Federasyona Navnetewî ya Civaka Kurd hate damezirandin

Federasyona Navnetewî ya Civaka Kurd hate damezirandin

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 49

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 49an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernameya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren delal, bi dirêjaya dîroka kurdaye pir zehmet u dijwar de, Kurd bi hezaran kîlometir ji Kurdistanê dûr gelek caran sirgûn bûne, koç kirine ku ev jî bûye sedema avakirina gelek wargehên kurdî. Wargehên Kurdan yên dervayî Kurdistanê ku ziman û erf-edetên xwe parastine ev in: Ermenistan, Gurcistan, Rusya, Tirkmenistan, Qirgizistan, Qazaxistan, Yemen, Belûcîstan, Efxanistan û Libnan.

Diyasporaya kurdî ya ku li Ewropayê pêk hatiye bûyereke nû ye. Li Ewropayê li dora 2 milyonan kurd hene, lê eger jimara kurdên li dervayî Ewropayê dijîn em bihesibînin ji 8 milyonan zêdetir e. Rêxistinên demokratîk yên kurdan li hemû welatên Ewropayê bi vê zanebûnê biryara xwe didin ku li hember hemû gef û destlêwerdanên herêmî û navneteweyî hêzên xwe yek bikin û di nav xwe de hemahangiyeke rêxistinî pêk bînin. Kurdên li Ewropayê di van bîst-sîh salên dawî de, bi giştî ji ber sedemên siyasî koçber bûne. Di nav wan de parek jî ji ber sedemên aborî ji bo xebatê çûne Ewropayê, bi taybetî Almanyayê.
____________________________________________________

____________________________________________________

Kurdên Ewropayê ne tenê ji çar parçeyên Kurdistanê hatine. Her wiha di nav bîst salên dawî de ji Qafkasê, ji Rusya û Asyaya Navîn jî hatine û hejmara dewletên ku Kurd jê hatine ji dehan zêdetir e. Beșek wan di hêla zaravan da Kurmanc e, hinekên wan Soran û Zaza ne. Hinek Misilman, hinek jî Elewî, Kakayî û Êzidî ne. Kurdên Ewropayê ne tenê karker û penaber in. Bi sedan Kurd akademisyen û karmend in û her yek bi kêmî-kêm bi du-sê zimanan dizanin û diaxivin.

Gelek ji wan bûne hemwelatiyên dewletên Ewropayê, xwedî dengdayîn û hilbijartinê ne. Hêzek gelek aktîf û çalak e û xwediyê bi sedan komel, sazî û federasyonan e.

Eger ev hêz u rexistinên kurd li dervayî welat di bin sîwanekê de, di konfederasyonekê de bê ba hev, dikare gelek tesîr li ser siyaseta dewletên Ewropayê li beramberî Kurdistanê bike û rolek mezin bilêyize. Dikare di parlamentoya Ewropayê de bi cîyê çend parlamenteran bigre.

Û Kurd wek netewek serbixwe û taybet bên naskirin. Lema pir giring e, ku berî demekê, çawa me we pêşda agahdar kiribû, 10ê sivata 2018 Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd li Stockholmê ji bo avakirina rêxistineke navendî ji bo kurdên hemû dinyayê civîneke girîng pêk anî. Civîn bi beşdariya 14 rêxistinên demokratîk yên Kurdan li 8 welatên cûrbecûr hat li darxistin. Beşdarên civînê bûn: Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd, Federasyona Komeleyên Kurd li Danmark, Kurdish EU Society, Rawenda kurdên Norwec, Federasyona Komeleyên Kurd li Finland, Hevkarî, Civata Kurd li Almanya, Komkar EU, Federasyona Kurd li Rusya, Hevaltî, Yekîtîya Ciwanên Demokrat – Rojava, Federasyona Kurdên li Qazaxistanê, Federasyona Kurdên li Qirgizistanê. Civînê biryar da ku haziriya civîneke berfirehtir di salvegera referandûma dîrokî ya Kurdistana Başûr, 25 îlonê de li Brukselê pêk bîne. Lê berî vê ji destpêka meha tebaxê li Moskvayê konferansa Kongreya Diyasporayên Kurdan ya Navnetewî ji civîna diasporayên kurd bi taybet yên Sovêta berê, herwiha bi amadebûna serokên diasporayên kurdên Evropayê çê bû. Piştî pêkanîna amadekariyên pêwîst li diyasporaya Ewropayê û Sovêta berê de civaka Kurd di civîna berfireh ku 25 îlona îsal de li Bruksêlê pêk hat, Rêxistinên sivîl yên Kurdên Ewropayê û Sovêta berê îcar êdî bi fermî bi navê Federasyona Navnetewî ya Civaka Kurd hate damezirandin.

Di konferansê de beşdarên koma xebatê projeya qanûnnameya rêxistina paşdemê amade kirin, û hate biryarkirinê wek bingeh modêla Yekîtîya Ewropayê bi kar bînin. Bê guman ev hêzeke girîng e û potênsiyaleke mezin e di vê qonaxê de. Lema jî di serdema me ya niha de hîn zêdetir pêwîstîya organîzasoyaneke wek  “Federasyona Navnetewî ya Civaka Kurd” hebû. Ji bo ku li bin banekî navendî de sazî û rêxistinên kurdan bigihîne hev ji bo xebeteke koordînasiyon di nava kurdan de, qewîkirina têkilîyên kurdan, ji bo piştgiriya bi tevgera kurd ya netewî ra, ji bo xebatên dîplomatîk, ji bo li ser kurd û Kurdistanê belavkirina agahiyan li hemû welatên cîhanê û hwd. Hilbet jî ev gaveke dîrokî ye û ya esas ew e ku maf, hêvî, xeyal û armancên civaka Kurd ku ji aliyê serdestan ve hatibûn binpêkirin û niha jî berdewam e, bêne parastin. Federasyona Navnetewî li ser prînsîpên demokratîk karê xwe dimeşîne û dixwaze di pirsa kurd de rola xwe bilîze û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li her çar parçeyan, projeyekê dayne pêşiya xwe, ku ev jî bandorê li dewletan û herwiha Yekîtiya Ewropayê bike. Federasyona Navnetewî ya Civaka Kurd rêxistinek sivîl û civakî ye, bi tu awayî girêdayî tu partiyên siyasî û dezgehên olî û îdeolojî nîne.

Guhdarên hêja, îro jî Civak û Sîyaset di carçovaya bernameya derbarê Diyasporaya kurd, nêt û armanca damezirandina Federasyona Navnetewî ya Civaka Kurd derheqa plan û proje, xebat û çalakîyên wê saziyê dike mijar û babetên xwe. Radyoya Riataza muxdariya wan 4-5 mehan jibo standina agahdarîyên zêde li gel hemû serokên wan komele û rexistinan ku di Federasyona Navnetewî de cihê xwe girtine, gotubêjan dike. Berî vê ev kesana mêvanê Civak û sîyasetê bûn: serokên Federasyonen Komeleyên Kurd li Swedê, Fînlandê, Danmarkê, Hollande, Almanyayê, Benelux , Norwec, Rûsyayê, Qazaxstanê.

Vê carê Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina wan pirsan û mijarên din yên rojane mêvandarîya hiqûqnas, karbidestê Parlamentoya Ewropayê, serokê Federasyona Kurdên Almanyayê birêz Qehreman Evsen kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me , ezê bi kurtî nasiya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.

Qehreman Evsen kîye?

KURTEJÎYAN

Qehreman Evsen 16 sivata 1979an li bajarê Hezexê ya navçeya Botan (Bakurê Kurdistanê) ji dayîk bûye. Sala 1987 an malbeta Evsen koçî Almanyayê kir. 1999 salê dibistana Almanyayê bi serketî temam kir. Salên 1999-2000 li Amêrîka di gel xort û zarokan karê sivîl dikir. Li 2000-2005 an li Ewropayê li Zankoyên Augsburg ya Almanyayê û Geneve ya Swîsrê xwendina bilind ya hiqûqnasiyê bi destanî. Ji 2005-2007 an li Almanyayê karê parêzerîyê dikir. Salên 2007-2009 an li ser wergerinda li konferensa bi zimanê Almanî, Ingilîzî, Fransî, Espanyolî u Tirkî li Zankoya Mainz (Almanya) û Zankoya Katolik Parîs (Fransa) xwendina bilind ya Mastêr stand. Di salên 2009-2011an li wezareta fînansi ya Almanyayê kar dikir. Ji sala 2011 heta 2013 an li ser teza Mastêr li ser stratejiyên ragihandina rêxistinên dewletî li Zankoya Sorbonnê (Paris, Fransa) xwendina xwe temam kir.

2013-2017 salan Şêwirmendê Komisyona Ewropayê li ser peywendiyen ticari di navbera Yekitiya Ewropa û Dewletên Cîhanê li Bruksêl (Bêljîka) bû. Ji sala 2017 heta niha Şêwirmendê Parlamana Ewropayê li ser mijara bazirganî û alîkarîya Ewropa ji bo dewletên feqîr e.

Qehreman Evsen bi karê civakiyê ve jî bi êginî mijûl dibe. Ewî sala 2015-an li Almanyayê Komela hiquqnasên Kurd damezirand û bû serokê wê yê yekem. Sala 2016-an Komela Civaka Kurd û Ewropî ava kir û heta niha serokê vê civakê ye. 2017an Inîsîyatorê Avakarina Konfederasyona Kurdên li Cihanê bu. Herweha sala 2018-an  Federasyona Kurdên Almanyayê ava kir û wek serokê yekem yê vê saziyê hate hilbijartinê. Qehreman Esven zewicîye, du qîzên wî hene, vê demê li gel malbeta xwe li Belcîkayê dijî.

Birêz Qehreman re ji stûdyoya radyoya Ria taza li bajare Brukselê ya Belçîkaye re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên hiqûqnas, karmendê Parlamentoya Ewropayê, serokê Federasyona kurdên Almanyayê birêz Qehreman Evsen bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *