AVESTA weşanxaneyeke Kurdistanî ye

AVESTA weşanxaneyeke Kurdistanî ye

Ocaxeke wêjeyî-çandî bo hemû kurdên cihanê

Her kes wisa zane, ku AVESTA weşanxaneyeke kurdên Bakur e li Stembolê. Berî ku ez li Stembolê bi rêvebirê weşanxaneya DOZê birêz Köroğlu Karaaslan ra qesta wê bikim, min jî wisa zanibû. Lê min li vir xênji weşanxaneyê, gelek tiştên xweş, yên ji weşanxaneyê zêdetir, dîtin.

Di destpêka sohbeta bi rêvebirê weşanxaneyê birêz Abdullah Keskin ra ez pê hesiyam, ku ew ne tenê weşanxaneya kurdên Bakur e, lê herwiha ya bo kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ye. Ji ber ku li vir pirtûkên kurdên tevaya Kurdistanê, bi her zaravî, bi kurdîya tîpên cuda têne çapkirin.

Dû ra birêz Abdulla Keskin qat bi qat em birine qatê herî jorîn a weşanxaneyê, qatê şeşan û gote min: -Ezê niha surpirse bikim bo te. Û wêneyê bavê min, Xelîlê Çaçan di çarçoveyeke bedew da çêkirî raberî min kir. Paşê, wêneyên gelek nivîskarên kurdên Sovyetê anî, wek yên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Ebdilrehman, Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Sîma Semend, Emînê Evdal, Şekroyê Xudo û yên din.

Ji van wêneyan min fêm kir, ku karê weşanxaneyê ji goveka Kurdistanê jî derketîye, bûye ya tevaya kurdên cihanê, ji ber ku ew di salên cuda da gelek berhemên nivîskarên kurdên Sovyeta berê jî çap kirine.

Li vir xênji weşanxaneyê, min Kitêbxaneyeke dewlemend jî dît, ku dîwarên wê gerekê bi wêneyên nivîskarên kurd yên herî naskirî va bên xemilandin.

Min li vir hîs kir, ku zêdebûna jimara xwendevanên kurd herwiha bi xurtbûna vê weşanxaneyê va girêdayî ye, ku bi saya karê vê ocaxa kurdî a edebî û çandî her diçe zêde dibe. Û gotineke Abdulla Keskin a aqilane kete bîra min, ku wî di hevpeyvînekê da gotibû: ”Her kes perwerdehiya kurdî dixweze; lê ne bo xwe, bo ê din”. Kitêbên li vê weşanxaneyê çap dibin, bi serî xwe dikarin bibin mektebên perwerdehiya kurdî.

Ev hemû kar Abdulla Keskin bi saya serê xebathizî, jêhatîbûn û welatparêzîya xwe a bê hed û hesab pêk anîye. Ew li weşanxaneyê bûye redaktor, korêktor, serok û xizmetkar, rêvebir û propagandîstê edebîyeta me, helandarê nivîskarên genc. Di van hemû karan da alîkareke wî a xurt heye, ew jî xanima wî Rûkena delal e, ku herwiha welatparêzîya wê di karekî din da jî xuya dibe: ew yek ji endamên Koma KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê ye.

Em destnîşan bikin, ku hevkarîya Înstîtûya Kurdî a Parîsê bi vê weşanxaneya delal ra xurt e. Wek nimûne, weşanxaneyê berî çend salan hemû hejmarên rojnameya KURMANCÎ wek pirtûkeke pirrûpel a delal çap kir. Niha jî bi daxweza Înstîtûyê amadekarîya çapkirina pirtûka P. Î. Avêryanov ya pirrûpelê bi sernavê ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da) dike (sala 1900î, ango berî 118 salan bi rûsî çap bûye), ku Têmûrê Xelîl wergerandîye kurdî.

Birêz Abdulla Keskin karekî din yê mezin jî kirîye, ku haya zêde kesan jê tune: ewî Weşanxaneya pirqatê kirîye milkê gelê kurd!

Karên ha mezin, ku weşanxaneya AVESTA dike, dişibe karê weşanxaneyeke dewletê. Ji bo ew kar zêde xurt bibe û zêde xizmetî gelê me û welatê me bike, lazim e bazirganên kurd û bi taybetî hukumeta Herêma Kurdistanê piştgirîya wê bike.

 

Di wêne da: ji çepê, serokê weşanxaneya DOZê Köroğlu Karaaslan, Têmûrê Xelîl û serokê weşanxaneya AVESTA Abdullah Keskin ber kitêbxaneya di xanîyê weşanxaneyê da. Di fêza wan da wêneyên nivîskar û xunedarên kurdên Sovyet yên herî binavûdeng in. Ji milê çepê: Erebê Şemo, Xelîlê Çaçan û Hecîyê Cindî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev