Pîrozbahîya Eyda Êzîd ku li Kurdistanê eydeke fermî ye

Pîrozbahîya Eyda Êzîd ku li Kurdistanê eydeke fermî ye

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Federasyona Beneluxê ya Diyasporayên Kurdan (FBDK) eyda kurdên êzdî yên Kurdistanê û tevaya cihanê bona Eyda Êzîd pîroz dikin.

Eva Eyda sîmvola jîyana geş, aşîtîyê, bextewarîyê û hevfemkirinê ye, ku me ruhdar dike bona karên qenc û dilxweşkirinê.

Bi dehan hezaran kurdên êzdî vê rojê berê xwe didine çavkanîyên ruhanî, ku bingehê çanda me ya miletîyê ne.

Bira cejina Eyda Êzîd dilê hemû bawermendan bi germayê û eşqê va dagire, bira jîyan zora mirinê bibe.

Tenê bi hereketê tevayî yê dewletê, rêberên ruhanî û civakê em dikarin Kurdistaneke bi hêz û gulvedayî ava bikin, bona her niştecîyekî Kurdistanê, ew çi dînî jî be, paşerojeke bextîyar saz bikin, qedirê malbetê bigrin, nifşên nû bi ruhê welatparêzîyê û helalîyê perwerde bikin.

Di van salên dawî da li Kurdistanê gelek bûyerên qenc û ji dil bi Eyda Êzîd va girêdayîne, yên ku bi erênî tesîr li ser hurmetgirtina hevdu û berbihêrîyê di civakê da, parastina aşîtîyê û qîmetîyên malbetî, bi ruhê welatparêzîyê perwerdekirina gencan dikin.

Ev Eyda Mezin di nava gelek sedsalan da ronahîya bawerîyê ya nemiçiqî dide êzdîyan, ku jîyana merivan dewlemend û bextewar dike, di dilê merivan da evîna di hindava merivên xwe da saz dike, hêvîya bona paşerojeke geş vêdixe.

Hêza gelê kurd di yekîtîya ruhanî da ne!

Bawermendî bingehê xurt saz dike bona zêdebûna hêza milet.
Em herdem bi hev ra ne!

Bi saya serê wê emê hemû dijwarîya li ser riya xwe bidine hilanîn.

Em tenê bi hev ra dikarin zora djminên here xurt û herehov bibin.
Em hemû jî bona eynî tiştî dua li Xwedê dikin: bona cansaxîya merivên xwe, bextewarîya malbetê, aşîtîyê û aramîyê li welatê me û tevaya cihanê.

Em careke din kurdên êzdî û tevaya gelê kurd yê pirbawerîbona Eyda Êzîd pîroz dikin, ji we hemûyan ra aşîtîyê, dilovanîyê, pêkhatina daxwezên gelê me dixwezin di sala 2019an da, bira bextewarî bikeve mala her kesî.

Redaksyona Riataza tevî van pîrozbahîyan dibe û ji hemû kurdan ra aşîtîyê, xêr û xweşîyê û bextewarîyê dixweze.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev