Efsane û çîrokên me yên gelêrî -2

Efsane û çîrokên me yên gelêrî -2

Nivîskarê malpera me Cankurd, ku herwiha bi navê Kurdaxî jî tê naskirin, nivîseke delal ji me ra şandîye. Em sipasî wî dikin. Ji ber ku gotar mezin e, me ew kir du beş. Me beşa nivîsê a pêşin 06.12.2018 çap kir.

Bikevin nava kûraya zargotina me û lezetê jê bibînin.

 

Cankurd 

Gava em li van çêrok û efsaneyan binêrin, em ê bibînin ku di şêwe û dîmenên xwe yên çêrokî de giş çêrokên rojhilatî ne, bi wateya ku hîç hikariya çêrok û efsaneyên rojavayî „Europî“ li wan çênebûye, ji ber ku çêrokbêjî û efsanebazî pir ji zû ve di nav gelên rojhilatî de hene. Berî ku Europî bên herêmê. Kurd jî wekî neteweyeke rojhilatî, ya xudan keleporeke efsanî ya mezin û kevnar e. Lê tew naye jibîrkirin, ku hikariya ola Îslamê bi hêzdarî li çêrok û çêrokbêjên Kurd ji zû ve çêbûye.

Di çêrok û efsaneyên kurdî yên kevin de –bo nimûne– navê Xwedayê Mîdî „Vayo“ (Bi wateya Bayo) tew naye zimên, û gava „Xwedê“, ku ji „Xod“ (wekî: Gott) hatiye, mebest ji vî navî „Ellah“ e, ku di Îslamê de tenha ew Xwedê ye, kesek ji wî pê ve nîne, û di hîç efsaneyeke kurdî de pirxwedayî nemaye, heta di memleketên ajal û goştxuran de jî, wekî ya Şahmaran, dîsa jî pirxwedayî ya kevin berşê û winda bûye. Hema dîsa jî, em dibînin ku efsaneyên wekî Şah Meymûn, Sultanê maran, Teyrê Sîmir, Rustemê Zal û hinekên dî, ji demên gelek kevin de mayîne, û nijd bi nijd û pişt bi pişt, di nav gelê me de hatîne hewaldan û çanda me ya çêrokbêjiya devkî maldar kirîne, ji ramanên pirxwedayî, an yên Filletî û Cihoyî, hatîne paqijkirin.

Di nav çêrokên kurdî de, yên ku bêtir hikariya olî didine xuyakirin, û niha ditên bîra min, çêroka „Mem û Zîn“ (Mebest ne ya Ehmedê Xanî û ne jî Memê Alan e), „Hespê reş“, „Nihala Sîsebanê“, „Leyl û Mecnûn“, „Seyfulmuluk“, „Yûsif û Zelîxa“ û „Zembîlfiroş“ in, ku hemî jî wekî „Beyt“ an „Epos“ hatîne nivîsandin û belavkirin.

Di „Hespê reş“, de, ku min ew û „Cimcimê Sultan“ û „Nihala Sîsebanê“ jî bi tîpên kurdî yên nûjen amade kirîne, U’mer Bin Xettab, paşayê „Xelîfeyê“ duwemîn ê Busirmanan diçe nav gawiran, da ji pêxemberê Xwedê re –Selewat û silav lê bin – hespekî reş ê pir navdar e ji „Gawiran“ bistîne, hema ewana hespê xwe nafiroşin û dixwazin zora wî bibin, pevçûnek di navbera wan de çêdibe û ew pevçûn dibe egera cengekê di navbera Gawir û Musilmanan de, û çêrokbêj bizava xwe dike, pesindariya herdu mezinên Muslimanan U‘mer Bin Xettab û Îmam Elî –Xwedê ji herduwan razî be– bîne zimên û wan herduyan wekî hevdu cîhbilind bide xuyakirin. Eve jî diyar dike, ku Kurdan xwastine xwe ji pevçûna olî û siyasî ya di navbera Sunne û Şîîe‘ de biparêzin…Mixabin, hem cîhê bûyerên çêrokê û hem jî lehengên wê ne Kurdî ne, ne jî lehengên çêrokan.

Di „Nihala Sîsebanê“ de jî pevçûneke mezin di navbera Musilman û Gawiran de bi egera keçeke Filleh a pir xweşik û ciwan çêdibe. Ew keçik bo kesekî, ku hatiye destê wê dixwaze, dibêje: “Here ji min re seriyê pêxemberê Musilmanan û peyrewên wî ji min re li şûna qelengê min bîne.

Di „Cimcimê Sultan“ de, mirovek pêrgî kelexoyê miriyekî tê, wekî di „Hamlet“ a Shakespeare de, bi kelxoyê, ku pir ji zû ve ketiye axê re dipeyive, û çêrok dixwaze gelek wate yên olî di seriyên çêrokhezan de biçîne, wekî tirsa ji Xwedê, jibîrnekirina mirinê, tewat û dilnermî, û gelek bîr û baweriyên dî.

Di „Zembîlfiroş“ a Mele Bateyî de, ku hinek terzên wê yên cihê-cihê hene, Lawekî hejar, ê ku zembîlan çêdike û difiroşe, dikeve dava xanimeka mêşeng „SEXY“, hema ew ji ber tirsa Xwedê xwe digire, destê xwe di wê nade, tevî ku ew pir devşiliyê li ber wî dike. Gava ew lawik rê û çareyan nabîne, ew xwe ji burca koçka wê ve davêje xarê, hema Xwedê wî ji mirinê diparize…Eve çêroka pêxember Yûsif –Silav lê bin– û jina Fîrewnê Misirê, ku di Qurana pîroz de hatiye, tîne bîra me. Mebest jê xweparistina mêran e ji wan jinên har û mêrhezin.

Çêroka „Mem û Zîn“ a ku hozanvanê mezin şêx Ehmedê Xanî wekî helbesteke çêrokî hûnandiye, di pêşgotina wê ya helbestî de heme bîr û baweriyên xwe yên felsefî, olî, neteweyî, ramyarî û zaneyî xistine di nav de û anîne zimên, kesayetiya Kurdî ya çiyayî piçekî hatiye nermkirin. Di stranbêjiya devkî ya gelêrî de, ku bi navê „Mem ê Alan“ e, û ji aliyê Roger Lescout ve, ji dev stranbêjin kurd û bi taybet Mişoyê Berazî û Sebriyê Mihacir li Beyrûtê (Lubnanê) hatiye girtin û nivîsandin ne wilo ye, Mem di wê de hartir û xorttir e, û Çeko hîn bêtir, gava dixeyide ew dibêje: „Ez Çeko me, ez ne î dîn im, gurê çile, zikbirçî, dev bi xwîn im…“ Li ba Albert Socin û Eugen Prym, wekî metnê straneke gelêrî, ya bi navê „Mem û Zîn“ heye, dîsa nermkirina kesayetiya Kurdî bi terzekî olî çêbûye.

Di „Mem ê Alan“ de, welatê Memê bi navê „Mixrîb“ e, Mixrib welatekî bakurê Afrîqa ye, lê gundekî Kurdan jî bi wî navî li bakurê Kurdistanê heye, hema di Memê Alan de qala bajêrekî mezin tê kirin, ne gundekî piçûk. Navê apekî Memê Alan „Temer beg“ e, ku navekî kurdî ye. Baweriya paqijiyê ji aliyê olî û civakî ve bêtir hatiye xortkirin, li gel heme nirxên civakî yên kevnare di civaka kurdî ya derbegî û axatî de, wekî wêrekî, camêrî, dostaniya dirist, paristina êl û malbatê, hezkirina bê nêzîkbûna govdeyî, baweriya mekin a bi Xwedê, fêlbaziya kesên deselatdar wekî wezîrê „şalyarê“ Mîr Zeyniddîn, bavê Zînê, bi wî terzî ku „Beko yê Ewan“ wekî „Mêfêsto“ yê Faust hatiye xuyakirin.

Bêguman, ne tenê şanoya va çêroka kurdî ya pir navdar li Kurdistanê ye, li navenda wê, ku Cezîra Botan e, kesayetiyên wê jî Kurd in, û piraniya wateyên wê, berî hatina Îslamê jî di nav civaka me de xort bûn. Hozanvanê mezin Ehmedê Xanî, ku ev çêrok bi guhartin di bin navê „Mem û Zîn“ de nivîsandiye, hem civaka kurdî û hem jî ola Îslamê baş dizanî, lew re „Mem û Zîn“ bi terzekî olî-felsefî, li gor rewşa Kurdistanê ya li ber çavên wî bû, û ketibû bin basikên „Sofîtiyê“ li qelem daye.

Em dîna xwe didinê, ku di navbera „Memê Alan“ û „Leyl û Mecnûn“ a Şêx Mihemmed Can de, cudahiya şanoya bûyerên wan heye. „Leyl û Mecnûn“ çêroka evîna mîrekî Ereb bi keçeke Ereb re ye, li welatê Ereban çêbûye, bi şêweya helbesteka çêrokî „Epos“ ji hezaran malik, wekî „Mem û Zîn“ a Ehmedê Xanî, an „Seyfulmuluk“ Siyapûş, bi Kurdî ye, hema Mem ê Alan, tenha bi bajarekî pêjinî yê gelek mezin û bi navê „Mixribê“ destpêdike, lê teviya çêroka, ku hem wekî helbest, hem wekî çêrok û hem jî wekî straneke gelêrî ya taybet bi Kurdistanê ye, di nêv gelê me de maye. Ew Mixrib wekî welatekî fantaziyê di çêrokê de hatiye, tevî ku di rastîniyê de heye, li bakurê Afrîqa ye.

Hema gava em li çêrokên me yên kevintir binêrin, wekî „Şah Meymûn“, „Rustemê Zal“ û „Şahmaran“ a ku ew jî bi hinde terzên ji hev cuda heye, û hinek ji wan versiyonan ji aliyê hêja Lokman Polat ve, di pirtûkekê de hatîne danîn, an jî „Hespê Boz û Şehzade“, emê bêtir ji civaka kurdî ya kevin ve nêzîk bibin û hinek dîmenên wê binasin. Ev çêrok jî ji aliyê dostê me yê hêja L. P. ve di pirtûkeke dî de hatiye nivîsandin.

Min çêroka kurdî ya kevnare „Sê gul û sê bira” wekî novêlekê / romanekê amade kiriye, hema ta niha nehatiye çapkirin. Di vê çêrokê de lehengê wê ji aliyê du birayan ve tê xapandin, ew di binê çalekê werdibe, li rêya azabûnê digere, dawî qulekê di dîwarê çalê de dibîne, wê dikole, û derbas dibe cîhaneke fantaz a dêw û ejderhan, pişt re ew li pişta beranekî suwar dibe, keçeka ku di wê jêrzevînê de girtî bû, bi xwe re azad dike, ew li pişta bazekî suwar dibe û di ser ewiran re difire, û ber bi welatê xwe ve vedigere, ku rastî nerastiyê binpê bike û zorbazê deselatdar bi bin keve.

 

Ajal di çîroka kurdî de

Di çêroka „Sê gul û sê bira” de, mirov pir ji sirûştê hezdike, ew di ber gulekê de bi dêwekî re dikeve şer, ew jîna xwe dixîne tengahiyê, beran û baz û mar dibine lehengên çêrokî, hema çêrok ne ya ajalan e, wekî „Kelîle û Dîmne“ ya Ibin Elmuqeffee. Ev şêweya nêzbûnê ji ajalan ve, hevjiyan û hevtêgihîştinê bi wan re, di gelek çêrok û efsane û epos ên kurdî de heye. Di çêroka (Kulikê Silêmîn) de, xezal ji ber nêçîrvanên xwe, herdu kurên Silêmîn, Kulik û Kehr, direve, heft roj û heft şevan, ji çiyayê Şengalê ve ta bi deşta Heranê, li wir ewana xwe ji nişka ve di nêv neyaran de dibînin, û li dawiya çêrokê, Kulik di şergehê de tê kuştin. Nêçîrvan bi pey xezalê dikeve, da wê bigire an bikuje, û pişt re dil û kezeb û goştê wê ji xwe re bibirije, hema di wê nêçîrê de, li ciyê xezalê, nêçîrvan bi xwe tê damekirin û dikeve dava xezalê. Di dastana (Mihemed Henîfî) de, dîsa nêçîrvan bi pey xezalê dikeve, da wê bigire an bikuje, xezal ji ber wî direve û wî bi nêv koma gawiran dixîne, û ew bi wan re dikeve ceng û pevçûneke xûnî, hema li pêxemberê Musilmanan –Selewat û silav lê bin-, ku ji aliyê dayîkê ve bavpîrê wî ye, diyar dibe, ew li kurmamê xwe, bavê Mihemedê Henîfî digaze, Elî –Xwedê wî rûmetdartir bike– yê di cengekê de, li bin darekê vehesek dida canê xwe, pir li dûrî Medînê, paytexê Musilmanan, dengê Pêxember ji nişka ve di sîng û mejiyê xwe de dibihîse, hildigave, nee’ran li leşkerê xwe dide, û ber bi keleha Romî ve hespê xwe dibezîne, kurê xwe Mohemed Henîfî ji nêv şûr û rumên gawiran qurtal dike. Di Dastana (Sad Ehmedê Silîfî) de, ku bi (Siyabend an Siyamend û Xeçê) navdar e, dîsa xezal dibe egera bi davxistina lehengê dastanê, ji ber ku „Xeç“ ji xwe re bi lîska xezalekê dikene, „Sad“ radibe û bi pey wê xezalê dikeve, ku xwe ji ser zinarekî davêje ser yekî dî, di nêv çiyayekî de. Li dawî „Sad“ tîrekê davêje û tîr li xezalê dikeve, gava „Sad“ xwe jê ve nêzîk dike, da seriyê wê bibirre, ew lingê xwe dilebitîne û li nava „Sadê Silîfî“ dide, „Sad“ ji beneke bilind ve di bin kendalekî werdibe, û pîkinekî şikestî û tûj ê darekê di pişta wî re derbas dibe, di zikê wî re derdikeve…Paş gelek hawar û qîrîn û heywaxiya „Xeçê“, ji neçarî ew jî xwe bi ser yarê xwe de davêje…Ew jî tê kuştin, xwe bi xwe davêje hembêza mirinê.

Gelo xezal di çêroka kurdî de „Qeder e“? an jî ew pêkar û acetekî wek gelek pêkar û acetên dî yên „Qederê“ ye? An jî Kurdan heznedikirin, ku mirov biçin nêçîra xezalan û wan ji Kurdistanê mehf bikin? Qey ji zû ve li ba Kurdan hişyariyeke jîn û sirûştparêziyê hebû, di nêv heme çêrok û efsaneyên wan de li ser hesp û xezal û firind û mar û şêran tê hewaldan, û pir caran, di çêrokan de, wan ajal bi mirov re dipeyivin, wî diparizin, harîkariya wî dikin, û wî ji tengiyan jî qurtal û aza dikin.

Rast gelek şêweyên çêrok û eposên kurdî hene, hene bi „dawiyeke xweşik“ in, û di vir de divê em bînin zimên, ku heme çêrçêrokên bo law û keçikan, di nêv çêrokên kurdî de, wekî „Pîr û rovî“, „Kêlo“ û „Lawikê keleş“, ku niha teviya bûyerên wan baş nayin bîra min, bi dawiyeke şad „Happy End“ teva dibin, diçin serî, hema yên evîndariyê, wekî „Mem û Zîn“, „Leyl û Mecnûn“, „Sad Ehmedê Silîfî“, bi serpêhatî û êş diçine serî. Hene jî li ser lehengiya neteweyî ne, wekî „12 suwarên Merêwanî‘, û „Xanê Lebzêrîn“ ê ku wekî straneke gelêrî ye [Min tîpguhastina wê jî amade kiriye], hene jî, wekî me berê gotiye, li ser wateyên olî ne, wekî „Şêxê Sena’nî“ ya Feqê Teyran kiriye dastaneke pir hêja, û hene li ser civaka me ya axatiyê, wekî „Cenbelî“ an „Cebelî“, ku bi pir terzan heye, û navdar e, an jî wekî „Bêrîvana Cindî“, ku herdu wekî stran belav bûne, û pir bi hûrikî û nêzikî li ser wê parê ji dûroka me ya civakî radiwestin. Stranbêj Eliyê Kapê ji Kurdaxê pir baş „Bêrîvana Cindî û Kakoyê Fille“ straye. Ji xwe „Cebelî“ an Cenbelî ji aliyê gelek nivîskaran ve hatiye nivîsandin. Divê em bînin zimên, ku çêrokên li ser ganketinê jî di nav Kurdan de hebûn û pir vekirî û asan û yekser li ser hezkirina govdeyî dipeyivîn, ji mêr û jin û kur û keçikan re dihatin gotin. Mixabin tiştek ji wan nehatiye nivîsandin. Di wan de, kîrê mêran dibe pireyek di ser çemekî re, an hêlikên wî wekî kundirên herdemî mezin in, û jin tew ji ganketinê têr nabin…wan çêrok jî bi „Happy End“ teva dibûn.

 Li dawiyê:

Ev mijar pêdiviyê bi sedan rûpel e, ez nikanim di gotareke kurt û kin de, wekî vê gotarê, li gor daxwaza dilê xwe, li ser kelepora me ya efsaneyî û çêrokî, çi devkî û çi nivîsandî, çi wekî stran û çi wekî beyt û dastan, binivîsim, lê ez dikanim bibêjim, ku hinek tevlêbûnên pir kevnar ên çandeyên Somerî û Zerdeştî jî di nav çêroka me de hene, ji wan jî bê guman çêroka „Nîbêro“ û çêroka „Gilgamêş“, [min ji ber hêjabûna wê, ew li vê dawiyê wekî kurteromaneke bi Kurdî nivîsandiye], û tew naye ji bîrkirin, ku di çanda kurdî ya „Ezdahî“ de gelek çêrokên xweşik û delal ên bi wateyin olî û mirovî hene, ji wan jî çêroka „Mîr Meho“, ku bêguman berê navekî wê yê dî hebû, ji ber ku „Mîr“ û „Meh‘o“ herdu bi Erebî ne, hema ev çêrok tew li ba Ereban bi ber çavên min neketiye.

P.S. Beşa pêşin li vir e: http://krd.riataza.com/2018/12/07/efsane-u-ciroken-me-yen-geleri-1/ 

————————————————————–

(Li ser Memê Alan binêr: Pêşgotina Dr. Nuriddîn Zaza ji dastana Memê Alan re, weşanên Rêya Azadî jimare 8, Çapa duwê, Köln.)

 (li ser Mem û Zîn, binêr: Perwîz Cîhanî, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, bi tîpên erebî yên kurdîkirî, Orumiye, sindoqê postî 717, merkezê neşrê ferheng û edebiyatê Kurdî)

 (Li ser Seyfulmuluk, vegere: Prof. Celîlê Celîlî, Siyapûş, Seyfulmuluk, Wien, sal 2000, ISBN: 3-926522-21-6.)

 (Binêre: Lokman Polat, Çend varyantên Efsaneya Şahmaran, weşanên Helwest, Çanda Nûjen 23, Swêd – ISBN:91-972908-8-2)

 (Binêre, Hespê Boz û Şêxzade, Çend varyantên Efsaneya Şahmaran, weşanên Helwest, Çanda Nûjen 17, Sal 1998, Swêd- ISBN:91-630-1814-4)

 (Bo xwendina çêrokê vegere: Xidir Ebdo, Elcewhere Elmefqûde, Tarîxa Ezdahiyê, bi zimanê Erebî, Almaniya 2004, rûpel: 196)

 (Li min biborînin, ji ber tengbûna bergehê, ez tew neçûm ser kelepora çêrokî ya zaravên dî, wekî „Şêrîn û Ferhad“, „Cîhangîr û Rustem“, an jî „Baram û Gulnar“ ên ku bi zarava Goranî, wekî Epos hatîne nivîsandin. 

 … Bimînin di xêra Xwedê de. 

Portre: Rebwar K Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev