BI ALEXANDRE JABA PHONEMÊN KURDÎ

BI ALEXANDRE JABA PHONEMÊN KURDÎ

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

Raif Yaman, lêkolînkar

Ballade Kurde

Alexandre Auguste Jaba, consulê ûris ê Erzeromê, berhema xwe a pêşîn a ji folklora kurdan sala 1859an bi navê Ballade kurde (Hîkayeta kurdî) di hejmara 14an a kovara Journal Asiatique da weşandîye. Alexandre Jaba dema li Erzeromê consulê Imperatorîya Ûris bûye ev berhema folkloric berhev kirîye, ji ebceda kurdî transcriptionî elîfba roman kirîye û ji kurdî tercûmeyî fransizî kirîye. Text bi dialecta kurmancîya jor e. Li ser evîna Sîyahmedê Silîvî û Şemsa Tîmûr Paşayê Mîllî ye. (Jaba, 1859)

Transcriptiona Metnê Eslî

HÎKAYET[1]

Di weqtê Temir Paşaê Mîllî ku îskîyanbaşî

Bûye we malêd wan havînan ji berîê

Dihatine zozanêd Bîngolê ji taîfa

Sîlîwanêd Dîyarbekrê lawekî qewî jê

Hatî we behusûn we camêr lakîn bêhal û mal

Navê Sîyahamed dibêjin ew law têtên we dibite

Ẍulamê Temir Paşaê Mîllî we mudeyekê di xîzmeta

Temir Paşa da dimîne keçke Temir Paşa jî hebûye

Şanzde hefde salî navê Şemsê qewî zêde

Xoyî husun we rind we sijiehî halê cuwanîyê ye

Malûm wusa diqewume ew Sîyahamedê

Sîlîvî we Şemsê kiça Temir Paşaê

Mîllî hez ji yekûdu dikin we hevdu

Dihebînin eydî roj be roj evîna

Wan zêde bûyî Sîyahamed dizane

Ku Temir Paşa beyxtîyarî kiça xu nadête

Sîyahamedî lewranî ew kurmanc e we xulamê wî ye

We ew be xo Îskanbaşî we Paşa ye we agirê

Evînê jî def’e nabê rojekê Sîyahamed dibêje (Jaba, 1859)

Ji Ebceda Kurdî Transcriptiona Metnê Eslî

hîkayet di weqtê tîmûr paşayê millî ku îskanbaşî[2]bûye û malêd wan havînan ji berîyê dihatine zozanêd bîngolê ji tayfa silîwanîdê dîyarbekrî lawekî qewî jêhatî û bi husn û camêr lakîn bê hal û mal navî sîyahmed dibêjinê ew law têtin û dibite xulamê tîmûr paşayê millî û mideyekê di xizmeta tîmûr paşa da dimîne. kiçekî tîmûr paşa jî hebûye şanzdeh hefdeh salî navî şemsê qewî zêde xweyî husn û rind û spehî halê cuwanîyê ye m’elûm wusa diqewime ev sîyahmedê silîwî û şemsê keça tîmûr paşayê millî hez ji yek û du dikin û hevdu dihebînin êdî roj bi roj evîna wan zêde bûyî sîyahmed dizane ku tîmûr paşa baxtîyarî keça xwe nadête sîyahmedî lewranî ew kurmanc e û xulamê wî ye û ew bi xwe îskanbaşî û paşa ye û agirê evînê jî def’e nabê rojekê sîyahmed dibêje …

 

Recueil de Notices et Récits Kourdes

Alexandre Jaba sala 1860î metnên kurdî ên li ser ziman, edebîyat û eşîrên Kurdistanê ên Mele Mehmûdê Bazîdî jê ra nivîsîne, tertîb kirine, tercûmeyî fransizî kirine û bi navê Recueil de notices et récits kourdes li St. Petersburgê weşandine. Navê vê kitêbê ê bi kurdî Camîeya rîsalan û hîkayetan bi zimanê kurmancî ye. Alexandre Jaba idiomên kurdî ên di nav tercûma xwe a fransizî da bi phonemên fransizan û phonemên Peter Lerch nivîsîne. Peyvên kurdî ên di nivîs, derkenar û şîrovên xwe da bi phonemên fransizî nivîsîne, ên raste rast ji metnên kurdî ên Mele Mehmûdê Bazîdî girtine nav tercûma xwe a fransizî, ne bi giştî, lê bi piranî bi phonemên Peter Lerch nivîsîne. Jaba ji bo nivîsandina herfên di ebceda kurdî da hene lê di a fransizî û a Peter Lerch da tune ne jî çareyek dîtîye. Mesela phonema /t/ a Bazîdî bi herfa ط nivîsîye Jaba bi digrafa th nivîsîye. (Jaba, 1860: 1)

Ji Ebceda Kurdî Transcriptiona Metnê Eslî

camî’eya rîsalan û ḧîkayetan

bi zimanê kurmancî

tertîb û bi zimanê frensîyeyî tercûme dikir

eskender jaba

ku qonsolê imperatorî ‘ezîmê ûris di erzeromê da ye

di bajêrê peterbûrẍê da

di darel teba’eta academiayê imperatorrî da

di tarîxa hezar heşt sed û şêstê î’sûsî

ku salê 1277ê ḧîcrî ye

evê kitabê teb’i kirin[3]

 

Bi Kurdîya Îro:

Berhema peyam û çîrokên bi zimanê kurmancî

Amadekirin û tercûma bi zimanê fransizî: Alexandre Jaba, consulê Imperatorîya Mezina Ûris, li bajarê Erzeromê.

Ev kitêb sala 1860ê zayînî, 1277ê  koçî, li St. Petersburgê çap bûye.

Dictionnaire Kurde-Français          

Ferdinand Justi sala 1879an Dictionnaire Kurde-Français a Auguste Jaba li St. Petersburgê weşandîye. Jaba destnivîsa vê berhema xwe a sala 1867an spartîye Académie Impériale des Sciences. Paşê li Vocabulaire kurde (Vajnama kurdî) a xwe Dictionnaire français-russe-kurde (Ferhenga fransizî-rûsî-kurdî) zêde kirîye û zengîntir kirîye. Ferdinand Justi peyvên kurdî-fransizî ên vîyana dawîn di Dictionnaire Kurde-Français a Jaba da bi cih kirine, lê ev ferheng ne li gor destnivîsa wê a 1867, ne jî tenê li gor parta wê a kurdî-fransizî amade kirîye. Ji metnên Jaba spartêne û destnivîsên grammaticên Academyê jê ra peyda kirine gelek peyv derxistine û gelek jî lê zêde kirine. Bi vî hawayî ji berhemên kurdologên berî xwe jî gelek peyv girtine û di vê ferhengê da bi cih kirine.

Bi Ferdinand Justi  Nerastîya Phonemên Jaba û Bazîdî

Ferdinand Justi dibêje, Jaba di xebata xwe a ferhengî da herfên ebceda kurdî bi herfên elîfba fransizî transcription kirîye, mesela š bi ch, χ bi kh, u û ū bi ou nivîsîne. (Jaba, 1879: IV)

Li gor Ferdinand Justi gelek peyvên destnivîsa Dictionnaire Kurde-Français a Auguste Jaba û metnên kurdî ên Melayê Kurd[4]  şaş hatine nivîsandin. Ji ber ku Jaba hema hema hîç bala xwe nedaye koka peyvan, li ser etymologya wan kar nekirîye, nikanibûye rê li ber orthographya şaş a peyvên kurdî bigire. Justi xwastîye bi helsegandinek etymologic hem peyvên bi ebceda kurdî hem jî transcriptionên wan ên bi herfên roman rast bike. Wî di 8 xalan da şaş nivîsandina peyvên Jaba û Mele Mehmûdê Bazîdî hanîne zimên, û gotîye: 1. ا û ع ; 2.ت û ط;  3 ك û ق ; 4 ز. ذ. ض û ظ ; 5 س û ص; 6 د. ط  û ض; 7 ڭ û غ; 8 ح û ه ji ber nezanîya etymologya peyvan di şûna hev da hatine nivîsandin. Justi, numûnên peyvên rast nehatine nivîsandin û rastîya wan a li gor van heşt xalan di pêşgotina xwe a Dictionnaire Kurde-Fransçais a A. Jaba da bi berfirehî anîne zimên[5].

Rastî û Nerastîya Phonemên Kurdî ên Jaba û Bazîdî

Mele Mehmûdê Bazîdî herfên ا û ع;ت  û ط;ك  û ق;ز  ,ذ , ض û ظ;س  û ص;د ط, û ض; ڭ û غ;  ح û  ه di şûna hev da nivîsîne. Ji ber ku dema peyvek ji zimanekî derbasî zimanekî din dibe her carê dengên xwe ên zimanê jê çûye nikane di zimanê ketêye da biparêze, li gor dengên zimanê nû dikane biguhere û bibe xwedî dengekî nû. Bi hezaran peyvên zimanên hînd-europan ji heman kokê dihên, lê di her ziman, heta di gelek dialectên zimanên vê famîla zimanan da ji hev cihê dihên nivîsandin û dihên xwendin.

Li gor F. Justi divêt peyvên erebî û farisî ên di kurdî da mîna xwe werin nivîsandin, bi herfên cihê neyên nivîsandin. Ev nihêrîn ji bo peyvên telafûza wan a di zimanê peyv daye û zimanê peyv girtî da eynî be, bê guman rast e. Lê heke telafûza peyvê di her du zimanan da ne wekî hev be, wê gavê divêt ne li gor zimanê jê hatî, lê li gor telafûza xwe a di zimanê ketêye da were nivîsandin. A. Jaba peyva tîrطیر nivîsîye, lê F. Justî gotîye ev ne rast e divêt تیر were nivîsandin. Peyva tîr ji tîgra farisîya kevn dihê. Rûbarê ku ereb jê ra dîcle dibêjin, sasanîyan bi pehlevî jê ra ehvend gotine bi avestî tighri ye. Gelo wan deman ev peyv mîna Jaba nivîsîye bi phonema /t/ ya mîna Justî nivîsî bi phonema /t’/ hatîye gotin rind nahê zanîn. Peyva tîr bi kurmancî mîna Jaba nivîsîye dihê gotin. Lê di farisî da mîna Justî nivîsîye dihê nivîsandin. Gelek peyvên kurdî û farisî pir caran bi dengekî ji hev diqetin. Mesela piranîya peyvên farisî ên bi phonemên /d/, /z/ û /h/ dihên gotin di kurdî da bi phonemên /z/,  /ʒ/ û /s/ dihên gotin.

Jaba thirsطرس  nivîsîye, Justî tirsترس  nivîsîye. Ev peyv di dialecta kurmancî da mîna Jaba nivîsîye dihê gotin, di kirmancî da mîna Justî nivîsîye dihê gotin. Pir caran phonemên di dialecta kirmancî da aspirat in di dialecta kurmancî da ne aspirat in. Piranîya peyvên kurmancî ji alîyê phonetic ve bê guman ji ên kirmancî nûtir in. Dema meriv li gor nûbûn û kevnbûna peyvan phonemên rasttir helbisengîne û nivîsîna wan dîyar bike bê guman meriv dikane bibêje bi vî hawayî nivîsandina vê peyvê rasttir e. Peyva ‘erd a ku Jaba عرد nivîsîye Justi kirîye ارض . Rast e ev peyv di erebî û farisî da mîna Justi dihê nivîsandin û xwendin. Piranîya kurmanc û kirmancan vê peyvê mîna Jaba nivîsîye dibêjin û dinivîsin, lê kirmancên dêrsimî hard dibêjin. Phonema /dˤ/ a ereb bi herfa ض dinivîsin ne di kurdî da ne jî di farisî da heye. Faris peyvên erebî mîna ereban dinivîsin, lê mîna xwe dixwînin; kurd van peyvan çawa dibêjin wer dinivîsin. Di kirmancîya Dêrsimê da pirranîya peyvên li deverên din bi phonema /ʡ/ dihên gotin diguherin dibin /h/, ji ber vê yekê ev peyv jî dibe hard bi elîfba kurdan a bi herfên ereban هارد dihê nivîsandin. Eynî peyv di almanî da erde, di germanîya bilind a kevn da erda û di îngilîzî da earth dihê nivîsandin. Li gor pîvana etymologic a Justi divêt alman û îngilîz jî vê peyvê qed nebe erda  binivîsin. Dîsa li gor vê nihêrînê divêt zimanên latinî gişk peyvên latinî mîna latinî binivîsin. Wê gavê ewê nivîsa piranîya peyvên italianî, spanyolî, fransizî, portekîzî, rûmenî û zimanên din ên latinî bi hawayekî bercibçav mîna hev bibe. Xwîyaye meriv her dem nikane orthographa zimanan li gor pîvanên etymologîyê dîyar bike.

 

Analysa Phoneman

Transcriptiona Auguste Jaba a di Recueil de notices et récits kourdes û  dictionnaire kurde-français da hev û din nagire. Jaba ji 1857an heta 1860î herfa  ط a ebceda kurdî bi digrapha th, herfa ت jî bi t nivîsîye. (Jaba, 1860: 1-7) Heke Ferdinand Justi çawa ku gelek peyvên Jaba û Bazîdî ên bi ebceda kurdî li gor orthographa erebî û farisî guherandine, transcriptiona wan jî neguherandibe ev dihê wê manê ku Jaba piştî demekê di transcriptiona vê herfê da guherîn kirîye. Jaba bi herfa y bi piranî phonema /ø/ û di hindik peyvan da jî phonema /j/ nivîsîye.

Jaba di transcriptiona peyvên ebceda kurdî da li gel phonemên Peter Lerch, bi phonemên fransizan à, â, é, ï, j, v, w, ch, dj, gh, kh, th, ou, au, tch û phonema almanî tsch û diphtongên àï, ài, ei, èi, eu, ia, oi jî peyv, phras û idiomên kurdî nivîsîne. Hêjahîya van phoneman a phonetic li gor heman rêzê wusa ye:   /ɑ:/, /ʡ/, /ɪ:/, /i/, /ʒ/, /w/, /v/, /ʃ/, dʒ/, /ʁ/ /g/, /χ/, /t/, /u/ /u:/ /ɵ/, /o/ /o:/, /tʃ/,  /ts/, /ɑi/, /ɑɪ/ /ɑj/, /εy/, /εw/, /jɑ/, /oj/.

Tableau 12: Bi Alexandre Jaba Phonemên Kurdî

No Consonant EPB No Vocal EPB
1 B b /b/ 1 A a /ɑ/
2 D d /d/ 2 ā /ɑ:/
3 F f /f/ 3 à /ɑ:/
4 G g /g/, /ʁ/ 4 E e /ε/
5 H h /h/, /ħ/ 5 é /ε/
6 J j /ʒ/ 6 è /ε/
7 K k /k/, /k’/ 7 ĕ /ε/, /ø/
8 L l /l/, /ɭ/ 8 ê /ʡ/
9 M m /m/ 9 I i /i/, /ɪ/
10 N n /n/ 10 ĭ /ø/
11 P p /p/, /p’/ 11 O o /o/
12 Q q /q/ 12 ŏ /ɵ/
13 R r /r/, /ɾ/ 13 ŭ /ɵ/
14 S s /s/ Digraph EPB
15 T t /t/, /t’/ 1 ou /ɵ/, /o/, /u/
16 V v /w/ 2 ŏu /u/, /ɵ/
17 W w /v/ 3 /u:/
18 Y y /j/, /ø/ 4 ch /ʃ/
19 /ø/ 5 dj /dʒ/
20 Z z /z/ 6 gh /g/
Diphtong EPB 7 ll /ɭ/
1 ài /ɑɪ/ 8 kie /k’ε/
2 /ɑj/ /ɑi/ 9 kh /χ/
3 eŏu /εw/ 10 ss /s/
4 ia /ijɑ/ 11 th /t/
Trigraph EPB
1 tch /tʃ/

Riataza

[1] Ji bo metnê authentic li Peywest 7.1  binihêrin

[2]Ev peyv di metnê bi ebceda kurdî da di cumlê pêşîn da bi şaşitî eskalebaşî hatîye nivîsandin.

[3] Ji bo metnê eslî ê bergê kitêba Camî’eya rîsalan û ḧîkayetan bn. Peywest 7.2 binihêrin

[4]Mele Mehmûdê Bazîdî

[5]Jaba, 1879, rp. VI. Ji bo metnê authentic ê li ser vê mijarê li Peywest 7.4 binihêrin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *