Jiyan û Reşî

Jiyan û Reşî

Qasimê Xelîl

Ez ji xew şiyar bûm, min dî va ye ez ê li sefika mizgevtê me. Kî ez anîbûme vir? Berêvarkî bû û ti kes jî li der dorê nebû. Li milê min ê rastê melkesek hebû. Serê min ecêb diêşiya. Min destê xwe da milê rastê yê serê xwe, werimîbû.

Ez rabûm hema bêpêjn çûme malê. Jixwe deriyê me hema li pêşberî deriyê mizgevtê bû. Ez çawa çûme malê diya min bi min de xeyidî. Go, “Çima ji sibêh ve tu nehatî malê û te arî min li birayê xwe nemeyzamd?” Hema min dey nekir û ez çûme ber dergûşê min birayê xwe hejand.

Heta heftiyekê ez ne têr razam û ne min dikarî xwarinê bixwim. Paşî diya min gote bavê min:

– Kuro mela, bi Xudê derdekî vî kurî heye, Ev heftiyek e Jiyano heliya rebeno! Ez dikim û nakim ti tiştî naxwe û derdê xwe jî ji me re nabêje.

Ev melkesê di destê min de jî weke min Xelîlî ye. Wê rojê bavê min çûbû serdana hatina amê min Hacî Hisênê Mala Xêlid ya ji hecê, êdî ji Xelîla bi xwe re anîbû. Bavê min ev du sal in mala me aniye Cizîrê. Roja em hatin em çi werin qet ji bîra min naçe. Havîn bû û havînên van deran jî hengî germ in mirov îdare nake. Heta carekê bavê min gotibû diya min, ka xudê kî hevîrinî çêke û em bi vî deriyê hesinî ve bidin, bê ma wê bibe nan an na?

Wê rojê me textê xwe li serê bên veda û dama bûbû şev em çûne ser têxt û me go em ê razin. Hew em bi şîn û qîrînekê veciniqîn û ji xew şiyar bûn. Dengê vizeviz û çîweçîwan di ser serê me re dihat. Qwirrrrr…. Gwirrmmm…. Teq teq teq…Taqtaqtaqtaq… Kurê min zû xwe berdine xwarê; zû, zû, zû… Li min qirikê, li min evdalê… Hîîhh! Li ber eynê Mihemmed selewat… Pepû pepû pepû…. Zû kurê’m zû zû… hay ji xwe û pêpelûkên sêlimê hebin… Hê jî nizanim bê me bi çi awayî xwe avêtibû qata xwarê…

Par rojekê ez î li mektebê di dersa Îbrahîm xoce de bûm. Min dî ji nişka ve çîkine tûj avêtine kêleka ûrê min a çepê. Hema min li erdê xwe dît va ez digevizim. Îbrahîm xoce û hevalên min ez hilgirtim û bi ecelê, zû zû anîme qata xwarê ya îdarê ya îmam xetîba Cizîrê.

Hê ji nû par min dest bi dibistana navîn kiribû. Bavê min go, “Kurê min tu feqeh î. Ez ê te bişiyênime îmam xetîbê. Bêtifaq tu jî weke bavê xwe bibe mela, berxikê bavê xwe!” Min go, “Yabo, ew mektebe ne dûrî malê ye?” Go, “Kurê min! Xwezî te feqehtiya berê bidîta bê me bi çi seytiyê dikir. Me qet nedigo dûr e, me digo hema xwezî xwezî tayînek bi dest me bikeve û em gezek nan bixwin… Bawer bike carinan tayînên me bi seetan dûrî me bûn. Heta me sênîkek nîsk ji xwe re danî nîvî jê hê kelekelî bi destê me de dirijiya û nîvîya mayî jî dibû qeşa heta em digehiştine hicirka xwe. Vêca tiştekî hesanî nîn e kurê min!”

Paşî weke xwe kir jî û çû ji hemûyan ez li îmam xetîbê qeyd kirim. Ê de lawo hero ji tara Cûdî here heta bi tara Ustaniyê ber şêt û were. Rihê mirovî di ber çûn û hatinê re diçe.

Ez li Nexweşxaneya Dewletê ya Şêrnex emeliyat bûm, diya min ji nexweşiya ûrê min re digo “hapandis”. Xebero ez bi wî penîrê xav û tir ketibûm, ji qewlê wê ve hengî ez weke dewaran ketibûme ser pênîr de û ne îş hengî min xwaribû îcar wilo li min hatibû….

Di ber emeliyatê re nexweşiyeke dî li min da, bavê min digotiyê tifo nizam çi lê welhasil derzînin textor ji boy wê nexweşiyê dane min, her careke li min didan dikutane nizamçiyê min de, her weke tu tivingekê li rehnê min bidî hema wilo ji xwe re çîk û agir jê dibirin. Axir heta min derziyên xwe xilas kirin wan derziyan malka min jî xira kirin, vêca ez tawî bûm.

Di rojên sermayî û çêle de min nikarîbû bi rê ve herim. Ez hema wilo ji xwe re oc bûbûm. Min bi kotek qevzên xwe davêtin. Feqîrê hevalê min Loqo jî bi min ve dima li paş, hevrêtiya min û malê dikir dema bermexrebkî em ji mektebê belav dibûn dihatine malê.

Rojekê dîse em li gel du mamosteyên me mabûne li paş. Qederekê bi me re meşîn û dîtin meşa min weke ya kîsoyî ye, wan jî xatir bi me xwestin û dane pêşiya me. Hê li sikaka pêşiya me nû fitilîbûn û wele hema min dî bû teqreqa tivingan dîse.

Dema li Cizîrê tivingek teqî ma vêca sekin ji wan re nebû. Gwirm û hey gwirm, teq û hey teq… Wê kêliyê hema nizanim bi derbekê qeremê lingên min vebûn û min û Loqo me da ber bezê di wan kolanên teng û tehlî de. Di pişta ziyaretê re û di dora termînalê re em fitilîn û nizanim bi awayekî me xwe gihande mala me.

Em çawa gihane malê televziyona me ya sih û heft ekranî vekirîbû û bavê min li xeberan dimeyzand. Elî Qirce li ser ekrana Atv’ê bû. Bi tirkî weha digot:

“Bir son dakika haberi sayın seyirciler! Bu akşam Cizre’de çıkan bir çatışmada kimliği belirsiz kişi veya kişilerce iki öğretmen şehid edildi. (Gelî temaşevanên hêja nûçeyeke lezgîn! Vê êvarê di şerekî li Cizîrê qewimî de ji aliyê kesek an kesine nasnameya wan nediyar ve du mamoste hatin şehîdkirin.) Û wêneyên her du mamosteyên min ên kêliya dî em bi hev re dimeşîn hatin ser ekrana televîzyonê.

Vê esrê bavê min bang kire min:

– Kurê min Jiyan! (Di nasnameyê de navê min Yaşar e. Lê li malê kes nabêje min Yaşar.) Ma feqehtî weke ya te ye berxê min? Ha raje vî melkesî û sefika mizgeftê bimale ji dêl bavê xwe ve, xêr e yaboqurban!

– Bila yabo!

Bavê min melkes xiste destê min de û derket. Jixwe ji zû de sofî jî belav bûbûn û çûbûne mala xwe. Mizgevta Hacî Elî (Hinekan jê re digotin camiya minarê jî..) jixwe weke hemû mizgevtên Cizîrê û weke min biçûk bû.

Hema min bi dest maliştinê kir. Hê min karê xwe nîvî neqedandî min dî pênc zilamên nehîtî ketine hewşa mizgevtê. Di destên wan de çekên giran… Cilên kesk li wan hebûn. Lê ya herî bala min kêşandî simbêlên wan bûn. Sibêlên hemûyam weke hev bi xwarê de daleqayî û kêşandîbûn. Mehdekî tirş û simaqî li ser rûyên wan bû. Kezeb li mirovî diqetandin.

Cîranekî me yê navê wî Sofî Xalis hebû, jixwe beriya niha bi du heftiyan zilamine weke van biçek serê sibehekê ew û du kurên wî ji malê derxistibûn û li wê kolana binya mala me re kuştibûn. Ez bixwe jî bi hevalên xwe yên tarê re çêbûme darî laşên wan.

Serê duwan bi fişekan hatibû jêkirin. Hê ji ber çavê min naçin. Bavê min ji diya min re behsa wanên Sofî Xalis û kurên wî kuştin dikir, ev zilamên niha li cem min jî eynî weke wanên bavê min behsa wan dikir bûn.

Dest û lingên min direerîn. Ji tirsa min piçekê bi xwe de mîz kir lê bawer ke min nehişt bigehe mehfûrên mizgevtê. Bi tirkî bi min re ştexilîn. Yek ber bi min ve hat û got:

–  Baban kim? (Bavê te kî ye?)

–  Bu caminin imamı. (Melayê vê mizgevtê ye.)

–  Adı ney? (Navê wî çi ye?)

–  Adı Bavê Jiyan. (Navê wî Bavê Jiyan e. (Diya min wilo ji bavê min re digot.) )

– O ne lan amına koyum? ( Ew çi ye lawo min tê kirî.)

Yekî dî bi ber min ve hat, ji tirsan, melkesê di destê min de ji destê min kete erdê. Min meyzand her çarên dî bû tiqtiqa wan. Dema ew kenîn ez jî hebekî rihet bûm û min ji xwe re go, “De na lo, ev ti ji min nakin.” Ez jî bişirîm.

Yê bi baskî min de hatî bi tirkî ji min re got, “Lawo ji me netirse, em ji boy rihetî û hizûra we şev û rojan li van çiyayan paqijiyan dikin.”. Dema diştexilî jî bi ber min û sefika mizgevtê de hat.

Carekê min tevlî şekala xwe pê li merşên mizgevtê kiribû, bavê min gotibû min, “Berxê min, tu careke dî wilo nekî, ev der mala Xudê ye, zehf guneh e.”

Bi zimanekî lerzokî û bi dengekî levqulibî min bi tirkî gote zilamê bi baskî min ve hatî:

– Abê bi xêra xwe tevlî bota xwe pê li merşên mizgevtê neke, bavê min gotibû zehf guneh e.

Û heme min dî bû sêweke sor û bi sixêfên ez nikarim bibêjim bi ser min de hat. Go, “Hey min di ….. te kiro, ma ne şev û êvaran li van çiyayan em ji boy te û seyên weke bavê te yên xayîn da rihet li mala xwe û mizgevta xwe limêja xwe bikin em vê qas eziyetê dikişînin? Hey xayîn kurê xayînanên ermeniyan!”

Min dî hema destê xwe avête dermanca xwe û ji ber xwe derxist. Go şerq berik bire ser û serê wê kire serê min de.

Min go ez çûm… Qedereke dirêj ew dermance wilo li ser serê min ma û hema sixêfên pîs dikirin, ez didame ber pehînan û digo ez ê te bikujim.

Ji tirsa nayê bîra min ne ez digirîm an na. Ez ne li ser hişê xwe bûm jixwe, lê di dawiyê de tişta tê bîra min dengê yekî dî digel tiqtiqa wanên dîtir dihat û weha digot bi tirkî:

– Min tê kirî dev jê berde, ne hêja ye bi fişekeke te lawo!

Wî go:

– Erê yaw, ne hêja ye lê wele ez ê wî bikujim.

Yekî dî:

– Erê lo min tê kiro, de berde serê wî, bikute ….a wî û em herin…

Paşî wî bixwe jî go:

– De erê lo ev dêqehb ne hêja ne bi berikekê lawo!

Gava min ev bihîstî min di dilê xwe de go:

– Oxxxx! Namûsiz be, Eyn min nakujin, de vêca têra min li min jî bidin ji min re ne xem e êdî.

Hew min dî destikê dermancê hilda û go gwirrmm li bin guhê serê min da û reş bû her der…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev