“Li benda keskesorê” ya Dr. Fikret Yildiz çap bû

“Li benda keskesorê” ya Dr. Fikret Yildiz çap bû

Berhemeke delal ji weşananeya APECê

 

Kitêb li Almanyayê li ba PRAXISa Dr. Fikret Yildiz û li Swêdê jî li weşanxaneya Apecê, info@apectryck.se peyda dibe.

Ev kitêb ê nêz de li Amedê jî bê çapkirin û belavkirin.
Adresa li Amedê ev e; APEC, Peyas mah. 267 sok. Tekya 2 Sitesi C Blok Altı No: 1/A, 21070 Kayapınar/Diyarbakır, Turkiet, Telefon: +90 412 257 00 57 

Bi kurtenasandina Nuh Ateş

Meriv dikane romana Fikret Yildiz “Li benda keskesorê” wekî romaneke biyografyayî jî bi nav bike. Di romanê da, rastî û xeyal di zik hev da ne. Bingeha romanê sereke jiyana Osê, bendewarê keskesorê ye. Osî ku nêzika dused salî di ber vê li gunde Mikaîla (Polatli/Tirkîyê) jiyîye.

Di kuriktîya xwe da, Os qezake piçûk, lê encamgiran derbas dike û lêva wî ya jor didire, êw lêvse dimê. Her tişt bi vê qezayê destpê dike. Carina qeza-belake piçûk jiyana meriva serûbin hev dike û dibe sebeba bûyer û guhêrtinen mezin. Ji avûrûyê lêvseyî da Os pir û pir bi ber xwe dikeve û ji dilketîya xwe Hewê dûr disekine, jê direve. Ji ber vê serhatiya dramatîk û tengîya jiyana eşirtiyê, Os bêzar dibe û direve, serîyê xwe heldide dihere Stembolê.

Rev û rêwîtîya Osê ya Stembolê ya bi hespê qir û seklawî macereyeke bi serî xwe ye. Li Stembolê, Os dihere medreseya Mewlane Xalîd û li wir melatîyê dihêvîse. Li Stembolê ew Kevork ê ermen yê zêrfroş û keça wî, Asparikê nas dike. Paşê ew bi Asparikê ra dizewice û herdu bi hev ra bextiyarîyê tam dikin. Lê pir najo, Asparik ducanî dibe û gava ku dergûşa wê tê dunyayê, ew û dergûş dimirin.

Ji çûyîna Stembolê panzdeh salan şûnda, Os vedigere cîh û warê bav û kalan û ba dê û dotên xwe. Ew careke din dizewice, dilketîya xwe, Hewê li xwe mahr dike. Os xêran dike, camîya gund ji nûva dide çêkirin û dihere Hec. Li Hecê Os du kole û carîyekî dikire û bi xwe ra tîne gundê xwe. Serpêhatîyên wan bi êş û balkêş in.

Nivîskar, Fikret Yildiz di vê romana xwe da xeyal û rastî bi hostetî bi hev va hunandiye. Wî qehremanên romanê û serpêhatîya wan û qewimîyên wan dem û dewranan, êş û derdên giran yên wî zemanî zindî kirine.

Di romanê da, kon û warên kurdên Anatoliyayê bi taybetî yên êla Mikailî, rabûn û rûniştinên wan yên wê serdemê bi hûrgilî û bi zimaneki heriqbar û nêzikî zaravayê Mikaîla hatine nasandin.
“Li benda keskesorê” li benda xwendinê ye. Min ew xwend û jê hez kir. Pîroz dikim!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev