Efsane û çîrokên me yên gelêrî -1

Efsane û çîrokên me yên gelêrî -1

Nivîskarê malpera me Cankurd, ku herwiha bi navê Kurdaxî jî tê naskirin, nivîseke delal ji me ra şandîye. Em sipasî wî dikin. Ji ber ku gotar mezin e, ew wê dikin du beş û du rojan dû hev didin. Fermo, em îro beşa nivîsê a pêşin çap dikin, a duduyan emê sibê çap bikin.

Bikevin nava kûraya zargotina me û lezetê jê bibînin.

 

Cankurd

Berî ku radyo, televîzyon û têldest derkevin, gundî di mala yekî de diciviyan, ku ji wan gişan maldatir bû; yê ku wekî malmezinê xwe didîtin û dinasîn, û bi taybet di şevên dirêj ên zivistanê de. Li aliyê mêran, ku her tiştekî wî ji yê aliyê jinan baştir bû, wekî xalî û kulavên ku dihatin rêxistin, mînder û balifên ku bo rûniştina mêvanan dihatin danîn, heta agirê pixara wî alî jî ji yê pixara aliyê jinan gurrtir û hêgintir bû. Di ber xwarina gûz, mûj, bastiq, fistiq û hejîrên hişkkirî re, û di firkirina qedehên çay û avjongê re, kesekî bo çîrokbêjekî digot: „De ji me re cengekî hewalde. Birawo, ji me re lêke”.

Ew (Ceng), di koka xwe de, bo çîrokên cengewariyê bû, ku di Erebî de jê re “Melh‘eme“ tê gotin, di nav çerx û deman re, bo her terzekî çîrokan di civatê de cihê xwe girtibû. Di Almanî de jê re niha “Erzählung“ tê gotin, û gava wekî helbestê be bi „Epos“ tê nasîn. Ev jî wilo bûbû, çunkî di çîrok û efsaneyên Kurdî de pir li ser ceng û pevçûn û şergehan dihate hewldan, wêrekî, mêranî, şûrbazî û qutêkirin pareke mezin bû ji kesayetiya mirovê çiyayî.

Ji xwe peyva „Kurd“, wekî Dr. Henne Bischeler di lêkolîneke xwe de gotiye, ne navê neteweyekê ye, ew „rewşt“ a wan gelên Zagrosî ye, ku bi „Kurd: Gelên wêrek“ dihatin rewştin. Pişt re hêdîka peyva „Kurd“ cîhê wan hemî navên gelên Zagrosê girtiye, û eve jî dikeve seriyan, ji ber ku pir gelên Zagros ên berê hebûn, bûne „Kurd“, û ji ber vê jî Kurd di dîmen û hinek taybetiyên xwe yên zimanî û nijadî de ne wek hev in. Di nav wan de mirovên çîl û gir wekî Europiyan hene, û mirovên esmer ên bejinkurt ku nêzîkî Samiyan hene, di nav zaravên wan ên Hewramanî, Kelhorî Zazakî, Kurmancî û Goranî û Soranî de pir cudahiyên mezin jî pêda bûne… Bêguman sirûşta Kurdistanê, ku ji çiyayin bilind ên asê û ji çemin mezin û fireh, û ji gelî û newalin „nihalên“ kûr pêda bûye, tev li parçebûnên civakî yên dema axatiyê bûne egerên vê tevliheviya zimanî û nijadî, hema gotina Dr. Henne Bischeler di cîh de ye, û wan heme „gelên wêrek“ bûne Kurd, ew wêrekî jî di kesayetî, çand û kelepora kurdî de bûye stûnekî serekî, di çêrok û efsaneyên Kurdan de.

Raste ku Kurdan efsane, çêrokên xwe yên gelêrî û çêrçêrokên demên berê, bi şêweyekî nivîskî ji zarok û piştên xwe re, wekî Misriyan, Çîniyan, Hindiyan û Grîkan, nehêştine, hema wan gelek berhemên xwe yên kevnare bi teherekî devkî, di nav çerx û dewranên demê re, bo zarok û neviyên xwe hêlane, dem bi dem, wateyên wan li gor baweriyên xwe yên olî, rewşên siyasî û mercên derdora xwe guhartine. Pareke mezin ji wan jî bi rêya hozanvanan wekî helbestên çêrokî hatiye qelemkirin.

Bo nimûneya windabûnê, ez dikanim vê bibêjim: Hêja Bîlal Hesen, ku temenê wî di ser 70 salan re ye, li gundekî nêzîkî bajêrê min, li Almaniya bi cîh û war bûye, û xwe pir bi çanda navçeya Kurdaxê „Çiyayê Kurdan“ re gêro kiriye, û gelek çêrçêrokên kurt û kin jî wekî binxêzkan xistine pirtûka xwe ya li ser pend û şîretan (Birr 1), di dema nivîsandina vê lêkolînê de telefon min kir, û wek dibêjin: Şor ji şorê…Ji min pirsiya tu çi dikî, min gotê ku ez bersiva pirseke mamhosteyê delal Mustefa Reşîd di warê efsane û çêrokên me yên berê de dinivîsim. Hêja Bîlal Hesen got:“Berê Bûd dihatin gundên me û çêrok bi şev ji me re dibêjtin. Carina heta ber destê sibê. Kalemêrên me jî gelek çêrok dizanîn û digotin. Hema nayin bîra min.“ Lê ji ber ku min pir mereq kir, ez navên hinekan ji wan bizanim, gote min ku ji wan efsane û çêrokan van hersêk hebûn:

– Hêlîna Lûlê (an jî Hêlîna Fangfang Qoşê)

– Dêwê Heftserî

– Koleman û dêwê Bêcan

Paşê pareke piçûk ji ya dawî, ku hîn di bîra wî de mabû, ji min re got. Dêwekî ne wekî dêwên dî bû, herdem dihate welatekî û ziyaneke mezin bi xelkê wî welatî dikir. Koleman jî lehengekî welêt bû û bi dêw re dikete pevçûnê, hercar zora wî dibir, ew dikuşt, lê paş kuştinê dêw dîsa radibû û rewş rewşa berê. Koleman nema dizanî çi bikira, li dawiyê ew bir şikeftekê, di şikeftê de ew bi zincîrekê girêda û nofirka dawî ji zincîrê bi singekî xist û sing kuta zinarekî di dîwarê şikeftê da. Ew bi sal û mehan di wir de girêdayî ma. Heta rojekê jinek bi dota „qîza“ xwe re hate li ber devê şikeftê, ku bi axê xetimî bû, li pincêr digeriya, dota wê dît ku quleke piçûk li wir heye, tê re dengek tê. Rabû ew qul kola û fireh kir. Dît ku şikefteke. Gava ketiye hindirê wê, dêw li ber wê keçikê geriya, lava jê kir û ji keçikê xwast ku ew bi kevirekî li sing bide, heta piçekî xar dibe û xelqeya zincîrê jê dişimite. Keçikê gelek caran bi kevirekî li seriyê sing da, ew daket û zincîr jê vebû. Gava dêw xwe aza kiriye, yekser dest avêt nava keçikê, ew xist bin piyê xwe, revand û bir.

[Ev kolana qulikekê di çêroka „Sê gul û sê bira“ de jî heye]. Ev efsane wilo diçe, û wekî dixuye pir kevin e, ji ber ku efsaneyên dêw û lehengan, giş berî hatina Îslamê nav Kurdistanê belav bûbûn, û tê de „Pêdaçûn–Mubalexe“ gelek hebû. Dêw bi heft seriyane, wekî di efsaneyên Girîkî de, an dêw bêcan e, tê kuştin û dîsa vedijî. Şûna bin pêyên Rustemê Zal wekî ciyê bêderekê ye, bejmêra wî nizanim çend gaz in. an hespê Kulik cehniyê mehînekê ye, ku ew bi hespekî zireyî „beh’rî“ re li gan ketibû…Teyrê Sîmir wekî keçeke ciwan û çeleng e, wekî mirovan dipeyive û dikane mêrekî li ser pişta xwe hilgire û heft roj û heft şevan di ser ewiran re bifire.

Ev kelepora pir maldar bi fantaziya ku îro bûye hevîrê gelek roman û film û şanoyên, ku bi milyardan pere bo xudanên wan tînin, wekî filmên „Xudanê Gustîlkan“ û „Avatar“ an jî romana „Avalon“ û „Harry Potter“, mixabin bê hemdê me winda dibe, ji ber ku Kurdan ewana nenivîsandin û her zanîneke ku neyê nivîsandin winda dibe.

Hîn di dema Ehmedê Xanî de, li ser efsaneyên me Kurdan dihate peyivîn, mixabin Ehmedê Xanî tenha bi vê şêweyê di dastana xwe ya navdar „Mem û Zîn“ de li ser wan gotiye:

 

Kurdî, Erebî, Derî û Tazî

Terkîb kirin bi hezl û bazî

Hindek ji fisaneyê di Bohtan

Hindek di bihan e, hin di buhtan

Bohtî û Mehmedî û Silîfî

Hin lee’l û hin ji zêr û zîvî

Xirmehr û Morik û Mirare

Hindik di şefaf û hin di tarî

Tersîî‘ kirin wekî piçûkan

Înane bo qeyserî û sûkan

Hin qisse û hin ji wan mîsal in

Hindik di h’elal û hin h‘eram in

Her qisse ji hisse behremendin

Her emsîle ger bizanî pendin

 

(Binêr: Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, vejandina Perwîz Cîhanî, Merkezê neşirê Ferheng û edebiyatê kurdî, Orumiye, Sindoqê Postî: 717, rûpel: 377)

Çêrokbêjiya devkî di nav gelê Kurd de rast fireh û wekî dareke berhemdar tê dîtin. Mixabin, ta niha pareke piçûk ji van berheman hatiye nivîsandin, tevî ku pir efsane, çêrokên gelêrî û çêrçêrokên xweşik in, û gava mera wan werbigerîne bo zimanekî cîhanî, wê bi zûkî navdar bibin.

Ji aliyekî dî ve, gelên derdora Kurdan û welatên di tixûb û serhedên Kurdistanê de ne, hinek ji wan berheman kirine yên xwe û ji nav destên Kurdan revandine. Ji wan jî efsaneya navdar: Rustemê Zal, ku Faris dikine Farsî, û Sad Ehmedê Silîfî, ku Ermenî ji xwe re dijmêrin.

Wekî ez dizanim, cara yekê ev berhema hêja „Rustemê Zal“ ji aliyê herdu rojhilatnasên mezin, Albert Socin û Eugen Prym ve, di orta sedsala 19ê de, hatiye nivîsandin. Dibe ku berî wan jî kesekî ew nivîsandiye, hema ji ber egerên siyasî yên ku Kurdistan ji pir sedsalan ve tê re çûye, pir berhemên kurdî yên nivîskî bincil bûne, hatîne wêran kirin an jî winda bûne.

Min ew berhema hêja ya Prym û Socin, li gel hinek çêrok û çêrçêrokên dî yên wan civandine û bo Instîtuta Qeyserî ya Pêtersborgê li Rûsiya nivîsandine, bi tîpin „Latînî“ yên ne asan, cara yekê, di salên 1987-1988 de, dît, û min paş demekê tîpguhastineke „Kurdiya nûjen“ jê re çêkir. Niha ew di nav pirtûka min a nebelavkirî de ye, ku min jêgirtek „kopiyek“ berî niha bi sê salan dabû weşanxaneya „Spîrêz“ a li bajêrê Duhokê ye. Navê pirtûkê, ya ku dora 200 rûpel e, ((Berhevoka Çêrokên Kurdî)) ye. Di va pirtûkê de, gelek çêrokên gelêrî hene, ewana jî evin:

((Çeleng Evdal, Evdirehman û keça Xanê, Ferx û Sitiyê, Medo û Henne, Mem û Zîn, Paşayê gurrî, Rovî û birrîna Şerîe’tê, Şah Meymûn, Sultanê Mara, Teyrê Sîmir, Wezîrê serhişk, Yek bi yekê, Yûsif Bajarî û keça firotî, Yûsifê ticar.))

Portre: Rebwar K Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *