Pirsa we û bersîva me – 112

Pirsa we û bersîva me – 112

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest, malperê jî bo bersîvê berê xwe da zimanzan Mustefa Aydogan, wî jî wek bersîv gotareke mezin amade kir û ji me ra şand. Emê ji wê gotarê bersîva pirsa Gulistana Silo ji bo we amade bikin, lê tevaya gotarê emê cuda di malpera xwe da çap bikin.

 

Pirsa Gulistana Silo û bersîva malperê

 

Pirs: -Gelo di zimanê kurdî da a giring bikaranîna gotinên xurû kurdî ne di hevokan da, an rast sazkirina hevokên kurdî giring in?

 

Bersîv: Gelek meriv hene ku serên xwe bi hilbijartina gotinan diêşînin û ji wan heye ku di zimanî da tiştê herî bingeh kurmancîbûna gotinan e. Yanî li gor wan, heger wan gotinên bi kurdî bi kar înan, ji alîyê kurmancîbûna nivîsê va, tu mesele namîne. Ji ber vê yekê, hewil didin ku gotineka biyanî jî di nivîsên wan da nehê bikarînan. Ez dixwazim fikirên xwe bi awayekî pir kurt binivîsim û minaqeşeya vê pirsê ya bi awayekî firehtir, ji nivîseka din ra bihêlim.

Di zimanekî da hemû tişt girîng in. Lê di nava van hemû tiştên girîng da, ya herî bingehî, hevoksazî ye; yanî qayîdeyên avahîya hevokên wî zimanî ne, tahma wî zimanî ye, di hevokan da prensîpên pêwendîyên gotinên wî zimanî ne… Heger we hevoka xwe li gor hevoksazîya wî zimanî ava kir, ew dihê wê maneyê ku hûn bi wî zimanî difikirin. Heta ku hûn pêgirîya hevoksazîya wî zimanî bikin, hemû gotinên ku hûn di avakirina hevoka xwe da bi kar biînin, ji zimanekî biyanî hatibin wergirtin jî hevoka we dê hevokeka kurdî be.

Ji bo nimûneyê, niha ez dê sê gotinên erebî hilbijêrim û di avakirina hevokekê da bi kar biînim:

  • Qunbele: bombe
  • Met’em: aşxane, restorant
  • Fecirî: teqîya

Nimûne: Qunbele li met’emê fecirî: Bombe li aşxaneyê teqîya.
Tevî her sê gotinên ji zimanê erebî jî ev hevoka me hevokeka kurdî ye. Ji ber ku pêwendîyên her sê gotinên erebî, ne li gor hevoksazîya zimanê erebî, lê li gor hevoksazîya kurdîya kurmancî hatine danîn.

Lê ez dê vê carê gotineka biyanî jî bi kar neînim û ji çend gotinên xwerû kurdî hevokekê ava bikim.

Gotinên ku ez dê bi kar biînim, ev in: 

  • Ez
  • hez dikim
  • gelek
  • ji
  • karî

Hevoka min a nimûne jî weha ye: Ez hez dikim gelek ji vî karî.

Wekî hûn jî dibînin, hemû gotinên hevoka min bi kurdî ne, lê hevoka min ne hevokeka kurdî ye. Heger ez bi awayekî din bibêjim; her çi qasî malzemeyên wê li fabrîkeyeka kurdî hatine çêkirin û ji dikaneka kurdî hatine kirîn jî hostatîya ku hatiye bikarînan, ne hostatîya kurdî ye. Yanî ev hevok bi gotinên kurdî, lê ne li gor qayîdeyên hevoksazîya kurdîya kurmancî hatiye avakirin û ji ber vê yekê jî ne hevokeka kurdî ye. Bi vê yekê jî baş diyar dibe ku bi gotinên xwerû kurdî bi tenê hevokeka kurdî nahê çêkirin. Divê em hevoksazîyê di ser her tiştî ra bigirin. Lê divê ev nehê wê maneyê ku ez ji bo avakirina hevokan, gotinên biyanî pêşnîyar dikim. Na! Ez bi xwe ne purîst im, lê ez pir hewil didim ku gotinên xwerû bi kurdî bi kar biînim û heta ku ji min dihê jî ez bi kar diînim. Qesda min bi tenê ew e ku ez ya herî girîng diyar bikim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *