Diranzêrîn

Diranzêrîn

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûçaran me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çîroka bi sernavê “Diranzêrîn” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 164

Xatûn û Diranzêrîn xûşkêd hev bûn. Rojekê rabûn terkeselatî dinyayê bûn, di rêkêda çûn. Çûn ber darekê, kanîkê ji xwera rûniştin, lê nihêrîn ku padişak bi raw û nêçîra xweva hate wêderê, hat rastî herdu keçika hat. Go:

-Hûn li van dera çi digerin, hûnê kuda herin?- Ji xatûnêra go: -Xatûn, çi ji destê te tê?- Ji ya dinêra jî go: -Çi ji destê te tê?

Ji birê xwera bêjim, Xatûnê go:

-Xwerina padişayî dikarim çêkim.

Diranzêrînê jî go: -Ezê kur û qîzeke guharzêrîn bînim.

Herdu keçika jî ji xwera dixweze, dibe diçe.

Herçê ki Xatûnê go, derew derket. Diranzêrîn raza, kur û qîzeke guharzêrîn anî.

Xatûna te rabû bi rê ket, pîreke nola xwe bêxwedê dît, go:

-Ji boy Xwedê be, go, kur û qîzê vê unda bike.

Ew herdu zaro anîn kirin qutîkê, şima kirin, avîtin rûyê avê, çû. Çûn gihîştine dewla aşekî.

Aşvan xwera dît, bir çû. Lê nihêrî, go:

-Jinik, Xwedê risq da me.

Derî vekirin, gava lê nihêrîn, dîtin ku du zaro mîna du şemala dişuxulin. Îja rabûn, anîn av li wan zara kirin, teşta wan avê danîn wêderê, sekinîn. Lê nihêrîn teşta avê nîvek bûye zêr, nîvek bûye zîv. Ava keçikê bûye zêr, ya gede bûye zîv.

Sibê radibin, şa dibin: quloz dibin, dibên: “Welle, şikir, Xwedê risqekî çawa da me”. Sibê avê lê dikin, êvarê avê lê dikin. Dinya bi sala mezin dibin, ew – bi roja. Rabûn keçik, gede bîrwerî xwe bûn; mezin bûn. Rabûn xwe dane ber neynikê, go:

Aşvan, em ne kur û qîzê tene. Ji mera rast bêje, em zarêd kêne?

Aşvan, diya aşvan, jina aşvan xwe davêjine dest û pîya, dibên: “Em qurbana wene, hûn kur û qîza mene”. Gotin: “Na, em kur û qîza we nînin”. Gava çara (îlac) wan hate birînê, gotin: “Welle, hal û hewal eve”. Aşvan didin pêşîya xwe, ew jî wana tîne avê nîşan didê, dibê: “A, di vê avêda hûn hatin xwar”. Kurik, keçik îzina xwe dixwezin, berbi wê avê hevraz diçin. Şeveder dimînin, ser kanîyê disekinin. Bira dibê: “Xûşkê, ezê razêm, tu lezekî rûnê”. Xûşk dinihêre yek dibê: “Ez bêm, ez bêm?!”. Bira hişyar dibe, dibê: “Xûşkê, de tu niha razê, ezê hişyar bimînim”. Bira hişyar dimîne, dinihêre yek dibêje: “Ez bêm, ez bêm?!”. Xwedê culetê dide birê, dibê: “Zû were, ne dereng”.

Dinhêre xuşîn kete xiznê. Radibin, sibe li wan safî dibe, herdu jî diçin ser xizinê disekinin. Diçin kevirê qîmetî usa dadigirin, her Xwedê zanibe. Zêra cî bi cî dihêlin, diçin. Diçin şeherê bavê xwe – bi diya xweva dertên.

Ev gede radibe koçik-sera bavê xwe dibîne. Koçik-seraka usa xwera çê dike. Avayîkî xas kuta dike, gede radibe raw û nêçîrê. Xûşk dimîne ber malê. Bavê wî jî radibe raw û nêçîrê. Bavê wî êvarê diçe dîwana xwe, cem eyan û kubarêd xwe rûdinî, dikeve nava mitala. Wezîrê wî dibê:

-Padişa, tu çima ketî nava mitala?

Ew dibê: -Îro gedek hatîye raw û nêçîrê, ez dikim ku wî bikim nav dilê xwe, huba min çûye cem wî. Ez difikirim, ew gede ji ku hatîye?

Navê keçikê Şa Senem bûye, navê gede – Mîrze Memûd. Xûşka diya wana wî gilîyî dibihê, diçe cem pîrê, dibê:

-Pîrê, ha pîrê, gede hatîye, rêkê bibîne.

Pîrê xwe digihîne koçika wî, dibê:

-Qîza qenc, tu tenê vî avayîda çima rûniştîyî? Bira birê te here Meyremê ji xwera bîne, ku bîna te pê derê.

Êvarê bira ji nêçîrê tê, dinihêre xûşka wî xeyîdîye, dibê:

-Xûşkê can, çira xeyîdîyî?

Dibê: -Ez tenê vî avayîda nikarim bisekinim, here Meyremê ji xwera werîne, bîna min pê derê, ez pê bisekinim.

Go: -Xûşkê, ez herim Meyremê bînim, îda ez nayêm, qestîka nav li te dane, ku ez bibime kevir.

Xûşk digirî, dibê: -Here bîne.

Gede sibê siyar dibe, berê xwe dide Meyremê.

Pîrê diçe dinihêre bira çûye, quloz dibe, tê, dibê: “Çû”.

Mîrze Memûdê te jî diçe, Xwedê oxirê bidê. Çû Meyremê. Wî alî sêr bû, go: “Him ha, hatim ha…”. Kerr bû, ji xwera çû. Çû kalek rast pê hat, go:

-Heyfa te Mîrze Memûd, herçê çûye, nehatîye, Meyremê te bike kevir.

Kalê rê nîşan dayê. Evê te çû gihîşte hinda sêra Meyremê: goştî li ber mîyêye, gîhayî li ber gure. Daçivîya gîha avîte ber mîyê, goşt avîte ber gur. Çû derbaz bû. Heft balteçî li vî alî rêne, heft balteçî li wî alî rêne; go: “Him ha, hat ha”. Ewî guh neda, çû. De, kalê jêra gotibû. Çû gihîşte Meyremê, binîya koçika Meyremêda sekinî, go:

-Meyrem!

Meyremê go: -Kevir.

Heta gûzekê bû kevir. Careke dinê gazî kir:

-Meyrem!

Go: -Kevir!

Heta çonga bû kevir.

Go: -Malxirab, hela li min binhêr, paşê bê kevir”.

Gava ki usa got, sêra wê hinekî betal bû. Meyremê gava di pencerêda nihêrî, Xwedê hiz kiribû, ji bedewîya Mîrze Memûd hiş û aqilê wê çûn. Wêderê Meyremê carîya xwe şand, dezmala xwe şand, car din sax kir, bir dîwanê. Meyremê Mîrze Memûd bir herema xwe, bir jorê, go:

-Mîrze Memûd, heyfa te, tu çira hatî, tu hatî ki te unda bikin.

Meyremê karê xwe kir, rabû herçê ki bihayê wî giran, xweva sivik, Bilbila hezare jî hilda hat. Lêxist hat – heya xurcekê gûzêd hindê anîn. Hatin cem kalê. Kalê cahil kirin. Herçê kiribû kevir, gişk sax kirin, lêxist hat koçika xwe, cem baltûza xwe peya bû. Îja go:

-Mîrze Memûd, go, tu sibê wî padşayê ku bi tera tê raw û nêçîrê, wî teglîfkî, sibê bînî.

Sibê Mîrze Memûd padişêra got: -Padişa, tu îro teglîfçîyê minî.

Ew sê-çar roj bûn, ew padişa bona wî gedeyî nexweş bû. Padişa hate mala wî. Jinikê rabû sifira cinetê danî, şiva qudretê lêxist, hezar-hezar tem hat ber padişê, gi tûsîyêd (aman, derdan, tebax) zêrînda. Îja wextê rabûnê jinikê got:

-Wan zelfêd zêrîn, go, xwera bivin herin, lê, go, padişa, tu rûnî.

Rabûn bela bûn.

Meyremê go: -Padişa xweşbe, kê dîye, jina padişa cewrikêd kûçika bîne? Go, evana kur û qîzêd tene, guharzêrîn evin. Bi mixenetî ji ber dê hildane, cewrik avîtine ber.

Padişa diçe rûyê wan, ewana jî destê wî. Diya wî gedeyî îja wana himamîş dike, tîne dîwanê. Ewê pîrê, wê jina xwe mezin jî berbi cenimê dişîne.

Ew, Diranzêrîn, Mîrze Memûd, Meyrem, Şa Senem hêja digihîjine mirazêd xwe.

Got: Werda Şemo, 100 salî, ji gundê Pamba Kurda (niha – Sîpan), li ser nehîya Aparanê, li Ermenîsatnê. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *