”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin” -1

”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin” -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ” Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin”. Em îro beşa yekê raberî we dikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 165

 

 

Arşak Safrastyan – xudanê lêkolîneke ne mezin û obêktîv derheqa pirsa kurdan da – wa bi nav kirîye serhildana kurdên Tirkîyê bi serokatîya Şêx Sehîd, ku ji di dawîya zivistana sala 1925an destpê bû û heta buharê kişand[1]. Gelo ev bûyer rast hatîye qîmetkirinê, ku yek ji wan bûyeran e, ku li Kurdistana serîhildayî da herdem diqewimin?

Ew berhem berî hemûyan bala dîrokzanên wê demê kişand. Tu tevgereke kurdan ya din, xên ji yên herî dawî, ku di nîveka duduyan ya sedsala 20an da qewimîn, ewqas deng nedaye û li ser wê gelek fikirên dijî hev hatine gotin. Ev hemû derheqa kemala wê ya dîrokî da gelek tişt dibêje.

Û rastîyê jî, ew bûyera giring di nav tevgera gelê kurdan ya pirsedsalan da ya bona azadîyê û serxwebûnê bi saya serê wê yekê deng da, ku tesîreke mezin him li ser rewşa Kurdistana Tirkîyê hîşt, ku nîvê hemû kurdan lê diman, him jî ser temamîya herêma kurdan li Asîya Roavayê. Ne axir ew bersîva binecîyên kurd ya pêşin ya zerp bû di hindava Tirkîyê da piştî Lozanê, ku xetek li ser bi heqî çareserkirina pirsa kurdan ya miletîyê kişand. Kemala pirsa kurdan ya mezin bi van bûyeran ra girêdayîne.

Dîroka serhildana kurdên Tirkîyê bi serokatîya Şêx Sehîdê Pîranî him ji hêla lêkolînerên welatê me, him jî yên welatên dereke da bi tevayî rind hatîye ronîkirin[2]. Lema jî emê guhdarîya sereke daynin li ser paşmayînên wê yên hundurîn û navnetewî.

Zengilê pêşin êvara 3ê îlonê – berbanga 4ê îlonê sala 1924an hate bihîstinê, dema li Beyt Şebabê (niha Beytuşşebap) li wilayeta Hekarîyê milet serî rakir girêdayî bi wê yekê ra, ku desthilatê hewil dida mihacirên aşûrî yên ji Îraqê careke din vegerîne warê wan. Hema ji wê demê dest bi amadekarîya serhildana Şêx Sehîd dibe.

Yek ji taybetmendîyên wê yên sereke – dereceya organîzebûna wê serhildanê bû himberî serhildanên kurdan yên berê di dema osmanîyan da û salên pêşin yên piştî wê, û herwiha serhildanên kurdan li perçeyên din yên Kurdistanê. Plana serhildanê ji bo destpêkê, dem û cûrê şerkirina şorişgeran ji alîyê leşkerên kurd yên profêsyonal da hatibû amadekirinê, ku di ordîya tirkan da qulix kiribûn û endamên komîtêya “Azadî” bûn. Ewana îdî xwedî tecrûbeya leşkerî û sîyasî bûn, ku di salên şerên hemcihanê yê pêşin û yên miletîyê-azadarîyê da bi dest xistibûn û armanceke sîyasî dabûne ber xwe: bi şerê çekdarî bigihîjine sazkirina Kurdistana serbixwe ya hevgirtî û di wî karî da hêvîya sereke daynine ser gelê xwe.

Nûyîtîya giring di nav kar û barên “azadîstan” û hemfikirên wan da ew bû, ku ew di hêla îdêologî da ser riya rast bûn û gorî normayên navnetewî-hiqûqî karê xwe dimeşandin û ew helwest di destpêka salên 10-20an yên sedsala 20an xuliqî, dema di şerê hemcihanê yê yekemîn da zora Antantayê birin, herwiha di bin hukumê bûyerên şorişgerîyê li Rûsîyayê û avabûna sîstêma kolonîalîyê da. Hilweşîna împêratorîyayên pirmilet (yên Austrîya-Hûngarîyayê, Tirkîyê, Rûsîyayê) li Awropayê û Asîyayê pirsa derheqa qedera gelên kêmjimar da, ku li ser axa wan împêratorîyan diman û hewil didan rizgar bibin û serxwebûna xwe ava bikin, derxiste meydanê. Him serekên dewletên serketî, him jî serekên Rûsîya şorişgerîyê bixwestana-nexwestana gerekê guh bidana pirsên miletîyê û wêya di sîstêma pêwendîyên navnetewî da, ku nû ava dibû, problêmeke mezin bidîtana. Dem hatibû, ku di hiqûqa navnetewî da prînsîpa, ku milet bi xwe biryara qedera xwe bidin, bidine rikinkirinê.

Serîhildanên kurdan û aşûrîyan li Beyt-Şebabê, ku nêzîkî sînorê bi Îraqê ra ye, bû îşareta amadekarîya serhildana tevaya kurdên Tirkîyê. Ev bûyera bi rû va lokal, ku di salên 20î da li Kurdistana Tirkîyê gelek dibûn, rastîyeke giring derxiste holê – leşkerên ordîyê yên kurd, xwesma zabit, ku jimara wan pir bû, piştgirîya komara Tirkîyê ya nûsazbûyî ne dikirin. Weke 500 leşkerên kurd li Beyt-Şebabê derketine dijî hukumetê û di nav demeke kurt da ji ordîyê qetîyan û revîne Îraqê, ku wan deman di bin bandûra Îngilîs da bû. Propaganda rêxistina “Azadî“ berên xwe da[3].

Temamîya payîza sala 1924an û zivistana sala 1924/1925an li Tirkîya Başûr-Rohilatê amadekarîya ji alîyê azadîstan da organîzekirî ya bona tevgerê bi awayekî gumreh pêşda diçû, binecîyên kurd rabûne ser pîyan û di wî karî da aşûrîyên wir û yên ji Îraqê hatibûn, bi xurtî piştgirîya wan dikirin. Di tebax-îlona sala 1924an da desteya aşûrîyan welîyê wilayeta Hekarîyê – Xelîl Refet-beg dîl girt û demeke dirêj berneda. Di mehên îlon-çirîya pêşin ya eynî salê da kurdên dora Wanê serî hildan, ku de`w dikirin xelîfatê bidine hilanînê, dest ji mecalên dagîrkarîyê yên di pirsa agrarîyê da bikişînin (di rûyê gelkujîya ermenîyan da û derketina kurdan ya ji dest şer û cengan, tirk dianîna ser wan axan bi cî dikirin)[4]. Rewş li Kurdistana Tirkîyê di rûyê pevçûn û tevlihevîyên li ser sînorê Tirkîyê-Îranê da disincirî û him cesûsîya Tirkîyê, him jî ya Îngilîs ew bi kar dianîn bona di pirsa herêma Mûsilê da têra xwe hevdu gunehkar bikin. Him Tirkîya, him Îngilîs dest avêtin hêza çekdarî û îngilîsan herwiha bi destî Koma Miletan jî zor li tirkan dikir[5].

Azadîstan, ku tivdarekê serhildana hemtomerî dikirin, çend şêwrdarîyên giring dane derbazkirin. Yek ji wana di îlona sala 1924an da li Sasûnê û Xetmê, di bin bahaneya, ku dewata kurdan e, qewimî; li wir nûnerên wê kongrêyê hatine hilbijartin, ku di meha çirîya paşin li Helebê hate derbazkirin. Li wir hate biryarkirinê sala 1925an dest bi serhildanê bikin. Komîtêyên herêmî, xwesma ya sereke – ya Erzurumê, bi serokatîya serhing Xalid begê Cibranî rêvebirîya amadekirina serhildanê dikirin. Komîtêyên Stembolê, Helebê û Mûsilê jî roleke mezin lîstin. Serekê komîtêya Stembolê seyid Ebdil-Qadir bû, ku karmendê kurdan yê bi nav û deng bû, lawê şêxê kurdan yê navdar Ubeydulle û sedirê sênata parlamêntoya Ottomanîyê yê berê bû. Ewê komîtêyê bi îngilîsan ra pêwendî danî (wisa xuya ye, komîtêya Mûsilê jî), lê ya Helebê pêwendî bi fransizan ra danî[6]. Ev hemû femdarî ye, ji ber ku kurd di rewşeke dijwar da bûn, gelekî hewcê alîkarîya ji der va bûn û ev hemû nedihate wê maneyê, wek ku wê paşê xuya bibe, xudêgiravî tevgera kurdan ji alîyê împêrîyalîzmê da hatibû helandayîn û pînckirin. Sebebê hundurîn yê gurrbûna tevgera kurdan ew hilanîna xelîfatê bû li Tirkîyê. “Kurd hema bêje bi yekdengî dijî Tirkîyê ne, hilanîna xelîfatê dijminaya di hindava Tirkîyê da hîn xurttir kir“, – çavkanîyeke Îngilîs destnîşan dike[7]. Lê ew sebebê eynsî nîbû û her tenê bahane bû bona hêrsa xwe ya bi sal û zemanan birêjin, xwe ji zordestîyê xilaz bikin.

Amadekarîya kurdan ya bona serhildana hemtomerî li wilayetên rohilatê ji bo hukumeta tirkan tiştekî surî nîbû, haya hukumetê jê hebû û ewê mecalên dijî serhildanê pêk anîn, zordestî li serokatîya tevgera kurdan kir. Di payîza sala 1924an da hema bêje hemû serekên Komîtêya serxwebûna Kurdistanê û rêxistinên kurdan yên din hatine girtin, di nav wan da Xalid begê Cibranlî û Yusuf Zîya jî; hinek ji wan ji welêt raqetandin, berê wan dane şaristanîyê, lê yên din (di nav wan da serhing Îhsan Nûrî jî, ku di paşdemê da di tevgera kurdan da rola sereke lîst) bi xwe çûn, xwe li riya mihacirîyê girtin.

Bi vî awahî, serhildana sala 1925an nikaribû bibûya xwedî serokatîya sîyasî û organîzekirî ya ser dereceya bilind, ku zaneyên civaka kurdan yên wê demê – di koma barêgeha nasyonalîstên kurd – Komîtêya serxwebûna Kurdistanê da dikaribûn serokatî lê bikirana. Dewsa wana serokatîya eşîrtîya kurdan rêvebirina wê serhildana bona azadîyê û serxwebûnê hilda destê xwe. Serkêşî li wê serhildana salên pêşin yên piştî Lozanê dikir serekekî kurdan yê navdar Şêx Sehîdê ji Pîranê (wilayeta Elazigê), ku serekê binemala Neqişbendîyan bû, ku li Kurdistanê gelek deng dabû. Pêşîyên wê eşîretê – Xalidîyan herdem jî di serhildanên kurdan yên sedsalên 19-20an da roleke mezin lîstine.

Şêx Sehîd merivekî dewlemend û zane bû, yek ji giregirên gelê kurd bû ne tenê li wilayeta Elazigê û dor û berên wê, lê herwiha tevaya Kurdistana Tirkîyê jî. Di dawîya sala 1923an wî kirine endamê Komîtêya serxwebûna Kurdistanê, lê paşê hema bêje bû serekê tevgera kurdan li tevaya Tirkîyê. Tenê kurdên êzdî, zaza û şiyî ne di bin hukumê wî da bûn.

Rola serkirdayetîyê di tevgera kurdan ya ji bo azadîyê û serxwebûnê da di hêlekê va erênî bû, di hêlekê va jî neyînî bû. Ji alîkî va tesîra serekên eşîretan û dînî (gelek caran ew eynî kes bûn) li ser gelê kurd pir bû, wana dikaribû di nava demeke kurt da milet rakirana serhildanê. Ji alîyê din va ew ji karê organîzekirinê û dîsîplînê, daxwaza ku bigihîjine armanca xwe ya sîyasî, pir dûr bûn. Ev hemû hêza tevgera kurdan ya miletîyê dida sistkirinê. Ew yek him di dema serhildana Şêx Sehîd, him jî di dema tevgerên kurdan yên din li Tirkîyê û welatên Rohilata Nêzîk yên din dîyar bûn.

Di dawîya sala 1924an û destpêka sala 1925an da bi awayekî aktîv dest bi amadekarîya bona serhildanê kirin. Şêx Sehîd, kurê wî – Elî Riza, seyid Ebdul-Qadir, ku wê demê li Stembolê dima, û çend serekên din ew kar bi rê va dibirin. Kar piranî bi serketî pêşda diçû, lê encamê, ku li bendê bûn, ne da. Zazayên Dêrsimê û elewî (qizilbaş), ango, eşîretên ne sunî, gotin, ku ewê tevî serhildana kurdan nebin û eva yeka di paşdemê da roleke xirab lîst.

4ê çileya paşin sala 1925an li şêwrdarîya serekên kurdan li der û dorên Palûyê plana serhildanê ya dawî hate amadekirin û wextê destpêka serhildanê hate kivşkirin – 21ê adarê sala 1925an, ku roja cejina kurdan ya “Newroz”ê ye. Paşê derkete holê, ku eşîretên Dêrsimê û hinekên din naxwezin tevî wê serhildanê bibin. Dema plankirina serhildanê karê organîzekirinê ser dereceya bilind nîbû, lema jî serhildan bê ser-berate, ji wextê zûtir dest pê bû. Peqîn di destpêka meha sibatê da bû, dema di navbera texbûrên Şêx Sehîd û cendirmeyên tirkan da şerekî tesedûf derket. Ji demê zûtir destpêkirina serhildanê tesîreke xirab li ser encamên wê kir[8].

Di hêla leşkerî da ew serhildana, ku 8ê sibatê sala 1925an dest pê bû, ya lokal û ne zêde demdirêj bû. Ocaxa serhildanê ya sereke li bakurê çemê Wanê bû, ji roavayê ber bi rohilatê – ji Palûyê destpê dibû, digihîşte Mûşê, û ji bakur ber bi başûr ji Karliovê dest pê dibû, digihîşte Hezroyê (ku kêmî 15 hezar kîlomêtrên çargoşe bû); rast e, serhildan digihîşte ser axeke diha berfireh jî (weke 50-60 hezar kîlomêtrên çargoşe), lê ew ax jî ne zêdeyî 25 selefê temamîya axa Kurdistana Tirkîyê bû[9].

Serhildan dirêj ne kişand. Piştî 11 mehan, 11ê adarê kurd di dema hewildana bona zevtkirina Dîyarbekirê têk dan, ku wana dixwest wî bajarî îlan bikin wek paytextê “Kurdistana serbixwe”. Lê bi wê ra tevayî şorişgerên kurd ketine Elazigê, lê hewildanên wan bona wê navçeyê demeke dirêj di dest xwe da bigirin û paşê berê xwe bidine Dêrsimê, ji alîyê eşîretên wira nehate qebûlkirin û tirk ji vê yekê karê ketin. Li herêma serhildanê ya sereke (navçeya Çapakçûr-Karlîovayê) hêzên tirkan yên cezakirinê, ku berê nikaribûn zora kurdan bibin, vê carê di destpêka meha nîsanê da bi alîkarîya eşîreta şiîyan – xormek, derbeke xedar li kurdan xistin. Û li rohilatê û bakur-rohilatê (navçeya Melezgir-Mûş-Bîtlîs) tirkan piştî şerekî giran di meha adarê da zora kurdan birin û her tenê beşeke leşkerên kurdan ra li hev hat birevine Îranê. Di nîveka sala 1925an da li besta Gençeyê dor li şorişgerên kurdan girtin û beşek ji wan qir kirin; Şêx Sehîd û hevalbendên wî yên nêzîk dîl hatine girtin. Di nîveka gulana sala 1925an ocaxên serhildanê yên mayî ji holê rakirin[10]. Kurdên Tirkîyê cara pêşin piştî şerê hemcihanê têk dan û desthilata Tirkîyê dest pê kir li her deran kurd zêrand û zordestî li wan kir.

Bona hînbûna dîroka pirsa kurdan serhildana Şêx Sehîd gelek balkêş e, ji ber ku di wê da him reng û rûyê dewrana nû, him jî ya kevin xuya dibe. Femberîya kurdan, ku di nava tevgerên sîyasî yên li Kurdistanê gihîştîye û qal bûye, bi azadîxwezîyê û qebûlnekirina her cûrê zordestîyê va dagirtî ye û ew dewran ji hev gelek cuda ne. Di rastîyê da kurdan di sedsala 20an, xwesma di dewrana şerên hemcihanî yên yekê û duduyan da, pê avêtine dewrana dîroka xwe ya nû. Di rûyê şûndamayîna civaka kurdan û şertên xirab yên dîroka pêşketina wê da ew dewran demeke dirêj kişand. Lema jî cûrê tevgera kurdan ya miletîyê yê kevin bû, lê xuya dibû, ku bi demê ra ewê nîşanên pêşverûtîyê bi dest xistîye.

Serhildana Şêx Sehîd bi hemû nîşanên xwe va tevgerên kurdan yên pirjimar yên di dema Împêratorîya Osmanîyê û Îrana Qecerîyê da dianîn bîra merivan. Serokê wê pêşengê kurdan yê navdar (ne tenê yê kurdên Tirkîyê), serokê ruhanî yê binemala Neqişbendîyan bû, li Kurdistanê gelek deng dabû. 14ê sibatê sala 1925an Şêx Sehîd bi fermanekê xwe wek mîrê muceheddînan, ango, şervanê ji bo dîn îlan kir. Di wê fermanê da ewî destnîşan dikir, ku ew wek serekê terîqata neqişbendîyan herwiha nûnerê xelîf û îslamê ye. R. Olson dinivîse, ku gundê Derehînê, ku li rex Gençê ye, bû “barêgeha ser demekê ya xelîfeta neqişbendîyan”[11] (xuya ye li ser wê bingehê, ku wan deman di cihana musulmanîyê da xelîfekî din tunebû). Lê bangawazîya şorişgeran ya fermî – şerê “ji bo navê şerîetê û Ellah” bû[12]. Ew hema bêje îlankirina cîhadê bû dijî kesên bêxwedê, ango kesên bawerîya xwe bi Xwedê naynin, û ew bangawazî ji bo hemû musulmanên Tirkîyê derbaz dibû, ji kîjan miletî dibe, bira bibe. Serekên şorişgeran bang dikirin sultenatê û xelîfatê li Tirkîyê nûjen bikin, wana digot, ku ewana mafê wî karî didine kurê mezin yê sultan Ebdul-Hemîdê 2an – Mehmed Selîm-efendî, ku li Bêyrûtê dima[13].

Bi vî awahî, her tişt te digo qey derheqa wê yekê da dibêje, ku serhildana Şêx Sehîd piranî tevgera dînî ye. Serekên serhildanê di bangawazîyên xwe da herdem îlan dikirin, ku daxwazên wan her tenê yên qencîyê ne. Şêx Sehîd di bangeke xwe da digot, ku ”Xwedê bi xwe wî şandîye” bona xelîfatê careke din ava bike. Û gotinên wisa hindik nîbûn. Wana desthilata Tirkîyê di ”neşerefîyê”, ”xayîntîya di hindava dîn da” gunehkar dikirin, lê ne digotin, ku ew kurdan dizêrîne. Û heta wê demê jî, gava di bangawazîyên şorişgeran da motîvên sîyasî xuya bûn, dîsa jî ew bi pirsên ruhanîyê û dînî va didane girêdan. Ji bo nimûne, lêkolînerekî Sovyet fikireke ha nivîsîye (rast e, ew destnîşan nake ka ew fikir ji ku hildaye) derheqa bangawazîyên şorişgeran da: ”…serbestîya Kurdistanê di bin bandûra Tirkîyê da, careke din avakirina xelîfatê û sultanetê, hilanîna mehkemeyên sivîl û damezirandina mehkemeyên dînî û şerîetê, ango mehkemeyên gorî Quranê, û ya dawî, îlankirina mîrlaw Selîm wek xelîfê tevaya Tirkîyê”[14].

Vêrsyona derheqa wê yekê da, ku serhildana Şêx Sehîd bi serecema xwe va ya ruhanî, îslamîstîyê ye, ji alîyê gelek lêkolînerên wê demê yên Roavayê û Sovyet da nehate rexnekirinê, ku rind serederî ji wê problêmê ne dikirin û hewil didan di nivîsên xwe da bûyerên wan deman wek sênsasyon nîşan bidin. Ji bo nimûne, lêkolînerekî Îngilîs G. K. Armstrong di nivîsa xwe ya derheqa jînenîgarîya Kemal Ataturk da nivîsîye: ”Kurd gelek prîmîtîv, merivên çiyayî yên hov, fanatîkên dînî bûn. Ewana bi serokatîya kesên xwe yên ruhanî alaya pêxember ya di rengê kesk da digirtine destê xwe û hewil didan îslamê ji undabûnê xilazkin û tirkên Xwedênebawer qir bikin”[15]. P. Jantîzon jî kurdan bêhurmet dike û dibêje, ku ew miletê şivanan û qaçaxan e, ku ne edebîyeta wan heye, ne sine`t, ne jî nîzam-qanûnên wan; Kurdistan, ew dinivîse, ”hela ne gihîştîye” bona îdêayên dema nû derc bike; hebûna gelek eşîretan, zaravan, şaxên îslamê û h.w.d. li ser riya damezirîna miletê kurd dibine asteng, lê ”serhildana kurdan” gerekê qîmet bikin wek dijderketina îslamê himberî ”sîstêma” Roavayê. Jantîzon bêy şirovekirin behsa ”manîfêstekê” dike, ku tê da tê gotinê, ku desthilata tirkan ya niha di hindava nîzam û qanûnên ji alîyê Ellah da testîqkirî ”şer îlan kirîye”. ”A lema jî zanyar, şêx û begên kurdan biryar kirin derkevine dijî vê destdirêjayê”[16].

Armstrong, Jantîzon û terefdarên din yên vêrsyona, ku tevgera kurdan ya bi serokatîya Şêx Sehîd piranî şerê ji bo dîn e, gotinên serekên kurdan û nivîsên çapemenîya Tirkîyê ya fermî ji xwe ra bingeh girtine, ku yekalî ne. Meriv dibê qey her tişt zelal e. Wilayetên kurda bi rastî jî paşketî bûn, wek berê hukumê derebeg-serekeşîran li ser civaka kurdan pir bû, riya nûjenkirina welêt zirar dida berjewendîyên wan yên sîyasî û aborî. Lê gelek herêmên Tirkîyê yên din jî di wî halî da bûn, lê dîsa jî di dema rêforman milet zêde serî hilnedida, her tenê partî û komikên opozîsyon yên navdar car-carna tevger dikirin. Lê binecîyên kurd desthilata komarê ya nû qebûl ne dikirin û zêde xwe li cûrê jîyana miletê xwe ya berê digirtin.

Lê eger meriv bi sivikayî jî li wan nivîsan mêze bike, dikare fêm bike, ku dîn ne sebebê tek-tenê, heta ne sebebê herî giring yê serhildana kurdan bû li Tirkîyê. Jantîzon li xwe mukur tê, ku di banga şorişgerên kurdan ”Qedirgirtina dîn, piştgirîkirina şerîetê û careke din avakirina xelîfatê” da ne tenê daxwaza ruhanî, lê ya admînîstratîv jî hebû. Encam – ”rêaksyona derebegîya kurdan dijî dewletê û şerê nava Tirkîyê bû, ku di navbera edetên îslamîyê yên kevin û Tirkîya nû, pêşketî da diqewimî”. Paşê Jantîzon destnîşan dike, ku serekên kurdên serîhildayî dixwestin ”dewleta kurdan ya serbixwe ava bikin”, lê di rûyê perçebûna kurdan ya di hêla eşîretan, zimên û dînî da bi xwe jî zêde bawerîya xwe pê nedianîn, ku ewê di serhildana xwe da bi ser kevin. Ew di navbera rewşa miletîyê li Tirkîyê û li Bêlgîyayê himberîhevkirinê derbaz dike (bi bawerîya wî, pevgirêdana di navbera kurdan û tirkan da wisan e, wek ku di navbera valonnan û flamandan da ne)[17].

Gênêralê Îranê Hesen Erfa, ku haya wî rind ji pirsa kurdan heye, ji ber ku gelek caran tevî lihevkirina kurdan bûye, van sebebên sereke yên serhildana Şêx Sehîd dide rêzê: 1) hilanîna xelîfatê û guhêrîna statûya dewleta Tirkîyê; 2) rewşa aborî ya xirab ya wilayetên rohilatê; 3) destdirêjaya hukumetê li ser desthilata sîyasî ya serokatîya eşîrtîyê; 4) tirsa derebegan, ku ji serdestîyên xwe mehrûm bin[18]. Gênêral motîva dînî datîne cîyê pêşin, lê di ser wê da çend faktorên mayîn jî zêde dike, ku bi kemala xwe va giring in.

Dîrokzanê Îngilîs yê bi nav û deng Arnold Toynbî, ku di dema xwe da berhemên derheqa pirsa Rohilatê yên giranbuha nivîsîye, derbarê sebebên tevgerên kurdan li Tirkîyê diha nazik û aqilane dinivîse. Hewildana bona jîyana medenî li wî welatî (hilanîna xelîfatê û yên din), ewî nivîsîye, bi serhildana kurdan ya sala 1925an va hate lezkirinê, ku beşek ji wê serhildanê tevgera dînî ya rêaksyon bû û di wê da nîzam û qanûnên dînî û ruhanî li wilayetên rohilatê rola sereke dilîstin”[19]. Bi vî awahî, Arnold Toynbî bi awayekî kûrfikir nivîsîye, ku serhildana kurdan berî her tiştî hilweşîna înstîtûsyonên îslamîstîyê li Tirkîyê da lezkirinê (hema ev nimûne tenê bes e, ku bêjin ew serhildan ne rêaksyon bû), ya duduyan, her tenê ”bi rû va” ew ”rêaksyon” bû, ango forma wê, lê ne ku naveroka wê, û ya sisîyan, rola sereke ya dîn di serhildanê da kire bin şikê. Lê kurdzanên Roavayê yên vê demê (R. Olson, Martîn van Bruynessen) tam ser fikirekê ne, ku serhildana sala 1925an bê şik ya miletçîtîyê bû, lê îslamîzm ji alîyê ruhdarkir û organîzatorên wê, ji alîyê azadîstan da dihate bikaranînê bona ”stratêgîya û taktîka, ku ji bo serketina şorişê lazim bû”[20].

Tevlihevîyên li Kurdistana Tirkîyê di çapemenîya Sovyet da hêjayî guhdarîya taybet bû. Lêkolînerên Sovyet, mînanî hevalbendên xwe yên Roavayê, nikaribûn bi lez wê bûyerê qîmet bikin. Pirsên îdêologî û qedirgirtina di hindava çapemenîya Tirkîyê da rê nedida wê. Ji bo nimûne, yek ji wan nivîsî, ku bikaranîna dîn wek hêza sîyasî her tenê li navçeyên Tirkîyê yên rohilatê maye, û ew kar bi destî ”derebegên wir dihate pêkanînê, ku serokatî li tevgera miletîyê-otonomîyê dikirin, ku zêde wek tevgera rêaksyon bû”[21].

Fikirên ha di çapemenîya Sovyet da pir hebûn, lê ne hemû lêkolînerên Sovyet bûn, ku nivîsên bi dilê karmendên Tirkîyê yên fermî û rojnamevanan dinivîsandin. V. A. Gûrko-Kryajîn, ku behsa serhildana sala 1925an dike, berhemên zanyarî yên giran û pirrengî nivîsîye: ”Em dibînin, ku çawa li vir derebegên ji kar û barên hukumeta Angorê (Enqereyê. – M.L.) yên rêformatorîyê çavtirsîyayî, ruhanîya dînî ya rêaksyon û serekeşîr, ku hewil didan di bin bangawazîyên parastina xelîfata ji dest çûyî serdestîyên xwe yên bi sedsalan ji dest xwe bernedin, û, ya dawî, hewildanên meltçîtîyê yên bona otonomîyê (ji bo nimûne, ya serekê leşkerî Xalid-beg), ku di rûyê zordestîyên desthilata Tirkîyê da serî hildabûn, di nav gilokekê da li hev hatibûn hûnandin”[22].

 

Riataza

[1] Safrastyan A. Kurds and Kurdistan, rûpel 81-82.

[2] Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê: Olson R. The Energence of Kurdish Nationalism.

[3] Olson R. The Energence of Kurdish Nationalism, rûpel 42-43, 49-50, 90-91.

[4] Om. 1924, hejmar 9, rûpel 542; hejmar 10, rûpel 606.

[5] Mustefa Kemal. Riya Tirkîya nû. Cild 6, rûpel 430-432.

[6] Vasîlêv K. Sebeb û hêzên emelkar yên serhildanên kurdan. – Problêmên agrarîyê. 1931, pirtûka 9-10, rûpel 106-107.

[7] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, belge 10. Serkanîyên ji hesabdayîna rêçgerîya Îraqê, hejmar 25, 11.12.1924.

[8] Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 62-68; Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, rûpel 91-95.

[9] Binhêre: Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, rûpel 97 (xerîte).

[10] Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 70-94. Gorî malûmatîyên çapemenîya welatên dereke, heta 78 hezar leşkerên tirkan tevî ji holê rakirina serhildana kurdan bûn (gorî malûmatîyên din – 35 hezar), ji bo wê 12 balafir hatine bikaranînê (Pogorêlov M. Pirsa kurdan. – Şer û şoriş. 1925, gulan, pirtûka 3an, rûpel 151). Gorî eynî lêkolînerî, jimara şervanên kurd 710 hezar bû; ev jimar bi awayekî eşkere hatîye zêdekirin (Nûçeyên leşkerî. 1925, hejmar 11, rûpel 41); Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, rûpel 107-120.

[11] Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, rûpel 108.

[12] Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka here nû ya wilayetên bakur-rohilata Tirkîyê. Tb., 1947, rûpel 144.

[13] Arfa H. The kurds. An Historical and Political Study. L., 1966, rûpel 36.

[14] Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 71; Jîyana navnetewî. 1925. hejmar 3, rûpel 89. Pogorêlov M. Pirsa kurdan, rûpel 148.

[15] Armstrong H. C. Grey Wolf Mustafa Kemal. An Intimate Study of a Dictator. L., 1935, rûpel 264.

[16] Gentîzon P. Mustafa Kemal, rûpel 67, 76, 77.

[17] Gentîzon P. L`insurrection kurde, rûpel 840, 845, 846.

[18] Arfa H. The Kurds, rûpel 38.

[19] Toynbee A. J. The Islamic World, rûpel 72.

[20] Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, rûpel 153-154, 209; Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 107-111.

[21] Kross T. Rewşa Tirkîyê ya hundurîn. – MJ. 1930, hejmar 7-8, rûpel 61.

[22] Gûrko-Kryajîn V. A. Rohilata Erebîyê û împêrîyalîzm, rûpel 121.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev