, di hejmareke Hawarê de vê yekê eşkere dike:

Hûn rabin gelî kurd û birane

Dijmin dibêjin “Kurd bêxwedî mane”

Hûn bizanin em bi xwedî ne

Xwediyê me Bedirxanî ne

Em ê hildin evda (heyfa) Şêx Seîd, Şehabeddîn e.[3]

 

Mirov ji van xetan têderdixe ku dewr, salên piştî şkandin û binketina Serhildana Şex Seîd e. Di van salan de çawa tê zanîn gelek rêber û pêşengên vê serhildanê ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê de hatine darda kirin û kuştin.

Dı navbera salên 1927-1930yî de kurdên Serhedê li derdorê Çîyayê Agiriyê li dijî lêdan û zordestiyên Tirkiyê serî hildan. Kurdan qasî pênc salan herêm kontrol kirin.[4] Kurd vê carê ji bo serhildaneke nû xwe amade dikin. Berê xwe didin Çîyayê Agirî, wî çîyayê pîroz. Şanoya bi navê Hevind ku Celadet Bedirxan nivîsîye dem û beşeke Serhildana Agiriyê dide nasîn. Ev şanoya her wisa jî wek lîstikeke pêşîn dikare bê hesibîn ku di derbarê salên Serhildana Agirî de hatiye nivîsîn. Di pîyesê de dengê firokeyan “Guregura balafiran” tê. Piştî şkandina Serhildana Agiriyê rewşa kurdan yekten berbi nebaşiyê diçe: “Ji xwe di destê me de ev gir, ev gor maye. Geliyê Zîlan û Tendûrek ketine destê dijminan. Di nav Kurdistanê de tenê ev gir maye ko di serê wê de, di dora wê de dijmin têne kuştin”.

Piştî mirina Serwer Begê wek têkçûna Serhildana Agiriyê, kurd vê carê berê xwe didin berbi Ecemîstanê. Jinên kurd jî dixwazin tevî çekhildaran bibin, ji bo xwe li hemberî dijmin biparêzin. Di dawiya pîyesê de çend xetên marşekê tê guhê temaşevanan: “Doza me ye serxwebûn /Em dixwazin serxwe bibin”. Bi vî tehrî em fêr dibin ku peyva serxwebûn (bi formên serxwerabûn, biserxwebûn) di van salan de di zimanê kurdî de hatiye bi kar anîn. Ev yeka tavilê peyva Xoybûnê tîne bîra mirovan ku di dîrokê de wek navê rêxistineke kurd hatiye bi kar anîn. Mirov dikare bipirse gelo di van salan de çima li şuna Xoybûnê, gotina Serxwebûn nehatiye bi kar anîn? Wek tê zanîn, gelek kes, nivîskar û lêkoler dibêjin ku Xoybûn bi wateya Serxwebûnê hatiye bi kar anîn! Ev mijara di xebateke me de hatiye niqaş kirin.[5]

Osman Sebrî jî di nivîseke xwe de dema ku bi Çîyayê Agirî re dipeyîve, dide zanîn ku vî çîyayê pîroz di berpalên xwe de cîhekî taybetî daye Biroyê Heskê Têlî, jê re hembez vekiriye. Dema Biro şehîd dikeve, wî li vî erdê pîroz vedişêrin. Osman Sebrî di vê nivîsa xwe de wî bi “Birho” dinavîne.[6] Osman Sebrî di nivîseke xwe ya bi navê Şîna Jinekê de qala Biroyê Heskê Têlî dike.  Di vê kurteçîrokê de wek Birho derbas dibe. Ev berhem bi gelek awayên edebî bi çîrok, bi helbest û bi zanyariyên dîrokî ve hatiye nivîsîn. Nivîskar xwendevanan dibe herêma Agiriyê. Sal, salên binketina serhildana Agiriyê ne. Kurteçîrok bi xewnekê dest pê dike. Lehengê kurteçîrokê di xewna xwe de dibe şahidê hejînekê ku wek Tofanê wî davêje berpalên Çîyayê Agiriyê. Ew tot dibe (gêr) û paşê xwe di navbera Agiriya mezin û piçûk de dibîne. Ev dever wargehê şerkar û şehîdên kurd in ku Serhildana Agiriyê de şer kirine û can dane. Ew dixwaze here li ser gora Biroyê Heskê Têlî ku di vê serhildanê de şehîd ketiye. Deng û hêlehêla jinekê tê. Ew hebe zane ev jina jî wek wî piştî vê hejîna xewê hatiye li van deran asê bûye. Ew dibîne ku li ser gora Biro jinek bi stranên şînê ser û binê erdê dihejîne, dengê wê dighêje ezmanan: “Rabe bilive gor ne cîhê te ye”.  Felekê û Xwedê rû li vê malbatê badaye. Ew kurikê di hembêza jinikê de jî dimre. Paşê ev jinek strana xwe wiha didomîne: “Namûs û çar kur çûn bes maye ev can/wî jî bona te bikim qurban”. Leheng yan jî nivîskar di dawiya vê kurteçîroka xwe de bi berêdayî gazinan li Xwedê dike. Vê carê berê gazinan dide kurdan û wan rexne dike. Li ser zimanê wî ev gotin digerin: “Bi gur be tu guraxwarî nebî”.[7]

 

Di helbesta bi navê Şehnama Şehîdan de jî Cegerxwîn vê carê gazî Biroyê Heskê Têlî dike ku berî du salan şehîd ketiye: “Heso Têlî Birahîm Beg tu rabe / Li zozanê Araratê xuya be”.[8] Cegerxwîn di helbesteke xwe de behsa wan hersê şêrên ku Kurdistan hejandine (Biroyê Heskê Têlî, Ferzendeyê Hesenan û Îhsan Nurî Paşa) dike: “Heft sal in li gir tê borîna mêran/milên xwe dane hev herwekî şêran” .[9]

Tiştekî balkêş jî: di nav rûpelên kovara Hawarê de li ser Welatê Serhedê hin agahî û notên balkêş cîh girtine. Di gelek cîhên kovara Hawarê de bayên zozanên Serhedê tê. Li dêvla Serhedê di kovarê de formê pirhejmarî Serhedan hatiye bi kar anîn. Çend kesên ku bi nivîsar alîkariya kovara Hawarê dikin ji Serhedê ne, wek mînak: Miço Melê, Selahedînê Serhedî û Smaînê Serhedî.[10] Dema di hejmareke Hawarê de lîsteyeke kesên ku alîkariya vê kovarê kirine tê weşandin, di vê lîsteyê de em rastî navê “Yekî Serhedî” tên ku alîkarî daye. Wî kesê Serhedî navê xwe yê rastîn eşkere nekiriye. Belkî jî yek ji van kesên li jor navborî be.[11] Ji wan Miço Melê bi sernivîsa Serhedan helbestek weşandiye ku qala Serhildana Agiriyê dike:

 

Serhedan

Li Serhedan heye ceng

Dengê lawan tev bi şeng

Ji kûlîlkên renge reng

Ne zil maye ne jî beng

Dil diêşe ji derdan. [12]

 

Miço Melê di dawiya vê helbesta xwe yî bi navê Serhedan de şînê digerîne, dilşkestî ye. Wisa tê xuyan sal, salên piştî şkestina Serhildana Agirîyê ye. Bi gotinên “Xerab bûye Serhedan” xwestiye zordestî, şewat û wêrankirina hêzên leşkeriya Tirkiyê nîşan bide:

 

Xwelî li mey ey kurdan

Bigrî Miço tu bigrî

Xerab bûye Serhedan.[13]

 

Çawa li jor jî xuya dibe di nav rûpelên Hawarê de: Koma Torinan, Serhildana Agirî û Welatê Serhedê wek sê mijar bi hev re hatine girêdan, di navbera wan de bandûreke berbiçav dîyar dibe yan jî tê dîtin. Ev mijaran me xwendevanan dibin axeke zêde nayê nasîn, me dibin Welatê Serhedê ku gelek caran wek “Welatê quling û dengbêjan” hatiye nasîn.

 

Riataza

[1] Rohat Alakom, Ataturk “Hawar”a kurdan jî qedexe kiriye, Netkurd (29/8 2011).

[2] C.A. Bedir-Xan, Hevind, Hawar, nr 20/1933.

[3] Selaeddînê Serhedî, Dilê Min Pir Dişewite, Hawar, nr 10/1932.

[4] Rohat Alakom, Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, Avesta Yayınları, 2011.  Bir Türk Subayının Ağrı İsyanı Anıları, Avesta, 2011. Mustafa Balbal, Ararat’taki Esir Generalden Kan Çiçekleri, Doz Yayınları, 2002.

[5] Rohat Alakom, Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, Avesta, 2011, rûp.20.

[6] Osman Sebri, Agiri, Hawar, nr 36/1941.

[7] Osman Sebrî, Şîna Jinekê-Li ser Gora Birho, Ronahî, hejmar, 21/1943. Osman Sebrî, di binê vê çîroka xwe de terîxa 9/6 1933 nivîsîye.

[8] Cegerxwîn, Şehnama Şehîdan, Hawar, nr 19/1933.

[9] Cegerxwîn, Tola Bavan, Hawar, nr 22/1933.

[10] Smaînê Serhedî, Şer, Hawar, nr 37/1941.

[11] Kiriyariya Hawarê, Hawar, nr 43/1942.

[12] Miço Melê, Serhedan, Hawar, nr 19/1933.

[13] Miço Melê, Serhedan, Hawar, nr 19/1933.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *