Mihemedê kurd û hin çîrokên din -22

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -22

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mihemed serê dêw avête ber mîr û derket. Bi derketina wî re Mîr Gulnar vegeriya ser wezîrên xwe û got:

Weh ev çi îşe gidî! Min ew şande mirinê, ku divê bihata kuştin. Lê tu were binhêre sax û silamet vegeriya û bi ser de jî serê dêw ji me re anî. Ka kê tiştekî weha jê dipa! Dû re Wezîr Muşîr got:

Mîrê min, ma min ji te re negot qarşê wî xortî nebe, ku felek wî diparêze û şans û talihê wî gelek e. Ger felekê bi wî re hevaltî nekira, qet îmkan hebû ji devê dêw xilas be û bi ser de jî, serî ji cendek felq bike. Erê ji Mihemed re dafik hat danîn û we ew şande mirinê û ez ditirsim ku haya wî ji wê komployê çêbe û bikeve dû heyfhilanînê. Werin bi ya min bikin, dev ji armanca xwe a kuştina wî berdin û wî bişînin hec, ku encax bi vî hawî dê mesele safî bibe.

Bi wan gotinên Wezîr Muşîr re, mîr ji xwe re bê deng rûnişt, lê ji xêncî jina Mihemed û bedewiya wê nikaribû tiştekî din bifikire. Hêj mîr di wê rewşa xirab da bû, ku Mihemed vegeriya bû qesra xwe, ba herdu horiyên xwe, ku bi wan re xwediyê serfirazeyeke xwerû û domdar bû.

Nav û dengê wî jî gihîştibû her der û deverê welêt, kuştina dêw di devê herkesî de bû. Rojekê Mihemed di qesra xwe de runiştibû, wa dît dîsa sazbendên Mîr Gulnar ketin hundur, Mihemed bi dilxweşî xêrhatina wan kir.

Stranbêjan amûrên xwe dane destên xwe, bi coş û heycan dest bi gotin û lêxistinê kirin. Bi bihîstina deng re, Bedr el Mahayê serê xwe di ber perdê re derxist û li ciyê deng jê dihat mêzand, ku Dûrat el Mulûk jî li kêleka wê sekinîbû.

Dema stranbêjan ew herdu horî dîtin, ji xwe re şaş û metel man û lê bûn ku ji ser hişê xwe herin, bixeriqin. Bedewiyeke wisa li hemberî wan bû, ku bi tenê dikaribûn wan prensesan bi tav û hîvê re qiyas bikin. Dîtina wan hêz û qeweteke wisa dabû sazbendan ku wan jî performansa xwe du car zêde kiribûn. Bi qedandina gotin û rapêşiyê ve, ji aliyê Mihemed ve bi comerdî hatin xelatkirin û bi pesindayîna wî û horiyên wî ve vegeriyan şarê xwe.

Çend roj pey re, Mîr Gulnar şandibû pey wan, ku bên û ji mîr re bistirên. Ew jî hatin dîwana mîr, dest bi erka xwe kirin, ku di wê navberê de navê Mihemed û kuştina wî ya dêw derbas bû. Muzîsyenan jî behsa sertêdana xwe ya çend roj berê ya li Mihemed û camêrî û destvekirîya wî kirin. Û herweha gotin Mihemed ji wê rêwîtiya xwe ji xwe re horiyeke nû aniye, ku eva han wek hîvê bedew e û tew di ser ya din re ye.

Dema mîr ev gotinên stranbêjan bihîstin, hezkirin û sewda wî alîkî, agirê dexesiyê jî hatibû vêxistin û dil û hinavên wî dişewîtand. Şande pey Wezîr Muşîr û jê re qala tiştên ji muzîsyenan bihîstîbû kir û got:

Êdî sebra min nema, ez ê wî bikujim. Wezîr got:

Mîrê min di vî karî de tiştek ji destê min nayê. Min berê jî gotibû ev zilama di bin parastineke xisûsî ya felekê de ye, tu xirabî û planên kirêt nikarin wî têk bibin.

Dû re mîr gazî wezîrên xwe ê din kir ji wan re qala tiştên qewimî û armanca xwe kir. Wezîrekî got:

Helbet tu kesî nedipa ku ew ê sax û silamet ji wê giravê vegere, ku me digot çûyina wî heye veger tuneye. Lê planeke din jî heye, ku em dikarin bi vê planê ji Mihemed xilas bin.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *