Miletên li Kurdistana Sor -2

Miletên li Kurdistana Sor -2

Me di 163 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa duduyan a bi sernavê “Miletên li Kurdistana Sor” raberî we bikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye

û van dawîyan bi wergera min li Amedê ji alîyê weşanxaneya LÎSê da çap bû. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 164

Di nivîsa Şerefeddîn da em rastî malûmatîyên derheqa jimara kurda di wan navça da ne hatin. Lê wek ku ji hinek îzbatîyên di nivîsê da xuya dibin, tu şik tune ku kurd gelek wext berî zevtkirinên Rûsîyayê hatine vira. Ewana himberî miletên mayîn, ku piranîya wan jî turk bûn, pir hindik bûn. Wek me dît, navê tirkî li eşîrên kurda kiribûn. Bi bawerîya me kurd ji navçeyên Farizstanê û Tirkîyê kom bi kom anîne vira bona parastina sînora, an jî ji bo bi destî hêza wana bikaribin axên zevtkirî bin destê xwe da xwey bikin. Di dîroka kurda da tiştên usa gelek bûne. Derheqa wê yekê da di berhemên dîrokî yên derheqa Farizistanê da hene, wek mînak di berhema Sayks da, dema ew qala dewrana Şah Abbas dike(11). Lê em nikarin ji sedî sed bêjin, ku kurd di dema qiralîyeta Yêlîzavêtpolê da mihacirî vira bûne, wek ku ew yek Çûrsîn dibêje(12), bin destê me da îzbatîyên usa tunene. Di bin destê me da hema bêje tu malûmatî tune derheqa wê yekê da, ku di dema zevtkirinên rûsa da jimara kurda li vê herêmê çiqas bûye, û nizanin jî ku ew li kîderê û çawa cîguhastî bûne, ji warekî çûne warekî mayîn. Ser vê meselê V-Gûrko.Kryajîn xwestîye zelalîyekê raxe ber çeva, lê ew yek li wî ra li hev ne hatîye, ew di wî karî da bi ser neketîye.

Em wê jî bêjin, ku dûrbûna kurdên Azirbêcana bin bandûra herêma Yêlîzavêtpolê ji navçeyên ser sînor dibû sebeb, ku hukumeta qeyserîyê, ku kurda wek hêz bi kar dianî bona şerê bi cînara ra, tu ferq danetanî di navbera kurdên Yêlîzavêtpolê û binecîyên musulman yên mayîn da.

Em binhêrin çika Avêryanov derheqa vê yekê da çi nivîsîye: “Kurdên herêma Yêlîzavêtpolê lap ji kurdên Rîsîyayê yên mayîn hatine birînê, ji ber ku di navbera wan û kurdên Êrîvanê da ser mezîla bi dirêjaya 130-150 kîlomêtra hemû çiya ne û li wan dera hema bêje rê tunene. Dema di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê da şer derketa, kurd nikaribûn bihatana hewara rûsa, ji ber ku dûr bûn û ewê yekê jî  kemala kurda ya sîyasî dida undakirinê; eger bi Farizistanê ra jî şer derkeve, dîsa destê kurda wê negihîje wan dera, ji ber ku ew li mentîqên herêma Yêlîzavêtpolê yên here dûrî-derez da dimînin û ewê tu rolekê nelîzin”(13).

Ji ber wê yekê jî tu guhdarîke taybetî danenîn li ser kurdên Azirbêcanê, heta li ser jimara wan jî.

Bona wê yekê jî ferqîya wan malûmetîyên derheqa jimara kurdên Azirbêcanê da, ku hinek nivîsa û çevkanîyan da rastî me tên, gelekî mezin e.

Bi bawerîya Avêryanov, jimara kurdên ku di dawîya sedsala 19a li herêma Yêlîzavêtpolê diman, 35-40 hezar bû(14). Serhing Karsêv(15) jî hema bêje ewqas dibêje û wek ew bi xwe dibêje, ewî ew reqem ji malûmatîyên Komîtêya Statîstîkîyê ya Pişkavkazê wergirtîye.

Doktor A.M.Dîrr di lêkolînên xwe yên di hêla antropologîyê û êtnografîyê yên derheqa gelên Kavkazê da dinivîse, ku li herêma Yêlîzavêtpolê 52 hezar kurd hene. Ev malûmatîyên sala 1910an in û derheqa vê yekê da di Kalêndara (Salname) Kavkazê da jî hatîye nivîsar(16). Lê hema eynî di wê “Kalêndara Kavkazê” da, ya sala 1910a da lap reqemên mayîn anîne derheqa jimara wan kurda da, ku bi zimanê dayîka xwe dipeyîvin.

Di perçên wê rojnîşê da, ku li “Kalêndara Kavkazê” da çap bûne û tê binavkirinê “Jimara binecîyên Kavkazê gorî zimanên dayîkê, anegorî  hesabkirina binecîya ya sala 1897a (Weşanxana Komîtêya Statîstîkîyê ya Navbendî, sal 1905)”, jimara binecîyên kurd ha ye:

Di herêma Bekûyê da – 6 mêr û 2 jin (6+2), li Daxistanê 11+11, li herêma Yêlîzavêtpolê 1663+1379, devera Qersê 22632+20336, herêma Kûtaîsê 935+889, mentîqa Têrskê 13+6, herêma Tîflîsê 1400+1138, der-dorê derya Reş 22, herêma Êrîvanê 26239+23150.

Bi tevayî – 49389.

Bi vî awayî, gorî hesabkirina binecîya ya sala 1897a ji hemû kurdan (99832), ku li Kavkazê dimînin û bi zimanê xwe dipeyîvin, 3042 li Yêlîzavêtpolê ne. Eva tenê derheqa wan kurda da, ku zimanê dayîkê kurdî dihesibînin.

Li “Kalêndara Kavkazê” ya sala 1917a da malûmatî hene derheqa mezîl û binecîyên herêma Kavkazê da (gorî 1ê çileya paşin, sala 1916a). Binecîyên kurd li wir haqas in:

 

Musulman     Êzdî

Li herêma Bekûyê……………..        501          191

Li herêma Yêlîzavêtpolê…….       3802            –

Li devera Batimê………………         552            –

Li devera Qersê………………..      49752      17698

Li herêma Tîflîsê………………        5932        4697

Li herêma Êrîvanê…………….      36508      12624

 

Bi tevayî 97.047 musulman, 35.210 êzdî.

Vira me malûmatîyên derheqa kurda yên di hêla dînî da anîn, û em nizanin ji bo çi hetanî niha kurdên Êrîvanê (bi dînê xwe va êzdî) ji wan kurdên mayîn hatine cihêkirinê, ku pirtir in û dînê hemûyan jî mehemedî ye, ango – musulmanî ye. Em wê jî bêjin, ku cudakirina kurdên êzdî ji kurdên musulman ji hesabkirina binecîyên Pişkavkazê destpê bû, ku sala 1926a hate derbazkirinê.

Ev malûmatîyên me anîn, bi awakî zelal tînine ber çeva, ku berê, ango berî testîqbûna qeydê Sovêtîyê li bal me, di pirsa hesabkirina binecîyên kurdên Azirbêcanê da tevlihevîyek hebû.

Femdarî ye, ku ew yek tesîra xwe li ser hesabkirina kurdên Azirbêcanê ya piştî Sovêtîyê jî hîşt. Em ser wê bawerîyê ne, ku terefdarên wê proêktê, ku gorî wê otonomîya dane Kurdistanê, hema bêje hemû binecîyên herêmê wek kurd nîşan dane. Usa xuya ye, ku eva yeka di dest wan da argûmênta here xurt bûye bona îzbat bikin, ku hêja ye otonomîyê bidne kurda. Lê wek me dît, ew bahana wan jî li ser bingehekî ne mehkem (zexm, qewîn) hatibû çêkirinê.

Ew fikra lap şaş, ku piranîya binecîyên Kurdistana berê kurd bûne, hetanî îro jî heye. Em ecêbekê ji we ra bêjin: gorî malûmatîyên Plana Dewletê ya KSS Azirbêcanê, ku êkspêdîsyona me berî ku bi rê keve, sitend, jimara kurda li navça Laçînê 99,2%, li navça Kelbecarê 99,5% bû. Jimara turka di herdu navça da 180 (!) merî bû: 108 merî li Laçînê, 72 jî li navça Kelbecarê.

Ewê yekê em di nav salixên hesabkirina binecîya ya sala 1926a da jî dibînin. Gorî wê statîstîkê, ku înspêktorê Komîsarîyata Perwerdeya Gelî Îlyasov raber kirîye, jimara kurda li her pênc navçeyên Kurdistana wî çaxî da aha bûye:

Li navça Karakişlaxê jimara kurda 6033 merî bûye û ji wana 1758 bi zimanê dayka xwe dipeyîvin. Li navça Kelbecarê ji 11993a – 1438 merî, li navça Kurdhecîyê ji 8173a – 691, li navça Mûradxanliyê ji 6159a – 429, li navça Koturlînê ji 5885a – 955 merî.

Jimara kurda li navça Kubetlîyê bi hesabkirina binecîyan ya sala 1926a ji 200 merivî derbaztir nebûye.

Tevaya kurdên Azirbêcanê yên li herêma Kurdistana berê gorî statîstîka sala 1926a 37182 bû, ku dikire 72,2% temamîya binecîya, lê ji wana kesên ku bi zimanê xwe dipeyîvîn, 3123 merî bûn.

Ji bo êkspêdîsyona me di wî alî da pirsa sereke ew bû, çika miletê kurd bi çi zimanî dipeyîve. Xênji wê me hewl da em bizanibin çi milet li wê herêmê dimînin û piranîya wan jî kê ne.

Piştî lêkolînan me çarçoveke awa çê kir, ku bi awakî zelal tîne ber çeva çika di wan navça da çiqas kurd bi zimanê xwe dipeyîvin:

 

Li navça Laçînê: 

………

Ji 193 warên jîyînê, yên navça Laçînê 10 gundên kurdan e û hemû 3322 binecîyên wê bi zimanê kurdî dipeyîvin û xwe kurd dihesibînin. Gundê kurda Mînkendê da, ku di navça Laçînê da yê herî mezin e, perçekî binecîya turk in, ku ji Sîsîanê mihacir bûne û sala 1919a di dema xweserîtîyên miletçîyên daşnaka-musafatîsta hatine vira. Ji ber wê jî em Mînkendê dihesibînin wek gundekî usa, ku ne tenê kurd lê dimînin.

Di navça Laçînê da me li ser du gundên mayîn jî lêkolîn kirin: Kara-Kaxê û Mîrîkê. Hetanî van demên dawî jî ew gundên kurda dihatine hesibandin.

Li gundê Kara-Kaxê, ku di navbera gundên Ebdeler û Zêrtîyê da ne, ji 280 binecîya tenê pênc kesa zimanê kurdî zanibûn – du kal û sê pîr. Hemû binecîyên mayîn turk in û bi turkî dipeyîvîn.

Li gundê Mîrîkê jî hema bêje usan e. Jimara binecîyên wî gundî 374 merî ne û ew ji 7 eşîretan e. Hemû binecî bi turkî dipeyîvin. Wek ku di civînekê da ji me ra gotin, hinek kal-pîrên gundê Mîrîkê kurdî ji bîr nekirine û ser da jî gelek xirab zanin. Gorî eşîreta, kesên ku bi kurdî zanibûn, ev in: ji eşîra Opurluya – 7 kes, Damolera 2, Kelîlera 3, Rutukluya 3, Karaxelyara – 5, Ahmedlîya – 1, Îmanlîya 10; serhevdu – 31 merî, ji wana jî: 20 pîr, 11 kal. Piranîya binecîyan turk in.

Rewşa li navça Laçînê bi vî awayî ye.

Em derbazî navça Kelbecarê bin. Vira kurd li van gunda da hene:

……..

Niha em bala xwe bidne rewşa gundê Tetlerê ya şêwra gundê Keştayê. Jimara binecîyên gundê Tetlerê 225 merî ye, ji wana 53 ji eşîra Şeneliyan e, ku ew jî ji du qebîlan in: Ceferli (13 merî) û Tetlerî (40 merî). Ewana kurdî zanin, lê tenê merivên ji 40 salî zêdetir bi zimanê dayka xwe dipeyîvin.

Di navça Kelbecarê da gundê herî bi nav û deng Çeraxkend e. Di gund da 6 eşîr hene: Şewilî, Kazaxli, Fatiklî, Xelefli, Çorullu û Tomustu. Dema me di civîna gundîyên şêwra gundê Çorulluyê da bi binecîyan ra xeberda, em pê hesîyan, ku tenê eşîra Çoruxlu kurd in, ku ji gundê Mîrîkê, navça Laçînê hatine vira. Ji wê eşîrê 20 merî kurdî ji bîra nekirine, lê merivên ji eşîrên mayîn kurdî qet nizanin û turk in. Xuya ye, ku berê jî binecî ji cîkî cîguhastî cîkî mayîn bûne. Piranî ji navça Laçînê mihacirî hebûye. Gundê Opurluyê di navça Zerê da, navê wê eşîrê lê ye, ku heta niha jî perçekî wê eşîrê li gundê Mîrîkê dimîne. Gundê Şurtanê da jî usan e. Gotine me, ku pareke kurdên Şurtanê berî 100 sala ji gundê Mîrîkê hatine vira. Binecîyên gundê Soyux-Bûlaxê jî digotin, ku ew ji gundê Mîrîkê hatine. Di nav wan da du-sê merîyên ji eşîra Kelîlyara mane. Kurdên gundê Axcekendê (navça Kelbecarê) digotin, ku ewana ji gundekî navça Laçînê yê bi wî navî hatine vira. Em dikarin nimûneyên awa berdewam bikin, lê tiştên me gotin jî têr dikin, ku em bêne ser wê bawerîyê, ku navbenda kurdên Kurdistana berê navça Laçînê bûye, ku eksî gotinên V.Gûrko-Kryajîn, xwelîya wê rêj e (ekindar e), rêyên ji gunda berbi zozana (navça Lyulperê) ji gelek cîya baştir in.

Bi bawerîya me hema ji vira kurd çûne berbi bakûr-roava û gelek cara bi seda kurd ji cî û warên xwe cîguhastî wan dera dibûn. Gerekê bê gotinê, ku zordestîyên wan dema, tunebûna xwelîya ji bo bêcerkirinê û miletçîtîya sergirtî kurda mecbûr dikirin ji warekî herine warekî mayîn.

Ji kurda tenê merivên dewlemend û milkedar koç ne dikirin, ku ew jî pir hindik bûn. Rewşa kurda ya îroyîn û hebûna wan di wan gunda da (wek mînak, li Mîrîkê) ji gotinên me ra dikarin bibine îzbat. Dewsa kurdên çûyî turk dihatin, li wan dera sitar dibûn. Ji ber wê jî ew kurdên, ku li van deran mabûn, di van şertan da zimanê xwe zû ji bîr dikirin. Lê dîsa jî ewana zimanê xwe pirî-hindikî zanin.

Ji bo nimûnê, li gundê Mîrîkê rewş bi wî awayî ye. Me dît, ku perçekî kurdên navça Kelbecarê ji gundê Mîrîkê, navça Laçînê hatine. Ew gund zûda gundê turkan e, û tenê di bîra hin kesan da maye, ku ew gundê kurda bûye.

Kurdên ku bi kom-kom ji warên xwe derketine û hatine bakûr-roavayê, hetanî niha jî zimanê xwe zanin. Îzbatîyên me li jorê anîn, şahedeta wê yekêne.

Ew malûmatîyên zimanzanîyê jî gotinên me testîq dikin, ku me di dema êkspêdîsyonê berev kirine. Zimanzanên ku di nav êkspêdîsyona me da hebûn, ser wê bawerîyê ne, ku zimanê kurdên navça Laçînê diha paqij maye, ne ku yê kurdên navça Kelbecarê. Bal kurdên Laçînê xwesma di hêla fonêtîkayê û lêksîkîyê da zimanê kurdî diha paqij maye, ne ku bal kurdên Kelbecarê.

Jimara kurdên, ku li 7 gundên kurda yên navça Kelbecarê da dimînin û hetanî niha jî zimanê xwe zanin, gorî malûmatîyên me berev kirine, 2065 merî ne. Em bînine bîra we, ku gorî malûmatîyên me jimara kurdên usa li navça Laçînê 3322 bû. Em dixwezin bidne kivşkirinê, ku ev malûmatî gelekî nêzîkî wan malûmatîyan in, ku Komîsarîyata Perwerdeya Gelî di bahara sala 1931ê dema hesabkirina binecîya bêlî kirîye. Ew hesabkirina binecîya girêdayî wê yekê ra hatibû derbazkirinê, ku welêt da gerekê bi kêmanî xwendina her kesekî ya destpêkî hebe. Tiştê herî ecêb jî ew e, ku dema hesabkirina binecîya, nizanî ji bo çi, jin û mêra cihê hesibandine: Gorî hesabkirinê li navça Laçînê 1471 mêrên kurd û 1341 jî jinên kurd hebûne, bi tevayî – 2812, lê di navça Kelbecarê da 857 mêr û 762 jin, bi tevayî – 1619.

Wek me dît, ferqa di navbera hesabkirina me û hesabkirina binecîya ya resmî da, ku sala 1931ê hatibû derbazkirinê bona bizanibin, ku li navçeyên Azirbêcanê da çiqas kurd dimînin, ne mezin e. Û gerekê wê yekê jî bidne ber çeva, ku merivên ew kar dikirin, bê tecrûbe bûn, pêşda tivdîra xwe ne dîtibûn, û gerekê malûmatîyên me jî wek rûnê helandî neyêne qebûlkirinê. Bi vî awayî, kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê, ku piranîya axa herêma Kurdistana berê ne, di nav binecîyên turk da miletê kêmjimar in. Me hewl da em bidne kivşê, ku berê jî bi vî awayî bûye, bi kêmanî heta sedsala 16a.

 

Çavkanî:

  1. P.M.Sykes. A. History of Persia, cild II, rûpel 258. Fikrên vî awayî bal P.G.Bûtkov jî hene, ku derheqa dîroka Kavkazê ya nû da ne ji sala 1722a hetanî sala 1803a. Sankt-Pêtêrbûrg, sal 1869. Weşanxana Akadêmîya Zanyarî ya Împêratorîyê, wek mînak, cild 1, rûpel 217.
  2. G.Çûrsîn. Îzvêstîya Kavkazskogo îstorîko-arxêologîçêskogo înstîtûta, cild III, beşa Kurdên Azirbêcanê, Tîflîs, sal 1925.
  3. Avêryanov, Xebata ku me li jor destnîşan kirîye, rûpel 325.
  4. Dîsa li wir, rûpel 324.
  5. Zamêtkî o kûrdax (“Bîranînên derheqa kurda da“), rûpel 364.
  6. Kavkazskîy kalêndar ya sala 1910a, rûpel 545.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *